PAWEN -
  Şampîyonîya cîhanê û biserketina "Total Footballê"
 
Şampîyonîya cîhanê û biserketina "Total Footballê"
» Mustafa Aydogan
Min xwe da benda fînalê

SWÊD, 14/7 2010 — Nêta min hebû ko ez vê care jî bi kêf berê xwe bidim vê şampîyonîya cîhanê (ŞC) ya fûtbolê û dû re jî di nav re his û hizrên xwe binivîsim û biweşînim. Lê kalîteya maçan, performansên fûtbollîzan, kêmbûna pozîsyonan, êrişên neorganîzekirî, lîstikên li ser bingehê bergirîyê, gazindên ji dengê vuvuzelayê û awayê minaqeşeyên li ser wê, nerazîbûna li hember jabulanîyê, dadwerên ji dadmendîyê bêpar û hwd kêfa min li min şikand. Loma min xwe da benda finalê û va niha wek fûtbolhezekî, ez ê xwe bispêrim sebira we û hin hizir û têbînîyên xwe li vê derê rêz dikim ko berî dîyardeyên navbihurî yên kêfşikên bi awayê çend nivîsan hatibûn hizirandin.

Fûtbol îroj ne bi tenê fûtbol e, lê dîsan jî lîstikeke pir xweş e

Tevî ko gelek kes dizanin, fûtbol îroj ne bi tenê fûtbol e, ew ji derveyî armancên xwe yên sportîf, ji bo pêkanîna hin armancên din jî tê bikaranîn û li paş dîmenên şampîyonîya cîhanê yên biheytehol û dilkêş hin rastîyên din veşartî ne jî dîsan di cîhanê de lîstika herî xweş, herî balkêş û ya xwedîya hêzeke efsûnî fûtbol e û ji alîyê hejmara bîneran ve jî hê alternatîva wê peyda nebûye û herweha pir zehmet xuya ye ko lîstikeke din karibe bi qasî wê bike ko ji her çîn û kategorîyên civakan, çavên bi milyaran mirovan dagerin ser wê, bi milyaran mirov ji bo temaşaya wê bicivin û dilên bi milyaran mirovan ji bo wê bi hevdu re lê bidin.

Loma tevî hertiştî jî fûtbol dîsan lîstikek e. Fûtbol lîstikeke pir xweş e. Her çi qasî îroj ev lîstik -wek li jorê jî hat dîyarkirin- ji bo armancên cuda jî tê bikaranîn û em nerazîbûna xwe li dijî wan armancan nîşan didin ko ew awayên bikaranînê vê lîstikê bi xwe dilewitînin jî em dîsan bi fûtbolê kêfxweş dibin, sebira xwe pê tînin û pê bextîyar dibin.

Helbet, hêjayî gotinê ye; bo nimûne, li lîga Tirkîyeyê gava fûtbollîzên ko piştî golkirinê berê xwe didin bîneran û silava leşkerî didin jî fûtbolê dilewitînin û bînerên ji vê reftarîyê re li çepikan dixin, meşqker, birêver û çapemenîya ko pesinên wan didin jî heman fonksîyonê dilîzin. Ev bi xwe jî nîşana wê yekê ye, bê mirov fûtbolê çawa dikare ji çarçoveya lîstikeke estetîk derxîne û ji bo armancên qirêj bi kar bîne.

Wekî din jî divê em qebûl bikin ko ev lîstika em pir jê hez dikin, êdî endustralîze bûye û ekonomîya wê êdî bi reqemên mezin tê bilêvkirin. Loma gava mirov şampîyonîya cîhanê bi tenê bi alîyê wê yê sportîf ve bibîne, hingê mirov dê wêneyekî kêm bibîne.

Hêsirên bextîyarîyê li ser bingehê xemgînîya hinin din diherikin

Me got ko fûtbol tevî hertiştê dîyarkirî jî lîstikeke xweş e, mirov pê kêfxweş dibe. Lê ya herî neçê ew e ko divê ev kêfxweşî li ser bingehê xemgînîya hinin din be, ev bextîyarî li ser bingehê têkçûna hinin din be. Mixabin, ekvasyona wê weha hatiye danîn. Carinan, gava hinin ji kêfan hilor dibin, hevdu himbêz dikin, hêsirên wan ên bextîyarîyê diherikin, hinin din wek ko xanîyê wan bi ser serê wan de hatibe xwarê, wek ko felek li serê wan gerîyabe, dikevin ber pêlên xemgînîyê û heta demekê bi ser hişê xwe ve nayên. Ew jî hêsiran dibarînin, lê hêsirên wan yên liberketinê ne, yên têkçûnê ne. Bo nimûne; piştî maça fînalê, spanyayî li meydana fûtbolê hem dikenîyan û hem jî digirîyan, hollandîyan jî hêsir dibarandin. Gava Iniestayî çav li serê xwe kirin ecêb, hingê çavên Robbenî jî ji girîyî sor bûbûn. Lê hêsirên Iniestayî yên biserketinê bûn û yên Robbenî yên binketinê bûn. Ken û girîyê ko ji ber zorbirinê tev li hevdu bûbûn, xweşîyek dida spanyayîyan û hêsirên ji ber zorçûnê jî hollandî bi ber bayê xemgînîyeke dijwar dixistin. Loma li gor hinan, kêfa li ser bingehê xemgînîya hinin din, ne dadmendî ye, neheqîyeke mezin e. Lê li gor hinin din jî divê mirov li encama pêşbirkeyên sporê bi vî awayî nenêre, lewra ev encameke asayî ye û tu tiştek ji destê mirovî nayê ko vê ekvasyonê bi awayekî din biguharîne.

Şampîyonîya cîhanê ya fûtbolê

Şampîyonîya cîhanê ya fûtbolê hertim hiseke cuda li ba mirovan peyda dike. Yên ko ji bo vê lîstikê eleqeyeke wan a zêde tune be jî her ji çar salan carekê dikevin ber pêla kelecana vê şampîyonîyê. Yên ko gelek caran ji ber hezkirina min a vê lîstika efsûnî, rexne li min girtiye jî di rojên şampîyonîya cîhanê ya fûtbolê de, ji min rewşa taximan dipirsin û carinan jî tên ba min û em bi hevdu re berê xwe didin maçan. Ango gelek kesên ko heta demekê xwe ji vê lîstikê bi dûr dixin jî her ji çar salan carekê nikarin xwe ji pêlên kelecana vê lîstikê biparêzin û yên ko carekê tahma vê lîstikê stend û bi xweşîya wê şad bû, êdî çû jê de!

Lê di vê şampîyonîya cîhanê de, mirov dibêje qey gilî û gazind ji fûtbolê bêtir derketin pêş. Lewra ji fûtbolê bêtir vuvuzela, ji teknîk û sîstemê bêtir Jabulanî, ji performansê bêtir dadwerên ji dadmendîyê bêpar bûn mijarên minaqeşeyan. Tew gava kalîteya fûtbolê ya hêvîkirî jî xuya nebû, êdî gazind li dû hevdu rêz bûn. Lê heger mirov bibêje ko ev şampîyonîya cîhanê ya fûtbolê bi tenê dê bi gilî û gazindan di bîra me de bimîne, hingê dê neheqîyeke mezin be. Ji ber ko ev şampîyonî li gel jabulanî, vuvuzela û dadwerên neheq, dê bi dîyardeyên xwe yên fûtbolê yên balkêş, bi rengên xwe yên cuda, bi lixwekirinên bîneran yên rengorengo û hwd wek baxçeyekî cîhanî yê kulturên cuda jî di bîra me de bimîne.

Ka em ji gazindan dest pê bikin û heta fînalê bi vê şampîyonîyê dakevin.

Jabulanî

Vê şampîyonîya cîhanê ya fûtbolê bi gilî û gazindan dest pê kir. Ji xwe, hinan hê berî destpêkirina şampîyonîyê gazind ji gogê, ango ji Jabulanîyê kiribûn. Temaya lîstika fûtbolê ya bingehî gog e. Yên ko bi vê gogê dilîzin jî fûtbollîz in. Lê di vê şampîyonîyê de, gelek fûtbollîz hebûn ko ji goga şampîyonîya cîhanê ya 2010an ne razî bûn. Serokê UEFAyê Platînî jî piştgirîya fûtbollîzên nerazî kir. Bi hatina taximên welatan re ya bo Afrîkaya başûr, dengê nerazîbûnê bilindtir bû. Lewra heta niha dihat gotin; ”top gilover e”, lê me bi vê şampîyonê re bihîst ko êdî fûtbollîz dibêjin; ”top zêde gilover e”. Lê heçî goga fînalê ye, ango Jo’bulanî ye, li hember wê dengê tu gazindan nehat bihîstin.

Vuvuzela

Bi destpêkirina maçan re dengê vuvuzelayê jî ket rojeva cîhanê. Piranîya mirovan rexne li vuvuzelayê girt. Ji xwe, dengê wê dişibîya dengê mêşa di kewarê de dikir vinginî û tew gava bi hezaran vuvuzela digihştin hevdu, êdî vinginîya ji kewarekê çi bû, hingê hemû dengên ji kewaran digihiştin hevdu û wek vinginîya ji mêşildanekê deng derdixist. Ya herî giring jî dengê wê dengekî xerîb bû û bala bîneran ji fûtbolê bêtir dikişand. Hin bi rastî eciz bûn û ji ber vê ecizîya xwe rekasîyoneke mirovî nîşan da. Hinan ji ber ko tiştekî weha di kultura wan de tune bû, bi çavekî piçûk berê xwe da vê pirsê. Lê hinan jî ecizîya xwe bi awayekî pir dijwar dîyar kir û heta got ko divîya FIFAyê vuvuzela qedexe bikiraya. Helbet ez ecizîya ji ber dengê vuvuzelayê heta dereceyekê fahm bikim, divê ez li xwe mikur bêm ko ez bi xwe jî ji dengê wê pir eciz bûm. Lê divê ez bibêjim ko qebûlkirina qedexeyan û tew di rexneyan de xuyabûna nîşanên piçûkdîtina kulturên cuda, ji bo kê hêsan bin jî, ji bo me kurdan nikarin ew qasî hêsan bin. Lewra me ji ber qedexebûnê pir kişandiye û herweha me ji xelkên din hertim daxwaz kiriye ko divê ew bi çavekî piçûk li kultura me nenêrin, li hember kultura me ya cuda erênî bin, xweşbîn bin û wê wek rengekî ji rengên kultura cîhanê qebûl bikin. Mala Xwedê ava be ko FIFAyê vuvuzela qedexe nekir û rê neda metodên hêsan ko gava mirov ji tiştekî eciz bibe û ew hêza wî jî hebe ko karibe wê qedexe bike, hingê divê mirov wê qedexe bike. Bi ya min, divîyabû em li hember binecîyên Afrîkaya başûr û çanda wan a cuda bitoleranstir bûna. Ez reaksîyonan normal dibînim, lê divê mirov li ser wan reaksîyonan baş bihizire û nehêle bigihêje wê radeyê ko gefan li azadîya hinin din bixwin.

Wekî din jî em bixwazin jî nexwazin jî êdî vuvuzela ket jîyana me; hem wek peyiveke nû û hem jî wek enstrumaneke nû. Vuvuzela bi tesîra şampîyonîya cîhanê ya fûtbolê êdî nema di sînorên Afrîkayê de hiltê û bê şik, em ê wê piştî vê şampîyonîyê jî di gelek qadên jîyanê de her bibînin. Kurt kurmancî, vuvuzela êdî bi fûtbolê re globalîze bû. Ji niha ve nîşanên vê yekê xuya ne. Me çend roj berê dît ko enstrumana protestoyeke navneteweyî vuvuzela bû û herweha gelek bawer dikin û ji niha de dest bi minaqeşeya wê kiriye ko mirov bi vuvuzelayê dikare sixêfên trîbunan kêmtir bike û rê li ber wan pevçûnan bigire ko rûmeta fûtbolê dixînin. Li gor vê bawerîyê, bîner dê bi vuvuzelayê xwe vala bikin û pêwîstî dê ne bi sixêfan, ne bi gotinên xerab û ne jî bi pevçûnan bimîne. Ev jî nîşana wê ye ko herkes bi heman awayî li vuvuzeleya nanêre.

Bêdadmendîya dadweran

Bêdadmendîya dadweran di şampîyonîya cîhanê ya 2010an de jî dewam kir. Biryarên wan dîsan fûtbol lewitand û bawerîya fûtbolhezan ya bi dadweran qelstir kir. Ji xwe, bêdadmendîya dadweran hê di maçên berê de dîyar bûbû ko ji bo beşdarîya vê şampîyonîyê hatibûn kirin. Maça di navbera Îrlanda û Fransayê de, nimûneya herî balkêş e. Di nîveya yekem ya dirêjkirinê de, “Thierry Henry”yî goga ko Maloudayî bi lêdana serbest a yekser avêtibû ba wî, bi destê xwe du caran ji xwe re rast kir û pas da Gallasî û bû gol. Dadwerê sereke Hansonê swêdî gola nelê wek goleke lê hesiband, li pîspîska xwe da, ber bi çembera nîvekê ve baz da û bi vî awayî navê xwe li binê neheqîyeke mezin nivîsî. Herweha bi vî awayî mala Îrlandayê şewitand, hêvîyên neteweyekî têk birin û Fransa jî bi awayekî neheq şand Afrîkaya başûr. Lê ji qewla xelkê me, ”Xwedê li ser heqîyê bû û nehêla Fransa di şampîyonîya fûtbolê ya 2010an de bigihêje miradê xwe”, piştî sê maçên grûpê, bû taximê herî dawîyê û berê xwe da malê. Tevî vê skandalê jî FIFAyê ev dadwer xist nav 30 dadwerên şampîyonîya cîhanê ya 2010an. Lê newêrîbû ew di maçan de bikiraya dadwerê sereke.

Ev neheqîyên dadweran, ya rastî, biryarên dadwerên ji dadmendîyê bêpar tesîreke mezin li encamên maçên vê şampîyonîyê bi xwe jî kir. Ma gelo tu dadmendî di birêvebirina dadwerê fransî de hebû ko destê Luis Fabianoyî nedît û Kaka bi awayekî neheq ji lîstikê avêt? Maça Îngiltere û Almanyayê û maça Arjantîn û Meksîkayê jî du nimûneyên biryarên neheq in. Her çi qasî serokê FIFAyê Sepp Blatterî doza lêbihurînê kir jî ev neheqîyên navbihurî ji holê ranebûn.

Antrenorê Îngiltereyê Fabio Capelloyî piştî maçê got ko ka teknîk li ko ye û daxwaza kamerayên golê kir. Capelloyî herweha bal kişand ser birayarên dadweran yên neheq û got; ”Me şaşî kir, lê dadweran şaşîya herî mezin kir”. Tiştê ecêb ew bû, herkesî dît ko gogê xeta golê derbas kir û gola Îngiltereyê goleke lê bû, lê ne dadwerê sereke û ne herdu dadwerên alîkar û ne jî dadwerê çarem ev yek dît! Ji xwe, yên ko divîya bidîtaya jî ew bûn, lewra ev karê wan bû.

Piştî van şaşîyên beloq û neheqîyên ecêb, hin kesên din ji berdêla teknolojîyê, birêvebirina 6-dadwerî pêşnîyar dikin. Li gor wan, heger dadwerên xetê hebûna, hingê dê şaşîyên weha nehatibûna kirin û ev biryarên neheq nehatibûna dan.

Xuya ye ko FIFA êdî nema dikare vê pirsê weha bihêle. Ji daxuyanîyên berpirsîyarên wê jî dîyar dibe ko ew ê di demeke nêzîk de, ji bo vê pirsê li ser çareyekê biryarê bide û pêşkêşî raya giştî bike. Hêvîya min ew e, FIFA dê bi biryareke çareser weha bike ko di maçên fûtbolê de êdî fûtbol bi xwe mohra xwe li lîstikê bixîne û îmkanên biryarên dadweran yên ji dadmendîyê bêpar bên bisînorkirin.


Şampîyonîya cîhanê ya 2010an

Heçî şampîyonîya cîhanê ya li Afrîka başûr e, ez dixwazim berî hertiştî xwe bispêrim zimanê reqeman. Wek tê zanîn, ji 5 konsînentan 32 taxim beşdarî vê şampîyonîyê bûn: 8 welatên Amerîkayê, 13 welatên Ewrûpayê, 3 welatên Asyayê û 2 welatên Okyanûsyayê. Ev û reqemên ji sedî ko li vira tên pêşkêşkirin, giranîya konsînentan ya di şampîyonîya 2010an de nîşan didin: Amerîka: %25; Ewrûpa: %40.6; Afrîka: %18.75; Asya: 9.4 û Okyanûsya: %6.25. Helbet piştî maçên grûpan, giranîya konsînentan ya destpêkê hat guhartin.

Ji 736 fûtbollîzên vê şampîyonîya cîhanê 467 kes di lîgên Ewrûpayê de dilîzin

736 fûtbollîz beşdarî şampîyonîya cîhanê ya fûtbolê bûn. Ji van 467 fûtbollîz –lîga Rûsyayê (14) û ya Tirkîyeyê (13) ne tê de- di lîgên Ewrûpayê de dilîzin. Ango nêzîkî %63.5ê hemû fûtbollîzên vê şampîyonîya cîhanê di taximên Ewrûpayê yên cuda de dilîzin. Hêjayî gotinê ye ko 413 fûtbollîz bi tenê di lîgên Îngiltere, Almanya, Îtalya, Spanya, Fransa û Hollandayê de dilîzin. Ev jî nîşana wê ye, bê dilê fûtbolê li kîjan welatan û di kîjan lîgan de lê dide.

Min bala xwe dayê, ji 184 fûtbollîzên 8 welatên Amerîkayê bi tenê 53 fûtbollîz di lîgên van welatan de dilîzin. Ango pîvana yên di lîgên welatên xwe de dilîzin %28.8 e.

Ji 299 fûtbollîzên welatên Ewrûpayê 150 fûtbollîz di lîgên welatên xwe de dilîzin. Ev jî tê wê mahneyê ko nêzîkî %50.2yan di lîgên welatên xwe de dilîzin.

Heçî Afrîka ye, bi 6 welatan beşdarî vê şampîyonîyê bûbûn û ji 138 fûtbollîzên van welatan bi tenê 24 fûtbollîz -nêzîkî %17.4ê hemû fûtbollîzan- di lîgên welatên xwe de dilîzin.

Heçî Asya û Okyanûsyayê ne, giranîya wan a di cîhana fûtbolê de pir bisînorkirî ye û hê jî mirov nikare bide ber ya Ewrûpa, Amerîka û Afrîkayê.

Maçên grûpan

Piranîya giregirên fûtbolê yên ko wek favorî dihatin nîşandan, di vê kûpayê de bi ser neketin. Welatên wek Fransaya ko fûtbollîzên wê û Raymond Domech bi hevdu ketin û Îtalyaya di bin birêveberîya Marcello Lippiyî ko hemû fûtbollîzên wê di “Serie A”yê dilîzin, paşstuyên xwe xurandin û zû vegerîyan welatên xwe. Îtalyaya ko 4 caran bûbû xwedîya kûpaya cîhanê (1934, 1938, 1982 û 2006) û Fransaya ko carekê bûbû xwedîya kûpaya cîhanê (1998) ne bi tenê di grûpên xwe de bi ser neketin, herweha di grûpên xwe de bûn yên herî dawîyê jî. Ji derveyî wan welatên mîna Danîmarka, Nîjerya, Kamerûn û hwd jî di qonaxa maçên grûpan de man û bîner xeyalşikestî kirin.

Piştî encama maçên vê qonaxê, ez dikarim bibêjim ko kêfa min ji pêşbirkeyên grûpan zêde nehat. Lewra nîşanên fûtbola ko ez bi hesreta wê bûm, ancax bi destpêkirina maçên şewitandinê re hêdî hêdî xuya bûn. Gava min berê xwe dida pêşbirkeyên grûpan, hingê min xwezîya xwe bi maçên UEFAyê û yên Lîga Şampîyonan dianî. Li gor min, çawanîya wan maçên navbihurî ji maçên grûpên vê şampîyonîya cîhanê pir baştir bû, heyecana wan mezintir bû û kêfxweşîya ko wan dida bîneran û hezkirîyên fûtbolê ji ya grûpên 32 taximan pêkhatî zêdetir bû.

Amerîka: Ji derveyî Hondurasê hemû welatên Amerîkayê di maçên grûpan de bi ser ketin û xwe gihand heyştyekfînalê. Ji 7 van welatên Amerîkayê 5 welat di grûpên xwe de bûn yekem û bi vî awayî, beşdarîya wan a di heyşyekfînalê de bû %43.75.

Ewrûpa: Ji 13 welatên Ewrûpayê bi tenê 6 welat di grûpên xwe de bi serketin û derketin heyşyekfînalê. Ev encam teqabulî %37.5an dike.

Afrîka: Gana di maçên grûpan de bû rûsipîtîya Afrîkayê. Lewra ji 6 welatên Afrîkayê, ji derveyî wê tu welatekî din di grûpa xwe de bi ser neket. Bayê xemgînîyê li Afrîkayê belav bû û reaksîyonên cuda peyda bûn. Heta, ji ber ko taximê Nîjeryayê yê neteweyî di vê şampîyonîyê de performanseke pir xerab nîşan dabû û hê di qonaxa maçên grûpan de xatirê xwe ji şampîyonîyê xwastibû, Goodluck Jonathanê serokdewletê Nîjeryayê beşdarîya pêşbirkeyên navneteweyî heta 2 salan li taximê xwe qedexe kir. Lê piştî reaksîyona FIFAyê ya li hember vê biryarê ko gef li endametîya Nîjeryayê hat xwarin, hingê Goodluck mecbûr ma ko biryara xwe ya cezakirina taximî betal bike.

Asya: Ji hersê welatên Asyayê Koreya bakur di grûpa xwe de bi ser neket, lê Japonya û Koreya başûr bûn duyemên grûpên xwe û hilkişîyan heyşyekfînalê.

Okyanûsya: Herdu welatên Okyanûsyayê jî di grûpên xwe de bi ser neketin û di heyşyekfînalê de bi tenê ev konsînent bênûner ma.

Heyştyekfînal

Amerîka: Di vê qonaxê de jî giranîya biserketina welatên Amerîkayê pir dîyar bû. Lewra di vê heyşyekfînalê de, ji 16 welatan 8 welat bi ser ketin û ji van 8 welatên biserketî 4 welat yên Amerîkayê bûn: Uruguay, Arjantîn, Brezîlya, Paraguay. Bi vî awayî giranîya Amerîkayê ya di heyştyekfînalê de digihêje %50yî. Ganayê zora Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî bir, lê divê ez dîyar bikim ko welatê Amerîkayê ji bo pêşeroja fûtbola xwe hêvîyeke mezin da bîneran.

Gola Tevezî ya nelê: Meksîka zû çû, an jî bi awayekî nerewa zû hat şandin. Heyf bû. Heger dadwerî gola ko Tevezî di ofsaydê de kir, nelê bihesibandaya, hingê maça navbera Arjantîn û Meksîkayê dê çawa biqedîyaya?

Ewrûpa: Di vê qonaxê de, ji 6 welatên Ewrûpayê 3 welat –Îngiltere, Slovakya û Portekîz- têk çûn û 3 welat –Almanya, Hollanda û Spanya- jî bi ser ketin. Ji alîyê biserketinê ve, giranîya wê %37.5 bû. Lewra ji 8 welatên biserketîyên vê qonaxê 3 welat ewrûpayî bûn.

Li gor min, maça Almanya û Îngiltereyê fînaleke zû bû. Îngiltereya ko xwedîya lîga cîhanê ya herî baş bû û 114 fûtbollîzên lîga wê di vê şampîyonîya cîhanê ya fûtbolê de dilîzt, di heyştyekfînalê de, bi bêdadmendîya dadwerekî re rû bi rû bû û hê di vê qonaxê de vegerîya malê.

Gola Lampardî ya lê: Tevî ko lîstika Îngiltereyê ya di vê şampîyonîyê de, ne lîstikeke tetmînkar bû û performansa fûtbollîzên wê hêvîyeke mezin nedida bîneran jî heger dadwerê uruguayî gola Lampardî nelê nehesibandaya û maça Îngiltere û Almanyayê bibûya 2-2, ez meraqê dikim, bê ev maç dê çawa biqedîyaya. Gelo Îngiltere dê dîsan bişewitîyaya û ji heyşyekfînalê biketaya? Daxwaza lêbihurînê ya ji alîyê FIFAyê baş bû, lê neheqî ji holê ranekir.

Portekîz heta heyştyekfînalê hat û jê û pê ve xatirê xwe ji kûpayê xwast û vegerîya. Yek ji wan fûtbollîzên ko ez lîstika wî diecibînim Deco ye. Lê min di vê şampîyonîyê de Deco zêde nedît. Weha xuya bû ko Carlos Queirozî jî bawerîya xwe bi Cristiano Ronaldoyî dianî û dixwast bi wî bigihiştaya encamê. Loma aqûbeta wî jî bû wek ya Maradonayî. Herweha hêjayî gotinê ye ko maça Portekîz û Spanyayê jî piştî maça Almanya û Îngiltereyê, heger ne bi qasî wê be jî dîsan wek fînaleke zû hat dîtin.

Afrîka: Welatê Afrîkayê Ganaya bi tenê di vê qonaxê de jî bi ser ket û hilkişîya çaryekfînalê.

Asya: Herdu welatên Asyayê jî di heyşyekfînalê de bi ser neketin. Xuya ye ko ji bo dereceyeke baştir, rêya van welatan hê jî dûr e. Lê di vê şampîyonîyê de, performansa herdu welatan û têkoşîna fûtbollîzên wan a li meydana fûtbolê bala bîneran pir kişand.

Çaryekfînal

Di çaryekfînalê de Amerîka bi 4 welatan , Ewrûpa bi 3 welatan û Afrîka bi welatekî temsîl bûn. Lê di vê qonaxê de, ji 4 welatên Amerîkayê bi tenê Uruguay bi ser ket û hersê welatên din Arjantîn (şampîyona 1978 û 1986an), Brezîlya (şampîyona 1958, 1962, 1970, 1994 û 2002yan) û Paraguay, ango taximên welatên ko bi fûtbolê radizan û bi fûtbolê radibûn, di çaryekfînalê de asê man. Nemaze Brezîlya û Arjantîna favorîyên gelek fûtbolhezan, bi performansên xwe hezkirîyên fûtbolê ecêbmayî hêlan û bi xeyalşikestineke mezin ji Afrîkaya başûr vegerîyan welatên xwe. Ji xwe, hem maça Arjantîn û Almanyayê û hem jî maça Hollanda û Brezîlyayê wek du fînalên zû hatin dîtin.

Heçî Ewrûpa ye, di çaryekfînalê de hersê welatên wê jî bi ser ketin.

Gana di vê qonaxê de bi ser neket, xatirê xwe bi xemgînî xwast û Afrîka di nîvfînalê de bênûner hêla.

Dilê min jî bi Maradonayî şewitî

Dilê min jî bi Maradonayî şewitî. Lê taximê ko hemû planên xwe bi fûtbollîzekî, ango bi Messîyî ve girêdabin û gava Almanyayê ev fûtbollîz zevt kiribe û tu planeke wî yê din di lîstikê de dîyar nebe, hingê çi şensa wî taximî heye ko li hember Almanyayê bi ser bikeve? Bi ya min, Maradona bû qurbana tercîha xwe û ev tercîh bû sedema xeyalşikestina wî. Ji xwe, Maradona bi xwe piştî maçê got: ”Ev di jîyana min de xeyalşikestina herî mezin e.” Xwedê dizane, bê bi hezaran kesên ko li balafirgehê Buenos Airesê civîyabûn û hemû fûtbollîzên Arjantînê yên bi wan re bang dikir û digot: “Diego dest ji me bernede!” dê ji bo Maradonayî bibe teselîyeke çawa. Tevî hertiştî jî ez hê jî tênagihêjim, bê çima hin kes dixwazin ko Maradonayî ji cîhana fûtbolê bi dûr bixînin. Çima têkçûna Maradonayî dê kêfa hin kesan bîne? Çi menfaeta fûtbola cîhanê di vê yekê de heye?

Messî fûtbollîzekî pir baş e, lê hê nebûye Maradonayê nezevtbar

Di çaryekfînalê de, yek ji wan fûtbollîzên herî pir bû mijara minaqeşeyan Lionel Messî bû. Ez dixwazim ji destpêkê de bibêjim ko li gor bawerîya min, di dîroka fûtbolê de, hê yekî wek Maradonayî nehatiye. Gelek kes hene ko fûtbollîzên pir baş in û navên wan dê di dîroka fûtbolê de bi herfên zêrîn bên nivîsîn. Lê Maradona ne bi tenê pir baş bû, ew fûtbollîzekî komplet bû.

Niha Messîyî dişibînin wî. Maradona bi xwe jî xortanîya xwe di Messîyî de dibîne û weha dibêje: “Messî Maradonayê min e. Tu fûtbollîzê ji wî giringtir tune ye. Divê ‘Lio’ hertim bi lîstikê re be, divê her êriş bi rêya wî bê kirin.”

Messî fûtbollîzekî pir baş e. Dibe ko hin kes weha nefikirin, lê ez di nav yên niha de, Messîyî fûtbollîzê herî baş dibînim. Heçî maça Arjantînê û Almanyayê ye, Messîyî dîsan hewil da ko tesîrê li encamê bike û me di wê maçê de dît ko bi markajeke baş û plankirî, mirov dikare nehêle Messî tev bilive. Ma şensa kîjan plana baş hebû ko dikarîbû li hember Maradonayî pêk bihataya? Heger bê bîra we, ma îngilîzan hemû dikarîbû ew rawestandaya? Fûtbol lîstika taximan e, lê hin dibêjin ko Maradona bi serê xwe wek taximekî fonksîyon dilîzt. Lê her çi be, yên weha her ji salê carekê, an jî di her kûpayeke cîhanê de bi hêsanî dernakevin. Yên weha belkî her ji sedsalî carekê peyda dibin.

Yên ko ji Messîyî jî heman tiştî dipên, ji bîr dikin ko Messî fûtbollîzekî pir baş e, heta, pir û pir baş e, lê divê em qebûl bikin ko ew hê ne yekî weha ye ko bo nimûne, gava Almanyayê îman li taximê wî diçikand, dikarîbû bi taybetmendîyên xwe yên deradetî maça li ber wendabûnê têxistaya bin hikmê xwe û ji bo taximê xwe encam biguharandaya. Helbet, ev tiştên dîyarkirî divê neyên wê mahneyê ko ew ê nebe Mardona jî. Maradona di 21 salîya xwe de, beşdarî kûpaya 1982yan bû, lê ancax di şampîyonîya cîhanê ya 1986an de bû Maradonayê bêhempa. Messî jî di 22 salîya xwe de beşdarî şampîyonîya 2010an bû. Lê kî dikare bibêje ko Messî di şampîyonîya 2014an de, gava temenê wî bigihêje 26an, hingê dê nebe fûtbollîzekî nezevtbar? Lewra Maradona jî di 1982yan de, ne Maradonayê 1986an bû, dihat zevtê. Lê di 1986an de, herkesî dît ko ew êdî fûtbollîzekî nezevtbar bû.

Ka stêrikên vê şampîyonîyê?

Di vê şampîyonîyê de sîstem û têkoşîn bêtir derketin pêş. Di piranîya kûpayên berê de, navên giran derdiketin pêş û gelek taximan bi xêra wan navên giran di maçên xwe de, golên xwe dikirin û bi ser diketin. Lê di vê kûpayê de jî eşkere bû ko sîstema fûtbolê û têkoşîn giring in û şensa yên xwedîyên van taybetmendîyan bêtir heye ko bi ser bikevin. Herweha stêrikên nû, fûtbollîzên ko mirov karibe bide ber stêrikên kûpayên berê jî xuya nebûn. Lê stêrikên mîna Ribery, Anelka, Ronaldo, Rooney, Torres, Lampard, Terry, Drogba, Eto’o, Cannavaro, Alves, Kaka û hwd, ango fûtbollîzên ew potansîyel li ba wan hebû ko dişîyan bibûna sembola şampîyonîya 2010an, performanseke baş nîşan neda û hêvîyên bînerên fûtbolê pûç derxistin. Helbet hin fûtbollîz derketin pêş, lê ne bi qasî ko bibin stêrikên vê şampîyonîyê. Loma mirov dikare bibêje ko ev şampîyonî bê stêrik qedîya.

Nîvfînal

Di nîvfînalê de 3 welatên Ewrûpayê welatekî Amerîkayê xistibû nav xwe û di encamê de, Uruguaya ko li gor welatên Amerîkayê yên din performanseke pir baş nîşan da jî bi ser neket û bi tenê ewrûpayî di rêya fînalê de xuya bûn.

Almanyaya favorîya gelek kesan di vê qonaxê de teslîmî "Total Football"a Spanyayê bû. Ma tu kes dikare bibêje ko Almanya di nîvfînalê de, ji êrişê bêtir li bergirîyê nefikirî? Bi qasî ko min dît, Almanya di maça xwe ya nîvfînalê de, wek maçên xwe yên berê nelîst. Lewra taximê dijek Spanya bû û tirsa wê dîyar bû, loma ew bû qurbana vê tirsa xwe. Gelo netirsîya û wek maçên xwe yên berê bilîztaya dê çi bibûya? Li gor min, Spanyayê dîsan dê zora Almanyayê bibiraya. Heta, wê dê pozîsyon bêtir peyda bikirana û çend golên din jî bikirana. Loma Almanyayê bi wê lîstika xwe ya bergirîyê, rê li ber pozîsyonên pirtir û golên zêde girt. Wekî din jî ev maç bi xwe jî wek fînala zû hat nirxandin.

Ji 23 fûtbollîzên Almanyayê yek jî ji derveyî Almanyayê di taximên tu welatekî din de nalîzin. Hemû fûtbollîz di “Bundesliga”yê de dilîzin. Fûtbola ko di vê şampîyonîyê de pêşkêşî bîneran bû, berhema Joackim Lowî û encama berdewamîya wî bû. Fûtbola ko heta nîvfînalê di bin birêveberîya Lowî li meydana fûtbolê xuya bû, fûtboleke nûjen û dilkêş bû. Loma lîstika Almanyayê kelecana bîneran zêdetir kir. Xweşîya ko ji vê fûtbola nû û balkêş - xwezîya min ne bi dilê wî taximî be ko bibe dijekê wê- difûrîya, berê xwe da bînergehan û li gel estetîk û dîsîplîna vê lîstikê ya dilkêş bîner mest kirin. Bînerên ko piştî maçên wê kêfxweş û dilşad bûn, bêtir hogirî fûtbolê bûn û zêdetir pê ve hatin girêdan. Bi vî awayî, hejmara hogir û hezkirîyên fûtbolê jî zêdetir bû. Di lîstika Almanyayê de taybetmendîyên taximbûnê pir baş dîyar bûn. Lê mixabin, wê jî di nîvfînalê de, fînaleke zû lîst. Li gor min, ji 2 taximên vê şampîyonîyê yên herî baş, yek jê Spanya bû û ya din jî Almanya bû.

Lê Almanya di nîvfînalê de ma û du welatên ko tu carî nebûbûn xwedîyên kûpaya cîhanê, di nîvfînala vê şampîyonîyê de bi ser ketin û hilkişîyan fînalê: Hollanda û Spanya.

Heçî Hollanda bû, berê jî du caran (1974, 1978) hilkişîyabû fînalê.

Lê heçî Spanya bû, bi 20 fûtbollîzên xwe yên ji “La Lîga”yê û bi 3 fûtbollîzên xwe yên ji “Lîga Premier”, di dîroka xwe de cara yekem hilkişîya fînalê.

Fînal

Fînala şampîyonîya fûtbolê ya 2010an %100 ewrûpayî bû. An Hollanda, an jî Spanya, kîjan ji wan bibûya şampîyon jî ferq nedikir, kûpa li Ewrûpayê dima.

Ne Spanya tu carî bûbû xwedîya kûpaya şampîyonîya cîhanê ya fûtbolê û ne jî Hollanda. Spanyaya ko di dîroka xwe de cara yekem bûbû fînalîsta şampîyonîya cîhanê, di maça fînalê de, zora Hollandayê bir û bû şampîyona cîhanê ya 2010an.

Biserketina "Total Football"ê

Ev biserketin biserketina "Total Football"ê ye. Heçî Spanya ye, li gor "Total Football"ê dilîze. Li gor vî awayê fûtbolê, ne şert e ko her fûtbollîz hertim li cîyê xwe yê dîyarkirî bimîne. Her fûtbollîz li gor pêşveçûna lîstikê, dikare bi hêsanî pozîsyona xwe biguhare û tevî ko her fûtbollîzek ne di cîyê xwe yê destpêkê de be jî dikare li gor taktîka dayî, di pozîsyona xwe ya guhartî de karê xwe pêk bîne. Ev jî ji xweber pêk nayê. Ji bo pêkanîna vê yekê, divê her fûtbollîz li gel teknîk û kondîsyoneke baş û fîzîkeke xurt hem di êrişkirinê de û hem jî di bergirîyê de pir jîr û jêhatî bin. Ango her fûtbollîz divê karibe li hemû deverên meydana fûtbolê tevbigere û her yek li gel kondîsyon û kapasîteya pêwîst, divê hosteyê teknîke be û herweha xwedîyê motîvasyon û aqilekî fûtbolê be.

Spanyayê bi vê fûtbola xwe nîşanî cîhanê da ko biserketina di fûtbolê de, bi tenê bi kondîsyoneke baş, bi fîzîkeke xurt, bi bezabûneke nedîtî, bi teknîkeke şahane û bi fûtbollîzên jêhatî û hwd nayê bidestxistin, herweha divê ev taybetmendîyên ha di bin kontrola mejîyekî baş de bên organîzekirin, mîna dengên amûrên orkestrayekê ahengdar bin û divê hem di êrişan de û hem jî di bergirîyê de, ev aheng her bê parastin.

Her çi qasî cî û warê "Total Football"ê Hollanda be jî divê em qebûl bikin ko îroj welatekî din tune ye ko karibe vê yekê bi qasî Spanyayê pêk bîne. Cruyffê hollandî bi xwe jî çend roj berê ev rastî bi lêv kiribû û gotibû “Ez hollandî me, lê ez ê hertim piştgirîya wê cureya fûtbolê bikim ko Spanya pê dilîze!”

Gelo taximê kîjan welatî bi qasî Spanyayê pas dan hevdu û gog bi lez û bez û bi rêk û pêk gerand? Trafîka pasan li ba kîjan taximî ew qasî xurt û ew qasî bi lez bû? Trafîka Spanyayê ya pasan ne bi tenê serê taximên dijek gêj dikir, herweha bînerên ko bi vê trafîkê re nedigihişt jî diheyirandin. Gelo bo nimûne; Sergio Ramosê bergir bi tenê di cîyê xwe yê bergirîyê de lîst? Ma hûn dikarin bibêjin, bê Xavîyê nîveklîz li meydana fûtbolê pê li kîjan deverê nekir? Ma ew bo nimûne; di maça fînalê de, bi tenê wek nîveklîzekî tevgerîya, an carinan wek rexlîzekî çepê, carinan wek rexlîzekî rastê, carinan wek lîstikvanekî bergirîyê û carinan jî wek êrişberekî xuya bû? Ev taybetmendîyên navbihurî li ba Andres Iniestayî û hemû lîstikvanên din jî bi awayekî zelal xuya bûn. Gava dijekên Arjantînê di maçan de, Messîyî bigirin û dijekên Portekîzê Cristiano Ronaldoyî bigirin, lîstika herdu taximan têk diçe. Gelo hûn di taximê Spanyayê de kê bigirin, hûn ê karibin lîstika taximî têk bibin? Li gor min, ji bo ko hûn vî taximî têk bibin, divê hûn hemû fûtbollîzên wê bigirin, an na ew ê bi fûtbola xwe ya estetîk, bi felsefeya xwe ya bêhempa, bi kondîsyona xwe, bi trafîka pasan, bi gerandina gogê ya kontrolkirî û bi taybetmendîyên xwe yên din we gêj bikin û ji hal de bixînin.

Gelo kîjan fûtbollîzên Spanyayê yên cîgir ji yên li meydanê kêmtir bûn? Yê di vê şampîyonîyê de zêde xuya nebû, Fernando Torresê fûtbollîzê Lîga Premier bû. Gava ew di deqîqeya 105ê maça fînalê de ket şûna David Villayî jî vê bêşensîyê dest jê berneda û me dît ko ew ji performansa xwe ya hêvîkirî pir bi dûr ketibû. Loma heger mirov bêşensîya Fernando Torresî ya di tevahîya vê şampîyonîyê de nehesibîne, hingê divê mirov bibêje ko kî ket şûna kê, lîstika taximî xerab nebû. Ma gava Jesus Navasê ko di deqîqeya 60î de ket şûna Pedroyî, Cesc Fabregasê ko di deqîqeya 87an de ji berdêla Xabi Alonsoyî daket meydanê, hingê me kê got ko Del Bosqueyî çima ev guhartin pêk anîn? Heta, gelekan ji me got ko anternorê Spanyayê bi van guhartinan çavên kul derman kirin.

Helbet hêjayî gotinê ye ko di maçên Spanyayê de zehmetîya golkirinê dîyar bû. Lewra mirov dikare bibêje ko Spanyaya di afirandina pozîsyonan de jêhatî bû, lê di golkirinê de heman performans nîşan neda. Heger mirov golên Spanyayê yên di pêvajoya vê şampîyonîyê de bihesibîne, hingê rewş baştir dîyar dibe: Di maçên grûpan de: 4, di heyşyekfînalê de: 1, di çaryekfînalê de: 1, di nîvfînalê de: 1 û di fînalê de: 1. Ango Spanya bi 8 golan bû şampîyona cîhanê. Ev jî nîşana wê ye ko encamên maçan ne li gor kalîteya lîstika Spanyayê bûn. Her çi qasî gelek kes dibêjin ko ev ji ber tesîra fûtbola dijekan ya defansîv e jî li gor min, divê Spanya fûtbola xwe ya estetîk ko dijekên wê jî mest dike, bi pirkirina hejmara golan bêtir bixemilîne.

Helbet, divê li vê derê heqê Almanyayê neyê xwarin, lewra wan ev sîstem ji xwedîya wê ya berê baştir pêk anî û loma di maçên grûpan de bû favorîya gelek kesan. Lowî taximekî pir baş pêk anîbû û taximê wî di maçan de performanseke ecêb nîşan dabû. Loma piranîya kesan digot ko heger weha bidome, ji xwe kûpaya 2010an dê bibe ya Almanyayê. Heger Almanya vê carê nebû şampîyona cîhanê, bi min sedemeke wê hebû, ew jî ew bû ko di vê şampîyonîyê de Spanya hebû. Heger ne ji Spanyayê bûya, ji xwe Almanyayê şampîyonî ji destpêkê ve misoger kiribû. Heger ne ji Spanyayê bûya, di vê şampîyonîyê de tu welatekî din tune bû ko karûbûya rê li ber Almanyayê bigirtaya. Ji xwe, heta ko di nîvfînalê de hat hember Spanyayê jî tu taximekî din xwe li ber wê negirtibû. Almanya herweha di maçên xwe yên heta nîvfînalê de 14 gol kiribûn. Bi vî awayî jî nîşan dabû ko zehmetîya golkirinê ya li ba Spanyayê hebû, li ba wê tune bû.

Ev sîstem e ko ferq xistiye navbera vî welatî û welatên din. Ev felsefe ye, ya ko di biserketinê de rola sereke lîstiye. Helbet, divê mirov ji bîr neke ko ji bo vê yekê, hebûna wan lîstikvanan şert e ko taybetmendîyên wan li gel lîstika "Total Football"ê diguncin.

Heçî Hollanda ye, di vê şampîyonîyê de 12 gol kirin û 5 caran jî tora wan a golê li ba bû, lê bêyî ko bi tu taximan re beraber jî bimîne, zora hemû dijekên xwe bir û bi vî awayî gihişt fînalê. Ji 23 fûtbollîzan 14 kes di lîgên welatên din de dilîzin û 9 kes jî di lîga Hollandayê de dilîzin. Kîjan fûtbollîz di kîjan lîgê de bilîze û tevî ko Hollanda ji felsefeya mûcîdê "Total Football"ê Rinus Michelsî bi dûr ketiye jî fûtbolhez dîsan dê hem behsa tesîra Hollandayê ya di vê şampîyonîyê de bikin û hem jî behsa meşqkerê wê Bert Van Marwijkî bikin.

Lê divê bê dîyarkirin ko fûtbola Hollandayê ya li hember Spanyayê, ne fûtboleke layiqî fînala şampîyonîya cîhanê bû. Hollanda di tu maçên xwe yên berê de ew qasî hişk nelîstibû û ew qasî faûl nekiribûn û ew qasî derneketibû derveyî fûtbolê. Ji xwe, hejmara kartên zer û pê re jî yeka sor nîşanên vê bûn. Kurt kurmancî, lîstika Hollandayê ya di fînalê de, ji qewla Cruyffî antî-fûtbol bû.

Zimanê kultura me ya fûtbolê

Lîstika fûtbolê ji zû ve di civaka me de jî cîyê xwe girtiye. Kultureke civaka me ya fûtbolê ji zû ve heye. Hezkirineke me ya fûtbolê ji yên gelek welatên din ne kêmtir e. Minaqeşeyên me yên fûtbolê jî ji yên gelek deverên cîhanê ne hindiktir in. Lewra ev lîstika ko ji hemû curelîstikên din globalîzetir e, ji bo civaka me jî lîstikeke efsûnî ye û ji bo her kategorîyên civaka me jî lîstikeke jê balkêştir nîne.

Lê zimanê vê lîstika efsûnî, mixabin hê jî bi awayekî berfireh ne kurdî ye. Dibe ko zimanê wê yê bi devkî hin caran bi kurdî be, lê heçî zimanê wê yê nivîskî ye, ne kurdî ye. Ango dibe ko mirov karibe bibêje; kultureke me ya fûtbolê ya devkî heye, lê heta niha jî kultureke me ya nivîskî ya xurt tune ye.

Şîyana zimanê me heye ko bersiva pêwîstîya civakê bide

Fûtbol di civaka me de êdî bi nivîskî jî pêwîstîyek e, loma zimanê me jî divê xwe li gor vê pêwîstîyê amade bike û bi derengî be jî bersiva wê bide. Lewra her ziman li gel pêwîstîyên civaka xwe digunce û kurdî jî di warê fûtbolê de êdî ketiye wê pêvajoyê ko li gel vê pêwîstîya civakî bigunce. Heger heta niha di vî warî de, termînolojîyek nehatibe amadekirin, ev ne kêmanîya zimanê me ye, kêmanîya civaka me ye. Lewra civakê amadekirineke weha li ser zimanî ferz nekiriye, da ziman jî di vî warî de bersivekê bide. Kengî em vê yekê ji xwe re wek pêwîstîyekê bibînin û vê agahîyê bi zimanî didin zanîn, hingê wek her zimanên mirovî, zimanê me jî dê xwe li gor vê pêwîstîyê amade bike. Lewra wek her zimanekî mirovî yê din, şîyana zimanê me jî heye ko bersiva pêwîstîya civaka me bide.

Niha û nemaze jî bi şampîyonîya cîhanê ya 2010an re nîşanên wê bêtir xuya dibin ko em êdî qîma xwe bi tu zimanên din naînin û hewil didin ko minaqeşeyên xwe yên di heqê vê lîstikê de, ji qonaxa zimanê devkî ber bi zimanê nivîskî ve biguharînin. Û bi vî awayî, zimanê fûtbolê jî bikin kurdî. Lewra berê gotina kurdî hebû, lê tu tişt bi qasî nivîsa kurdî nikare xwe li ber demê bigire.

Fûtbol lîstikeke pir xweş e. Li min negirin, lê niha, ji bo min fûtbola bi kurdî xweştir e, şêrîntir e û kelecandêrtir e. Bi hêvîya ko zimanê me di minaqeşeyên me yên fûtbolê de jî bibe zimanê serdest û kultureke me ya fûtbolê ya nivîskî bi lêkolîn û şiroveyên pisporên me yên zimankurdî, her ko biçe, xurttir û dewlemendtir bibe…
 
  19901 ziyaretçi  
 
=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=