PAWEN -
  Yeni sayfanın başlığı
 
Nûçe & Şîrove (Kurdistan) Mezintirîn malperên kurdî? lêkolînek di interneta kurdî de
Nivîskar: rizgarionline Di: 21.10.2010 Sehet: 09:58
Ji aliyê rizgarionline

Ji bo şopandina belavbûna bikarhênerên kurd di internetê de û naskirina alozî û kêmasiyên xebata internetê ya dezgehên kurd, herweha nirxandina guhdanên rewşenbîrên kurd malpera Civata Xortan lêkolîneke girêdayî malperên kurdî çêkir. Di vê lêkolînê de agahiyên 171 malperên kurdî ji seranserî cîhanê û herçar parçeyên Kurdistanê hatine komkirin û ji xwendevan û bikarhêneran re tên pêşkêş kirin. Wisa ji bo cara yekê mirov dikare bizane kîjan malperên kurdî birastî mezinin, kîjan ziman tên bikar anîn û rewşenbîrên kurd çi naverokan pêşkêşî bikarhênerên internetê dikin.

Mezintirîn malperên kurdî? lêkolînek di interneta kurdî de


2010-10-20 08:13:05
Hîm Mele Ehmed:

Ji bo şopandina belavbûna bikarhênerên kurd di internetê de û naskirina alozî û kêmasiyên xebata internetê ya dezgehên kurd, herweha nirxandina guhdanên rewşenbîrên kurd malpera Civata Xortan lêkolîneke girêdayî malperên kurdî çêkir. Di vê lêkolînê de agahiyên 171 malperên kurdî ji seranserî cîhanê û herçar parçeyên Kurdistanê hatine komkirin û ji xwendevan û bikarhêneran re tên pêşkêş kirin. Wisa ji bo cara yekê mirov dikare bizane kîjan malperên kurdî birastî mezinin, kîjan ziman tên bikar anîn û rewşenbîrên kurd çi naverokan pêşkêşî bikarhênerên internetê dikin.


Mezintirîn malper çine:
Di vê lêkolînê de (www.civat.net/links.php) meziniya malperan ne bi naveroka wê lê bi hejmara xwendevan û bikarhênerên wê yên rojane tê nas kirin.
Civata Xortan ji bo vê lêkolînê hejmara mêvanên rojane yên her malperekê ji çend jêderên internetê kom dike û bi hev re dihijmêre. Ji bo ev agahî rast bin agahî ne tenê ji aliyekî lê ji çend aliyan tên komkirin. Bêguman jêdera herî giring di vê lêkolînê de Alexa ye, ku li seranserî cîhanê mîna dezgeha herî xurt di pêşkêşkirina van agahiyan de tê nas kirin.


Kapasîteya interneta kurdî tenê 125.000 xwendevan  di rojê de ye:

Hejmara hemû xwendevanên rojane yên hemû 171 malperan dighe nêzîkî 125000 xwendevanî. Ango di mehê de nêzîkî 4 mliyon kes. Di dema ku hejmara xwendevanên malpereke erebî ya mezin li Sûriyê (wek nimûne) di rojekê de dighê 125 hezarî. Li Turkiyê ev hejmara xwendevanên malperên mezin dighe 400 û 500 hezarî. Hejmara bikarhênerên interneta kurdî kêmbûn û aloziyeke cihê lêkolînê û çareserkirinê ye.

Eger em hejmara Kurdên her parçeyekî wisa bipejirînin: li bakur 16 millyon, li başûr 4 milyon li rojava 2 milyon, li rojhilat 7 milyon, û eger em hejmara bikarhênerên malperên her parçeyekî li gor hejmara miletê wî parçeyî li hev belav bikin em dighin van encaman:
Ji Bakur serê milyon kesî rojane     1250 kes dikevin interneta kurdî de.
Ji Rojhilat serê milyon kesî rojane    300 kes dikevin interneta kurdî de.
Ji Başûr serê milyon kesî rojane   25500 kes dikevin interneta kurdî de.
Ji Rojava serê milyon kesî rojane   1800 kes dikevin interneta kurdî de.
Bêguman hejmara kesên ku dikevin di interneta biyanî de bi sedê taqan ji van hejmaran bêhtire.

 


83% ji interneta kurdî di destê 11 malperan de ye, bêhtirê wan ji Başûr: 

Encama herî balkêş di vê lêkolînê de ewe ku 83% ji bikarhênerên interneta kurdî dibin mêvanên 11 malperan. Hemû malperên dî, ango 160 malper, tenê 17% ji bikarhêneran li hevdû belav dikin. Ji van 11 malperên herî mezin 10 ji başûrê Kurdistanê ne, tenê yek ya Kurdên bakure. Kurdên rojava li gor biçûkbûna hejmara xwe di internetê de jî biçûkin, lê Kurdên rojhilat li gel ku ji Kurdên başûr bêhtirin lê hebûna wan di interneta kurdî de ji ya Kurdên rojava biçûktire.


 

Navê mezintirîn malperên kurdî li gor parçeyê Kurdistanê wisa ne:
Li Başûr
Peyamnêr li gel Awêne û Pukmedia, li Bakur FiratNews, li rojhilat RojhelatTimes, li Rojava Gemyakurda 

 


Naverokên malperan:
Encamek dî ya balkêş di vê lêkolînê de girêdayî naveroka malpera ye. Rewşenbîr û dezgehên kurd hêza herî bêhtir dikin di malperên nûçeyî û siyasî de. Eger cûreyên dî jî hebin mîna mûzîk, huner, edebiyat, pc, ziman yan pirtûk lê xebata herî zêde dikeve di warê nûçeyên siyasî de.
Hemû malperên dî xebatên take kesane, ku ji ber tinebûna hêza aborî nikarin bên nûkirin, lewra mêvanên wan jî tunene.  Wisa jî mêvanên internetê diçin malperên nûçeyî.

Lê ev nayê wê wateyê ku bikarhênerên kurd tenê vê naverokê dixwazin, yan nûçe û siyasetê ji naverokên dî baştir dibînin.

Gava em hejmarên mêvanên malperên kurdî û naveroka interneta kurdî bidin ber hev sê xal tên xuyakirin:
1- Bikarhênerên interneta kurdî mêrên ne ciwanin:
Eger em li 50 malperên herî mezin temaşe bikin em dê bibînin ku nêzîkî 95% ji bikarhênerên interneta kurdî diçin malperên nûçeyî siyasî. Malperên nûçeyî siyasî, wek tê zanîn xwendevanên wan mêrên temen mezinin, zêdeyî 25 salî.

2- Jin û ciwanên kurd interneta biyanî bikar tînin:
Ji xala yekê em dikarin bêjin ku rêjeya herî bilind ji jin (mezin û ciwan) û ji ciwanên kurd (mê û nêr) nakevin malperên kurdî de. Ev komên giring û mezin ji civaka kurdî bêguman dibin mêvanên malperên biyanî. Eger hejmara ciwanên kurd ne gelkî gelek ba bê guman malperek mîna Facebook zimanê kurdî derbasî perên xwe ne dikir. Bê guman gunhê vê dûriyê dikeve sukra rewşenbîrên kurd de li gel  wan dezgeh û rêxistinên me, ku siyaset ji wan re giringtir bûye ji perwerdekirina nifşan û ji berdewamiyê bi komên civakê re.

3- Bikarhênerên internetê siyasetê dikin:
Wêneya belavbûna bikarhênerên kurd mîna ya partî û rêxistinên siyasî yên kurd e.
Li rojava milet bi rengekî wekhev di nav gelek partiyan de belav bûne, di internetê de jî bikarhênerên malperên rojava kom nebûne di çend malperan de, lê bi rengekî hema bêje wek hev di nav hejmarek mezin de ji malperan belav dibin. Li bakur, siyaset û xebata rêxistinî em diakrin bêjin tenê di destê alîgirên pkk de ye. Wisa bikarhênerên internetê jî tenê di destê malperkê de ye. Li başûr, jiyana siyasî di destê 4-5 partiya de ye (li gel dezgehên hikûmetê). Wisa jî 95% ji bikarhênerên internetê di destê 10 malperan de ne.


Zarok li kû dimînin?
Li gor lêkolîneke elman ku ji aliyê MpFS hatiye çêkirin tê xuyakirin ku 60% ji zarokên dinav 6 û 13 salî de internet bikar anîne, ji wana 60% her heftî ji kêmayî carekê dikevin internetê de. Ev hejmarên han ji bo 1 milyon Kurdên ewropa ne gelkî şaşe. Eger zarokên kurd li welêt hindkitir jî bikevin internetê de hejmara bikarhênerên zarok dimîne ne hindik.

Kêmasiyeke gelkî xirab di interneta kurdî de tinebûna malperên zarokaye. Hejmara bikarhênerên internetê yên zarok roj bi roj mezintir dibe.
Wisa xuya dike ku hîn cihê zarokan di medya kurdî de tineye.


Hits çine? Xapandin yan rastî?
Gelek caran hin malper radigehînin ku hejmara hitsên wan yên mehekê gihaye milyonan. Xwendevan dikevin baweriyekê de ku ev malper ji aliyê sedhezaran û milyonana ve tê dîtin. Li vir divê mirov cudahiya di nav 4 rengdêrên her malperekê de nas bike: Bikarhêner, Serdan, dîtina peran, û hitsan.


Bikarhênerên malperê:
Her kompyûterek bi malperê ve tê girêdan ji hêla teknîkî ve wekû bikarhênerekî tê hejmartin. Di her malekê de kompyûterek heye, lê dibe 5-6 bikarhênerên internetê hebin. Lê di rewşa normal de her mirovek ji malê bikarhênerên malperin dîye. Wisa ev hejmartin rast dimîne, yan jî zêde zêde her kompyuterek dikare wekû 1,5 yan 2 bikarhêneran bê hejmartin.

Serdanên malperê:
Her carekê bikarhêner derbasî malperekê bû, ev çalakiya han wekû serdanekê tê hejmartin. Dibe ku ev bikarhêner yekser derekev yan jî çend saatan di malperê de bimîne. Lê eger ew derket, wî browserê internetê girt û disa vekir û derbasî malperê bû, wisa serdanek dî zêde dibe.


Dîtina Peran, ango Pageviews:
Di her serdanekê de gava bikarhêner pereke nû veke, ango gava ew lînkekê bitikîne wisa dîtina peran zêde dibe. Eger wî 10 girêdan (lînk) di maleprê de tikandin ew wisa deh babetên cuda dixwêne yan dibîne, û di heman demê de 10 dîtinên peran tên hejmartin. Wisa em diakrin bêjin „Dîtina Peran“ nîşana çalakvaniya bikarhênerên malperekê ye.

Hits:
Gava mêvanê malperê girêdanek (lînkek) tikand wisa perek jêre vedibe, di vê perê de hejmarek wêne, grafîk, elementên medyayêyî mîna flash, video û stran bi hev re vedibin. Her yek ji van elementan wekû hitsekê tê hejmartin. Bi gotinek dî, gava mirov malperek vekir, dibe ku yek ser 30 yan 40, 50 hits bên hejmartin. Wêca her ku girêdanek di malperê de hate tikandin ew hits dîsa tên hejmartin, wisa eger bikarhênerekî di maleprekê 4 babet vekirin wisa 200-300 hits tên hejmartin. Mirov dikare bêje nûçeyên girêdayî hitsan xwendevanan şaş dihêlin, ji ber kêmkes dizane hits çine, ev jî tenê hîlebaziyeke ji bo mirov bawer bike ku ev malper mezinin. 
Gelek malperên kurdî nemaze yên nûçeyan hejamrek mezin ji wêneyan dikin malperên xwe de da hejmara hitsên wan zêde bibe. Ango xwe bi xwe dixapînin.

Wisa 1 milyon hitsên malperekê yên mehekê mumkine tenê 500 serdanên rojekê bin.



 

Malperên nenaskirî:
Divê bê gotin ku ev lêkolîn tenê 171 malperên naskirî dide ber çav. Helbet dê hin malperên dî yên mezin hebin ku em nas nakin. Ji bo mezinkirina vê lêkolînê di bin girêdana: www.civat.net/links.php de malpera CivataXortan zeviyeke aghiyan amadekiriye, li wir her kesek dikare navê malperên nû li gel agahiyên wê li lîsteyê zêde bike. Wisa em bi hêvîne ku di çend mehên dî de encamên berferehtir û piştrasttir peyda bibin.

civat.net

 
  31926 ziyaretçi  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol