PAWEN -
  Çavnebarên jîyanê kevokkuj in
 
Çavnebarên jîyanê kevokkuj in
“Heger îroj kurd mane, ev bi saya zimanê kurdî ye. Ziman malzaroka neteweyan e. Netewe li wira çêdibin.” Hrant Dînk

Heger îroj kurd mane, ev bi saya zimanê kurdî ye. Ziman malzaroka neteweyan e. Netewe li wira çêdibin.Hrant Dînk

Xwendevanên “Yenîperspektîf”ê yên delal!

Gava min nivîsa xwe ya Mêrdînê ya sêyem amade dikir, min ew xebera nexêrê bihîst. Şerqîneyek ji ezmanî hat. Bu giregira ewran. Kevokek li ezmanan perpitî. Nameyeke reş gihişt AGOSê û wê rojê rojnameyek seranser reş derket.

Bi wê xebera nexêrê re agir li ber kulînekê hat dadan. Bayekî şînê xwe li deverekê girt. Bi wê nameya reş re kevoka diperpitî hat xwarê, çi heyf, li erdê rast bû. Çavmelûl û bi miradê xwe şadnebûyî… Kevokên din ref bi ref hatin û xwe li ber derîyekî danî ku bîstikeke berê ew tê re firîyabû.

Û niha li erdê veketibû. Bêdeng, bêruh... Hingê hêsir barîyan di ser hinarikên rûyan re. Hingê çavên melûl li hevdu gerîyan û hingê bi hezaran dilsoz situxwar man...

Bûyera ku kevok li ezmanan diperpitand, welatek bi carekê di xemgînîyê de dakir. Û hingê dilê min ji yê kevokê bêtir perpitî li ber komputera ku li halê min haynebûyî. Hingê destê min li nivîsê sar bû. Hêrsa min rabû, nefreta min gihişt radeya ku min nema dikarîbû serî bi pê re derxistaya.

Ji bo çi? Çima kevok? Ewrên reş û tarî dîsan xwe bera ser deverekê dabû ku çirûskên hêvîyê jê diçûn. Hêzên tarî dîsan nîşan dabû ku wan tu caran tehamilî firîna tu kevokan nedikir. Dîsan hatibû dîyarkirin ku ezmanê şîn ê bi kevokên spîboz ve xemilandî ji bo hinan hertim xetereke mezin bû, netehamilbar bû. Wan tehamilî çi nedikir? Wan tehamilî jîyanê nedikir. Tehamilî rengên cuda û ronahîyê nedikir…

Ew çavnebarê jîyanê bûn. Çavnebarên pêşerojeke ewle û rohnî... Ew dijminê kevokan bûn. Kevokên spî. Kevokên ku dixwast li halê xwe û bi dilê xwe bifirin. Kevokên ku bi tenê dixwast wek kevokan bimîne, wek kevokan bijîn. Kevokên hertim mecbûr dihatin hêlan ku bibin gur û dîsan ji kevokbûna xwe danediketin… Kevokên ku bi kevokbûna xwe dilxweş û serbilind bûn… Û kevokên ku ji ber kevokbûnê hedef hatibûn nîşandan…Lewra çavnebarên jîyanê kevokkuj in.

Lê tevî vê jî kevokek bi serbilindî û bi kevokî di halê xwe de difirîya. Bi herkesî re, bi her rengî re dibişirî. Xwe ji ber tirsê nedida alî. Şewqa xwe ya bextîyarî û dilxweşîyê dida dora xwe. Saw belav dikir. Rewşa vê kevokê ji bo yên ku dilê wan di firînê de hebû, lê ji firînê ditirsîyan jî halan bû.

Kevokek difirîya. Kevokekê mafê xwe yê firînê bi kar dianî. Dixwast wek xwe bûya, lê ne ku li ser înkara cudabûnên din. Dixwast dilxweş bûya, lê ne ew bi tenê. Dixwast bextîyar bûya, lê ne ku li ser bêparbûna yên din.

Li devera ku cudabûn qedexe bû, ev kevok çawa dikaribû bi awayê xwe bifirîyaya? Li devera ku rengek bi tenê desthilat bû, vê kevokê çawa dikarî behsa rengên xwe û rengên din bikiraya? Wê gavê destekî qirêj ê kirêkirî çû ser nigê devançeyekê û kevokeke diqirqilî di xwînê de vegevizî. Kevoka ku digot qey li vî welatî kevokên diqirqilin nayên kuştin…

 

Lê Hrantê delal, ji xwe li vî welatî û li welatên weha kevok tên kuştin…

Hrant Dînkî bi helwêsta xwe ya di warê parastina azadîya derbirînê de, bi wêrekîya xwe ya di her şertî de ku peyiva xwe texsîr nedikir û ew bi bawerîya xwe ya demokrasîyê, bi têgihiştina xwe ya di warê qebûlkirin û lêbixwedîderketina cudahîyan de û bêyî ku zêde di ser xwe re biçe bi israr û serbilindîya xwe ya di warê ermenîtîya xwe de, bêşik ji bo civakê nimûne bû.

Ew ne bi tenê li ermenîtîya xwe û li mafên ermenîyan bi xwedî derket, herweha ji bo neheqîyên din jî xwedîyê helwêsteke bêhempa bû. Wî hê di 29.06.2003yan de li paytextê Tirkîyeyê bi mêrxasîyeke entelektuel digot ku “Ez ermenî me, lê ez kurdîya xwe dixwazim.” Hingê jî girîngîyeke mezin dida zimanê zikmakî û heta digot ku Heger îroj kurd mane, ev bi saya zimanê kurdî ye. Ziman malzaroka neteweyan e. Netewe li wira çêdibin.

Wî hertim digot kuLi Tirkîyeyê dixwazin ku em bi zorê bibêjin kuEz tirk im, rast im, zîrek im.’ lê ez ne tirk im, ez ermenî me.”

Min jî îmzeya xwe da însîyatîfa parêzgerên mafên mirovan ku dibêje; “Hrantê delal, wan tu wek kesê 1.500.001ê kuştî. Em lanetê li wan kesan tînin ku tu kuştî, tu dayî kuştin, tu hedef nîşan dayî. Qirkirin berdewam eDilê me diperite.”

Min jî piştgirîya wê diruşmê kir û min jî got ku “em hemû Hrant Dînk in, em hemû ermenî ne!

Divê hemû kesên ku xwe Hrant Dînk dibînin, bi her awayî biçin ser vê kuştinê û reaksîyona xwe ya demokratîk û piştgirîya xwe ya ji bo azadîya derbirînê û maf û azadîyên gelên cuda nîşan bidin. Em êşa Hrantî û yên mîna wî baş dizanin. Ji ber ku em kurd in û dizanin bê gava mirov bê înkarkirin, ji hêjayîyên xwe yên bingehîn bêpar bê hiştin û ya herî xerab jî hem welatê wî û hem jî hebûna wî tune bên hesibandin, bê tên çi maneyê û çi qas giran in.

Piştî kuştina Hrant Dînkî, min minasib nedît ku ez nivîsa xwe ya li ser Mêrdînê vê hefteyê biweşînim. Ji ber ku di dema herkes dibêje “Em hemû Hrant Dînk in, em hemû ermenî ne”, min nexwast ku ez bi tiştekî din mijûl bibim û rojeva xwe bikim tiştekî din. Ji ber ku “Ez jî Hrant Dînk im û ez jî ermenî me!”

Têbînî: Min di 19.01.2007an de – di roja kuştina Hrant Dînkî de- dest bi nivîsandina vê nivîsê kir û piştî çend rojan jî ew weşand. Ji ber ku ez hê jî weha difikirim, ez dixwazim bi minasebeta sêsalîya kuştina Hrantî, vê nivîsê bi sernivîsa "Çavnebarên jîyanê kevokkuj in"dîsan biweşînim û vî gorbihuştê hêja yê nemir bi vî awayî careke din bi bîr bînim.Heçi sernivîsa Çavnebarên jîyanê kevokkuj in dikare bala xwendevanan bikişîne, loma ez pêwîst dibînim ku vê yekê zelal bikim. Di eslê xwe de, sernivîsa vê nivîsê ya destpêkê Çavnebarên jîyanê kevokkuj in bû, lê ji ber kampanyaya piştgirîya Hrantî, min hingê navê wê kiribû Ez jî Hrant Dînk im û ez jî ermenî me!”. Ji xwe, ev naverok di hundirê nivîsê de jî heye, loma ez weha fikirîm ku piştî sê salan ev nivîs êdî dikare li sernivîsa xwe ya destpêkê vegere û loma ez niha wê bi sernivîsa wê ya destpêkê diweşînim.
 
  31760 ziyaretçi  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol