PAWEN -
  15 têbînî li ser zihniyeta teng ya Ilker Başbug û Işik Koşanerî
 
15 têbînî li ser zihniyeta teng ya Ilker Başbug û Işik Koşanerî
» Hasan Cemal
Bi vê zihniyeta evqasê teng îşê Tirkîyeyê bi rastî jî zehmet e!

STENBOL, 29/8 2010 — Min roja îniyê ho baş dêna xwe da ser seremonîya destguhertina dethilatdarîya serokerkanîyê ya orgeneral Ilker Başbug û orgeneral Işik Koşanerî û têbînî nivîsandin.

Em bên encamên ko ez gihayîmê...

Mirov dikare li 15 têbînîyan kom bike:

1. Bi vê zihniyeta evqasê teng bi rastî jî îşê Tirkiyeyê zehmet e.

2. Heke fermandarên sereke, bikarin li pirsgirêkên Tirkîyeyê yên bingehîn holê binêrin û vê bidomînin, heke ev mejîyê henê bikare derbasî asta kêmtir yên fermandarîyên hêzên Tirkîyeyê yên çekdar bibe, hingê divêt yên vê dewletê bi rê ve dibin û dê bi rê ve bibin rûnin û bihizirin.

3. Di ser re jî divêt bi ciddiyet bihizirin. Ji ber bo nimûne da ko pirsgirêkeka wek pisgirêka kurdî dijwar çareser bikin, ti çareyên wan yên ji bilî guhertina mejîyê eskeran ya li dijî derketina li guhertinê re nîne.

4. An jî ev mejîyê eskeran yê holê, dê wek berê kadirên siyasî yên sivîl bêxe destê xwe de û dê pirsgirêka kurdî biqerisîne ko pirsgirêka kurdî wek kanîya pirsgirêkên Tirkiyeyê dikare bê hesibandin.

5. Ev pirsgirêka kurdî ji avakirina Cimhurîyetê heta niho di bin destê eskeran de ye, piştî salên 1980-yê karîbe bi kîn û şiddetê zexm bibe, bara mezintirê ya di vê meseleyê de mejîyê eskeran yê ji guhertinê re girtî ye.

6. Heke mejîyê tirkan yê holê ji guhertinê re girtî neyê guhertin, herçiqas gotinên wek ”em vî welatî nadin parçekirin” bila çiqas bên gotin, li vî welatî cidaxwazî dê wek berê xurt bibe.

7. Ez li axaftinên Koşaner û Başbug paşayan dinêrim û bêjeya kurd carekê jî di nêv axaftinên wan de nabore. Mirov nekare qene navê pirsgirêkê jî lê bike, nekare navê kurdan hilde, ev nêrîna ji guherînê re evqas girtî, dê pirsgirêka kurdî jî û pirsgirêka PKK-ê jî kûrtir bike.

8. Di herdu axaftinan de jî sê qaîdeyên salên 1920-ê tên dubare kirin: dewleta netewî, dewleta ûnîter û dewleta laîq ... Erê baş e lê, ev hişkatîya van te‘rîfên serê sedsala borî , ma xwe bi nedîtinê ve dikin ko ew di derheqê nasnameyan, olan, laîkî û têkilîyên ol û dewletê de dibe sebebên pirsgirêkan?

Bo nimûne ma ne seqetîya van te‘rîfên digotin kurd nînin bûn ko pirsgirêka kurdî derketiye holê?

9. Ev te‘rîfên henê piştî şerê cîhanê yê didoyê bi taybetî bi Yekîtîya Ewropayê dest bi guhertinê kir û xwe li gor pêwîstîyên demokrasî, mafên mirovan û rêbazên azadîyê guhert. Ji vî alîyî ve, bo nimûne belke em vê gotina serokkomarê ko 14 salan Fransa bi rê ve birî ya Mîtterandî ya di 1982-yê de gotibû bînin bîra xwe: ”Me yekîtîya Fransayê heta îro jî bi birêvebirîya ji yek destî parast. Lê ji îro pê ve heke [em bixwazin] ev yekîtî bidome divêt em berevajîya vê bikîn û li şûna birêvebirîya ji yek destî, divêt em birêvebirîyên herêmî xurttir bikin.”

10. Li Tirkîyeyê esker ji tirsa parçebûnê her li dijî reformên li birêvebirîyên herêmî derketin. Lê ti tişt nehat guhertin. Tevgera sîyasî ya kurdan ji sindoqên hilbijartinê şaredarîyên başûrê rojhilatê bi dest xwe xistin.

11. Ez li axaftinên Koşaner û Başbugî dinihêrim, carinan bi eşkereyî û carinan ji xef ve bi awayekê rexneker li Yekîtîya Ewropayê û mejîyê wê yê guherînê dinêrin, ko ev bala min dikişîne.

12. Ji ber erdnigarîya Tirkîyeyê, nêzîkatîya wê ya bi wan herêmên dikare tengezarîyê bide û heyîna wê ya taybet, divêt ho baş bê dîyar kirin ko li gor gotina Koşaner paşayî ”bo xatira guhertinê, guhertin nayê kirin”.

13. Orgeneral Başbugî dîyar kir ko heta serê sala 2000-ê jî berxwedana dijî PKK-ê baş diçû lê piştî 2004-ê PKK ber bi serketinê çûye.

Sala 2004-ê salek diring e.

Salên 2003-yê û 2004-ê hikûmeta Erdoganî dest bi reforman kiribû û ji Yekîtîya Ewropayê wext ji mizakereyan re veqetandibûn. Di vê beşa axaftina Başbugî de jî ew ji binve-binve rexneyê li Yekîtiya Ewropayê û hikûmetê dike.

14. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurdî, ji alîyekê ve bi rêya ji çekan cidakirina pirsgirêkê û ji çîyayî anîna yên li çiyayan e. Ji bo vê jî li şûna mirov ji ”sîyasîbûna” pirsgirêkê bitirse divêt mirov rêyê jê re veke. Delîlên hizreka holê di herdu axaftinan de jî nebûn. Berevajîya wê ji tirsa ji ”sîyasîbûnê” hebû.

15. Taybetî axaftina serokerkanê eskerî yê nû orgeneral Koşanerî alîyê sîyasî nîvê pirtirê axaftinê bû. Ne wek axaftina eskerekî, wek sîyasetmedarekî bo nimûne wek ya wezîrekê derve bû. Koşaner paşayî hima bêje rêya kiryarên pêwîst didanî ber Erdoganî ko di demokrasîyan de ev ne îşê eskeran e.

Encam:

Pirsgirêka eskerî nehatiye çareser kirin û didome.

Yekşema we baş be!

Serkanî: Milliyet, 29/8 2010
Wergêr: Mirad Gundikî
 
  31897 ziyaretçi  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol