PAWEN -
  “Jinûveavakirina rastiyê” û Gava ku masî tî dibin
 
Kulturname Çap bike! Çap bike!
“Jinûveavakirina rastiyê” û Gava ku masî tî dibin
Mihemed Sanri
»Mihemed Sanri
Ji dawiya salên 90-an heta niho Helîm Yûsiv li bakurê Kurdistanê di warê edebî de figurek gelek ber biçav e. Wesa dizanim ku gelek kitapxwênerên bakurê Kurdistanê cara pêşiyê bi pirtûka wî ya çîrokan ya bi navê “Mirî ranazin” ku di 1996-ê de li Stenbolê derket, ew nas kirin; paşê  berhemên  wî yên dî yên çîrokan,”Mêrê avis”  “Jinên qetên bilind“, “Sobarto” derketin Bi dûv wan re jî romana wî ya bi navê  “Tirsa bêdran” di 2003-yê de derket niho jî wekî roman “Gava masî tî dibin“.

 

Ji navê berhemên Helîm Yûsivî gelek diyar e ku ji bo raçandina yan bo jinûveavakirina “rastiyê” ew xwe dispêre metamorfozê (guhortinê) her wekî Gogol ev rê û metod bi awayekî gelek bi efektîf bi kar anî;  bo nimûne Çîçîkov, lehengê pirtûka Gogol ya bi navê “Miriyên sax” koleyên mirî dikere û wan wekî sax dide nîşandan û ticareta wan dike. Gogol bi vê metoda “saxkirina miriyan” sextekarî, bêrtîl, hirs û çavbirçîtiya ku bingehê komalgeha Rusyayê ji binî xira dike bi uslubekê mîzahî gelekê rasteqîn  raberî ber çavan dike.

Jixwe ji navê pirtûka Helîm Yûsivî ya bi navê “Mirî ranazin” jî, mirov dibîne ku Helîm Yûsiv çi qas nêzîkê vê rêya Gogol e.

Bi vê metodê hemî temayên ku di xwezayê de hene; hemî obje, ax, dar, kevir, av, hewa, rawil û ajal, benderuh û bêruh hemî tên ziman û diaxivin. Ev bi serê xwe, ji aliyê vegotin û jinûveavakirina “rastiyê” ve derfetekê bêsînor bo nivîskar çêdike.

Li vir ez dê tenê li ser pirtûka Helîm Yûsivî  ya bi navê “Masî tî dibin” rawestim.

Gava ku masî tî didbin
»Gava ku masî tî didbin

Temaya romanê bi giranî li ser makineya şer û kuştina li çiyayên Kurdistanê ye. Navê lehengê sereke yê romanê  “Masî” ye. Masî ji “Binxetê” ye. Ew ji wir bi evîneka platonîk û bi hêviya ku ew dê  Berfînê bibîne dide ser rê û dikeve nav gerilayên serê çiyayên Kurdistanê, lê ew di cihê gihiştina evîna “platonîk” de, dikeve kembera makineya şer û kuştinê de. Roman ji 23 xelekan û ji 239 rûpelan pêk te.

Bi dîtin yan jî di bihîstina pêşiyê ya gotina “Gava ku masî tî dibin” de, ev gotin bi mirovî wekî metaforeke “mîtolojîk” tê. Lê nivîskar li vir, metaforeke wekî ya  “teoriya Mao” ya ku dibêje; “Gerîla, masiyê di nêv deryaya gel de avjeniyê dike ye” bi kar tîne.  Navê lehengê sereke yê romanê “Masî” ye, her nivîskar gerilayên dî jî dişibîne masiyan. Lê di metafora navê romanê de diyar e ku li vir problemek heye û masî tî dibin. Em dê paşê bên ser vê mijarê.

Ji aliyê “teknîka raçandinê” ve  Helîm Yûsivî ev berhema xwe, bi pêkhateyeka gelek xurt raçandiye. Roman xelek bi xelek bi 23 xelekan honandiye, her xelekek wekî deriyekê li ber yê dîtir vedibe, derwazeyeka nû raberî xwendevanan dike. Vebêjer tên guhortin. Deriyê hesinî, mar, kum, pirtûk, niviştî, pênûs, şûtik, naylon sol, kuçik hwd. hemî tên ziman û li ser bayê lehengê sereke diaxivin. Pêkhateya romanê bi bikaranîneka bêhempa ya şêweyên îdyomên kurdiyê û bi vegotineka gelek dewlemend hatiye xemilandin; mirov ji ciwaniya zimenê wê têr nabe, gotin û hevok wekî melhema dilêbirîn li dûv hev diherikin.  Bo nimûne “Hayê tu kesê ji min tune ye, ez kevirek avêtî yê li ser vî sînorê Xwedênenas im.” (Gava ku masî tî dibin, r.77)  Ev hevok çi qas bi ciwanî, wê  kiryara Xwêdenenas ya ku di raboriyê de hatiye kirin û bûye  rewşa niho û rawestana li ber hêviya paşerojê raberî mirovî dike. Destê trajediya raboriyê li ser qirika niho ye û çav ber bi hêviya paşerojê ve ye.

Xwedênenasî di vê romanê de temayeke gelek gran e. Jixwe nivîskar dibêje ji bo kurd xwe li Xwedê bidin dîtin di nav erda wî ya rast de çiya çêkirin e.

Her wekî navê romanê, di xelekên pêşiyê de jî temayekê “mîstîk”, “mîtolojîk” hakim e û roman wiha dest pê dike: “Di vî welatî dibe ku her tişt bibe. Tiştekî dûrî aqilan nebû.” Û belayek wesa tê serê xelkê vî welatî, êşek li binê qurmê zimanê hemiyan dide û hemî kes lal dibin, ji derveyî Masî. Gelek got-got û efsaneyên bi dûv vê belayê tên gotin û ristin. “Masî” bi xwe jî bi avahiyê di gel segê xwe Bozo lê dimîne û bi hewildanên xwe wekî figurekê “mîstîk” e; pirtûkên wî hemî li ser jiyana pêxember, sehabî û qencên Xwedê ne; dema ku dizane piştî kitêba pîroz Quranê, ti kitêp û ti pêxember dî nayên gelekî aciz dibe û xwe wekî pêxemberekî têkçûyî dibîne yan jî dixwaze wekî ferîştahekê cilspîbûya û bifiriya. Bi tenekeyên vala xaniyê xwe dorpêç dike û her tenekeyeka vala temsîla temenê wî yê salekê dike. Xelkê dora Masiyî jî, şikên gran ji wî dibin û difikirin ku ew mirovên winda dibin, hemiyan ew dixwe. Ev temayê ku ji lalbûnê heya niho ez qal dikim bi serê xwe temayekê gelek giran e û dikare gelek tişt li dora vî temayî bêt avakirin; heta du-sê xelekên pêşiyê ev tema berdewam dike.

Lê ji nişkê ve, bi dîtina “Berfîn”ê (Berfîn ji bakurê welatî ye, bo çend rojan wekî xazgînî hatiye binxetê û li cem mala xuha xwe ya cîrana Masî dimîne, lê ew yeka “siyasî” ye û ew piştî dîtina Masî bi çend rojan vedigere Bakurî) dibe qireqira “camên” dilê Masiyî û Masî êdî dibe yekî dî. Nivîskar ji bo vê guhortina Masî li ser “zemîneka rasteqîn” pêk bîne, pirtûkekê bi riya Berfînê dide wî û wî paşê jî hevalê kalekê siyasî li gundan digerîne (”kitab” û “xebat”, temayekî klasîk yê zanabûn û têgihiştina qeta bindest e). Masî êdî dide ser rêya Berfînê, temaya “mîstîk” û “mîtolojîk” li aliyekê dimîne û êdî metafora  teoriya Mao  ya “derya û masiyan”derdikeve pêş; roman rûyê temayekê “siyasî distine; lê her çi dibe bila bibe bêrî û hêviya dîtina Berfînê ji dilê Masî dernekave.

Em binêrin ka pênûsa Masî di heqê derketina vê rêya wî ya nû de çi dibêje:

“Masî ez bi xwe re ji mal anîm. Min pêre sînor, av, mirin, çiya, tîbûn, newal, hêrs, mayîn, têlên ristî û deştên fireh derbas kirin.”( r.93)

Ez dixwazim li vir çend niqteyan vekim:

Sînor: Girêya sereke. Ji gotinên li jor jî gelek diyar e ku sînorên ku bi darê zorê hatine danîn arîşeyeke serekî ye, di temayê romanê de. Her sînor “lêpirsîneka” sereke ya diyaloga di nêvbeyana Masî û Berfînê de ye jî. Ew “sînorê Xwedênenas” di guhortin û têgihiştineka nû ya Masî de jî faktekî giring e.  Sînor girêya serek ya miletê kurd e. Sînor di fîlmên derhinêrê biserketî Behman Qubadî de jî arîşeyeka sereke ye; her şairê hêja Hêmin Mokriyanî jî dibêje; “Ew bîstokey dijmin nawînayî sînor”; Ahmet Arif jî dibêje; “Em bira, kirîv, ji xwîna  hev in/Mirîşkên me tevlihev dibin/Dilê me li pasaportê germ nabe/Ev e sedemê qetlê me/Paşê navê me derdixin, qaçaxçî, talanker, xayîn”… Vegotina kurdan ya di heqê “sînor” de bêdawî ye. Li gorî raporta 2008-ê ya komîteya çavderiya mayînan “Landmine Monitor”, di stoqkirin û çandina mayînên bejiyê de, di dinê de Tirkiye di pleya yekê de ye. Ev mayîn hemî li ser wan “sînorên Xwedênenas in” û her roj di bedana mirovên kurd û ruhberên dî yên Kurdistanê de diteqin. Mirov dikare bêje serê sedema “trajediya mezin” ya kurdan di van “sînorên Xwedênensa” de veşartiye, lewma ku ev sînor cihekî mezin di tevna hişê “întellîgensiya” kurdî de digire.

Mirin: Masî di çiyayên Kurdistanê de hertim di kembera makineya mirinê de ye; “mêşa mirinê” her tim li ber difina wî zîz dibe. Ev mirin ne tenê ji guleya dijmin e, dibe ku ji fermandarekê gerîlayê bi xwe be. Binefşa ku hindek rewş û  helwestên fermandariya gerîla dixe ber pirs û pirsiyarê bi fermana fermandeyekê xwe bi îxanetê têt kuştin; ev bûyer qet ji ser hişê Bêrivanê dernakeve, îhtimaleka gelek mezin heye ku ji vê sedemê Bêrivan teslim dibe û digel hêzên dewletê kar dike. Tirseka esasî ya gerîlayê jî ji nêvxwe ye. “Giriyê şervanan jî, mîna giriyê ji ber êşa piştê ye” (r.74) Nimûneyên wekî Bêrîvanê pir in. Konsepta”qoricî”tiyê  fakterek dî yê makîneya mirinê ye. Ordî ji aliyê aparata şerî ve aparateka “miazem”  bêyî ku tirseka exlaqî bike, li himberî gerilayê bi kar tîne. Lê di ti derên romanê de mirov li performaseka “profesyonalî ya gerîla” rast nayê; ne ji aliyê bikaranîna çekan û ne jî ji aliyê perwerdehiya gerîlayê ve, ev fakt hemî dibin sedemên xurtbûna vê makîneya mirinê ya ku li çiya û deştên Kurdistanê li ser kar e. Ev makîne tiştekî jî çareser nake ji xeynî zêdekirina mirinê. Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalanî digot: “Kurd tenê ji mirinê fêm dikin, ez jî wan gelek hêsanî rêdikim mirinê”. Ev çi “Xwedênenasî” ye li ser kurdan tê ferz kirin?

Çiya: Di romanê de, “deryeya” ku gerîla di nav de dijî çiyan in. Ji aliyê metafora “tîbûna bo azadiyê” û “rêya çareseriyê” ve jî  çiya her ew rê û mekanê ku serî lê bêt dayîn e. Lê gerîla “tî ye”. Tişteka ku çareser jî dibe tine ye.  Jixwe xelk ji cihwarên xwe, ji gundên xwe hatine çol kirin.. Ji derveyî temayê romanê, li gorî “teoriya”  Partiya Karkerên Kurdistanê jî, çiyan in deryaya gerîla, ne gel yan jî xelk e. Bedîuzzeman Saîde Kurdî dibêje; “Çiyayên Kurdistanê mekanê azadiya mitleq in.” Nivîskarê romanê çiya wiha rave dike: “Çiya ew parçeyên erdê ne yên ku dixwazin bibin ezman. Her ku serê xwe radikin, Xwedê di nava serê wan de lê dixe û nahêle bilindtir bibin.  Ji ber vê çi qas bilind dibin nagihin ezman çi qas nizm dibin nema dibin erd.” (r.99). Cih ne li erdê heye ne jî li asîmanan.  Allegoriyek ya dorpêçkirin û neçariyê ye. yan jî dualîzmeka “Xwedênenas”e. Ev jî bêdiayiyeke yan jî lehîstikeke li van çiyayên hinde mexrûr û hewingên jiyanê hatî kirin? Ew çiyayên ku ji belbelîtankan heya her coreyê mêşik û kêşikan, ji kêrvoşk û xezalan û heya gurgan di himbêza daristan û nebatên wan de dijîn û herdemsalekê mirov ji xeml, rengên kirasên wan heyîrî dimîne. Xwezayeka ew qes ciwan û dilnazik e ku ti caran heywenê herî direh şêr nekariya di vê xwezayê de bijî. Ew çiyayên ku ji efsaneya “Kawa” heya niho hewingên jiyanê bûn. Ew çiyayên ku  dema Xwedê û dinê pişta xwe dida kurdan “tenê dostê wan ew bû”. Lê niho çi bi bextê wan çiyan hatiye ku “masî lê tî dibin”. Di kurdî de du gotinên gelek watedar û trajediyeka dûr û dirêj di nêv xwe de vedişêrin hene. Yek “Xwedênenasî ye, ya duyê jî “xwenenasî” ye.  Helîm Yûsiv Xwedênenasiyê (xedarî) gelek ciwan bi kar tîne. “Gava ku masî tî dibin” çîroka Xwedênenasiyê ye.

Mekan-Zeman: Dema ku Masî ji Binxetê derdikeve, wargeh yan jî deryaya ku tê de avjeniyê dike, ji Cudî heta Bestan û Metînan, ji Metînan heta Wanê, Garzan digihî wargehên Diyarbekirê  ye. Ji ber ku nivîskarî giranî daye ser “aksiyonan” reng û dîmenên wan wargehan qet li ber çavê mirovî zelal nabin, mesafe jî xeyalî ne. Hevoka romanê ya pêşiyê bi zemanê nediyar yê fireh dest pê dike, hevoka dûyê jî dikeve qalibê  “hebû tinebû” de. Wiha ne: “Di vî welatî dibû ku hertiş bibe. Tiştekî dûrî aqilan nemabû.” Ger ne ji fakt û bûyeran be mirov nizane ka roman di xelaka kîjan demê vegotina mezin (tarîx) de ye.  Dem di bûyeran de rengê xwe didin û ji nişkê ve (wekî di formê hikayetên kevin de) têt guhortin, mirov dikare bêje nivîskar deman li gora dilê xwe bi kar tîne. Roj, şev, dem, seat, meh, sal hene; lê pêgirêdaneka diyar ya wan deman digel hev nîne; ji nişkê ve ev demên han hemî digel bûyeran derdikevin pêş. Ji aliyê zemanî ve wekî hemî kurdan destê nivîskarî jî  gelek rehet e.

Mebest: Di romanê de, lehengê herî rênas û dilşewat Rênas, -ko wenêyê keçika wî ya biçûk wekî hasreteke mezin û pîroz hertim di dil û berîka wî de ye, vegotina di heqê wî de, wekî bizotiyê agirî dikeve nava kezeba mirovî- mebesta xwe ya çekdariyê wiha tîne ziman:-” Ez ji bo vê zaroka xwe şer dikim. Ji bo ku zimanê dayîka xwe bixwîne binivîse.”(r.96) Bawer jî wiha peyvê digire:- “Ji bo min tenê yek peyv heye, ew jî nasname ye. (r.97). Ji wan herdu nimûneyan jî diyar e ku, ji aliyê siyasî ve, mebestek ji ya nasnameyê û mafê zimanî zêdetir di navxweîfadekirina gerîlayan de nîne. Ew “sînorê Xwedênenas”ê serê sedeman e, di armancê de ji ber çavan wenda dibin, îşaretek pê nayê kirin.  Lewma mirov dibîne ku nivîskar jî li vir, ji “rastiya heye” derneketiye û temayekê li gor taleb û mentalîteya sereke ya siyasî ya kurdan raxistiye ber çavan. Nezelalbûna erka “miletîbûnê” ya ku di temayê siyasî yê kurdan de heye, di vê romana Helîm Yûsivî de jî gelek xweş derdikeve ber çavan. Nivîskar pêtir li dora “azadiyeka abstrakt” digere. Ew “sînorê Xwedênenas”  dê çawa bêt îmanê? Bersîva vê pirsê li cem nîviskarî jî û li cem “masiyan” jî tine ye.

Dawî: Di dawiya romanê de, nivîskar vedigere ser temayê destpêkê û “êşa ku li qurmê ziman daye”  ji bîr nake; lê tiştek çareser nebûye, ne tenê temama xelkên derve,  êdî bêhna lalbûnê ketiye her derê mala Masî jî, “lalbûnê li qurmê zimanê deriyê wî yê hesinî jî daye. Tiştek çareserbûyî yan jî bi dest ve hatî tine ye û Masî ji herdu lingên xwe jî bûye. Jiyana wî tenekeyên vala yên li ser hev kom kirine, ew di dawiyê de li welatekî ewropî ji tîbûnê dike bi fetise û êdî tenekeyên vala jî nabîne ku dane ser hev, ku wî bi danîna ser hev ya tenekeyên vala dizanî temenê wî çend e. Êdî temenê xwe jî wenda dike.

Bi her awayî ev romana Helîm Yûsivî hêjayî xwendin û vekolînê ye. Ziman, tevn û tema hemî bi kurdî ye, ji me ye. Lê Helîm Yûsiv şikê  dixe ser “rastiya mezin” devê tifenga mor û wê dixe ber pirsan û bi vî awayî kevirên jinûveavakirina rastîyê datîne ser hev.

 
-----------------------------------

Nivîskar: Mihemed Sanri - mihemedevdila@yahoo.com
Weşandin: 2008-12-03
 

 
  19901 ziyaretçi  
 
=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=