PAWEN -
  Keder
 
Prînt bike
Keder
» Mihemed Sanri
STENBOL, 15/11 2009 — Kederek di bîrê wer bû. Ew carinan ji nişka ve, her wekî kulmek li serdila mirovî bike û tiştek ji hinavê mirovî biqurçive, carinan jî bi hemdê xwe hêdî hêdî perdeha li ser rûyê xwe diavêje; hingê ziman disekine, gotin betal, dest xav dibe, çok te ranagire, çav bi kedereka kûr li valahiyeka dûr dinêre; wêneyên raboriyê bi bayê lezê yek li dûv yekê diherikin û di valahiyê niho de wenda dibin; tenê dengê bilûreka ji xemên kûr di guh de vedide; hertişt wekî xewnekê, wekî derewekê ye; tenê ya rast keder e.

Tu li dora xwe çi dibînî, hertişt derew e, tenê keder rast e. Her bişirînek di heqîqeta xwe de kirasekê derewîn yê li kederê, keder tenê rast e. Qey bişirînek, heqîqetek bê keder heye; ma pelek bêyî kederê ber ba dibe? Di nav aurayek/xelekek ya kederê de diçî û têyî. Her tişt û bûyînên di wext û zemanên borî û di gava niho de tenê perdehên kederê ne, yek li dûv yekê tên girtin û vekirin.

Di gotin û metelokên kurdan de stêra her însanekî/ê li asîmanan e, bi mirina wî/wê re ew stêr jî ji asîmanê heftê dixurije. Stêrika Şêx Zeynî jî ji asîmanê heftê xurijî.

Belko ew qulingekê baskşkestî bû li zozanên xalî li Evdalî digeriya; teyrikekê bêwar bû li ser beriya Mêrdînê re firiya; kedera wî li nav siha nizanerekê bêxwedî yê beramberî Xabûrî li binê darguhujeka raserî dara gozê veşartî; belko ew niha pêşmergehekê nobedar yê wê darê ye; bi rastî pêşmergehî li bejnûbala wî û li kedera navçavên wî dihat. Niho Xabûr jî bi wê kederê dike xum xum; tenê xelekek ya kederê li dûv wî ma; ew bi xwe jî wêneyek ji kederê bû. Wekî navên Xwedê navên kederê jî pir in - wî her çi navek li paş xwe hişt, her yek ji wan navek e ji kederê û bi qasî kederê bêguneh. Kedera bi xeyalên şkestî stûr bûyî, kedera ko ti kevil û beden têrê nakin…

Ger keder nebe gelo însan çi ye?
Xezeb û çavsoriya kurûkeçên mirovan ji bêkederiyê ye. Hûn dîktatorên dinê sax û mirî hemiyan kom bikin, hûn nikarin di nava çavên wan hemiyan de bi qasî zer-î misqal kederekê bibînin. Ne prensesî û ne jî ciwaniya bejnûbala wê bû ko ew kir hezkiriya hemî dinê, kedera di nava çavên wê de bû, nava wê Dianayê bû. Kî dikare kedera di çavên Xezalesmera çiyayî de ya ko topa dewletê li nav hinavên wê ket îfade bike.

Çi bextewariyeke bikeder ko Celadet sembola rewşenbîriya kurdî ye, bila gora Mihemed Uzunî abîdeyeka ji kederê be, lê bîra ko Celadet lê wer bûye ne “qeder” e, keder e; kedera hemî rewşenbîriya kurdî ye. Ew bîr e ko hemî rewşenbîriya kurdî lê wer bûyê, lê wer dibe û dê lê wer bibe, heta ko tejî dibe, hemî bîr û hişê neteweyekê di wê bîrê de veşartî ye. Trajediyeka çend dijwar e, abîdeya rewşenbîriya kurdî bîr e ne keleh e; kelehên hikûmraniyê; ew bîr, bîra kûr xendeka tarîxê; bayekê çende sar jê diferije. Ya star, heqîqeteka çend dijwar e!

Lezgîn wêneyek ji kederê bû. Bi kederê ket. Li bîra kederê wer bû. Ew kederek bû hem di navê me de hem ji derveyî me bû. Her ji çi bûya bi pêteka şewat jê hez dikir, guriya agirî li ser dilê wî bû. Ev dinya ji bo wî ne cihê star û rehetê bû. Bîrên zemanê borî wekî furekan li ser avê dikevin; êş û izdirabekê didin dilê mirovî. Kederek li bîrê wer bû. Aurayeka ji kederê û lehzeyeka însanî li dûv xwe hişt. Gelo ma lehzeyeka însanî ne hêja ye ko mirov ji bo wê hemî kîna xezebê ji navê rake?

Serkanî: Kulturname

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED SANRI
Weşandin: 2009-11-16
Xwendin: 874
 
  19901 ziyaretçi  
 
=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=