Mihemed Sanri
»Mihemed Sanri
- Ez sond dixwim ez dê rastiyê, tenê rastiyê bêjim.
- Kurê min Silamî darek êxist destê xwe û lêda, lêda, lêda û lêda û lêda û lêda! Ew şikest, çû yekî dî jî anî, bi wî jî lêda û hey lêda, lê qumandarî jî li wî da.
- Baş e Silêman çiyê te ye?
- Zavayê min e
- Baş e ev îfadeya te dê bibe sedemê ku zavayê te cezayekê giran bixwe!
- Dizanim lê ya rast ev e, ez qet derewan nakim.
- Wê çaxê ez jî ji ber vê rastgotiniya te zavayê te efû dikim

 

Li gorî lêkolîner Nevzat Çaglar Tufekçiyî, ev diyaloga li jor di nêvbeyna hakimekê tirk û pîra Nazê de derbas dibe.

Her li gorî Tufekçiyî pîra Nazê yek ji wan kesan e yên ku piştî şikestina serhildana Agiriyê bi saxî ji qetlîama 1930-ê ya Geliyê Zîlanê  ji bin cesedan felîtin e: ew jinaxayek e, xanedan e; ev bi xwe sedemê qetilkirina wê ye; lê dema ku eskerên tirkan dixwazin wê gulebaran bikin, bi dehan jinên derdora wê wekî mertalan xwe diavêjin ser bedana wê, esker wê koma jinan hemiyê gulebaran dikin, dikujin û wesa dizanin ku Nazê jî mir û ruh lê nema; lê fermana îlahî ye, şahidên ti qetlîaman ji navê ranabin; pîra Nazê jî ji wê qetlîamê difelite; paşê muqtedîrên dewleta tirkan wê sergomî wîlayeta Spartayê ya başûrê rojavayê Tirkiyeyê dikin; zilamê wê Şukrî jî ji zindanê xilas dibe û digihî wê; ew paşê li heman herêmê li gundê bi navê Akbükê yê Didima Aydinê bi cih dibin;  sal derbas dibin keç û zavayên wê çê dibin; rojekê zavayê wê Silo û qumandarê Akbükê li hev dikevin; Silo lêdaneka baş li qumandarê qereqolê dide; bûyer dikeve dadgehê; Silo jî xesûya xwe dike şahid û qet bawer nake ku xesûya wî dê li dijî wî îfadeyê bide; lê Nazê bêbextiyê li gotina rast nake; gotinê xera nake.

Dema gotin xera nebe mêzîna “edaletê” jî rast disekine.

Wextê Nazê dibêje; “lêda, lêda, lêda û lêda! Ew şikest çû yekî dî anî û bi wî jî lê da û hey lêda! Ev şêweyê gotinê wekî vekirina devê axînekê ya êşeka giran ya li ser hev dewisandî ye, ji devê dayika Nazê derdikeve. Ew “lêdan” ne hêrsa bêhnek û rojekê ye; ew gotin ne şahidîtiya lehzekê ye.

Di rastiya vegotina pîra Nazê de, yê ku “edaletê bi cih tîne” darê zavayê wê ye, ev rastî qet di gotina wê de xera nabe, bedel çi dibe bila ew be; wekî xwe û ji dil têt ziman; tewşî, xarovîçî û berevajîtî li gotinê nayêt kirin; “dadgeh” li himberî vê heqîqeta gotinê rewşa xwe ya formel ji bîr dike; teslîmî rasteqînî û edaleta gotinê ya “mitlaq” dibe.

Rojekê ji hefteya pêşiya meha adara  2001-ê, li êvareka bi mij û baran, li resturanta bi navê “Denizê” ya Çankayaya Enqereyê, li xwarinekê ya bi minasebeta dozeka “ferdî” ya li himberî eskerên tirk ya sotina  mala -li gel hemî malên gundî- kalekê 70 salî yê ji gundekî yê “Kocakaya”ya Diyarbekirê, hakimeka serwext ya ewropî ji min pirsî, got: “Tu dikarî bi gotinekê kurdan bo min rave bikî?” Ku hêj agirê ji vegotina şahidên trajediya mijara darizandina wê rojê, li ser dilê wê venemiribû, ku ew mecbûr ma bûn çend caran nêvbirê bidin darizandinê. Hon dizanin êşa mirovên malşewitî giran e, nemaze ew mirov kalekê 65-70 salî be. Li Enqereyê vegotina şewata dil û mala kalêkê 70 salî! Çi çêrokeka enteresan e! Dê kî bibihise! Avahiyên bi hemî şiyanên betonî mezin, dîwarên kerr! Di dinê de paytextê herî bêbinyat!

Ez zêde heyirî nemam, bi pirsiyara hakima serwext; min got:”Kurd, xwedanê gotina xwe ne”. Yanî gotin bes e.

Got:-Tu bawer dikî ku kurd îro jî hêj xwedanê wê gotinê ne?

Bersiva vê pirsê ne wekî ya beriya wê hêsan û kurt bû. Min dest bi îşaretkirina çend sedeman û serê wan sedeman kir û verist û behs kir ka çawa “darê xurtan” û “niyeta xerab” bi exlaqê gotinê lehîstiye; lê dawî bi sedem û serê sedeman nehat… Ji xwe ji zûde bawerî bi gotinê nema bû. Gotin xera bibû. Nazê jî hingê ew ji zûde bû miribû; wê di 1980-yê de, di 77 saliya xwe de dema ku ew ji ziyareta lêzimên xwe yên zîndanî vedigeriya li ser sêriyana Soke-Didim-Milasê di encama lêdana basekê de canê xwe ji dest dabû. Min dît beraş çend mezin û ben jî çend xav bûne.

Bextereşiya li gotinê hatiye kirin; dibe cendekekê di nav xwînê de gevizî û dikeve ber me.

Têbinî: Hon dikarin çîroka vekolînî ya Nazê, “Akbük’ün Kürt ninesi” di servehiya rojnameya Radikalê di Radikal İki ya bi tarîxa 26/10 2008-ê de bixwînin.