PAWEN -
  Jinek
 
Prînt bike
Jinek
» Ebru û spehîtiya jinekê
STENBOL, 6/9 2010

Jinek zarokek e, di eslê xwe de ...
Hez dike wekî zarokekê tev bigere.
Dixwaze şefqeta ko zelam dide zarokekê bide wê jî.
Dixwaze zelam wek destê xwe di [serê] zarokekê de bîne, bi tirsa ko wê neêşîne, destê xwe bi wê de jî bîne.
Lê jin wek zarokan tev bigere jî, dixwaze lê bê guhdarîkirin û bal li ser wê be.
Yanî tu dê rêyê bidî jinê ko bibe wek zarokan,
Lê tu qet wê wek zarokan nabînî.

***

Di eslê xwe de jinek bihêz e.
Heta ji zelamekê gelek bihêztir e.
Lê naxwaze her car hêza xwe der bike.
Dixwaze ko hêza zelamî hizûrê bide wê.
Tiştên ko bikare bi serê xwe bike jî hêvî dike ko zelam bike.
Bi vî awayî hem dê hêj pirtir hest bike ko jin e
Û dê hêza zelamî bibîne ka çi qas e.
Lê heke jin bixwaze hêza xwe eşkere bike mirov nikare pêşiyê lê bigire.
Heke tişteka ew bixwaze bike hebe bêguman dê bike.
.......

Jin destgirtî ye di eslê xwe de.
Herûher hezkirin di dilê wê de heye.
Zû bi zû ji hezkiriyên xwe cida nabin. Zû bi zû hezkiriyên xwe naşkênin.
Bi zehmetî hez dike, lê ji dil hez dike.
Da ko jinek bê hir ve û wê ve hez bike
Divêt tişta ko dilê wê pejirandî mejîyê wê jî bipejirîne.
Û heke hez neke hon qet nikarîn bi destê zorê, wê bidin hezkirin.
Belke hon bi rihetî bikevîn di dilê wan de.
Lê heke hon neketibin di mejîyê wê de dibe ko ji nifşkê ve we berde
Bêguman jinên heznekin û digel wê jî terka we nekin hene
Sebeba vê jî ew dilpêvemayina ko nikarin dest jê berdin e
...
Jinek di eslê xwe de bi tenê ye.
Ti caran hon nikarîn hemîya jinekê bi dest bêxin
Dinyayeka wê heye ko li wê derê herûher ew tenê ye.
Destûrê nade ti kesan ko biçe wê dinyayê.
Ti mifte derîyê wê dinyayê venake
Tenêtî cihê xweveşartina wê ye.
Herûher ew biryara xwe dide ko dê kengê biçe cihê xweveşartinê û dê çi qasê bimîne.
Heke di dema ew li cihê xwe yê veşartinê de tu li wê bikî zorî û tu wê derbiêxî, tu dikarî hetahetayê wê winda bikî.
....

Jinek zanîn e, di eslê xwe de.
Zelam nikare hizir û xeyal bike ka dê çi bike
Hedê afirandinê li nik wê nîne
Lê da ko wê eşkere bike li hêvîya malxwê xwe dimîne
Bêhesab xerc nake afrînêrîya xwe, tenê ji malxwê xwe re dihilîne.
Heke we karibe hon bibin malxwêyekê ji dil yê jinekê, hon gelek bişans in,
Ji ber ko jiyana we dê ti caran ne ji rêzê be.
...

Jinek jînek e, di eslê xwe de.
Ji ber ko tiştên ji nava jîyanê tenê dema ko jin tê de bin biwate ye.
Xwarin xwarin û av vexwarin jî tê de.
Gelo hon dikarin ferqa tahma piyanek ava jinekê dagirtî û hon ji xwe re dagirîn bizanîn?
Heke hon bizanin, dilşadiyeka mezine e ji we re, heke hon nezanin hon najîn.

***
Ji nivîsên bijare yên Can Dundarî
Wergêr: Mirad Gundikî
 
  31911 ziyaretçi  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol