Wefa
Zeviyên heşîn, nizarokên bextewar;
Ew cihên berx lê diçêriyan niha bi bêdengî
Lingên melaîketan lê dibiriqin;
Ji nepenî ve rehmet dibare,
Bêvedan şahiyê didin,
Hemî bişkoj û kulîlkan,
Û her benderûhekî razayî.(ji straneka kevin)
Roja 28-ê adarê bayekî terebihara Pîran, li gundê Himbelê di gel bişkivandina bişkojikên kulîlkan, peleke wê darmêwa dêrîn wekî rûpeleke kitêbeka qedîm li hewa zîz dikir, bilind dikir ber perê asîmanan; melaîkêtên xêr û gunehan hemî bi raçandina tevna biharê ve mijûl dibûn; zelamekî bejinbilind, porsipî bi du çavên girên dem û dewrandîtî awir didan wargeha Pîrana ku kulîlk û gulbişkokan tê de reqs û sama girtibûn, keseran kûda sîngê wî teng dikir; du zarokên keçik bi hemî dilpakiya xwe ya zarokitiyê her wekî dilê xwe danin ser, wesa bi nerm û bi hayîdarî gulên wefadariyê pêşkêşî ser axa li ser bedena wefadarekî dikirin; xurtekî esmer ku dil û hinav heya ber qirikê asî, digot bavo bavo tu bi kû ve diçî, ka te dê deftera rojenivîskên zarokîtiya min bianiya; awirên Babê Mezin ji Barzanê radibûn li ser axa Pîran dibişirîn û dilekî biwefa di bin xaka sar de payîdar dikir; komeke mirov her wekî pîrozahiya wefadariyê ji çav û bayên xerab û bêwefa biparêzin li dora bîrandeyek ya wefadariyê çember digirtin; ax û mirov, mirov û wefadarî; axa Barzan, axa goristana Babê Mezin tevlî axa Pîranê, axa li ser gora xweşmirovekî pîranî dibû; vî xweşmirovî jî wekî lehengê Homeros û hemî xweşmirovan gelek êş kişandibûn, gelek bêwefadarî dîtibûn, gelek çal û xendek derbas kiribûn, cenawir û wehşên ku di Zindana Diyarbekirê de ketîn pêşiya wî ji ejderhayên derketîn pêşiya Kral Odysseus xedartir bûn; wî niho li vir bi bedena xwe bîrandeyek ya wefadariyê rast dikir, rê nîşan dida, girê li jortira wî şaristaniyeka qedîm di nav xwe de wedişart; ji Pîran ji wargehekê pîroz cohukên ava zelal diherikîn ser Dîcleyê; yek ji mirovên çembergirtî digot bila dinê hemî şahidê vê be, yekîtiya erd û miletekê bi derewan nabe, bi wefayê dibe, bila bibînin ku ka çawa xaka Barzan û ya Pîran bi wefayê tê stirhandin, li nav hev dikeve û dibe yek beden, ev sonda li ser ruhê Saîdê Pîranî û Mistefayê Barzanî ye; bi bedena mirovekî bi wefa, xaka Barzan bi xaka Pîranê ve bi hemd û sena dihat stirhandin; rênçberan bi zûda tovên xwe avêtibûn; zeviyên zîldayî dengê zarokan dibihîst; dayîkekê erd û asîmanê şahidê wefadariyê himbêz dikir; kalemêrekî xwedawend, bi zerafeteka ruhanî pêşwaziya mirovên di kembera wefayê de dikir; çemê Dicleyê bi bereket deh derî tejî dikir; wefa, wefadariya digel axê wekî tu bi piyan bi rê ve biçî, serî bilind li ber perê asîmanan, deng tên, jiyan geş e, hertişt wekî dengê blûra welat e; asîman şîn e, dengê zengilê îremê tê ku hemî ruhên çavxerap bi dûr dike ji seremoniya wefadariyê; bêwefayetî wekî zulma digel axê ye, tiştekî wek zebaniyên Zindana Diyarbekir e ku cehennem jî wan zebaniyan nahewîne; ew zindana ku şahidê xweşmiroviya vî mêrçakê Pîranê bû; wefa wekî kakilekî gûza ku di xwîhdana kefa destê zarokeka keçika porqija malwêranbûyî de şilbûyî ko, ew keçik wî kakilî jî wekî hêviyekê pêşkêşî destek dî dike; dinya xweş û fireh dibe; dengek dibejê, aram, aram e welatê min; dengek dî dibêje, bila qeda li mala bêwfatiyê bikeve û bi dûr be ji hemî deriyan; seremoniya wefadariya di gel mirov û axê, wekî serbilindiya bi sirûda azadiyê perûbask vedide, fireh fireh dibe dilê mirovî; gelek naçe ji binê zinarekî tenha, ji birîneka kûr dengek bi keder derdikeve; xeyaletek bi rondikên çavan wekî şahidek yê bêedaletiya giran digere li ser wargeha Pîran, dibêje; “Kormisto piyê min kişt”; kes bavkuştiyê xwe ji bîr nake; birîneka kûr û xedar e; bayekî xwîndîtî ye li ser pişta hespê rehwal; trajediya mezin di vir de veşartî ye, dara azadiyê bi xwînê tê avdan; xwîn axê ziwa dike, dişewitînê lê çawa dara azadiyê şîn dihêle; oxira te ya xêrê be Mamostayê hêja te ew sebir û helwesta xwe ya xweragir û wefadar wekî diyariyeka qedîm di şûna xwe de hişt; bila asîmanê Pîranê şîn û bilind be, bila avên wê zelal biherikin; bihareka rengîn bi xemleka xemgîn tevna xwe li dora te radiçîne; peyama te desteguleke nepenî ye di dilên wefadar de ji hemî çavên xêrnexwaz paristî; xwehafiz Mamostayê hêja;
»Mihemed Sanri
Xwehafiz ew cihên ku kerî bi aramî lê digeriyan