PAWEN -
  Cihê ku xeyalên zaroktiya min lê binax bûyîn
 
Kulturname Çap bike! Çap bike!
Cihê ku xeyalên zaroktiya min lê binax bûyîn
Mihemed Sanri
»Mihemed Sanri
Gava ku ez çûm li ser wî kevirî rawestiyam, digel pirîskên baraneka hûr, her wekî ji kûrahiya kedereka kûr bê, wesa bayekê sar diherikî; yên çûyîn cihekî xalî û sar li dûv xwe hiştibûn; dil bi tenê û qurçifî bû; mijê kimtên çiyayên li beramber girtibûn; rojeka biharê bû; lê ti biharên vî welatî yên ku ev qes bêdeng û bêxemil nayên bîra min; senfoniya dengên mih û berxan ji zû de xwehafizî li van deran kiribû;  dilê min bi dîmen û dengên zaroktiyê kerî bi kerî bû. Wan dengan her wekî vê gavê di guhê min de bi efsûnî vedida; jiyana modern hemî dengvedanên mirovan îzole kirine, xistine di bin disîplînekê de. 

 

Ez li evrazî û serêjêriyên li himber, zivistan û biharên zaroktiyê geriyam; zivistan, bihar, havîn û pahîz; kirasên spî, sewz û pastelên xezêmî; her demsalêkî bi sedan reng, deng û meqamên vegotina kilam, stiran û destanan hebû; bi qasî klasîkên di Kitêbxaneya Îskenderiyeyê de qewl, hîkaye, çîrok û mamik di şevên zivistanên van wargehan de dihatin gotin.

Her çend nivîs û nexşên li ser berfê ne ji yên li ser xîzê temendirêjtir bûn, lê berf ji hemî defteran bêsinortir bû; ba  dihat, bahoz radibû, tayek li ser tayê berê dibarî, kulavekê spî yê yêkta radida; van gir, newal û betanan piştî hemî firtoneyan kirasê spî bi lez û bez ji xwe dikir, xwe bi xemleka bûkanî ya biharê dixemiland. Hezar reng û bêhnên wan biharan hebûn. Niha bihareka bêdeng, bêreng û bêbêhn. Yên ku çûyîn her wekî  Xidirê  meşhûr gotî;  her wekî destên xwe ji hertiştî şoştîn û hemî zax, xêr û bereketa van erdan digel xwe bûyîbin…

Nayê zanîn gelo ka kevîrekî dî wekî wî di her cihekî dî yê dinê de heye an no; ji wî re tiştekê dî dibêjin lê ez vê gavê ji wî re dibêjîm “Kevirê Germ”; ew ber berberoj e, dema ku tirêjên şefeqê di serê kimtê rizê çiyayan de hildide û ji bo demekê kurt jî be gelek wargeh û kêlan di ber sîha sibehê de dihêlin, tirêja pêşiyê li serê wî dide, zer dike; çar zelam baskên xwe li dora wî vekin dê destên wan bigihîn hev; çalek ya ku bi bi firehî û bi kûrahî qasî bejn û bedena mirovekî li wî hatiye vekirin; gelek diyar e ku ev çal bi her awayî destkariya mirovan e; dorûrûyên wî jî hatine necirandin. Li pişt wî jî kevirek dî  bi qasî bejna sê-çar mirovan bilind û bi firehiya sê werîsan stûr e; binbedena wî wekî ataşgehekê bû, tam sê zarokan xwe tê de vedişart, nimêjgeha li ber wî jî bi têra çil kesan bû. Ji bilî nimêjâ li ber serî, yên çûyîn hemiyan duayek li ber vî kevîr ji yên beriya xwe çûyîn re kirine.

Goristana kevnara ku navê xwe ji wî kevirê ez jê re dibêjim, “Kevirê Germ”, li aliyê çêpê yê kevirî ye û bi berfirehî xwe ber bi jêr dide. Ji sed bavên kevin di vê goristanê de ne. Ya balkêş şehîdên “vî aliyî” û “wî aliyî” yên van salên dawiyê goristan mezin kirine. Tiştek ji mirinên bêwext biêş û girantir tine ye; mixabin tu mirinek biwext jî nîne; lê êşa bedenên ciwan her girantir e; ya hêj girantir ew e ku mirov li himberî ew qes kuştin ker bûne. Dema ku tu li kevirên vê goristanê dinêrî kê ji bo çi kî li kû kuştiye şaxê serê mirovî tê! Bayekî xwîndîtî wekî êşeka giran mirov ker û bêhest kirine; gelek nizar û dar jî digel kuştiyên ciwan hatine kuştin. Li vir, li vî cihê me edeteke kevnar bû, salê carekê piştî rakirina hasilata salê û çûyîna ser rezan di rojek ya pehîza dereng de herkes li ser goristanê kom dibûn, goristan nûvar dikirin, ji miriyên xwe re xêr û xerat dikirin, cenega, nêrî, beran, gîsk her çi şerjê bikirina her tiştê wî li wir diqedandin; jinekê tenê xwe reş girê nedida, hemî jin bi kefiyên spî bûn; ne roja şînê belê roja bibîranînê bû; guh û şaxên daran cihê lehîztoka zarokan bû. Lê kanîn ew dar û nizar? 

Ka ew rojên ku sivoriyan xwe ji wî çiqilê darê diavêt yê dî û qet ti caran lingên wan li erdê nediketin. Ew xewrojkên sivorî û nizaran çend xweş bûn; ji senfoniya bayên guliyan daran xweştir tine bû.

Berqiblet, rojhilat û rojava, bakur, başûr, hemî bergehên xuya dikin; çiya, dol, newal, gir, rastgeh, hemî bûne çol; her wekî mirovekê serqot yê porweşiyayî, tenê hindek mûyên berbelavên kirêt li nav serî mayî, rû lê kirêt û ziwa bûyî; çolkirineka wesa bi bayê bezê. Li gorî qewmê sore xweza jî her wekî mirovan xwedan rûh û hest e.

Çolkirina bi bayê bezê hertişt li ber pêlên xwe xistine; piştî wendabûna bav û kalan, dapîr, xalet û metan, xalan û maman şehguliyên nizarên bivir nedîtî ji zû ve wenda bûne. Ruh çol bûye, mejî hiş çol bûye; bîr û hiş nema ye.

Ew dar û ew nizarên her yek ji wan kesayetiyek bûn xwedanên bîr û bîranderiyeka kûr û şahidên hemî kiryar û fikrên me bûn, dîmenên herî bireng yên xeyalên zaroktiya me bûn, her yek ji wan ji “meydana naqş-î chan” ciwantir bûn, hemî digel çûyîyan çûn. Gotina qebîleya Winnebago ye, dibêje: “Dayîka ax, dar û hemî xweza şahidê kiryar û fikrên me ne.” Şahid ji bîr û dîtinên me re neman. Her wekî ku qatilek ji bo ku ti delîlan li dûv xwe nehêle wesa agirî berde her derî û çolistanekê li dûv xwe bihêle. Dar, nizar dişewitin, mirov dimirin, lê erd çawa wenda dibe, min dît çiya ji heybeta xwe ketibûn, hemî erdên nas wenda bibûn.

Ew darên ku her yek ji wan xwedana çîrokeka bi qasî “tenêtiya sedsalan” bûn, nîfşan li dûv nifşan firavîn li binê wan xwaribûn, wekî reqs û semaya pora dilbera Meleyê Cizîrî bûbûn perdehên evînên veşartî. Ew dar, ew qonax ew çîrok hemî digel çûyiyan çûn; koçber bi hemî barên xwe ve çûne. Ne tenê dar û nizar çûne, kanî jî ziwa bûne. “Kevirê Germ” jî heya ber devî tejî qirş, ax û kevir bûye; xweveşartgeha wekî ataşgehekî jî wenda bûye. Dar û nizar wargehên zaroktiya min ji zû de xwehafizî li van deran kirine û hemî xeyalên zaroktiya min li wir binax bûne.

Min jî xwe di reşetariyekê de dît; lê zarokên rû biken ji nîşkê ve wekî çirûskên kafkaesk reşetarî kun kirin. Wargehekê nû ava bûye digel şîn û şahîyeka nû.  Jiyan çîrokeka herî kevnar e diherike, tarheyên nû dide, hezar û yek derî tên girtin hezar û yek jî vedibin…

 
-----------------------------------

Nivîskar: Mihemed Sanri - mihemedevdila@yahoo.com
Weşandin: 2010-04-19
 

© 2009 Kulturname
URL: http://www.kulturname.com/?p=3181
 
  19901 ziyaretçi  
 
=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=