Mihemed Sanri
»Mihemed Sanri
Prosesa avakirin û honandina romanekê yan jî ya her metnekê dî yê edebî bêşik, ji bo her nivîsekarekî cida ye. Nivîskarek dikare wekî endazyarekê mahirê ku bi şêweyê hemî plan û projeya avakirina avahiyekê hêj di serî de derdixe û li gorê wê jî dizane dê çi qas malzemê û vî malzemeyî dê çawa bi kar bîne, wesa dest bi “avakirina” berhemekê bike û nivîskarekê dî jî dikare bi awayekê yekser xwe berde wê dinyaya ku di serî de tiştek diyar jê nizane, lê gav bi gav rêya xwe bibîne û wesa berhema xwe binivîse.  Ferqa di nêvbeyana endzyar û nivîskarî de ew e ku, nivîskar xwîn, can, ruh û dil dide pêkhateya xwe û elemanên wê; afirenderiya wî/ê jî ev e.

 

Lê dixwazî bi metoda “endezyarî” yan jî dixwazî bila bi metoda “jiberxwe” be, kevir û tuxlayên nivîskarî gotin in; îmaj, figur, aksiyon jî xizmetkarên li ber destê wî/ê ne; çawa xwedanê dîwar yan jî endezyar, dema ew her kevir yan jî her tuxlayekê ku dide rast kirin wateyek û fonksiyonekê dideyê, wesa nivîskar jî, ji bikaranîn û bicihkirina lihevhatî ya her gotin, îmaj, figur û aksiyonên di metnê xwe de berpirsiyar e û divê baweriyê bide mirovî. Bi ya min ferq di nêvbeyna “nivîskarekê” û “nenivîskarekê” de jî ev  berpirsiyarî ye; vêca başî û nebaşiya berhemê jî dimîne bi hêviya “tesîra” wê ya rasteqîn ve. Di vê çarçeweyê de romana Firat Cewerî ya bi navê “Ez ê yekê bikujim” gelek balkêş e; roman du beş û 151 rûpel e.

Gelo tesîra romanê çi ye? Bo nimûne piştî min romana Firat Cewerî ya bi navê “Ez ê yekê bikujim” xwend, ez dê hêdî ti caran nekarim wekî “hêminiyeka” berê li çavên Firat Ceweriyî binêrim; ez kengê wî bibînim ez dê şik bikim ka di berîka wî de kêrek heye yan no, yan jî ka çavên wî wekî qurbanekê li min dinêrin yan no yan jî ka gelo niho çi dinyayek dî ya avakirn û xerakirinê di serê wî de derbaz dibe. Tesîr ev e!

Nivîskar di beşê yekê “Ez ê yekî bikujim” de jiyana li ser devê kêrê an jî kêrlistû gelek bi tesîr û bi bawerî raberî ber çavan dike. Lehengê romanê “Temo” di bin sîha raboriya xwe de dijî, diya wî jî, ”jixwe nanê saxan dixwe” ne tenê ew, leheng, berê xwe dide kê di çavê wî de ew dê wî/ê bi kuştinê ji jiyana ser devê kêrê, ji belayekê xelas bike. Jiyana bajarî hemî serobin bûye. Kêra birrek di berîka lehengê romanê de ye û ew dixwaze yekê bikuje, lê di wî bajarî de tişteke ne li ser devê kêrê be tine ye. Mirov ji hemî hewldanên lehengê romanê û dîmên di çav û dilê wî de bawer dike. Ev lêbawerî bi xwe mistewayeke bilind ya romanivîsiyê ye. Firat Cewerî bi awayekî xurt baweriya xwendevanan li xwe tîne. Lê ez dixwazim li vir behsa du-sê niqteyên wekî “kêmasî” bala min kêşayî bikim:

Yek; “Ez di ber armanca xwe de pazdeh salan girtî mabûm, digel ku îşkenceyeka giran li min bûbû jî, min li ber xwe dabû…” (Ez ê yekî bikujim, r. 18).  Ev hevok bi min hem “xav” û hem “klîşeyeka” siloganîk e. Hevokên wekî vê di beşa yekê de qet nehatibûna bikaranîn dê tiştek ji “pênasîna”  lehengê wê kêm nebûya, helbet hevokên sloganîk jî dikarin gelek xweşik bên bi kar anîn lê hertişt di konteksta xwe de ciwan e.

Du; avakirina karekterê lehengî (Temo) bala min kêşa; di serî de leheng wekî mirovekê “bêyom” yan jî “bêoxir” derdikeve pêş ji ber ku dema ew û diya xwe diçin mala xalê wî, di rê de xewna xwe bo diya xwe dibêje û li gorî xewna wî divê xalê wî bimire, her wesa jî çê dibe; dema ew diçin mala xalê wî, di ser nimêjê de çokên xalê wî sist dibin û ew rep li erdê dikeve û ji dilê xwe dimire. Ti peywendiyek ya bûyereka wiha “dereke” di gel karekterekê “şîzofrenîk” nîne. Ji ber ku bi awayekê giştî Temo rewşek ya mirovên “şîzofrenîk” dide ber çavan. Ma çênabe lehengek hem “bêoxir” û hem jî “şîzofren” be? Çê dibe lê divê li hev bêt, li vê derê bi ya min wekî gelek lihevhatî, nehat.

Niqteyela dî ya “hûrik”; hêj di hevoka pêşiyê ya romanê de îşaretpêkirina hûrdemek wekî, “… saet di şeş û sêzdeh deqiqeyan de…” bi min watedar hat, lê paşê di hemî temayê romanê de ez li rastî kondekstek ya vê “hûrdemê” nehatim, ne “saetê” lê “sêzdeh deqîqeyên”, bala min kêşabû, ji ber di hevoka destpêkê de bû. Ji bo maratonerekê zemanê wî bi kronometreyê hatî bar kirin, ji saniyeyê ji hezaran yek jî, qimetê wî wextê ew qes hûr heye; yan bûyîna bûyerekê yan jî ji bo gihiştina cihekê. Lê ji bo rezvanekî yê ku mêwên wî di meha nîsanê de bişkoj yan jî kerik dide û di meha îlonê de tiriyê wî dikemile zêde qimeta îşaretpêkirina deqîqeyan nîne; helbet her tişt di nava zeman û mekanekî de pêk têt, lê ya rast ew e ku ka em çawa vî zeman û mekanî bi kar tînin û çi wateyê lê bar dikin.

Li gorî qenaeta min ger van du-sê niqteyên “biçûk” yên li jor ji aliyê “tema”, “leheng”, “zeman” ve hatine ziman em danin aliyekê, bêşê yekê yê romana “Ez ê yekî bikûjim” li gorî min nimûneyeka gelek baş ya romana biserketî ye. Lê mixabin tiştên ku ez di heqê beşa duyê de bêjim dê ne bi dilê nivîskarî bin, tevî ku ez gelek ji nivîskarî hez dikim û bi vê romanê hêj pêtir min jê hez jî kir.

Ji ber ku hêj di destpêka beşa duyê de nivîskar bi xwe wî lehengê ku ew çend tesîreka mezin li ser xwendevanan (kêmanî li ser min) çê dike “bi destê” xwe dikuje. Her ji aliyê naverok, raçandin û temayê ve jî ti peywendiyeka beşa duyê di gel beşa yekê nîne. Bêyî ku haya nivîskarî ji beşa yekê hebûya yan jî bêyî ku beşa yekê binîvise dikarî rasterast beşa duyê wekî “çiroka serpêhatiya Dîanayê” binivîse. Lê di formê “çîrokê” de jî bûya, bi ya min bi awayê niho hatiye nivîsandin, dê ji aliyê şiyanên nivîskarî ve ne çîrokeka biserketî bûya.

Ji ber nivîskar di beşa duyê de tenê guhdêr e. Mebesta min ji guhdêriye ne “teknîka vegotinê ye”, nivîskar her tim dikare guhdêr be, lê ew vebêjerê ku dibêje bi şiyanên nivîskarî dibêje. Li vir nivîskar tenê guhdariya çîrokeka “rasteqînî” ya serhatiya Dîayanê ye dike. Ji aliyê vegotinê ve Serpêhatiya di serê Dîayanayê de hatiye, dibe ku di serê gelek kesan de hatibe yan jî çîrokên wekî yên wê li her derî pir in. Bo nimûne kesên ku di pirtûka Necdat Buldanî ya bi navê “PKK’de kadin olmak-di nêv PKK-ê de jin” serpêhatiyên xwe gotine, ji aliyê vegotinê ve kêm zêde wekî Dîanayê serpêhatiyên xwe yên rasteqîn dibêjin, lê pirtûka Buldanî ne “roman” e û ne jî “çîrok” e; ji ber ku ti hiner û raçandineka edebî di wan serpêhatiyan de tine û rasterast ew her yekê serpêhatiyên xwe dibêjin; her çend ji aliyê moralî ve hindek faktên Dîayanayê ji yên wan cidatir jî bin. Her bila qet wekî rastî, ti caran navek wekî yê Dîanayê nebe û hemî vegotina Dîayanayê  jî, nîvîskar ji dinyaya xwe ya xeyalî jî çêkiribin, her cardî beşa duyê ji wê forma vegotina “monoton” ya serpêhatiya rojane der nakeve.

Carlos Fuentes di romana xwe ya bi navê “Diana” de dibêje di jiyanê de hemî hebûn û hemî obje ji bo min objeyên edebiyatê ne. Lê bi ya min Firat Cewerî di beşê duyê yê “Ez ê yekî bukujim” de edebiyat kiriye qurbanê serpêhatiya Dîanayê. Helbet ew lehengê di beşa yekê de me bi heyecana li ser devê kerê radiger di dawiya romanê de jî derdikeve, lê ti tesîrek ya wî li ser vê dawiyê nema ye, ew bi destê nivîskarî hatiye kuştin. Di encamê de, li gorî qenaeta min Firat Cewerî di “Ez ê yekî bikujim” de hem nimûneya baş û hem ya nebaş ya berhemeka edebî raberî xwendevana kiriye, ev bi serê xwe biserketineka mezin e û ez bawer dikim ew dê hêj  gelek dinyayan xera û gelekan jî ava bike.