PAWEN -
  Îniya reş – ez ji tirkîtiya holê şerm dikim
 
Îniya reş – ez ji tirkîtiya holê şerm dikim
» Ahmet Altan
STENBOL, 12/12 2009

Bi vî hikmî ev welat parçe-parçe kirin.

Û da vê tiştê bikin jî ewqasê lez kirin ko ti pakî li qanûna esasî ya ko dibêje “ti biryarên binasê (sedemê) wê nehatî nivîsandin nayê eşkere kirin” nekirin.

Ma em dê baweriya xwe bi dadgeha ko ti pakiyê li qanûna esasî nake biînin?

Kurd ji sîyasetê avêtin.

Kurd dê bi kû ve biçin, dê baweriya xwe bi kê biînin ?

Bi salan we ev mirovên he pelixandin, bi salan we îşkence li wan kir, we di kolanan de ew kuştin, we gundên wan şewitandin, we malên wan serûbin kirin, zimanê wan qedexe kir.

Ma ne bes e (ma têrê ne kir)?

Vêca niho hon, wan ji siyasetê derdiêxin.

Bila Ahmet Turk nebe ko rûyekê aştîxwaz bila wenda bibe ji nava siyasetê.

Ma ji qanûna esasiyeka ko bi darbeyê hatiye dê çi jê bê hêvî kirin?

Aştî pelixandin û çûn.

Ne tenê DTP mehkûm kirin, ev welat jî mehkûm kirin.

Ji êşê, xîzaniyê, dijminiyê û ji bêbaweriyê re kirin mehkûm.

PKK-yê beytişe ji xerakirina aştiyê re lez kir, piçekê bisekiniyan ji xwe hinekan dê ew li Enqereyê ji wan çêtir jî bikira.

Ji me re hêvî heram e.

Ji me re xeyal heram e.

Ka kîjan ciwanê kurd dê careka dî baweriya xwe bi vî welatî biîne?

Ka kîjan mirovê kurd dê careka dî baweriya xwe bi ‘edaletê biîne?

Ma nahizire ko her tişt xapandinek, virek (derewek) û jirêderêxistinek e?

Ma bi holê hizikirinê ne biheq e?

Em hati bûn li tenişta hizûr û aştiyê, tilîyên me ji hêvîyekê girti bû.

Gelo niho, ew ciwanên ko hêvîyên wan ji siyaset û ‘edaletê nemane dê çi bikin?

Ew kesin kom bi kom biçin çiyayî ka kî dê ji vê berpirs be?

Ka kî dê baweriya pê biînin ko li Tirkiyeyê ‘edalet li halê wan dipirse, kî dê baweriyê bide wan?

Tirkîtî ev e?

Ma tirkîtî, ti pakîyê li hiqûqa xwe nekirin, hemwelatiyên xwe bêxwedî hêliştin û welatê xwe ji serdestîtiya çekan re hiştin e?

Ger tirkîtî ev be, ez ji tirkîtiya holê şerm (fedî) dikim.

Dadgeha qanûna esasî bi “tevaya dengan” biryar daye.

Ya li wê derê biryarê dide ne dadgeh e, ew dadgerên “tirk” in.

Hemî kurd dê vê holê bibînin ko dadgerên tirk kurd ji siyasetê avêtin.

Ma bi welê dîtinê neheq in?

Ma li dadgeha qanûna esasî kesekê ko bibêje “ez kurd im” heye? Ma li dadgeheka ko tenê kurdek jî lê nebe dikare biryarên ‘adil ji kurdan re bide?

Kurd hemwelatiyên vî welatî bin, çira dadgerekê ko li dadgeha qanûna esasî bibêje ez kurd im nîne?

Kurd ne hemwelatiyên vî welatî ne, ji xwe pirsgirêk jî ev e, tirk hemwelatiyên vî welatî ne, “kurd nikare hem bibe kurd hem jî hemwelatî”.

Ewqasê tehdayê li wan mirovan dikin ko, dê an dest ji kurdîniyê an jî ji hemwelatiyê biberde.

Dest ji kurdîniyê bernadin.

Ma çira bila dest jê berdin?

Tirk dest ji tirkîtiyê bernede ma çira bila kurd dest jê berde?

Hingê hon tehdayê li wan dikin ko dest ji hemwelatîtiyê berdin, hon vê dikin, hon ji hev dikin, hon ji nava xwe derdiêxin, hon ji wan re dibêjin “here”.

Hon rêya siyasetê digirin, rêya hiqûqê digirin hon ji wan re ji bilî çiyayî ti rêyê nahêlin.

Ya hon ji kurdan re dibêjin ev e “an tê ya min bikî û bibî tirk an jî tu dê li çiyayan bimirî”.

Jû paşê hon dibêjin çima çûyine çiyayî û hon xwe ji wan ‘aciz dikin.

Kurd daxwaziyên xwe û xwestinên xwe dê çawa û li kû derê bibêjin.

Dengê van dê li kû derê derbikeve.

Hon dibêjin “bila deng ji wan dernekeve”

Hon nikarin gelekê bêdeng bikin, ji vê re jî ne mafê we û ne hêza we heye.

Hon aştiyê dikujin.

Îro ez kurdek im, dilê min wek mala şînê ye, hêvîyên min, xeyalên min, wek odeyên bêronahî, tarî ye, ez dê birûnim û li ber xwe bidim. Pêşiyê dê mumekê pêbiêxim.

Ronahîyeka qels, biçûk û birecîfek.

Û paşê ez dê bi hêvîya dîtina wan ronahîyên dî bimînim.

Ji her wijdanekê ronahîyek dê derbikeve û em dê ji wan ronahiyên biçûk û birecifek ronahîyekê, hêvîyeka nû û xeyalekê çêbikin.

Hingî hon bikujin em dê vejînin.

Serkanî: Taraf, 12/12 2009
Werger: Murad Gundikî
 
  19901 ziyaretçi  
 
=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=