PAWEN -
  Biserketina kurdan
 
Biserketina kurdan
» Mumtazer Turkone
STENBOL, 17/8 2010 — Bêyî ko em di nava hûrgilîyan de bixewirin ka em li bersiva vê pirsê bigerin: ”Gelo ji ber çi PKK-ê agirbest îlan kir?”

Heke em bixwazin bersiveka rast bibînin, divêt em serdeyî encameka têkildara bersiva vê pirsê bibin: ”Gelo ji ber çi PKK-ê 1-ê hezîranê şer îlan kir?”

Bersiva wê holê ye: PKK-ê ji bo armancên xwe yên di taktîka wan de ye, şer da destpê kirin, paşê rasta berxwedan û zexteka mezin hat.

Talîya paşîyê li pêşberê wê berxwedan û zextê de stoyê xwe li ber nîrî dirêj kir û teslîm bû. Ji bêçaretîyê mecbûr ma ko agirbest îlan kir. Ew îradeya ko agirbest li PKK-ê da kirin, ne îradeyeka ji rêxistina wan e. Bi lihevhatineka bi alîyê dewletê yê ko paşgotinî pey tên kirin re jî nikare bibe sebebê vê agirbestê.

Biserketineka artêşa tirkan ya ko bikare wan bîne ber nîr jî pêk nehatiye. Da ko em li wan aktorên navneteweyî binêrîn jî divêt di wan şertên dî de guherînek çêbûyî be. Ê nexwe kî? Gelo PKK-ê li pêşberê kîjan berxwedanê stoyê xwe li ber nîrî dirêj kir? Ka kîjan îradeyê PKK mecbûrê agirbestê kir?

Bersiva rast ya vê pirsê ji ber ko rêya çareserkirina pirsa kurdî eşkere dike, gelek biqedir û giring e. Ew qasê giring e ko aştî û aramî heke li ser vê pirsê bê ava kirin dikare pêk bê.

Ew giftûgoyên li ser agirbestê tên kirin pirtirîn neliberketî ne, tenê yêk bersiva pirsa me heye: Kurdan stoyê PKK-ê li ber nîr re dirêj kir. Kurdan li PKK-ê şidand ko agirbest îlan kir. Ev agirbesta ko PKK-ê îlan kiriye, ya herî rast ew e ko em vê wek biserketina kurdan ya li pêşberê PKK-ê de şîrove bikin.

Gelo kîjan kurd? Ne yên me an jî yên wan. Ew kurdên ko pirsgirêkên ji ber kurdbûnê, di jiyana xwe ya rojane de dijîn in. Ew kurdên ko dixwazin wek kurdekî/ê hebin û bijîn. Ew kurdên ko çareserkirina pirgirêka kurdî wek armanca bingehîn dibînin. Kurdên bi pirsgirêka kurdî birîndar bûyîn û mixatebê çareserkirinê ne.

31-ê gulanê piştî liserdegirtina li Îskenderûnê, li dijî şidetê îradeyeka bihêz ket dewrê. Rêxistinên civakê yên sivîl li Diyarbekirê, li Mêrdînê, li Batmanê û li Wanê bi daxuyanîyên hevpar bangî PKK-ê kirin ko dest ji şerî berde. Wan daxuyanîyan ji ber ko aqilê selîm û wijdana kurdan temsîl dikir, gelek deng veda. Bi cesaretê li pêşberê şidetê sekinîn. Û taliyê şidet sekinandin.

Divêt her kesê/a ko ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî serê xwe diêşîne vê cesaretê, aqilê selîmêyê û wijdanê bibîne. Ji ber ko aştîyê vê wijdan dê li xwe rabigire.

Ocalan dema ko roj biqede, ji me re dibêje “ka lê binêrin ez ê ji tavê re emir bikim ko dê biçe ava.” Gelo tişta ko ji hevdîtinên parêzerên Ocalanî yên herdemî re bûyî asteng henegeka berîvala bû, an jî ji bikêrnehatîbûna dewletê bû? Lê tiştek nîşanî me kir ko bêyî destûra Îmraliyê agirbest dikare bê îlan kirin.

Di kongreya civaka demokratîk de hevserokkirina Ahmet Turkî û Aysel Toglukê ji bo dermankirina wijdanan bû. Ev şideta ko dom dike PKK-ê çêkir; lê agirbest destxetê kurdan e. Ev berhem ne ji ber nerînên partîyeka sîyasî, mesela BDP-yîtî an jî AKP-yîtiyê ye lê tenê ji ber ”kurdbûnê ye ko kurdan digihîne hev.” Hewildanên Yuksel Genç, Galip Ensarooglu, Selahattin Çoban, Şah Îsmaîl Bedirhanoglu, Raif Turk, Emin Aktar û Samet Uçamanî da ko bibin dengê wijdana hevpar ya kurdî bûn.

Belkî ya herî giring, dijî derketina novîsara Cengîz Çandarî ya ko navê "Kürt sokağı" –yê lê kiriye, yên ji vê wijdanê re vekirî cihê xwe tê de dîtin.

Divêt yên herî zêde bala xwe bidin vê rewşê ew kesên li dijî hev bin. Ev rewş pêşiya her tiştî gotina serokê MHP-ê ya ”rêlibervekirina demokratîk dê Tirkîyeyê parçe bike” xera dike. Nîyeta ti kesî ya parçekirina Tirkîyeyê nîne. Tam berevajîyê wê jiyîna kurdan ya wekhev û birûmet piştsaxlemîya bihevvebûnê ye.

Ev wijdana kurdî ya ko derketî ye, hêviyên ”rêlibervekirinê” jî tê de ye. Divêt rêlibervekirin bi gavên gelek wêrek û xudanîdia dom bike.

Wê agirbestê îspat kir ko îradeya kurdan ya azad ew hêz e ko dê terorîya PKK-ê biqedîne. Rastiyeka giring nîşanî yên serê wan tevlihevbûyî jî kir ko: Divêt em qîma xwe li kurdan bînin. Niho gavavêtinên em bawerîya kurdan bistînin dikeve bara me. Divêt ev wijdan bêgerew nemîne.

Zaman, 17/8 2010
Werger: Mirad Gundikî
 
  19901 ziyaretçi  
 
=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=