PAWEN -
  Gotin û he gotin
 
Gotin û he gotin
» Ahmet Altan
STENBOL, 15/8 2010

Em ê bêjin rêxistineka wek PKK-ê nîne.

Em ê bêjin şer jî nîne.

Lê bîst milyon kurd xemgîn in û aciz in, ji ber ko nasnameya wan, çanda wan û zimanê wan nehatine pejirandin.

Qey ev welat, ev komar û ev civak li çareserîyeka pirsgirêka bîst milyon hemwelatîyên xwe nagere?

Qey şer nebe, xemgînîya van mirovên henê ti nabe sebebê pirsgirêkan?

Ma ev komar bi vê rastiya xwe ko sêyê yekê mirovên wê ”bêhizûr û bêbawerî” ne, dikare bijî?

Ma civakeka holê jehirdar nabe?

Li ser zordarîyê, şerî û çekan em nasekinîn û em diaxêvin lê em li ser çareserkirina pirsgirêkên van mirovan naaxêvin.

Hindek ji kurdan dibêjin pisgirêk dê bi ”federasyonê” hindek jî ji dibêjin dê bi ”otonomîyê” çareser bibe.

Gelo ji ber çi em minaqeşeya van tiştan dikin?

Gelo hon dikarin daxwaza bîst milyon insanan neyî bihesibînin?

Li wê derê pirsgirêkeka tirtire heye.

Gelo sîyaset ji bo çareserkirina pirsgirêkan hebe, ma ne divêt van partîyên sîyasî hemîyan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêşniyar û proje hebin?

Kanîn ew çareserkirin?

Her ew tişt ji bo qanûna esasî jî heye.

Em ê bêjin AKP nîne.

Em ê bêjin referandum jî nîne.

Gelo em ê bi qanûna esasî ya 12ê îlonê re bijîn?

Gelo em ê di nava vê dezgeha ko artêşê û dadgêrîya sereke ji dadê û civakê cida dike de êxsîrîya xwe bidomînin?

Gelo pêşniyarên partîyên sîyasî ji bo guhertina qaûna esasî dê nehebin?

Kanîn ew pêşniyar?

Kanîn reşbelekên partîyan yên alternatîfên qanûna esasî?

Ka guhê xwe bidin minaqeşeyên li ser referandûmê.

Gelo bi ûslûbeka ev qas bêserûber û bi gotinên ev qasê bêwate pirsgirêk çareser dibe?

Şerekê ”birkê” [havuza Kiliçdaroglu û ya Erdoganî] heye û didome.

Gelo hon li her deran birkan çêkin an jî hon hemîyan xera bikîn, çiyê bêt guhertin.

Ev ê kîjan pirsgirêka qanûna esasî çareser bike?

Gelo hon PKKyê ji binî ve neyî bikîn dê çi bibe?

Gelo bi wê, we yê çareserîyeka çawa ji xemgînîya kurdan re dîtibe?

Pirsgirêka kurdî û guhertina qanûna esasî du pirsgirêkên tirkîyeyê yên bingehîn in.

Ev herdu pirsgirêk jî tê û tê dibe ”minaqeşeya AKPyê”.

Mirov dibêje ”pirsgirêka kurdî”, wek herweko pêşiya rêlibervekirinê pirsgirêka kurdî neyî, dibêjin ko ” AKPyê rêlibervekirina kurdî xelet çêkir ji ber wê yekê pirsgirêk heye”.

Mrov dibêje ”guhertina qanûna esasî”, dibêjin ko ” heke qanûna esasî bê qebûlkirin hêza AKPyê dê di sîyasetê de zêdetir bibe”

Tu li van mirovan binêrî pirsgirêka wan ya ji pirsgirêka kurdî jî û ya ji pirsgirêka qanûna esasî jî mezintir pirsgirêka AKPyê ye.

Bêguman pirsgirêk ne pirsgirêka kirinên AKPyê ye lê karê wan li danîna ber çavan ya welê de heye.

AKPya mûhafazakar ji bo hewildanên guhertinan pêşîkêşiyê dike, ji ber ko ”ew kesên ko AKP wan demsîl dike” da ko dewlemend bibe û bi pêş bikeve hewceyê ”hizûr û aşitîyê” ne.

Nûdewlemendbûyîyên Anadolûyê da ko pirtir çêke û bifiroşe, da ko pirtir li dinyayê belav bibin hewceyên dereka pirsgirêkên wê hatî çareserkirin in.

Ev ekonomîya nû di vê desgeha îro de cih nagire.

Ji bilî wê jî kurd di vê desgehê de diêşin.

Tişta ko min fên nekirî çima kurdên ko di vê desgehê de cih nabin û êşê dikêşin û mûhafazakarên Anadolûyê ji ”guhertinê” re îtîfaqê nakin.

Ji alîyekê ve demarên ”neteweperestiya” mûhafazakarên Anadolûyê dibe asteng, ji alîyê dî ve hesabên elîtên sîyasî yên kurdan di navbera nêzîkêhevbûnê de dîwarekê dihone.

Çareserî di dolabeka xwedîyê du qulf û du mifteyan de ye û herdu ”girse” hewil didin ko bi serê xwe û bi mifteya xwe wê veke.

Ev çênabe.

Divêt herdu alî jî mifteyê biêxin bi kulfê re û bi hev re ba bidin.

Gelo dikarin vê bikin?

Madem heta niho nekirîne nexwe hê jî ji êş û acizîyan bêhnteng nebûne.

***

Nivîs: Ahmet Altan, Taraf, 14/8 2010
Wergerandin: Mirad Gundikî
 
  19901 ziyaretçi  
 
=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=