Li gora vê tabloyê, em dikarin hin taybetmendiyên demên kurmanciyê ên ku ji aliyê zimannasên kurde hatine şayesandin bi vî awayî destnîşan bikin :
- Ew demên ku zimannasên kurd ji wan re dibêjin « demên domdar » (duratif) li gora me nêzîktêdayineke hûrbijar pêwîst dikin. Em ê di beşekî serbixwe de behsa vê mijarê bikin.
Ka em van demên « domdar » (duratif) bi hin demên ku dişibin wan re bidin ber hevdu :
Demên lêkeran Domdariya wan
Dema nuha Ez dikevim Ez dikevime Dema nuha ya domdar
Çîrokiya dema nuha Ez diketim Ez diketime çîrokiya d. nuha ya domdar
Raboriya dûr raboriya dûr
a li ser bûyinê Ez diketibûm Ez diketibûme a li ser bûyinê
û domdar
Dema bê ya nêzîk Ez dikim bikevim Ez dikim bikevime Dema bê ya nêzîk û domdar
Dema bê Ez ê bikevim Ez ê bikevime Dema bê ya domdar
Dahatiya dema bê Ez ê ketibim Ez ê ketibime Dahatiya dema bê
a domdar
Dema nuha ya xwestekî Ez bikevim Ez bikevime Dema nuha ya domdar
a xwestekî
Dema bihurî ya xwestekî Ez ketibim Ez ketibime Dema bihurî a domdar
a xwestekî
Fermanî Bikeve Bikeveye fermaniya domdar
|
Gava ku em bala xwe didin mînakan, em dibînin ku cudahiya demeke lêkeran û dema wê ya domdar ew e ku di dema domdar de qertafa /-e/ heye.
Li gora me, ev fenomen jî divê di çarçoweya cudahiya devokan de bê nirxandin. Ji bo fahmkirina vê forma lêkerê, em li hin mînakên ku me ji romanên kurmancî wergirtin biniherin. Bi vî awayî em ê bikaranîna vê qertafê fahm bikin :
(2) a) Min baş bihîst ku ji min re wusa got. b) Peyvik bi peyvik... rasterast weha gote min: (Labîrenta Cinan, p. 168).
(3) Wexta hate Gundê Aftinîgê, notirvan dukana xwe hê venekiribû. (Li qeraxa şevê hîvron, p. 17)
(4) Wexta ku bavê min vegeriya hat, ronahî ne pê re bû. (Li qeraxa şevê hîvron, p. 77)
Gava ku em bala xwe bidin van mînakan, em ê bibînin ku dema lêkeran
dema bihurî ya têdeyî de. Forma lêkerê ya ku em di (2b) û (3) de dibînin ji aliyê gramerên kurmancî ve weke demeke serbixwe nehatiye pejirandin, ji ber ku, weke ku Samî Tan jî dibêje, di
dema bihuriya têdeyî de, « gellek caran cînavka pêvebestî derdikeve pêşberî mirov »
[22]. Tan weha dide fahmkirin ku bikaranîna vê qertafa /-e/ tu guhertinê di demê de pêk nayne. Weke ku em di (2a) de dibînin, bikaranîna wê herweha ne mecbûrî ye. Gramera Bedirxan û Lescot (1991) jî heman fenomena vê demê ji berê de destnîşan kiribû
[23]. Samî Tan (2006) mînakên mîna «
Ew hate bajêr » û «
Ew gihîşte gund » dide û dide fahmkirin ku mirov dikare bibêje «
Ew hat bajêr » û «
Ew gihîşt gund » jî.
Li gora me, di van mînakan de bikaranîna peyvên « bajêr » û « gund » divê bala me bikişîne. Heke em van herdu peyvan ji mînakên Samî Tan biavêjin, em ê herweha wê qertafa /-e/ jî biavêjin, ji ber ku di kurmancî de em nikarin di dema bihuri ya têdeyî de bibêjin « Ew hate » an jî « Ew gihîşte ». Hingê, mirov divê bibêje ku beyî navê cîhê ku bûyer ber bi wê ve diherike, mirov nikare qertafa /-e/ bi kar bîne. Hingê ev qertaf berê bûyerê nîşan dide û bi tenê bi lêkerên berpêbûyinê (directionnel) ve tê bikaranîn.
Ji ber wê, pêşkêşiya mînakên me (2), (3), (4) û mînakên Samî Tan dê li gora modela pêvajodemkî weke hev be :
I II
B1 B2 01 02
(2), (3), (4)
Zimannasên kurd ku dizanin ku ev qertaf tu guhertinê di dema bihurî ya têdeyî de nake û bi devokan ve têkildar e, gava ku dor tê ser demên din, weha didin xuyakirin ku guhertinek bi vê qertafê peyda dibe, ji ber ku ew dema bihurî ya têdeyî gellekî dibihîsin û nas dikin. Lê gava ku ew heman qertafê li pey demeke din dibînin, dibêjin qey demeke serbixwe peyda dibe. Em dikarin li hin mînakên demên ku ew dikin « domdar » jî biniherin. Bi vî awayî em ê bibînin ku ev qertaf, weke dema bihurî ya têdeyî, bi tenê ji bo berê bûyerê nîşan bide tê bikaranîn.
(5) Qewîtiyên xwe bi gundiyên ko diçûne bajer dianî cîh. (Mendik, p. 195)
(6) Ez ji bo konferansekê diçûme Axsorê. Li balafirgehê li wî rast hatim. (Ardûda, p. 32)
(7) Yên ku diçûn bajêr bi taybetî pirs dikirin ji dikanan û qehwên Milla lê rûdiniştin û bazirganî dikirin. (Dewrêşê Evdî, p. 183)
(8) Havînan em diçûn gund. (Bîra Qederê, 157)
Heke em bala xwe bidin van mînakên jorê, em ê bibînin ku her mijara lêkerên berpêbûyinê ye û bikaranîna qertafa /-e/ li gora nivîskaran tê guhertin. Lê belê, weha tê fahmkirin ku bikaranîna wê wateya demê qet naguherîne. Ev qertaf bi tenê lêkera ku tê bikaranîn bi berê wê ve girê dide. Pêşkêşiya van herçar bûyeran li gora modela pêvajodemkî dê dîsa yek be.
B1 B2
I II 01 02
(5), (6), (7), (8)
Li gora romanên ku em li ser wan xebitîne, ev qertaf bi tenê bi lêkerên berpêbûyinê (directionnel) re tê bikaranîn, da ku berê bûyeran nîşan bide. Lêkerên mîna çûyin, hatin, ketin, avêtin, gotin, rijandin, gihîştin, derketin û hwd. dikevin nava grûba van lêkerên ku tim navnîşana encama bûyerê jî pêwîst dikin. Di romanan de me nedît ku tu lêkerên din, ji bilî lêkerên berpêbûyinê, dikarin bi vê qertafê re bên bikaranîn.
Hingê, bikaranîna vê qertafê bi tenê bi qerektera grûbeke lêkeran ve têkildar e û nikare ji bo lêkerên din bê bikaranîn. Di vê rewşê de, mirov nikare qertafa /-e/ weke avakirê demên xweser binirxîne. Ji ber vê sedemê, li ser wan neh demên ku zimmannasên kurd weke « domdar » dipejirînin, em gihîştin wê encamê ku em nikarin van formên lêkeran weke demên lêkeran bipejirînin.
Bi vî awayî em heta nuha li dijî 14 deman derketin ku di xebatên ku li ser kurmanciyê hatine kirin de weke demên lêkeran ên xweser hatine destnîşankirin.
3.2- Demsaziya lêkerên marjînal
Nuha jî em ê behsa hin lêkeran bikin ku kurmancan li ser bikaranîna wan li hev nekiriye. Ji ber wê em ê ji wan re bibêjin lêkerên marjînal.
Di kurmanciyê de hin lêker hene ku ji bo demsaziya wan mirov nikare formuleke zelal peyda bike, ji ber ku li her deverekê bi awayekî tên bikaranîn. Zanîn, vîn, karîn û wêrîn ew lêker in ku di nava van lêkeran de herî pir tên naskirin. Ji ber ku bi gellek awayan tên bikaranîn jî, em ji wan re dibêjin lêkerên marjînal.
Ev lêker dikarin ji bo bûyerên din jî weke lêkerên alîkar bên bikaranîn. Taybetmendiyeke van lêkeran heye ku nikarin di dema bihurî ya têdeyî de bên bikaranîn. Di 17 romanên kurmancî de me bi tenê du mînakên vê demê bi van lêkeran peyda kirin. Dibe ku ev dem ji bo van lêkeran jî berê hebû, lê îroj em dizanin ku di zimanê devkî de nemaye û di yê nivîskî de jî pir kêm heye. Em ê ji bo van lêkeran lêkera zanîn weke mînak bigirin û bala xwe bidinê bê di romanên kurmancî de bi çend awayan dikare demekê bi tenê ava bike.
Ji bo çîrokiya dema nuha çar formên lêkera zanîn ji bo kesê sêyem ê yekhejmar di romanên kurmancî de peyda dibin :
l dizanî
l zanîbû
l dizaniya
l dizanîbû (dizanî bû)
Ev forma dawîn ji aliyê zimannasên kurd ve weke dema bihuriya dûr a li ser bûyinê hatiye binavkirin û weke demeke xweser hatiye destnîşankirin, digel ku ev form jî bi wateya hersê formên din tê bikaranîn.
Me ji bo çîrokiya dema nuha ya xwestekî jî, di romanên kurmancî de, sê formên vê lêkerê peyda kirin :
l bizaniya
l zanîba (zanîbûya)
l bizanîbûya
Ev forma sêyem weke çîrokiya dema nuha ya xwestekî ya dûr hatiye binavkirin û weke demeke lêkeran ya xweser hatiye destnîşankirin. Lê belê hersê form jî heman ramana pevajodemkî rave dikin.
Ji bo çîrokiya dema nuha ya mercî jî, me dîsa du formên cuda yên lêkera zanîn di romanên kurmancî de peyda kirin :
l ê bizaniya
l ê bizanîbûya
Ev form yan bi armanca ravekirina dema bê ya dema diburî (futur du passé), yan jî di avahiyên mercî de tên bikaranîn. Digel ku herdu form jî heman wateya pêvajodemkî didin bûyerê, ev forma duyem ji aliyê zimannasên kurd ve weke demeke lêkeran ya xweser hatiye hesibandin.
Bi vî awayî, hejmara demên lêkeran ên ku em li dijî wan derdikevin, dibe 17. Hingê, ji 32 demên lêkeran ên ku gramerên kurmancî behsa wan dikin, bi tenê 15 heb dimîne di destê me de. Lê belê hejmara demên lêkeran ên ku me di romanên kurmancî de dîtin ne 15 ye. Em ê nuha jî behsa demên medyatîf bikin ku zimannasên kurd ew weke kategoriyeke cuda nehesibandine.
3.3- Medyatif
Medyatif ew awayê ravekirina bûyeran e ku ne weke demên lêkeran ên din behsa bûyeran dike. Gava ku lêkerek bi formeke medyatîfê hatibe bikaranîn, dema pêkhatina bûyera ku ew lêker rave dike ne diyar e. Ev kategoriya ku di hemû zimanan de heye, di her zimanekî de bi awayekî cuda tê ravekirin
[24]. Gellek zimanan, fransî jî yek ji wan e, ev kategoriya formên lêkeran gramatize nekiriye, lê di kurmanciyê de, qertafa /-e/ ji bo avakirina vê kategoriyê li hin deman tê zêdekirin û medyatîfê ava dike.
Zlatka Guentchéva (1994) û (2004) diyar dike ku medyatif ji bo xalên jêrê tê bikaranîn :
1. Agahiyên ku ji hinin din ve hatine bihîstin (ouï-dire)
2. Agahiyên ku bi rêya delîlan ve diyar dibin (inférence)
3. Di rewşa heyraniya li hember tiştekî ku axavker nuh kişf dike (admiration)
4. Gava ku bandora bûyerê li ser dema axavtinê jî hebe (effet prolongé)
Di ravekirina van celebên agahiyan de, axavker ji medyatîfê destkewtî dibe. Bi pirranî, di medyatîfê de armanc ew e ku bibêje ku axavker ne şahidê wê bûyerê ye ku ew rave dike. Weke ku Guentchéva dibêje, erê di hemû zimanan de ev nêzîktêdayina bûyeran heye, lê belê, hemû ziman ji bo vî awayê dîtina bûyeran formên cuda û xweser ava nakin
[25]. Kurmancî yek wan zimanan e ku medyatîfê bi formeke cuda destnîşan dike.
Ji bo têgihîştineke baştir, em hinan mînakan bidin :
(9) Xwelî li sero tu jî zilam î. (…) Lêbelê ez çi bikim ji wî Xwedayê ku tu nêr û ez jî mê çêkirime... (Sê şev û sê roj, p. 26)
(10) a) - Gelo te şîv xwariye? (...)
b) - Min xwariye, spas. Ez têr im. (Jar lê Sermest, p. 19)
Di mînaka (9) de, herçend bûyera çêkirinê di demeke bihurî de pêk hatibe jî, agahiya ku lêkera wê bi me dide fahmkirin bi tenê li ser bandora vê bûyerê ye. Ev bandor li ser dema ku axavker diaxive ye. Em dizanin ku bûyera « çêkirin » bi dawî bûye, lê şopa wê didome û dikare di dema axavtinê de jî bê dîtin, ji ber ku yê ku hatiye çêkirin hê jî heye. Hingê, di vê medyatîfê de, dem bi awayekî zelal nîn be jî, bandora bûyerê heye û ev bandor li ser dema nuha ya axavker e.
Di mînaka (10) de rewşeke din xuya dibe. Di (10a) de axavker behsa bûyerekê dike ku wî bi xwe nedîtiye. Bûyera « xwarinê » ji aliyê axavkerê (10b) ve hatiye kirin. Lê belê ew pêwîst nabîne ku dema wê bibêje û vê bûyerê weke « min xwar » rave bike. Cudabûna van herdu forman ew e ku di medyatîfê de bandora bûyerê li ser dema axavtinê heye. Heke bibêje « min xwar », em ê bizanin ku « wî xwar », lê em ê nizanibin bê ew birçî ye an na. Lê heke bibêje « min xwariye », em ê zelaltir fahm bikin, ji ber ku axavker, gava ku dibêje « min xwariye », herweha dibêje « ez têr im », an jî « pêdiviya min bi xwarinê nîne ». Bi gotineke din, bandora vê « xwarinê » di dema ku ew dipeyive de jî diyar e, ji ber ku « ew têr e ». Weke ku bibêje « Min Parîs dîtiye », yanî « hewce tuneye ku nuha ji min re behsa wê bibe ».
Gava ku em bala xwe didin sazkirina medyatîfê, em dibînin ku cudahiya vê dema bihurî ya medyatîfê ji dema bihurî ya têdeyî ew e ku qertafa /-e/ pê ve ye. Hingê, axavker bi bikaranîna medyatîfê bi awayekî din nêzîkî bûyerê dibe. Ji ber wê, divê ev forma lêkeran ji demên lêkeran ên din cuda bête nirxandin. Em ê ji vê demê re bibêjin dema bihurî ya medyatîfê. Ev forma lêkeran di hemû rêziman û xebatên li ser demên kurdî de heye, lê belê, binavkirina wê û şayesa wê bi awayekî zelal nehatibû kirin.
Heke em, li gora tabloya me ya deman, li çîrokiya dema bihurî (ez ketibûm) û çîrokiya dema bihurî ya nedîtinê (ez ketibûme) jî biniherin, em ê bibînin ku her ew cudahî ye. Di çîrokiya dema bihurî ya nedîtinê de dîsa qertafa /-e/ heye û ev qertaf medyatîfê ava dike. Em ê bi mînakên jêrê bibînin ku mesele ne bi tenê « nedîtin » e, lê weha be jî, « nedîtin »a bûyerê ya ji hêla axavkêr, dikeve nava kategoriya medyatîfê. Hingê, em ê ji vê forma lêkerê re jî bibêjin çîrokiya dema bihurî ya medyatîfê.
Ev forma lêkeran di xebata Sagniç (1991), Ciwan (1992), Yalçin (2000) û Tan (2005) de heye, lê belê di nava kategoriyên din de hatiye şayesandin û weke forma nedîtinê hatiye destnîşankirin. Lê belê, weke ku me got, mirov nikare bikaranîna vê formê bi bûyerên ku nehatiye dîtin ve bi sînor bike, ji ber ku hin bikaranînên wê yên din jî hene ku mînakên wê di romanên kurmancî de hene. Mînaka jêrê dê di vî warî de alî me bike :
(11) a) Digotin, b) wê çaxê kurê wî gelekî şerm kiriye, c) xwe havêtiye dest û lingên wî d) ku ew dev ji vî xwiyê xwe berde. e) Lê ne bûye... f) ev xwiyê ha ji ser ne çûye. g) Evîneke asimanî girti bûye ser. (Labîrenta Cinan, p. 24)
Gava ku em bala xwe didin vê mînakê, em herdu formên medyatîfa kurdî jî bi awayekî zelal dibînin. Herdu lêkerên (11b), (11c), (11e) û (11f) bi dema bihurî ya medyatîfê ve hatine sazkirin. Weke ku em di (11a) de dibînin, ev bûyer ji hinin din ve hatine bihîstin û kesê ku bihîstiye jî ji nû ve ji hinin din re dibêje. Ji ber ku axavker ne şahidê van bûyeran e, ew wan bi dema bihurî ya medyatîfê ve rave dike. Heke armanca medyatîfê bi tenê destnîşankirina nedîtinê be, hingê gelo ji bo çi lêkera (11g) bi formeke cuda hatiye sazkirin ? Bûyerên din jî nehatine dîtin, hingê divê em formên din jî bi heman navî bi nav bikin. Gava ku em baş bala xwe bidin (11g), em ê bibînin ku di navbera vê bûyerê û bûyerên din de kronolojiyeke demkî jî heye. Ev bûyer berî hemû bûyerên din pêk hatiye. Ji ber ku, ji bo ku « ev xwiyê ha » bi bavê lêwik re peyda bibe, divê, berî wê, tiştekî nebaş were serê bêv. Ev bûyera ku dê bike ku « ev xwiyê ha » bigire ser bêv, bi (11g) ve hatiye ravekirin. Hingê, « nedîtin » di hemû mînakan de heye, ji ber ku axavkêr ji hinin din bihîstiye, lê belê, dîsa jî bûyer tevna xwe ya kronolojîk diparêzin. Em digihêjin wê encamê ku çîrokiya dema bihurî ya medyatîfê, ji bo destnîşankirina bûyerên ku berî dema bihurî ya medyatîfê pêk tên, tê bikaranîn. Herweha, ev forma medyatîfê bi tenê di wê rewşê de tê bikaranîn ku gava ku yek axavtinên yekî din rave dike. Di romanên kurmancî de me nedît ku ji bilî vê rewşê ev form tê bikaranîn.
Di kurmanciyê de formeke medyatîfê ya sêyem jî heye ku ji aliyê tu zimannasên kurd ve weke formeke xweser nehatiye destnîşankirin. Li gora me, sedema vê yekê jî têra xwe zelal e. Ev forma medyatîfê ya ku zêde nayê bikaranîn, bi tenê bi lêkerên bûyin û hebûn ve tê bikaranîn. Me ji bilî van herdu lêkeran tu mînakên din ji bo vê formê nedîtin.
Ev form ji çîrokiya dema nuha (ew hebûn) bi rêya lêzêdekirina qertafa /-e/ (ew hebûne) peyda dibe. Em ê ji vê forma lêkeran re bibêjin çîrokiya dema nuha ya medyatîfê.
(12) a) Bi gotina wî peyayên Kose Weys bûne. b) Kose Weys ew şandine. c) Nêzîka nod siwarî bûne. (…) d) Gelek car avêtine ser êzîdiyan. (Dewrêşê Evdî, p. 160)
Ger em bala xwe bidin vê mînakê, em ê bibînin ku du caran lêkera « bûyin » hatiye bikaranîn. Rewş heman rewş e. Axavker peyvên kesekî din ji nû ve rave dike. Digel ku ji bo lêkerên din dema bihurî ya medyatîfê hatiye bikaranîn, ji bo lêkera bûyinê, çîrokiya dema nuha ya medyatîfê hatiye bikaranîn.
Mirov dikare bibêje ku lekerên « bûyin » û « hebûn » di
dema bihurî ya medyatîfê de bi vî awayî têne bikaranîn (ew bûye mamoste), ji ber ku ev herdu lêker bi tu awayên din nikarin ji bo
dema bihurî ya medyatîfê bêne kişandin. Lê belê, heke em bala xwe bidin bûyera ku bi vê lêkera « bûyin »ê ve hatiye ravekirin, em ê bibînin ku taybetmendiyên wê ji yên din cuda ne.
[26]
Di romanê de peyayên Kose Weys tên û bi axavkêr re dipeyivin. Yê ku bi axavkêr re peyiviye, ji wî re gotiye « em peyayên Kose Weys in ». Ma gelo, çima axavkêr nabêje « peyayên Kose Weys bûn » û hewce dibîne ku qertafa /-e/ lê zêde bike ? Bi ya me, ev bûyer referansa xwe ya demê ji dema wan peyayan a axavtinê werdigire. Bê şik, axavkêr ew peya dîtine û rastî û nerastiya hejmara peyayên Kose Weys jî dikare bê piştrastkirin, lê belê taybetmendiyeke din jî heye ku, li gora me, ji ber vê sedemê axavkêr qertafa /-e/ lê zêde dike. Peyva ku dibêje « bi gotina wî », divê di vî warî de hebekî bala me bikişîne. Her cara ku ev form di romanên kurmanciyê de hatiye bikaranîn, me bala xwe dayê ku, bi awayekî zelal an jî nezelal, tim du axavtin di mînakê de hene. Axavkêr tim axavtina yekî din rave dike. Çîrokiya dema nuha ya medyatîfê jî di vê rewşê de tê bikaranîn, lê belê bikaranîna wê, bi qasî ku me dît, bi hin herêmên weke Ezexê, Kerboranê û Ferqînê ve tê naskirin.
Ka em li mînakeke din biniherin :
(13) a) Gelek jinên pêxemberê me jî hebûne, hemû jî hipûhelal!... b) û dema ku bi hezretî Eyşê re zewucîye, c) salên wî jî di ser pênceyî re bûne... Labîrenta Cinan, p. 59)
Mînaka (13a) bi awayekî zelal eşkere dike ku ev agahî ji hinin din hatiye stendin. Bûyerên (13a) û (13c) ne bûyerên sereke ne, ew rewşeke dema bihurî diyar dikin. Bûyera « zewac » (13b) di nava vê atmosfera ku bi van herdu bûyeran ve hatiye şayesandin de pêk hatiye. Ji ber ku awayê bikaranîna dema bihurî ya medyatîfê û yê çîrokiya dema nuha ya medyatîfê ne yek e, em pêwîst dibînin ku wan ji hev cuda bikin.
Bi vî awayî, em gihîştin wê encamê ku di medyatîfa kurdî de sê form hene. Dema bihurî ya medyatîfê, çîrokiya dema bihurî ya medyatîfê û çîrokiya dema nuha ya medyatîfê. Ev herdu demên dawîn, bi tenê di rewşa ravekirina axavtinên hinin din de tên bikaranîn. Çîrokiya dema nuha ya medyatîfê herweha bi tenê ji bo lêkerên « bûyin » û « hebûn » tê bikaranîn.
4. Encam
Me bi vê lêkolînê destnîşan kir ku rêzimanên kurmanciyê bi bandora rêzimanên biyanî hin dem ji bo kurmanciyê jî şayesandine. Em li dijî van deman derketin :
dema nuha ya hercar
dema nuha ya berbiçav
dema bê ya nêzîk
dema bê ya nêzîk û domdar
dema bê ya nêzîk a xwestekî
Me herweha destnîşan kir ku hin demên hin lêkeran dikarin di hin devokên kurmanciyê de formên cuda ava bikin. Herçî ev lêker in, me ji wan re got « marjînal ». Lêkerên mîna zanîn, vîn, karîn û wêrîn dikevin nava vê grûba lêkeran. Ev lêker ji bo demeke lêkeran dikarin gellek forman ava bikin. Me nîşan da ku, herçend ew formên cuda bin jî, ew her heman demê ava dikin. Heke mirov cudahiya devokan nehesibîne, mirov dê bibêje qey demên cuda yên xweser hene. Zimannasên kurd jî weha kiribû. Ji ber wê, em li dijî van hersê formên ku di rêzimanan de weke demên xweser hatibûn şayesandin derketin :
çîrokiya dema nuhaya mercî û dûr
çîrokiya dema nuha ya xwestekî a dûr
raboriya dûr a li ser bûyinê
Li ser neh demên « domdar », me got ku, li gora romanên kurmanciyê, di kurmanciyê de demên domdar tunene û ew formên ku hin zimannasên kurd dibêjin qey domdar in, bi tenê ji ber taybetmendiya hin lêkeran ve tê. Ev ew lêker in ku destnîşankirina navnîşana encamî a bûyerê pêwîst dikin. Em ji wan re dibêjin lêkerên berpêbûyinê (verbes directionnels). Ev lêker bi qertafa /-e/ bi navnîşana xwe ve tên girêdan. An jî, bi gotineke din, ev qertaf berê bûyera lêkerê nîşan dide. Lê, me got ku ev qertaf demên xweser ava nake. Hejmara demên ku bi vî awayî hatine şayesandin neh e.
Hingê hejmara demên ku em li dijî wan derketin dibe 17 û ji 32 deman, di destê me de 15 dem man. Teva çîrokiya dema nuha ya medyatîfê, ku di rêzimanên kurmanciyê de xuya nedibû, hejmara demên ku em bi vê lêkolînê, li gora romanên kurmanciyê, destnîşan dikin, digihîje 16’an.
Çavkaniyên teorîk :
ARISTOTE.- Poétique (introduction, traduction nouvelle et annotation de Michel Magnien).- Paris : Le livre de Poche, 2003.- 216 p..- (Collection « Classiques de Poche »).
ARISTOTE.- Traité du Temps, Physique, livre IV, 10-14 (introduction, traduction et commentaire par Catherine Collobert).- Paris : Kimé, 1994.- 124 p..- (Collection « Philosophie-épistémologie »).
COMBETTES Bernard (1994).- « Subordination, formes verbales et opposition des plans » in Verbum, n°1, pp. 5-22.
DE SAUSSURE Louis (1997).- « Le temps chez Beauzée : algorithmes de repérage, comparaison avec Reichenbach et problèmes théoriques » pp. 171-196 in Cahiers Ferdinand de Saussure, revue suisse de linguistique générale, n° 49, 1995-1996.
FRANÇOIS Jacques (2003).- La prédication verbale et les cadres prédicatifs.- Louvain-Paris : Peeters.- 417 p..- (Collection « Bibliothèque de l’Information Grammaticale », 54).
GOSSELIN Laurent (1996).- Sémantique de la temporalité en français : Un modèle calculatoire et cognitif du temps et de l’aspect.- Louvain-la-Neuve : Duculot.- 291 p..- (Col. Champs linguistiques, dirigée par WILLEMS Dominique &WILMET Marc).
GOSSELIN Laurent (1999).- « La cohérence temporelle : contraintes linguistiques et pragmatico-référentielles » in Travaux de Linguistique, n° 39, pp.11-36.
GOSSELIN Laurent (2005).- Temporalité et modalité.- Louvain-la-Neuve : Duculot.- 254 p..- (Col. Champs linguistiques, dirigée par WILMET Marc et MELIS Ludo).
GUENTCHEVA Zlatka (1994).- « Manifestations de la catégorie du médiatif dans les temps du français » in Langages, n° 102. pp. 8-23.
GUENTCHEVA Zlatka (2004).- « La notion de médiation dans la diversité des langues » pp. 11-33 in DELAMOTTE-LEGRAND (dir.).- Les médiation langagières : des faits de langue aux discours, vol. I, Actes du colloque international, la médiation : marquage en langue et en discours.- Rouen : Publication de l’Université de Rouen, DYALANG, CNRS.- 427 p..
GUILLAUME Gustave (1968).- Temps et Verbe : théorie des aspects, des modes et des temps, suivi de l’Architectonique du temps dans les langues classiques- Paris : Librairie Honoré Champion.- 134+66 p.
KLUM Arne (1961).- Temps et adverbe : étude sur le système verbal indicatif et sur le système de certains adverbes de temps à la lumière des relations verbo-adverbiales dans la prose du français contemporain.- Stockholm, Göteborg, Uppsala : Almqvist & Wiksell.- 313 p..
KOZLOWSKA Monika (1998).- « Aspect, modes d’action et classes aspectuelles » pp. 101-121 in MOESCHLER Jacques (sous la direction de.).- Le temps des événements : Pragmatique de la référence temporelle.- Paris : Kimé.- 348 p..- (Publié avec l’appui du Fond national suisse de la recherche scientifique).
MOESCHLER Jacques (1993).- « Aspects pragmatiques de la référence temporelle : indétermination, ordre temporel et inférence » in Langages, n° 112, pp. 39-54
MOLENDIJK Arie (1985).- « Point référentiel et imparfait » in Langue Française, n° 67, pp. 78-94.
PINCHON Jacqueline (1969).- « Problèmes de classification : les adverbes de temps » in Langue Française, n° 1, pp. 74-81.
RIEGEL Martin & alii (1999).- Grammaire méthodique du français.- Paris : PUF.- 646 p..- (« Linguistique nouvelle », collection dirigée par SERBAT, Guy et TAMBA Irène).
VET Co (1980).- Temps, aspect et adverbes de temps en français contemporain : essaie de sémantique formelle.- Genève : Droz.- 185 p.
VET Co (1981).- « La notion de ‘monde possible’ et le système temporel et aspectuel du français » in Langages, n° 64, pp. 109-124.
VET Co (2002).- « Les adverbes de temps » pp. 179-192 in Temps et Aspect : de la morphologie à l’interprétation.- Saint-Denis : Presses Universitaire de Vincennes.- 226 p..- (Collection « Sciences du Langage »).
VETTERS (1989).- « Grammaire générative et textuelle des temps verbaux » in Recherches linguistiques de Vincennes, n° 18, pp. 101-145.
VETTERS Carl (1996).- Temps, aspect et narration.- Amsterdam-Atlanta : Rodopi.- 216 p..- (Collection « Etudes de langue et littérature française », publiées sous la direction de BUSBY, FREEMAN, HOUPPERMANS, PELCKMANS et VET).
VETTERS Carl & DE MULDER Walter (1999).- « Temps verbaux, anaphores (pro)nominales et relations discursives » in Travaux de Linguistique, n° 39, pp. 37-58.
VOGELEER S. (1994).- « Le point de vue et les valeurs des temps verbaux » in Travaux de linguistique, n° 29, pp. 39-57.
VUILLAUME Marcel (1990).- Grammaire temporelle des récits.- Paris : Minuit.- 122 p..- (Collection « Propositions »).
VUILLAUME Marcel (1993).- « Le repérage temporel dans les textes narratifs » in Langages, n° 112, pp. 106-126.
Çavkaniyên li ser zimanê kurdî :
AYDOGAN Ibrahim (2006), Temps, subordination et concordance des temps dans les romans kurdes : étude descriptive sur le système verbal et la subordination temporelle en kurde, thèse de doctorat, Université de Rouen.
AYDOGAN Ibrahim (2006).- « Nécessité d’une approche interdisciplinaire pour l’étude de la langue kurde : identification des temps verbaux », xebata ku bi devkî pêşkêşî Colloque Jeunes Chercheurs en Science du Langage bûye, Coldoc06 : Intra-disciplinarité Extra-disciplinarité en Science du Langage, 14-15 juin 2006, à l’Université de Paris X.
AYDOGAN Ibrahim (2005).- « La naissance et le développement de la prose kurde », xebata ku bi devkî pêşkêşî kongreya AFEMAM’ê ya 2005’an bûye: Musulmans d'Europe et d'ailleurs - Gens d'ailleurs en terres d'Islam, 7-9 juillet 2005, à l’Université de Strasbourg.
BADILLI (1965).- Türkçe izahli Kürtçe Grameri : Kurmancça Lehçesi.- Ankara : Ankara Basim ve Ciltevi.- 192 p..
BARNAS Rojen (1993).- « Kişandin û navlêkirina deman » in Kurmancî, n° 12, p. 5.
BEDIR KHAN Emir Djeladet Ali & LESCOT Roger (1991).- Grammaire kurde: dialecte kurmandji.- Paris: Jean Maisonneuve.- 372 p.
BEDIR KHAN, Kamuran (1989).- Le kurde sans peine: cours pratiques de la langue kurde.- Paris : Institut Kurde de Paris.- 206 p.
BEDIR-KHAN Kamiran (1932).- « Hevxistina Zmanan » in Hawar, n° 3.
BEDIR-XAN Celadet Alî (1998).- Elfabêya kurdî: bingehên gramera kurdmancî.- Istanbul: Doz.- 112 p.
BLAU Joyce & BARAK Veysi (1999).- Manuel de kurde: kurmanji.- Paris: L’Harmattan.- 225 p.
BURKAY Kemal (Baran) (1997).- Dersên zmanê kurdî : türkçe izahli kürtçe dil dersleri.- Istanbul : Deng, 5e éd..- 167 p.
CIWAN Murad (1992).- Türkçe açiklamali Kürtçe Dilbilgisi: Kurmanc lehçesi.- Bälinge (Suède): Jîna Nû.- 224 p..
FATTAH Ismaïl Kamandar (2000).- Les dialectes kurdes méridionaux : étude linguistique et dialectologique.- Leuven : Petters.- 919 p..- (« Acta Iranica », Encyclopédie permanente des études iraniennes).
HACO Zerdeşt (1982/2002).- « Dem di Kurmaciya Bakur de » in Hîwa.
JEMO Mamed (1991).- Le système verbal et la conjugaison des verbes kurdes : La Bescherelle Kurde.- Paris.- (Ev xebat nehatiye çapkirin. Çavkanî : Pirtûkxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê).
JEMO Mamed (1995).- Eléments de la grammaire kurde : kurmandji.- Lille, publication individuelle.-138 p.
KALBASI Iran (1994).- « Essai du comparaison du système verbal des dialectes Kurdes de Mehabad, Sanandaj et Kermanşah » Acta Kurdica, vol XV, London.
KARTAL Huseyin (2006).- Demên kurdî. (amade dibe).
KURDO Qanatê (1990).- Gramera zmanê kurdî: kurmancî, soranî.- Bromma: Roja Nû.- 335 p.
KURMANCÎ : kovara Grûba Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, n° 1-34, 1987-2005.
MOKRI, Mohammad (2002).- « La morphologie du verbe kurde », in Journal Asiatique, n° 290.1, pp. 31-52.
RIZGAR, Baran (1993).- Uygulamali Kürtçe Dersleri: Dersên Kurdî.- London : Lithosphere.- 391 p..
SAGNIC Feqi Huseyn (1991).- Hêmana Rêzimana Kurdî.- Istanbul : Melsa.- 240 p..
TAN Sami (2000).- Waneyên rêzimanê kurdî.- Istanbul: Welat.- 190 p.
TAN Sami (2005).- Rêziman û Rastnivîsîna Zaravayê Kurmancî.- Istanbul: Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê.- 352 p..
TAN Sami (2005b).- « Eta Heyato çawa lê hato! », in Tûrik, n° 26, p. 2.
TAN Sami (2006).- « Di hevokên hevedûanî de ahenga deman », in Tûrik, n° 47 p. 2.
YALÇIN Evin (2000).- Etude comparative de six grammaires récentes sur le système verbal en kurde, mémoire de DREA à l’INALCO.
YALÇIN Evin (2001).- La morpho-syntaxe du verbe kurde, mémoire de DEA à l’Université de la Sorbonne Nouvelle- Paris III.
ZILAN Reşo (1989).- “Reformek Pêwîst e” in BERGEH, n° 1-6.
[1] Ev xebat bi awayê devkî, di Kongreya Kurdolojiyê de, ku di 5-9’ê îlona 2006’an de li Hewlêrê pêk hat, hatiye pêşkêşkirin.
[2] Li ser tasnîfkirina zaravayên kurdiyê gellek nêzîktêdayinên cuda hene ku em ê di vê lêkolînê de nekevin nîqaşa wan. Em tasnîfa Gramera Kurdî ya Celadet Bedirxan û Roger Lescot (1970) bi tenê bi kar tînin.
[3] Di xala 4. ya Qanûna Bingehîn ya Iraqê ya nuh de, zimanê kurdî, beyî ku zaravayek bête destnîşankirin, weke zimanekî fermî yê Iraqê hate qebûlkirin.
[4] Milliyet, 14’ê adara 2006’an.
[6] Rêzimanên sedsala XVII’an hemû ji ber ya latînî dihatin amadekirin.
[7] Gosselin (1996), Sémantique de la temporalité en français, Louvain-la-Neuve : Duculot, 291 r.
[8] Gosselin (1999), pp. 14-15. (Em bi xwe werdigerînin kurdî).
[9] Mînaka Gosselin (1999) û (2005).
[10] Em dizanin ku zimanê devkî û yê nivîskî ne weke hev e. Lê, ji bo nuha, em li ser zimanê nivîskî dixebitin. Yek ji armancên vê xebatê jî ew e ku bi dû re li ser zimanê devkî jî heman modelê biceribîne.
[11] Li gora Yalçin, Feqî Husên Sagniç behsa 15 demên lekeran dike. Lê belê, Sagniç navê 16 deman dide. Ya ku Yalçin nahesibîne ew dem e ku Sagniç dibêje ku bi tenê ji bo lêkerên alîkar yên mîna karîn, zanîn, vîn û wêrîn tê bikaranîn. Em ê vegerin ser vê mijara van lêkeran.
[12] Digel ku Blau û Barak (1999) şayesa şazdeh demên lêkeran dikin jî, ew, di tabloya xwe ya deman ya encamê de (r. 117), bi tenê navê navê sêzdeh heban didin.
[13] Ya rastîn, Tan behsa 19 demên lêkeran dike. Lê belê, ew hin formên lêkeran bi gellek navên cuda ji nû ve şîrove dike (demên bilanî, ên divêtî û hwd.). Li gora van şîroveyan, em fahm dikin ku ew behsa 27 demên lêkeran dike. Em di tabloyê danberhevê de bi tenê behsa wan 19 deman dikin.
[14] Yalçin li ser van grameran xebitiye : Bedirxan û Lescot, Rizgar, Ciwan, Blau û Barak, Badilli, Sagniç.
[15] Em bi xwe navên demên Jemo (1991) û yên Yalçin (2000) werdigerînin kurmancî, ji ber ku ev lêkolîn bi zimanê fransî hatine kirin. r=raburdû, n=nuha, d=dem, ç=çîrokî.
[16] Em ê di vê xebatê de nekevin mijara cudabendiya termînolojiya ku di rêzimanên kurmancî de hatiye bikaranîn. Ji bo vê mijarê, em referansa lêkolîna xwe ya doktorayê didin. Aydogan (2006), Temps, subordination et concordance des temps dans les romans kurdes : étude descriptive sur le système verbal et la subordination temporelle en kurde, thèse de doctorat, Université de Rouen.
[17] Ji bo vê mijarê, em disa referansa Gramera Bedirxan û Lescot (1991) û herweha ya Kamûran Bedirxan (1991) didin. Hirorî (2006) jî di vî warî de bi nêzîktêdayineke zelal behsa mijarê dike.
[18] (K) bi wateya qertafa kesane hatiye bikaranîn. Em ji bo mînakan, lêkera « ketin » bi kar tînin.
[19] Blau et Barak (1999), r. 47.
[21] Blau û Barak (1999), r. 60.
[23] Bedirxan û Lescot (1991), r. 137.
[24] Guentchéva (2004), r. 25.
[25] Guentchéva (2004), r. 25.
[26] Ew bûye mamoste û Ew mamoste bûye, di kurmancî de ne weke hev in. Di mînaka yekem de, guhertina rewşekê ber bi rewşeke din ve heye. Lê di ya duyem de, ew rewş di guhertinekê re derbas nabe.