PAWEN -
  Tewanga navdêrên zimanê kurdî
 
Prînt bike
Tewanga navdêrên zimanê kurdî
» Arif Zêrevan
STOCKHOLM, 8/2 2009 — Di kurdiya nivîskî û devkî de gelek caran di tewanga navdêran de xeletiyên berbiçav û »fehş« tên kirin. Hinek caran mirov dibihîse ko kesek dibêje »Min wî dît« yan jî kesekê dî dibêje »Wî min fêm nekir«. Di vê kurtenivîsarê de ez dê behsa tewanga navdêrên zimanê kurdî bikim.

***

Hemî navdêr, binavkirî û nebinavkirî, di hinek halan de tên tewandin. Navdêr di van halên jêrî de têne tewandin:

a) Heger navdêr di demê niho û demê bêt yê lêkereka transîtîf de bireser be têt tewandin.

Kendal Hesenî dibîne.
Kendalek Hesenekî dibîne.

Kendal dê Hesenî bibîne.
Kendalek dê Hesenekî bibîne.

b) Heger navdêr di demê borî yê lêkereka transîtîf de kirar be têt tewandin.

Rojenî helbest xwend.
Rojenekî helbest xwend.

Miryemê nan peht.
Miryemekê nan peht.

c) Heger daçekek bikeve pêşiya navdêrê hingê navdêr têt tewandin.

Kendal bi Hesenî re diaxive.
Kendalek bi Hesenekî re diaxive.

Leyla bi Zelalê re çû.
Leylayek bi Zelalekê re çû.

d) Heger navdêrek bibe biresera navdêreka dî, hingê navdêra bûyî bireser tête tewandin.

Kurê Ehmedî xweşlaw e.
Kurekê Ehmedekî xweşlaw e.

Keça Binefşê spehî ye.
Keçeka Binefşekê spehî ye.

e) Heger navdêr ji bo gazîkirinê bêt bi kar anîn hingê navdêr tête tewandin. Navê vê tewangê tewanga gazîkirinê ye.

-o ji bo yekejimara zayenda nêr
Ho Heseno! Mirado!

-ê ji bo yekejimara zayenda mê
Ho Xeyîcê! Miryemê!

-ino ji bo gelejimara herdu zayendan
Zelamino! Keçino!

Tewanga pronavan

Di kirmanciyê de du grubên pronavan hene: yên xweser û yên tewandî. Pronavên xweser dikevin cihên navdêrên xweser û pronavên tewandî dikevin cihên navdêrên tewandî.

pronavên xweser
ez
tu
ew
em
hon
ew

pronavên tewandî
min
te
wî, wê
me
we
wan

Hesen Leylayê dibîne.
Ew wê dibîne.

Hesenî Leyla dît.
Wî ew dît.

pronavên pirsiyarkî
yên xweser — yên tewandî

kî — kê
kîjik/kîjan — kîjikî/kîjanî
kîjik/kîjan — kijikê/kîjanê
kîjik/kîjan — kîjikan/kîjanan

Gava ko di komekekê de pronavek ji gruba yên xweser be divêt pronavê dî ji gruba yên tewandî be û vajiyê vê jî rast e.

Tewanga navdêrên binavkirî

Navdêrên binavkirî li gora mêjer û zayendên xwe têne tewandin. Parkîtên tewangê bi paşiya navdêran ve dibin.

-î ji bo yekejimara zayenda nêr

Ez hespî dibînim.

-ê ji bo yekejimara zayenda mê

Ez mehînê dibînim.

-an ji bo gelejimara herdu zayendan

Ez hespan dibînim. Ez mehînan dibînim.

ŞANEK
Parkîta tewangê »an«-a ji bo gelejimara herdu zayendan ketiye dawiya hinek bêjeyan û bûye parçeyek ji bêjeyê bi xwe: serhedan, botan, şêrwan, xerzan, hewêrkan, goyan, qeşûran, milan, spêrtiyan, kiçan û h.d. Ev bêjeyên he ticaran nayên tewandin.

Idrîs ji Botan têt.
Eşîrên botan gelek in.

Reşo çûye Xerzan.
Reşo ji nêv eşîra xerzan têt.

Di kurdiyê de hinek bêje jî hene ko rayeka wan bi xwe bi »an«-ê xilas dibe: Rewan, ziman, şivan, baran, peyman, garan, kevan, didan h.d. Ev bêje li gora mêjer û zayendên xwe têne tewandin.

Pênc garanên gundê me hene.
Deh şivanan nekarî çar beranan dax bidin.

Herçend rayeka bêjeya »gulanê« ne bi »an«-ê xilas dibe, cardî jî ew tête tewandin û mirov dibêje »heyiva gulanê«, ne »heyiva gulê«.

Li hinek deverên Kurdistanê navdêrên nêr yên ko di wan de tîpên »ê« û »a« hene bi guhortina van tîpan bi »ê«-yekê jî ditewînin.

Em ji xênî derketin.
Gurgîn çû êş.

Ji ber ko di hemî navdêrên nêr de dengdêrên »e« û »a« peyda nabin, li wan deverên Kurdistanê navdêrên wekî »kim, goşt, dil, hiş, mirov, gir, kur, mîr, mêr, gund, şîr« û h.d. natewînin. Ew dibêjin:

Ez şîr vedixwim.
Şûna ko bibêjin:
Ez şîrî vedixwim.

Ez goşt dixwim.
Şûna ko bibêjin:
Ez goştî dixwim.

Guhortina »e« û »a«-yê bi »ê«-yê ne tewangeka misteqir e. Ya baş ew e ko mirov van navdêrên nêr bi parkîta »î«-yê bitewîne.

Tewang di kurdiyê de hêmanekê bingehî ye. Terikandina tewangê siqetiyekê diêxe gramera zimanê me. Gava navdêr neyên tewandin mirov nikare bizane ka kirarê lêkerekê û bireserê lêkerekê çi ye û kî ye. Heger em bibêjin »Hesen ker kuşt« ne diyar e ka Hesenî ker kuştiye an kerî Hesen kuştiye. Ji bo em bizanin yê ko ker kuştî Hesen e divêt em »Hesenî ker kuşt« binivîsînin.

Heger gelek navdêran dabe pey êk û ji yek mêjerê bin, lê ne ji yek zayendê bin, hingê mirov dikare li gora navdêra paşiyê bitewîne.

Ez hesp û mehînê dibînim.
Ez mehîn û hespî dibînim.

Heger gelek navdêran dabe pey êk û ne ji yek mêjerê bin, hingê her navdêr cida û li gora mêjer û zayenda xwe tête tewandin.

Ez mihê û bizinan dibînim.
Ez mehînan û hespî dibînim.

Tewanga navdêrên nebinavkirî

Tewanga navdêrên nebinavkirî bi arîkariya pronavên nebinavkirî »yek« û »hin«-ê tête çêkirin. Navdêr bi xwe jî, wekî navdêrên binavkirî, parkîtên tewangê distînin.

yek … -î ji bo yekejimara zayenda nêr

Bahoz yek hespî dibîne.
Rizgar yek nanî dixwe.

yek … -ê ji bo yekejimara zayenda mê

Bahoz yek mehînê dibîne.
Rizgar yek sêvê dixwe.

hin … -an ji bo gelejimara herdu zayendan

Bahoz hin hespan dibîne.
Rizgar hin sêvan dixwe.

Bi pêşketina zimanî re pronavên nebinavkirî »yek« û »hin« wekî veqetandek (-ek û -in) dikevin paşiya navdêran.

***

Têbînî: Ev nivîsar ji kitêba »Bingehên rastnivîsandina kurdiyê (kirmancî)« (1997) hatiye girtin.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN zerevan@nefel.com
Weşandin: 2009-2-8
Xwendin: 4017
 
  19901 ziyaretçi  
 
=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=