Di kurmanciyê de sîstema deman
Îbrahîm seydo aydogan
1. Destpêk
Armanca vê lêkolînê naskirin û şayesandina demên zimanê kurdî ye. Weke ku tê zanîn, gelê kurd, ku hejmara wî li derdora sîh milyonan e, di nava gellek welatan de hatiye parvekirin û zimanê kurdî xwedan çar zaravayên mezin e ku em ji wan re dibêjin kurmancî, soranî, zazakî û goranî. Awayê avakirina demên van zaravayan ne weke hev in û dîroka bikaranîna wan ya li welatên ku Kurd lê dimînin jî herweha ji hev cuda ye. Wek mînak, digel ku kurmancî û zazakî li Turkiyeyê hatibûn qedexekirin, soranî, ji destpêka salên sîhî ve ye ku, bi awayekî fermî, weke yek ji zimanên Iraqê tê naskirin. Ji ber ku pirraniya Kurdên Turkiyeyê bi kurmancî dipeyivin, divê mirov serdestkirina soraniyê ya li ser kurmanciyê, weke ku sosyologê navdar Ismaîl Beşîkçî jî di hevpeyvîneke xwe de dibêje, di nava çarçoweya danûstendinên Komara Tirkiyeyê û Iraqê de binirxîne. Beşîkçî diyar dike ku ev rewş yek ji xalên bazara van herdu dewletan bû. Li gora vê xalê, heke diviya ku Ingilîzan mafê Kurdan yên zimên bidana wan, diviya ku ev maf bi zaravayê soranî ve bihataya bisînorkirin. Herweha, Beşîkçî dibêje ku Komara Tirkiyeyê ji bo bicîhanîna vê xalê hingê dev ji doza xwe ya li herêmên Kerkuk û Mûsilê berdabû.
Kurmancî ew zarave ye ku ji aliyê pirraniya Kurdan ve tê bikaranîn, lê belê, ji ber qedexekirinan, ev zarava li Turkiyeyê tucarî bi awayekî fermî weke zimanekî perwerdehiyê nehatiye bikaranîn. Ji ber xemên homojeniya xebata xwe, em ê li vira bi tenê behsa zaravayê kurmancî bikin.
1.1. Mijara lêkolînê
Weke ku Aristot di Poetîkaya xwe de dibêje, dem yek ji van taybetmendiyan e ku nemaze bi lêkeran ve têkildar e. Hingê, digel ku dem bi hin alavên din din jî dikarin diyar bibin, formên lêkeran weke nîşanên demê ên zelal tên pejirandin.
Ji bo ku mirov demên zimanekî yên lêkeran nas bike, çavkaniya yekem rêzimanên wî zimanî ne. Lê belê, rêzimanên kurmanciyê, di warê destnîşankirin û şayesandina demên lêkeran de ji hev cuda xuya dibin. Gava ku em bala xwe didin rêzimanan û xebatên ku di vî warî de hatine kirin, em dibînin ku hejmara demên kurmanciyê ji yazdehan (11) heta bi bîst û nehan (29) ve tê guhertin. Bê şik, nebûna xebatên zanîstî yên li ser mijara deman giringtirîn sedema vê cudabendiyê ye.
Rêzimana zimanekî ji ber xwe ve nayê avakirin. Ji bo amadekirina rêzimanan, xebatên ku li ser zimanên din hatine kirin bivê nevê weke model tên pejirandin. Lê belê kurmancî di vî warî de ne bi tenê ye. Weke ku tê zanîn, rêzimana fransî jî ji ber ya latînî ve hatiye girtin. Lê belê, peywendiya van herdu zimanan ne weke peywendiya kurmanciyê ya bi zimanên din re ye, ji ber ku zimanê ku bi pirranî di amadekirina rêzimanên kurmanciyê de hatiye bikaranîn zimanê tirkî ye û bi dû wî jî zimanên mîna fransî û ingilîzî tên. Weke ku tê zanîn demsaziya van zimanan ji demsaziya zimanê kurdî (kurmancî) gellekî cuda ye.
1.2. Metodolojî
Em ê di vê lêkolînê de hewil bidin ku vê pirsa destnîşankirin û şayesandina demên kurdî bi awayekî zelaltir fahm bikin û bi dû re jî em ê dîsa hewil bidin ku wê di çar qonaxan de çareser bikin. Ji bo vê yekê, em ê berê berê rêzimanên kurdî û xebatên li ser demên lêkeran di warê şayesandina deman de bidin ber hev.
Di qonaxa duyem de, em ê demên ku di van rêzimanan de ji bo kurmanciyê hatine destnîşankirin li gora teoriyên demsaziyê şîrove bikin. Teoriya ku em ê di şîrovekirina van deman de jê destkewtî bibin ew teorî ye ku bi fransî jê re dibêjin « aspectuo-temporelle ». Em ê bi kurmancî jê re bibêjin « pêvajodemkî ». Li gora vê teoriya ku ji hêla Laurent Gosselin (1996) ve hatiye danîn, gava ku bûyerek bi alîkariya lêkerekê ve tê gotin, ev bûyer divê him bi dema (temps, zaman) xwe û him jî bi pêvajoya (aspect-durée, süre) xwe ve bê şîrovekirin. Hingê destpêka bûyerê û bidawîbûyina wê jî teva dema wê alîkariya têgihîştina wê bûyerê dikin. Di vê teoriyê de weha tê qebûlkirin ku sê demên bingehîn ên şîrovekirina bûyeran hene ku teva vegotina wan tên destnîşankirin.
1- Dema axavtinê : dema ku axavker bûyerê rave dike.
2- Dema bûyerê : dema ku bûyer pêk tê
3- Dema referansê : ew dem e ku bûyerê dibîne û wê li ser xêza demê bi cih dike.
Gosselin van deman bi navberan (intervalle) destnîşan dike. Navber ew kêlîka demê ye ku teva sînorên xwe yen destpêkê û yên bidawîbûyinê ve tê diyarkirin. Hingê em ê bibêjin navbera axavtinê, navbera bûyerê û navbera referansê.
Gosselin bi vî awayî modela xwe pêşkêş dike :
(…) em weha dipejirînin ku alavên pêvajodemkî (daçekên peyvsaziyê, daçekên rêzimaniyê û hevoksazî), li ser xêza demê, navberan teva sînorên pêşîn û paşîn destnîşan dikin. Ev alav, alavên navberan in ku bi hevok û tekstan ve têkildar in û şayesên bûyeran ên pêvajodemkî ava dikin. Çar celeb navber hene : navbera axavtinê ([01, 02]), navbera bûyerê ([B1, B2]) û navbera referansê ([I, II]) ku bi bûyerê ve eşkere dibin, û herweha, dibe ku hoker jî hebin ([ct1, ct2]). Ev model derfetê dide ku mirov şîroveyên nuh ji bo demê û pêvajoyê pêşniyar bike.
Li gora vê modela ku em jê re dibêjin « modela şayesandina bûyeran ya pevajodemkî », ji bo her demeke lêkeran şayesek serbixwe heye û ev şayes naşibe şayesa demeke din. Ji bo têgihîştineke baştir, em dikarin vê modelê bi mînakekê ve bipeyitînin:
(1) Pierre çakêtê xwe li xwe kir û derket. Baraneke bêrawestan dibariya.
1 2 3
I II
B1 B2 01 02
1
I II
B1 B2
2
B1 B2
I II
3
Em bala xwe bidin bûyera yekem. Sînorên navbera axavtinê bi (01 02) ve hatiye destnîşankirin. (01) destpêka dema axavtinê ye û (02) jî wê kêlîkê nîşan dike ku axavtin lê bi dawî bûye. Yanî, ravekirina wê bûyerê di wê kêlîka navbera du sînorên demkî de pêk hatiye. Ji ber ku navbera referansê (I II) berî navbera dema axavtinê ye, em dizanin ku ev bûyer di dema bihurî de pêk hatiye. Navbera referansê û ya bûyerê (B1 B2) li ser heman sînorî ne, hinge bûyer di dema referansê de pêk hatiye û bi dawî bûye, ji ber ku em dikarin herdu sînorên wê jî, yê destpêkê û yê dawîn, diyar bikin.
Ger em bala xwe bidin bûyera duyem, em ê bibînin ku heman rewş e, lê belê ev bûyer, li gora kronolojiya vegotinê, piştî ya yekem pêk hatiye, ji ber ku ev bûyer nêzîktirî navbera axavtinê ye.
Di bûyera sêyem de rewş tê guhertin. Erê, dîsa ji ber heman sedemê, ji ber ku referans berî dema axavtinê ye, bûyer di dema bihurî de pêk hatiye, lê belê em nizanin bê ev bûyer kengî bi dawî bûye. Bi gotineke din, gava ku baran hatiye dîtin, wê baranê ji berê de dest pê kiribû û em nizanin bê di dema axavtinê de baran sekiniye an na. Dibe ku baran hê jî dibare; ji ber wê, herdu sînorên navbera bûyerê bi herdu aliyan ve vekirî ne.
Ev modela Gosselin, ku ji bo zimanê fransî hatiye amadekirin, berê li ser zimanên mina erebî, japonî û wîetnamî jî ji bo şayesandina demên lêkeran hatiye bikaranîn û diyar bûye ku dikare ji bo gellek zimanan bibe modela şayesandinê. Em ê jî demên lêkeran ku ji aliyê rêzimanên kurdî ve hatine destnîşankirin û şayesandin bi rêya vê modelê ve şîrove bikin.
Piştî şayesandina demên lêkeran ya bi rêya vê modelê, di qonaxa vê lêkolînê ya sêyem de, em ê di pirtûkên ku bi zaravayê kurmancî hatine nivîsandin de li demên lêkeran bigerin û em ê wan deman bi demên ku di rêzimanan de hatine destnîşankirin re bidin ber hev. Di encamê de jî, em ê li gora van pirtûkên ku em li ser wan xebitîne şayeseke sîstema kurmanciyê ya deman bikin.
Berhemên wêjeyî wê derfetê didin mirov ku mirov hemû bikaranînên deman nas bike û mînakan tê de peyda bike. Pirtûkên kurmancî ên ku em ê li ser wan bixebitin roman in. Di wêjeya kurdî heta îroj 108 roman bi zaravayê kurmancî hatine nivîsandin. Ji ber ku bikaranîna kurmanciyê li hemû devaran ne yek e û herweha li her deverekê bandora zimanekî cuda li ser e, me bi tenê romanên kurmancî ên ku ji aliyê kurmancên bakurî ve hatine nivîsandin hilbijartin. Di nava hemû romanên kurmancî de, 70 roman ji aliyê Kurdên Tirkiyeyê ve hatine nivîsandin. Me ji nav wan, li gora herêmên nivîskaran, 17 heb hilbijartin. Pîvana me ya hilbijartinê ew e ku nivîskar devokên herêmên xwe di romanên xwe de parastibin. Herçend di qada nivîsandinê de îroj berbihevvehatina devokan hebe jî, ji ber nebûna perwerdehiya zimên, bandora devokan hê jî di nivîsandinên van romannivîsan de xuya dibin. Romanên kurmanciyê yên ku em li ser wan xebitîn ev in :
Remezan Alan, Saturn, Avesta.
Hesenê Metê, Labîrenta Cinan, Welat.
Lokman Polat, Fîlozof, Helwêst.
Eyup Kiran, Dewrêşê Evdî, Sî.
Mehmed Uzun, Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê, Avesta.
Mehmed Uzun, Bîra Qederê, Avesta.
Adîl Zozanî, Kejê, Pêrî.
Îhsan Colemergî, Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, Avesta.
Mezher Bozan, Av zelal bû, Pêrî.
Mustafa Aydogan, Pêlên bêrîkirinê, Nûdem.
Mîran Janbar, Ardûda, Lîs.
Lokman Ayebe, Jar lê Sermest, Belkî.
Torî, Mendik, Berfîn.
Medenî Ferho, Mîrze Meheme, Nûdem.
Laleş Qaso, Sê şev û sê roj, Nûdem.
Mahmud Baksî, Gundikê Dono, Orfeus.
Kemal Orgun, Li qeraxa şevê hîvron, Sî.
2- Pirsgirêk
Me got ku ji bo naskirina demên zimanekî, mirov berê li rêzimanên wî zimanî dinihere. Lê belê, hejmara demên lêkeran di rêzîmanên kurmanciyê û di xebatên ku di warî de hatine kirin de ne yek e. Heke ji bo demên kurmanciyê yên lêkeran em bala xwe bidin van rêzimanan û xebatan, em ê encamên jêrê bi dest bixin.
Bedirkhan et Lescot (1970) : 17 demên lêkeran
Badilli (1965) : 11 demên lêkeran
Sagnic (1991) : 16 demên lêkeran
Jemo (1991) : 29 demên lêkeran
Ciwan (1992) : 18 demên lêkeran
Barnas (1993) : 17 demên lêkeran
Rizgar (1993/2005) : 12 demên lêkeran
Blau et Barak (1999) : 16 demên lêkeran
Yalçin (2000) : 21 demên lêkeran
Tan (2005) : 27 demên lêkeran
Xebata Evîn Yalçin (2000) li ser şeş gramer û xebatên din hatiye kirin. Yalçin di tevaya gramerên ku ew li ser xebitiye de 21 demên lêkeran peyda dike û, beyî ku li ser vê cudabendiyê pirsan ji xwe bike, dibêje ku hingê di kurmanciyê de 21 demên lêkeran hene.
Ji bo naskirina formên lêkeran ku di van lêkolîn û gramerên jorê de weke demên lêkeran hatine pejirandin, pêwîst e ku mirov bi tabloyekê wan bide ber hev. Em ê ji dêleva herşeş gramerên ku Yalçin li ser xebitiye, bi tenê encamên danberheva Yalçin (2000) bi kar bînin û em ê wan encaman bidin ber xebatên din.
Tabloya demên lêkeran li gorî Jemo (1991), Yalçin (2000), Barnas (1993) et Tan (2005).
Mînak JEMO (1991) YALÇIN (2000) BARNAS (1993) TAN (2005)
Ez dikevim dema nuha dema niha dema niho dema niha
Ez dikevime dema niha ya domdar dema niha ya domdar nihoya domdar dema niha ya domdar
Ez hergav dikevim dema fireh dema fireh
Ez ê dikevim dema niha ya berbiçav
Ez ketim dema boriya têdeyî dema boriya têdeyî raboriya sade dema boriya têdeyî
Ez nuh ketim dema bihuriya nêzîk
Ez ketime dema boriya dûdar dema boriya dûdar raboriya çîrokî dema boriya dûdar
Ez diketim çîrokiya dema nuha raboriya berdest raboriya berdest dema boriya berdest
Ez diketime çîrokiya d.. nuhaya domdar raboriya berdest a çîrokî raboriya berdest a çîrokî
Ez diketibûm çîrokiya d. nuha a dûr raboriya dûr a liserbûyinê raboriya dûr a liserbûyinê
Ez diketibûme r. berdest a dûr û domdar
Ez ketibûm çîrokiya boriya têdeyî çîrokiya boriya têdeyî raboriya dûr çîrokiya boriya têdeyî
Ez ketibûme ç. boriya têdeyî a domdar ç. b. têdeyî a nedîtinê çîrokiya boriya dûdar
Ez dikim bikevim dema bê ya nêzîk dema bê ya nêzîk dahatiya nêzîk dema bê ya nêzîk
Ez dikim bikevime dema bê ya nêzîk û domdar
Ez ê bikevim dema bê dema bê dahatî dema bê
Ez ê bikevime dema bêya domdar
Ez bikevim dema nuhaya xwestekî dema nihaya xwestekî nihoya bilaniyê dema nihaya xwestekî
Ez bikevime d. nuhaya xwestekî û domdar
Ez ketibim dema bihuriya xwestekî dema bihuriya xwestekî raweya merc û daxwazê
Ez ketibime d.b. xwestekî û domdar
Ez biketama çirokiya d. nuha a xwestekî dema boriya mercî raboriya bilaniyê dema boriya xwestekî
Ez biketabûma r.b. a dûr a xwestekî
Ez ketibûma çîrokiya xwestekî dema boriya dûr mercî raboriya dûr a bilaniyê çîrokiya xwestekî
Ez ê ketibim dema bihuriya mercî dema bihuriya xwestekî(2) dahatiya pêş
Ez ê ketibime dema bihuriya mercî a domdar.
Ez dikira biketama d. bihuriya mercî a dahatiya pêş dema bêya nêzîk a xwestekî
Ez ê biketama çîrokiya dema nuhaya mercî dema boriya mercî (2) raweya hekînî dema bêya xwestekî
Ez ê biketabûma çîrokiya dema nuhaya mercî û dûr
Ez ê ketibûma çîrok. boriya têdeyî a mercî dema boriya dûr a mercî (2) raweya hekinî (2) dema bêya çîrokiya xwst
Bikeve nuhaya raweya fermanî raweya fermanî raweya fermanî raweya fermanî
Bikeveye n. raweya fermanî a domdar
|
Li gora vê tabloyê diyar dibe ku di kurmanciyê de em dikarin behsa 32 formên lêkeran bikin ku zimannasên kurd weke demên lêkeran dipejirînin. Heke em li cudabendiya xebatan a di warê hejmara deman de jî biniherin, hingê em dibînin ku pirsgirêka destnîşankirin û şayesandina deman giringtir dibe. Ji ber ku di tu zimanan de 32 wext nîne. Lê belê, ev cudabendiya xebatan ji ku tê ?
Du hîpotezên me yên ji bo bersiva vê pirsê hene. Di van hîpotezan de hesabê nebûna perwerdehiya bi kurdî a li bakur jî hatiye kirin.
1-. Zimannasên kurd di bin bandora gramerên zimanên din de hin deman ji bo kurmanciyê jî ava dikin.
2- Hin dem di hin devokan de bi formên lêkeran yên cuda tên avakirin. Hingê, heke mirov hesabê cudahiyên devokan neke, mirov dikare bikeve wê baweriyê ku her formeke lêkeran demeke nuh ava dike. Weha xuya dibe ku zimannasên kurd, di vê mijarê de bi xemsarî tev geriyane.
3- Avakirina demên lêkeran di kurmanciyê de
Di kurmanciyê de demên lêkeran li gora rayên (radical, kök) lêkeran tên sazkirin. Di kurmanciyê du rayên lêkeran hene ku em ê ji wan re bibêjin (R1) û (R2).
Weke ku di Gramera Bedirxan û Lescot (1991) de tê gotin, ji bo avakirina deman divê mirov forma lêkeran ya raderîn (infinitif, mastar) û ya fermanî (impératif, ferman, emir) nas bike. Herweha, divê mirov bizane bê ew lêker gerguhêz (transitif, geçişli) e an na, ji ber ku di kurmanciyê de ergatîv heye û di demên bihurî de lêker li gora hejmara bireserê (object) tê kişandin. (R1) ji fermaniya lêkeran tê peydakirin û (R2) ji raderîna wan. Ji bo peydakirina rayên lêkeran, divê qertafên dem û rawe û kesan ji formên lêkeran bên avêtin.
Mînak (R1) : çûyin è biçe è -ç-
(R2) : çûyin è çû-
Heke, ji bo vê gavê, em sazkirina hemû demên lêkeran ku di grameran de hene nîşan bikin, em ê tabloyeke weke ya jêrê peyda bikin.
Tabloya sazkirina deman
Lêker : ketin Dema lêkerê Avakirina demê
Ez dikevim Dema nuha di + R1 + K
Ez dikevime Dema nuhaya domdar di + R1 + K + e
Ez hergav dikevim Dema nuhaya hercar hergav di + R1 + K
Ez ê dikevim Dema nuhaya berbiçav ê di + R1 + K
Ez ketim Dema bihuriya têdeyî Ø + R2 + K
Ez nuh ketim Dema bihuriya nêzik nuh Ø + R2 + K
Ez ketime Dema bihuriya dûdar Ø + R2 + K + e
Ez diketim çîrokiya dema nuha di + R2 + K
Ez diketime çîrokiya dema nuhaya domdar di + R2 + K + e
Ez diketibûm raboriya dûr a li ser bûyinê di + R2 + bûyin (R2) + K
Ez diketibûme raboriya dûr a liserbûyinê û domdar di + R2 + bûyin (R2)+ K + e
Ez ketibûm çîrokiya bihuriya têdeyî Ø + R2 + bûyin (R2)+ K
Ez ketibûme çîrokiya bihuriya têdeyî a nedîtinê Ø + R2 + bûyin (R2)+ K + e
Ez dikim bikevim Dema bê ya nêzîk kirin (nuha) + bi + R1 + K
Ez dikim bikevime Dema bê ya nêzîk û domdar kirin (nuha) bi + R1 + K + e
Ez ê bikevim Dema bê ê bi + R1 + K
Ez ê bikevime Dema bêya domdar ê bi + R1 + K + e
Ez bikevim Dema nuhaya xwestekî bi + R1 + K
Ez bikevime Dema nuhaya domdar a xwestekî bi + R1 + D + e
Ez ketibim Dema bihuriya xwestekî Ø + R2 + bûyin (R1) + K
Ez ketibime Dema bihuriya domdar a xwstkî Ø + R2 + bûyin (R1) + K + e
Ez biketama çîrokiya dema nuha a xwstkî bi + R2 + K + a
Ez biketabûma ç. dema nuha ya xwstkî a dûr bi + R2 + K + bûyin (R2) + K + a
Ez ketibûma çîrokiya bihuriya têdeyî a xwstkî Ø + R2 + bûyin (R2) + K + a
Ez ê ketibim Dahatiya dema bê ê Ø + R2 + bûyin (R1) + K
Ez ê ketibime Dahatiya dema bê ê Ø + R2 + bûyin (R1)+K + e
Ez dikir biketama Dema bêya nêzîk a xwestekî kirin (çîrokiya nuha)+ bi + R2 + K + a
Ez ê biketama çîrokiya dema nuhaya mercî ê bi + R2 + K + a
Ez ê biketabûma çîrokiya dema nuhaya mercî û dûr ê bi + R2 + bûyin (R2) + K + a
Ez ê ketibûma dema bihuriya mercî ê Ø + R2 + bûyin (R2) + K + a Bikeve Fermanî bi + R1 + K
Bikeveye Fermaniya domdar bi + R1 + K + e
|
Li gora vê tabloyê, em dikarin hin taybetmendiyên demên kurmanciyê ên ku ji aliyê zimannasên kurde hatine şayesandin bi vî awayî destnîşan bikin :
- Dema nuha ya hercar bi alîkariya hokera “hergav” hatiye avakirin. Ev dem bi tenê di xebata Mûrad Ciwan (1992) de heye. Heman taybetmendiya hokeran di avakirina dema bihuriya nêzîk de jî heye. Ev dem jî bi alîkariya hokera “nuha” ve hatiye avakirin û di rêzimana Qanatê Kurdo û herweha di ya Jemo (1991) de jî heye. Rast e ku hin hoker alîkariya naskirina pevajodema bûyeran dikin, lê ew tucarî demên nuh ava nakin. Heke ne weha bûya, diviya ku me ji bo her hokereke deman demeke lêkeran ya nuh peyda bikiraya. Lewra, heke em bibêjin ku “ez nuh hatim” demeke serbixwe ye, hingê dive em bibêjin ku “ez ê nuh derkevim” jî demeke serbixwe ye. Li gora me, Ciwan di bin bandora « geniş zaman »a tirkî de ye û Jemo û Kurdo jî di bin bandora « passé récent »a fransî de ne.
- Dema nuha ya berbiçav di xebata Akrawy (1982) û di ya Tan (2005) de heye. Ev dem bi alîkariya daçeka /ê/ hatiye avakirin. Lê belê, Blau û Barak (1999) dibêjin ku ev daçek, li derdora Mereş, Meletî û Entabê, di avakirina dema nuha de tim tê bikaranîn. Ew dibêjin ku daçeka /î/ ji bo navên nêr û daçeka /ê/ jî ji bo navên mê, piştî kirdeyê tên bikaranîn. Hingê dive mirov vê demê di çarçoweya cudahiyên devokan de binirxîne û weke demeke serbixwe nepejirîne.
- Lêkera “kirin” di avakirina sê demên lekeran de weke lêkera alîkar hatiye bikaranîn. Herdu demên din bi rêya nirxandina “dema bê ya nêzîk” ve ketine nava rêzimanên kurmanciyê. Murad Ciwan (1992) bi bandora zimanên ewropî yên weke fransî ku vê demê nas dikin, ev dem ji bo kurmanciyê jî şayesandiye. Lê belê, gava ku em bibêjin “dema bê”, hingê dive bûyera ku tê ravekirin weke ku dê di dema bê de pêk were bê diyarkirin. Di mînaka « ez dikim bikevim » de dema bûyerê ne li ser lêkera ketinê ye, lê belê li ser kirinê ye. Dibe ku « ez » nekeve jî. Ramana dema bê di vê mînakê de ne zelal e. Heke em weha nebêjin, divê em mînaka « ez dixwazim biçim » jî weke dema bê bipejirînin. Lê heke em li mînaka « ez dikir biketama » biniherin, em ê fahm bikin ku ketin dê pêk neyê. Hingê mirov nema dikare jê re bibêje « dema bê », ji ber ku ramana dema bê tê de xuya nabe. Em ê vegerin ser mijara « dema bê ya nêzîk û domdar ».
- Ew demên ku zimannasên kurd ji wan re dibêjin « demên domdar » (duratif) li gora me nêzîktêdayineke hûrbijar pêwîst dikin. Em ê di beşekî serbixwe de behsa vê mijarê bikin.
3.1- Demên domdar
Di tabloya me ya deman de neh demên domdar xuya dibin. Ev hemû dem bi qertafa /-e/ hatine avakirin. Li gora Samî Tan (2005), di dema nuha de, « ev deng wateya domdariyê dide lêkerê ». Lê belê, Blau û Barak (1999) ji bo vê qertafê dibêjin ku ev qertaf bi lêkerên tevgerî (verbe de mouvement) ve tê bikaranîn.
Ka em van demên « domdar » (duratif) bi hin demên ku dişibin wan re bidin ber hevdu :
Tabloya demên domdar
Demên lêkeran Domdariya wan
Dema nuha Ez dikevim Ez dikevime Dema nuha ya domdar
Çîrokiya dema nuha Ez diketim Ez diketime çîrokiya d. nuha ya domdar
Raboriya dûr raboriya dûr
a li ser bûyinê Ez diketibûm Ez diketibûme a li ser bûyinê
û domdar
Dema bê ya nêzîk Ez dikim bikevim Ez dikim bikevime Dema bê ya nêzîk û domdar
Dema bê Ez ê bikevim Ez ê bikevime Dema bê ya domdar
Dahatiya dema bê Ez ê ketibim Ez ê ketibime Dahatiya dema bê
a domdar
Dema nuha ya xwestekî Ez bikevim Ez bikevime Dema nuha ya domdar
a xwestekî
Dema bihurî ya xwestekî Ez ketibim Ez ketibime Dema bihurî a domdar
a xwestekî
Fermanî Bikeve Bikeveye fermaniya domdar
|
Gava ku em bala xwe didin mînakan, em dibînin ku cudahiya demeke lêkeran û dema wê ya domdar ew e ku di dema domdar de qertafa /-e/ heye.
Li gora me, ev fenomen jî divê di çarçoweya cudahiya devokan de bê nirxandin. Ji bo fahmkirina vê forma lêkerê, em li hin mînakên ku me ji romanên kurmancî wergirtin biniherin. Bi vî awayî em ê bikaranîna vê qertafê fahm bikin :
(2) a) Min baş bihîst ku ji min re wusa got. b) Peyvik bi peyvik... rasterast weha gote min: (Labîrenta Cinan, p. 168).
(3) Wexta hate Gundê Aftinîgê, notirvan dukana xwe hê venekiribû. (Li qeraxa şevê hîvron, p. 17)
(4) Wexta ku bavê min vegeriya hat, ronahî ne pê re bû. (Li qeraxa şevê hîvron, p. 77)
Gava ku em bala xwe bidin van mînakan, em ê bibînin ku dema lêkeran dema bihurî ya têdeyî de. Forma lêkerê ya ku em di (2b) û (3) de dibînin ji aliyê gramerên kurmancî ve weke demeke serbixwe nehatiye pejirandin, ji ber ku, weke ku Samî Tan jî dibêje, di dema bihuriya têdeyî de, « gellek caran cînavka pêvebestî derdikeve pêşberî mirov ». Tan weha dide fahmkirin ku bikaranîna vê qertafa /-e/ tu guhertinê di demê de pêk nayne. Weke ku em di (2a) de dibînin, bikaranîna wê herweha ne mecbûrî ye. Gramera Bedirxan û Lescot (1991) jî heman fenomena vê demê ji berê de destnîşan kiribû. Samî Tan (2006) mînakên mîna « Ew hate bajêr » û « Ew gihîşte gund » dide û dide fahmkirin ku mirov dikare bibêje « Ew hat bajêr » û « Ew gihîşt gund » jî.
Li gora me, di van mînakan de bikaranîna peyvên « bajêr » û « gund » divê bala me bikişîne. Heke em van herdu peyvan ji mînakên Samî Tan biavêjin, em ê herweha wê qertafa /-e/ jî biavêjin, ji ber ku di kurmancî de em nikarin di dema bihuri ya têdeyî de bibêjin « Ew hate » an jî « Ew gihîşte ». Hingê, mirov divê bibêje ku beyî navê cîhê ku bûyer ber bi wê ve diherike, mirov nikare qertafa /-e/ bi kar bîne. Hingê ev qertaf berê bûyerê nîşan dide û bi tenê bi lêkerên berpêbûyinê (directionnel) ve tê bikaranîn.
Ji ber wê, pêşkêşiya mînakên me (2), (3), (4) û mînakên Samî Tan dê li gora modela pêvajodemkî weke hev be :
I II
B1 B2 01 02
(2), (3), (4)
Zimannasên kurd ku dizanin ku ev qertaf tu guhertinê di dema bihurî ya têdeyî de nake û bi devokan ve têkildar e, gava ku dor tê ser demên din, weha didin xuyakirin ku guhertinek bi vê qertafê peyda dibe, ji ber ku ew dema bihurî ya têdeyî gellekî dibihîsin û nas dikin. Lê gava ku ew heman qertafê li pey demeke din dibînin, dibêjin qey demeke serbixwe peyda dibe. Em dikarin li hin mînakên demên ku ew dikin « domdar » jî biniherin. Bi vî awayî em ê bibînin ku ev qertaf, weke dema bihurî ya têdeyî, bi tenê ji bo berê bûyerê nîşan bide tê bikaranîn.
(5) Qewîtiyên xwe bi gundiyên ko diçûne bajer dianî cîh. (Mendik, p. 195)
(6) Ez ji bo konferansekê diçûme Axsorê. Li balafirgehê li wî rast hatim. (Ardûda, p. 32)
(7) Yên ku diçûn bajêr bi taybetî pirs dikirin ji dikanan û qehwên Milla lê rûdiniştin û bazirganî dikirin. (Dewrêşê Evdî, p. 183)
(8) Havînan em diçûn gund. (Bîra Qederê, 157)
Heke em bala xwe bidin van mînakên jorê, em ê bibînin ku her mijara lêkerên berpêbûyinê ye û bikaranîna qertafa /-e/ li gora nivîskaran tê guhertin. Lê belê, weha tê fahmkirin ku bikaranîna wê wateya demê qet naguherîne. Ev qertaf bi tenê lêkera ku tê bikaranîn bi berê wê ve girê dide. Pêşkêşiya van herçar bûyeran li gora modela pêvajodemkî dê dîsa yek be.
B1 B2
I II 01 02
(5), (6), (7), (8)
Li gora romanên ku em li ser wan xebitîne, ev qertaf bi tenê bi lêkerên berpêbûyinê (directionnel) re tê bikaranîn, da ku berê bûyeran nîşan bide. Lêkerên mîna çûyin, hatin, ketin, avêtin, gotin, rijandin, gihîştin, derketin û hwd. dikevin nava grûba van lêkerên ku tim navnîşana encama bûyerê jî pêwîst dikin. Di romanan de me nedît ku tu lêkerên din, ji bilî lêkerên berpêbûyinê, dikarin bi vê qertafê re bên bikaranîn.
Hingê, bikaranîna vê qertafê bi tenê bi qerektera grûbeke lêkeran ve têkildar e û nikare ji bo lêkerên din bê bikaranîn. Di vê rewşê de, mirov nikare qertafa /-e/ weke avakirê demên xweser binirxîne. Ji ber vê sedemê, li ser wan neh demên ku zimmannasên kurd weke « domdar » dipejirînin, em gihîştin wê encamê ku em nikarin van formên lêkeran weke demên lêkeran bipejirînin.
Bi vî awayî em heta nuha li dijî 14 deman derketin ku di xebatên ku li ser kurmanciyê hatine kirin de weke demên lêkeran ên xweser hatine destnîşankirin.
3.2- Demsaziya lêkerên marjînal
Nuha jî em ê behsa hin lêkeran bikin ku kurmancan li ser bikaranîna wan li hev nekiriye. Ji ber wê em ê ji wan re bibêjin lêkerên marjînal.
Di kurmanciyê de hin lêker hene ku ji bo demsaziya wan mirov nikare formuleke zelal peyda bike, ji ber ku li her deverekê bi awayekî tên bikaranîn. Zanîn, vîn, karîn û wêrîn ew lêker in ku di nava van lêkeran de herî pir tên naskirin. Ji ber ku bi gellek awayan tên bikaranîn jî, em ji wan re dibêjin lêkerên marjînal.
Ev lêker dikarin ji bo bûyerên din jî weke lêkerên alîkar bên bikaranîn. Taybetmendiyeke van lêkeran heye ku nikarin di dema bihurî ya têdeyî de bên bikaranîn. Di 17 romanên kurmancî de me bi tenê du mînakên vê demê bi van lêkeran peyda kirin. Dibe ku ev dem ji bo van lêkeran jî berê hebû, lê îroj em dizanin ku di zimanê devkî de nemaye û di yê nivîskî de jî pir kêm heye. Em ê ji bo van lêkeran lêkera zanîn weke mînak bigirin û bala xwe bidinê bê di romanên kurmancî de bi çend awayan dikare demekê bi tenê ava bike.
Ji bo çîrokiya dema nuha çar formên lêkera zanîn ji bo kesê sêyem ê yekhejmar di romanên kurmancî de peyda dibin :
l dizanî
l zanîbû
l dizaniya
l dizanîbû (dizanî bû)
Ev forma dawîn ji aliyê zimannasên kurd ve weke dema bihuriya dûr a li ser bûyinê hatiye binavkirin û weke demeke xweser hatiye destnîşankirin, digel ku ev form jî bi wateya hersê formên din tê bikaranîn.
Me ji bo çîrokiya dema nuha ya xwestekî jî, di romanên kurmancî de, sê formên vê lêkerê peyda kirin :
l bizaniya
l zanîba (zanîbûya)
l bizanîbûya
Ev forma sêyem weke çîrokiya dema nuha ya xwestekî ya dûr hatiye binavkirin û weke demeke lêkeran ya xweser hatiye destnîşankirin. Lê belê hersê form jî heman ramana pevajodemkî rave dikin.
Ji bo çîrokiya dema nuha ya mercî jî, me dîsa du formên cuda yên lêkera zanîn di romanên kurmancî de peyda kirin :
l ê bizaniya
l ê bizanîbûya
Ev form yan bi armanca ravekirina dema bê ya dema diburî (futur du passé), yan jî di avahiyên mercî de tên bikaranîn. Digel ku herdu form jî heman wateya pêvajodemkî didin bûyerê, ev forma duyem ji aliyê zimannasên kurd ve weke demeke lêkeran ya xweser hatiye hesibandin.
Bi vî awayî, hejmara demên lêkeran ên ku em li dijî wan derdikevin, dibe 17. Hingê, ji 32 demên lêkeran ên ku gramerên kurmancî behsa wan dikin, bi tenê 15 heb dimîne di destê me de. Lê belê hejmara demên lêkeran ên ku me di romanên kurmancî de dîtin ne 15 ye. Em ê nuha jî behsa demên medyatîf bikin ku zimannasên kurd ew weke kategoriyeke cuda nehesibandine.
3.3- Medyatif
Medyatif ew awayê ravekirina bûyeran e ku ne weke demên lêkeran ên din behsa bûyeran dike. Gava ku lêkerek bi formeke medyatîfê hatibe bikaranîn, dema pêkhatina bûyera ku ew lêker rave dike ne diyar e. Ev kategoriya ku di hemû zimanan de heye, di her zimanekî de bi awayekî cuda tê ravekirin. Gellek zimanan, fransî jî yek ji wan e, ev kategoriya formên lêkeran gramatize nekiriye, lê di kurmanciyê de, qertafa /-e/ ji bo avakirina vê kategoriyê li hin deman tê zêdekirin û medyatîfê ava dike.
Zlatka Guentchéva (1994) û (2004) diyar dike ku medyatif ji bo xalên jêrê tê bikaranîn :
1. Agahiyên ku ji hinin din ve hatine bihîstin (ouï-dire)
2. Agahiyên ku bi rêya delîlan ve diyar dibin (inférence)
3. Di rewşa heyraniya li hember tiştekî ku axavker nuh kişf dike (admiration)
4. Gava ku bandora bûyerê li ser dema axavtinê jî hebe (effet prolongé)
Di ravekirina van celebên agahiyan de, axavker ji medyatîfê destkewtî dibe. Bi pirranî, di medyatîfê de armanc ew e ku bibêje ku axavker ne şahidê wê bûyerê ye ku ew rave dike. Weke ku Guentchéva dibêje, erê di hemû zimanan de ev nêzîktêdayina bûyeran heye, lê belê, hemû ziman ji bo vî awayê dîtina bûyeran formên cuda û xweser ava nakin. Kurmancî yek wan zimanan e ku medyatîfê bi formeke cuda destnîşan dike.
Ji bo têgihîştineke baştir, em hinan mînakan bidin :
(9) Xwelî li sero tu jî zilam î. (…) Lêbelê ez çi bikim ji wî Xwedayê ku tu nêr û ez jî mê çêkirime... (Sê şev û sê roj, p. 26)
(10) a) - Gelo te şîv xwariye? (...)
b) - Min xwariye, spas. Ez têr im. (Jar lê Sermest, p. 19)
Di mînaka (9) de, herçend bûyera çêkirinê di demeke bihurî de pêk hatibe jî, agahiya ku lêkera wê bi me dide fahmkirin bi tenê li ser bandora vê bûyerê ye. Ev bandor li ser dema ku axavker diaxive ye. Em dizanin ku bûyera « çêkirin » bi dawî bûye, lê şopa wê didome û dikare di dema axavtinê de jî bê dîtin, ji ber ku yê ku hatiye çêkirin hê jî heye. Hingê, di vê medyatîfê de, dem bi awayekî zelal nîn be jî, bandora bûyerê heye û ev bandor li ser dema nuha ya axavker e.
Di mînaka (10) de rewşeke din xuya dibe. Di (10a) de axavker behsa bûyerekê dike ku wî bi xwe nedîtiye. Bûyera « xwarinê » ji aliyê axavkerê (10b) ve hatiye kirin. Lê belê ew pêwîst nabîne ku dema wê bibêje û vê bûyerê weke « min xwar » rave bike. Cudabûna van herdu forman ew e ku di medyatîfê de bandora bûyerê li ser dema axavtinê heye. Heke bibêje « min xwar », em ê bizanin ku « wî xwar », lê em ê nizanibin bê ew birçî ye an na. Lê heke bibêje « min xwariye », em ê zelaltir fahm bikin, ji ber ku axavker, gava ku dibêje « min xwariye », herweha dibêje « ez têr im », an jî « pêdiviya min bi xwarinê nîne ». Bi gotineke din, bandora vê « xwarinê » di dema ku ew dipeyive de jî diyar e, ji ber ku « ew têr e ». Weke ku bibêje « Min Parîs dîtiye », yanî « hewce tuneye ku nuha ji min re behsa wê bibe ».
Gava ku em bala xwe didin sazkirina medyatîfê, em dibînin ku cudahiya vê dema bihurî ya medyatîfê ji dema bihurî ya têdeyî ew e ku qertafa /-e/ pê ve ye. Hingê, axavker bi bikaranîna medyatîfê bi awayekî din nêzîkî bûyerê dibe. Ji ber wê, divê ev forma lêkeran ji demên lêkeran ên din cuda bête nirxandin. Em ê ji vê demê re bibêjin dema bihurî ya medyatîfê. Ev forma lêkeran di hemû rêziman û xebatên li ser demên kurdî de heye, lê belê, binavkirina wê û şayesa wê bi awayekî zelal nehatibû kirin.
Heke em, li gora tabloya me ya deman, li çîrokiya dema bihurî (ez ketibûm) û çîrokiya dema bihurî ya nedîtinê (ez ketibûme) jî biniherin, em ê bibînin ku her ew cudahî ye. Di çîrokiya dema bihurî ya nedîtinê de dîsa qertafa /-e/ heye û ev qertaf medyatîfê ava dike. Em ê bi mînakên jêrê bibînin ku mesele ne bi tenê « nedîtin » e, lê weha be jî, « nedîtin »a bûyerê ya ji hêla axavkêr, dikeve nava kategoriya medyatîfê. Hingê, em ê ji vê forma lêkerê re jî bibêjin çîrokiya dema bihurî ya medyatîfê.
Ev forma lêkeran di xebata Sagniç (1991), Ciwan (1992), Yalçin (2000) û Tan (2005) de heye, lê belê di nava kategoriyên din de hatiye şayesandin û weke forma nedîtinê hatiye destnîşankirin. Lê belê, weke ku me got, mirov nikare bikaranîna vê formê bi bûyerên ku nehatiye dîtin ve bi sînor bike, ji ber ku hin bikaranînên wê yên din jî hene ku mînakên wê di romanên kurmancî de hene. Mînaka jêrê dê di vî warî de alî me bike :
(11) a) Digotin, b) wê çaxê kurê wî gelekî şerm kiriye, c) xwe havêtiye dest û lingên wî d) ku ew dev ji vî xwiyê xwe berde. e) Lê ne bûye... f) ev xwiyê ha ji ser ne çûye. g) Evîneke asimanî girti bûye ser. (Labîrenta Cinan, p. 24)
Gava ku em bala xwe didin vê mînakê, em herdu formên medyatîfa kurdî jî bi awayekî zelal dibînin. Herdu lêkerên (11b), (11c), (11e) û (11f) bi dema bihurî ya medyatîfê ve hatine sazkirin. Weke ku em di (11a) de dibînin, ev bûyer ji hinin din ve hatine bihîstin û kesê ku bihîstiye jî ji nû ve ji hinin din re dibêje. Ji ber ku axavker ne şahidê van bûyeran e, ew wan bi dema bihurî ya medyatîfê ve rave dike. Heke armanca medyatîfê bi tenê destnîşankirina nedîtinê be, hingê gelo ji bo çi lêkera (11g) bi formeke cuda hatiye sazkirin ? Bûyerên din jî nehatine dîtin, hingê divê em formên din jî bi heman navî bi nav bikin. Gava ku em baş bala xwe bidin (11g), em ê bibînin ku di navbera vê bûyerê û bûyerên din de kronolojiyeke demkî jî heye. Ev bûyer berî hemû bûyerên din pêk hatiye. Ji ber ku, ji bo ku « ev xwiyê ha » bi bavê lêwik re peyda bibe, divê, berî wê, tiştekî nebaş were serê bêv. Ev bûyera ku dê bike ku « ev xwiyê ha » bigire ser bêv, bi (11g) ve hatiye ravekirin. Hingê, « nedîtin » di hemû mînakan de heye, ji ber ku axavkêr ji hinin din bihîstiye, lê belê, dîsa jî bûyer tevna xwe ya kronolojîk diparêzin. Em digihêjin wê encamê ku çîrokiya dema bihurî ya medyatîfê, ji bo destnîşankirina bûyerên ku berî dema bihurî ya medyatîfê pêk tên, tê bikaranîn. Herweha, ev forma medyatîfê bi tenê di wê rewşê de tê bikaranîn ku gava ku yek axavtinên yekî din rave dike. Di romanên kurmancî de me nedît ku ji bilî vê rewşê ev form tê bikaranîn.
Di kurmanciyê de formeke medyatîfê ya sêyem jî heye ku ji aliyê tu zimannasên kurd ve weke formeke xweser nehatiye destnîşankirin. Li gora me, sedema vê yekê jî têra xwe zelal e. Ev forma medyatîfê ya ku zêde nayê bikaranîn, bi tenê bi lêkerên bûyin û hebûn ve tê bikaranîn. Me ji bilî van herdu lêkeran tu mînakên din ji bo vê formê nedîtin.
Ev form ji çîrokiya dema nuha (ew hebûn) bi rêya lêzêdekirina qertafa /-e/ (ew hebûne) peyda dibe. Em ê ji vê forma lêkeran re bibêjin çîrokiya dema nuha ya medyatîfê.
(12) a) Bi gotina wî peyayên Kose Weys bûne. b) Kose Weys ew şandine. c) Nêzîka nod siwarî bûne. (…) d) Gelek car avêtine ser êzîdiyan. (Dewrêşê Evdî, p. 160)
Ger em bala xwe bidin vê mînakê, em ê bibînin ku du caran lêkera « bûyin » hatiye bikaranîn. Rewş heman rewş e. Axavker peyvên kesekî din ji nû ve rave dike. Digel ku ji bo lêkerên din dema bihurî ya medyatîfê hatiye bikaranîn, ji bo lêkera bûyinê, çîrokiya dema nuha ya medyatîfê hatiye bikaranîn.
Mirov dikare bibêje ku lekerên « bûyin » û « hebûn » di dema bihurî ya medyatîfê de bi vî awayî têne bikaranîn (ew bûye mamoste), ji ber ku ev herdu lêker bi tu awayên din nikarin ji bo dema bihurî ya medyatîfê bêne kişandin. Lê belê, heke em bala xwe bidin bûyera ku bi vê lêkera « bûyin »ê ve hatiye ravekirin, em ê bibînin ku taybetmendiyên wê ji yên din cuda ne.
Di romanê de peyayên Kose Weys tên û bi axavkêr re dipeyivin. Yê ku bi axavkêr re peyiviye, ji wî re gotiye « em peyayên Kose Weys in ». Ma gelo, çima axavkêr nabêje « peyayên Kose Weys bûn » û hewce dibîne ku qertafa /-e/ lê zêde bike ? Bi ya me, ev bûyer referansa xwe ya demê ji dema wan peyayan a axavtinê werdigire. Bê şik, axavkêr ew peya dîtine û rastî û nerastiya hejmara peyayên Kose Weys jî dikare bê piştrastkirin, lê belê taybetmendiyeke din jî heye ku, li gora me, ji ber vê sedemê axavkêr qertafa /-e/ lê zêde dike. Peyva ku dibêje « bi gotina wî », divê di vî warî de hebekî bala me bikişîne. Her cara ku ev form di romanên kurmanciyê de hatiye bikaranîn, me bala xwe dayê ku, bi awayekî zelal an jî nezelal, tim du axavtin di mînakê de hene. Axavkêr tim axavtina yekî din rave dike. Çîrokiya dema nuha ya medyatîfê jî di vê rewşê de tê bikaranîn, lê belê bikaranîna wê, bi qasî ku me dît, bi hin herêmên weke Ezexê, Kerboranê û Ferqînê ve tê naskirin.
Ka em li mînakeke din biniherin :
(13) a) Gelek jinên pêxemberê me jî hebûne, hemû jî hipûhelal!... b) û dema ku bi hezretî Eyşê re zewucîye, c) salên wî jî di ser pênceyî re bûne... Labîrenta Cinan, p. 59)
Mînaka (13a) bi awayekî zelal eşkere dike ku ev agahî ji hinin din hatiye stendin. Bûyerên (13a) û (13c) ne bûyerên sereke ne, ew rewşeke dema bihurî diyar dikin. Bûyera « zewac » (13b) di nava vê atmosfera ku bi van herdu bûyeran ve hatiye şayesandin de pêk hatiye. Ji ber ku awayê bikaranîna dema bihurî ya medyatîfê û yê çîrokiya dema nuha ya medyatîfê ne yek e, em pêwîst dibînin ku wan ji hev cuda bikin.
Bi vî awayî, em gihîştin wê encamê ku di medyatîfa kurdî de sê form hene. Dema bihurî ya medyatîfê, çîrokiya dema bihurî ya medyatîfê û çîrokiya dema nuha ya medyatîfê. Ev herdu demên dawîn, bi tenê di rewşa ravekirina axavtinên hinin din de tên bikaranîn. Çîrokiya dema nuha ya medyatîfê herweha bi tenê ji bo lêkerên « bûyin » û « hebûn » tê bikaranîn.
4. Encam
Me bi vê lêkolînê destnîşan kir ku rêzimanên kurmanciyê bi bandora rêzimanên biyanî hin dem ji bo kurmanciyê jî şayesandine. Em li dijî van deman derketin :
dema nuha ya hercar
dema nuha ya berbiçav
dema bê ya nêzîk
dema bê ya nêzîk û domdar
dema bê ya nêzîk a xwestekî
Me herweha destnîşan kir ku hin demên hin lêkeran dikarin di hin devokên kurmanciyê de formên cuda ava bikin. Herçî ev lêker in, me ji wan re got « marjînal ». Lêkerên mîna zanîn, vîn, karîn û wêrîn dikevin nava vê grûba lêkeran. Ev lêker ji bo demeke lêkeran dikarin gellek forman ava bikin. Me nîşan da ku, herçend ew formên cuda bin jî, ew her heman demê ava dikin. Heke mirov cudahiya devokan nehesibîne, mirov dê bibêje qey demên cuda yên xweser hene. Zimannasên kurd jî weha kiribû. Ji ber wê, em li dijî van hersê formên ku di rêzimanan de weke demên xweser hatibûn şayesandin derketin :
çîrokiya dema nuhaya mercî û dûr
çîrokiya dema nuha ya xwestekî a dûr
raboriya dûr a li ser bûyinê
Li ser neh demên « domdar », me got ku, li gora romanên kurmanciyê, di kurmanciyê de demên domdar tunene û ew formên ku hin zimannasên kurd dibêjin qey domdar in, bi tenê ji ber taybetmendiya hin lêkeran ve tê. Ev ew lêker in ku destnîşankirina navnîşana encamî a bûyerê pêwîst dikin. Em ji wan re dibêjin lêkerên berpêbûyinê (verbes directionnels). Ev lêker bi qertafa /-e/ bi navnîşana xwe ve tên girêdan. An jî, bi gotineke din, ev qertaf berê bûyera lêkerê nîşan dide. Lê, me got ku ev qertaf demên xweser ava nake. Hejmara demên ku bi vî awayî hatine şayesandin neh e.
Hingê hejmara demên ku em li dijî wan derketin dibe 17 û ji 32 deman, di destê me de 15 dem man. Teva çîrokiya dema nuha ya medyatîfê, ku di rêzimanên kurmanciyê de xuya nedibû, hejmara demên ku em bi vê lêkolînê, li gora romanên kurmanciyê, destnîşan dikin, digihîje 16’an.
Çavkaniyên teorîk :
ARISTOTE.- Poétique (introduction, traduction nouvelle et annotation de Michel Magnien).- Paris : Le livre de Poche, 2003.- 216 p..- (Collection « Classiques de Poche »).
ARISTOTE.- Traité du Temps, Physique, livre IV, 10-14 (introduction, traduction et commentaire par Catherine Collobert).- Paris : Kimé, 1994.- 124 p..- (Collection « Philosophie-épistémologie »).
COMBETTES Bernard (1994).- « Subordination, formes verbales et opposition des plans » in Verbum, n°1, pp. 5-22.
DE SAUSSURE Louis (1997).- « Le temps chez Beauzée : algorithmes de repérage, comparaison avec Reichenbach et problèmes théoriques » pp. 171-196 in Cahiers Ferdinand de Saussure, revue suisse de linguistique générale, n° 49, 1995-1996.
FRANÇOIS Jacques (2003).- La prédication verbale et les cadres prédicatifs.- Louvain-Paris : Peeters.- 417 p..- (Collection « Bibliothèque de l’Information Grammaticale », 54).
GOSSELIN Laurent (1996).- Sémantique de la temporalité en français : Un modèle calculatoire et cognitif du temps et de l’aspect.- Louvain-la-Neuve : Duculot.- 291 p..- (Col. Champs linguistiques, dirigée par WILLEMS Dominique &WILMET Marc).
GOSSELIN Laurent (1999).- « La cohérence temporelle : contraintes linguistiques et pragmatico-référentielles » in Travaux de Linguistique, n° 39, pp.11-36.
GOSSELIN Laurent (2005).- Temporalité et modalité.- Louvain-la-Neuve : Duculot.- 254 p..- (Col. Champs linguistiques, dirigée par WILMET Marc et MELIS Ludo).
GUENTCHEVA Zlatka (1994).- « Manifestations de la catégorie du médiatif dans les temps du français » in Langages, n° 102. pp. 8-23.
GUENTCHEVA Zlatka (2004).- « La notion de médiation dans la diversité des langues » pp. 11-33 in DELAMOTTE-LEGRAND (dir.).- Les médiation langagières : des faits de langue aux discours, vol. I, Actes du colloque international, la médiation : marquage en langue et en discours.- Rouen : Publication de l’Université de Rouen, DYALANG, CNRS.- 427 p..
GUILLAUME Gustave (1968).- Temps et Verbe : théorie des aspects, des modes et des temps, suivi de l’Architectonique du temps dans les langues classiques- Paris : Librairie Honoré Champion.- 134+66 p.
KLUM Arne (1961).- Temps et adverbe : étude sur le système verbal indicatif et sur le système de certains adverbes de temps à la lumière des relations verbo-adverbiales dans la prose du français contemporain.- Stockholm, Göteborg, Uppsala : Almqvist & Wiksell.- 313 p..
KOZLOWSKA Monika (1998).- « Aspect, modes d’action et classes aspectuelles » pp. 101-121 in MOESCHLER Jacques (sous la direction de.).- Le temps des événements : Pragmatique de la référence temporelle.- Paris : Kimé.- 348 p..- (Publié avec l’appui du Fond national suisse de la recherche scientifique).
MOESCHLER Jacques (1993).- « Aspects pragmatiques de la référence temporelle : indétermination, ordre temporel et inférence » in Langages, n° 112, pp. 39-54
MOLENDIJK Arie (1985).- « Point référentiel et imparfait » in Langue Française, n° 67, pp. 78-94.
PINCHON Jacqueline (1969).- « Problèmes de classification : les adverbes de temps » in Langue Française, n° 1, pp. 74-81.
RIEGEL Martin & alii (1999).- Grammaire méthodique du français.- Paris : PUF.- 646 p..- (« Linguistique nouvelle », collection dirigée par SERBAT, Guy et TAMBA Irène).
VET Co (1980).- Temps, aspect et adverbes de temps en français contemporain : essaie de sémantique formelle.- Genève : Droz.- 185 p.
VET Co (1981).- « La notion de ‘monde possible’ et le système temporel et aspectuel du français » in Langages, n° 64, pp. 109-124.
VET Co (2002).- « Les adverbes de temps » pp. 179-192 in Temps et Aspect : de la morphologie à l’interprétation.- Saint-Denis : Presses Universitaire de Vincennes.- 226 p..- (Collection « Sciences du Langage »).
VETTERS (1989).- « Grammaire générative et textuelle des temps verbaux » in Recherches linguistiques de Vincennes, n° 18, pp. 101-145.
VETTERS Carl (1996).- Temps, aspect et narration.- Amsterdam-Atlanta : Rodopi.- 216 p..- (Collection « Etudes de langue et littérature française », publiées sous la direction de BUSBY, FREEMAN, HOUPPERMANS, PELCKMANS et VET).
VETTERS Carl & DE MULDER Walter (1999).- « Temps verbaux, anaphores (pro)nominales et relations discursives » in Travaux de Linguistique, n° 39, pp. 37-58.
VOGELEER S. (1994).- « Le point de vue et les valeurs des temps verbaux » in Travaux de linguistique, n° 29, pp. 39-57.
VUILLAUME Marcel (1990).- Grammaire temporelle des récits.- Paris : Minuit.- 122 p..- (Collection « Propositions »).
VUILLAUME Marcel (1993).- « Le repérage temporel dans les textes narratifs » in Langages, n° 112, pp. 106-126.
Çavkaniyên li ser zimanê kurdî :
AKRAWY (1982).- « Tense of the verb » in Standard Kurdish Grammar. (Çavkanî : http://www.xs4all.nl/~tank/kurdish/htdocs/lang/Burhan/77.html )
AYDOGAN Ibrahim (2006), Temps, subordination et concordance des temps dans les romans kurdes : étude descriptive sur le système verbal et la subordination temporelle en kurde, thèse de doctorat, Université de Rouen.
AYDOGAN Ibrahim (2006).- « Nécessité d’une approche interdisciplinaire pour l’étude de la langue kurde : identification des temps verbaux », xebata ku bi devkî pêşkêşî Colloque Jeunes Chercheurs en Science du Langage bûye, Coldoc06 : Intra-disciplinarité Extra-disciplinarité en Science du Langage, 14-15 juin 2006, à l’Université de Paris X.
AYDOGAN Ibrahim (2005).- « La naissance et le développement de la prose kurde », xebata ku bi devkî pêşkêşî kongreya AFEMAM’ê ya 2005’an bûye: Musulmans d'Europe et d'ailleurs - Gens d'ailleurs en terres d'Islam, 7-9 juillet 2005, à l’Université de Strasbourg.
BADILLI (1965).- Türkçe izahli Kürtçe Grameri : Kurmancça Lehçesi.- Ankara : Ankara Basim ve Ciltevi.- 192 p..
BARNAS Rojen (1993).- « Kişandin û navlêkirina deman » in Kurmancî, n° 12, p. 5.
BEDIR KHAN Emir Djeladet Ali & LESCOT Roger (1991).- Grammaire kurde: dialecte kurmandji.- Paris: Jean Maisonneuve.- 372 p.
BEDIR KHAN, Kamuran (1989).- Le kurde sans peine: cours pratiques de la langue kurde.- Paris : Institut Kurde de Paris.- 206 p.
BEDIR-KHAN Kamiran (1932).- « Hevxistina Zmanan » in Hawar, n° 3.
BEDIR-XAN Celadet Alî (1998).- Elfabêya kurdî: bingehên gramera kurdmancî.- Istanbul: Doz.- 112 p.
BLAU Joyce & BARAK Veysi (1999).- Manuel de kurde: kurmanji.- Paris: L’Harmattan.- 225 p.
BURKAY Kemal (Baran) (1997).- Dersên zmanê kurdî : türkçe izahli kürtçe dil dersleri.- Istanbul : Deng, 5e éd..- 167 p.
CIWAN Murad (1992).- Türkçe açiklamali Kürtçe Dilbilgisi: Kurmanc lehçesi.- Bälinge (Suède): Jîna Nû.- 224 p..
FATTAH Ismaïl Kamandar (2000).- Les dialectes kurdes méridionaux : étude linguistique et dialectologique.- Leuven : Petters.- 919 p..- (« Acta Iranica », Encyclopédie permanente des études iraniennes).
HACO Zerdeşt (1982/2002).- « Dem di Kurmaciya Bakur de » in Hîwa.
HIRORÎ Newzad (2005).- « Ergatîvî mohra kurmanciyê ye » in Nefel, http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=10&RubricNr=24&ArticleNr=202,
JEMO Mamed (1991).- Le système verbal et la conjugaison des verbes kurdes : La Bescherelle Kurde.- Paris.- (Ev xebat nehatiye çapkirin. Çavkanî : Pirtûkxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê).
JEMO Mamed (1995).- Eléments de la grammaire kurde : kurmandji.- Lille, publication individuelle.-138 p.
KALBASI Iran (1994).- « Essai du comparaison du système verbal des dialectes Kurdes de Mehabad, Sanandaj et Kermanşah » Acta Kurdica, vol XV, London.
KARTAL Huseyin (2006).- Demên kurdî. (amade dibe).
KURDO Qanatê (1990).- Gramera zmanê kurdî: kurmancî, soranî.- Bromma: Roja Nû.- 335 p.
KURMANCÎ : kovara Grûba Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, n° 1-34, 1987-2005.
MOKRI, Mohammad (2002).- « La morphologie du verbe kurde », in Journal Asiatique, n° 290.1, pp. 31-52.
RIZGAR, Baran (1993).- Uygulamali Kürtçe Dersleri: Dersên Kurdî.- London : Lithosphere.- 391 p..
SAGNIC Feqi Huseyn (1991).- Hêmana Rêzimana Kurdî.- Istanbul : Melsa.- 240 p..
TAN Sami (2000).- Waneyên rêzimanê kurdî.- Istanbul: Welat.- 190 p.
TAN Sami (2005).- Rêziman û Rastnivîsîna Zaravayê Kurmancî.- Istanbul: Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê.- 352 p..
TAN Sami (2005b).- « Eta Heyato çawa lê hato! », in Tûrik, n° 26, p. 2.
TAN Sami (2006).- « Di hevokên hevedûanî de ahenga deman », in Tûrik, n° 47 p. 2.
YALÇIN Evin (2000).- Etude comparative de six grammaires récentes sur le système verbal en kurde, mémoire de DREA à l’INALCO.
YALÇIN Evin (2001).- La morpho-syntaxe du verbe kurde, mémoire de DEA à l’Université de la Sorbonne Nouvelle- Paris III.
ZILAN Reşo (1989).- “Reformek Pêwîst e” in BERGEH, n° 1-6.