PAWEN -
  Rastnivîsandina veqetandekên zimanê kurdî û tewangên wan
 
Prînt bike
Rastnivîsandina veqetandekên zimanê kurdî û tewangên wan
» Arif Zêrevan
STOCKHOLM, 27/2 2009 — Di nivîsara berî vê de min behsa tewanga navdêrên binavkirî û nebinavkirî û tewanga pronavên zimanê kurdî kir. Di vê nivîsarê de ez dê behsa veqetandekên navdêrên binavkirî û nebinavkirî û paşê jî behsa tewanga veqetandekên navdêrên nebinavkirî bikim. Ji bo başfêmkirina ferqa di nêvbera tewangê û veqetandekê de û tewanga veqetandekê bi xwe de divêt mirov hinekê hûr lê binêre.

Ez bawer dikim piştî xwendina vê nivîsarê dê zelal bibe ka çima mirov dibêje »kurekê Hesenî« û nabêje »kurekî Hesenî« û ka çima mirov dibêje »kurekî got« û nabêje »kurekê got«.


Veqetandekên navdêrên binavkirî

Veqetandekên navdêrên binavkirî, wekî ko Celadet Alî Bedir-Xan dibêje, ji pronavên işarkî »yê«, »ya« û »yên«-ê çêbûyî ne. Gava ko bireserên navdêran didin pey navdêran ev veqetandekên he bi navdêran ve dibin.

Di eslê xwe de gava ev pronav dikevin pêşiya biresera navdêrekê »di-yek« dikeve nêvbera wan û bireserê:

[yê] -ê ji bo yekejimara zayenda nêr

Hesp yê di Keremî
Hesp yê di boz

Hesp yê Keremî
Hesp yê boz

Hespê Keremî
Hespê boz

[ya] -a ji bo yekejimara zayenda mê

Mehîn ya di Keremî
Mehîn ya di boz

Mehîn ya Keremî
Mehîn ya boz

Mehîna Keremî
Mehîna boz

[yên] -ên ji bo gelejimara herdu zayendan

Hesp yên di Keremî
Hesp yên di boz

Hesp yên Keremî
Hesp yên boz

Hespên Keremî
Hespên boz

Mehîn yên di Keremî
Mehîn yên di boz

Mehîn yên Keremî
Mehîn yên boz

Mehînên Keremî
Mehînên boz


Veqetandekên navdêrên nebinavkirî

Veqetandekên navdêrên nebinavkirî an ji pronavên nebinavkirî »yek« û »hin«-ê, an ji kombînazona pronavên nebinavkirî û pronavên işarkî »yek yê«, »yek ya« û »hin yên«-ê çêbûyî ne.

Veqetandekên navdêrên nebinavkirî yên ko hêj ti bireser bi wan ve nebûyî ne ji pronavên nebinavkiri »yek« û »hin«-ê çêbûyî ne:

[yek] -ek ji bo yekejimara zayenda nêr

Yek hesp hat.
Hespek hat.

[yek] -ek ji bo yekejimara zayenda mê

Yek mehîn hat.
Mehînek hat.

[hin] -in ji bo gelejimara herdu zayendan

Hin hesp hatin.
Hespin hatin.

Veqetandekên navdêrên nebinavkirî yên ko bireserekê daye pey, ji kombînazona pronavên nebinavkirî û pronavên işarkî »yek yê«, »yek ya« û »hin yên«-ê çêbûyî ne. Li hir veqetandekên nebinavkirinê »-ek« û »-in« û veqetandekên bireserên navdêran »-ê«, »-a« û »-ên« bi hev re ketine dawiya navdêran:

[yek yê] -ek-ê ji bo yekejimara zayenda nêr

Yek hesp yê boz giya xwar.
Hespekê boz giya xwar.

[yek ya] -ek-a ji bo yekejimara zayenda mê

Yek mehîn ya boz hat.
Mehîneka boz hat.

[hin yên] -in-ên ji bo gelejimara herdu zayendan

Hin hesp yên boz hatin.
Hespinên boz hatin.

ŞANEK 1
Ji bo sivikahiyê, di axaftinê de »-a«-ya »mehîneka boz« bûye »-e« û ev şiklê he standiye: »mehîneke boz«. Herwisa cardî ji bo sivikahiyê »-inên«-a »hespinên boz« bûye »-inen« û ev şiklê he standiye: »hespinen boz«.

Xelkên botî pronavên işarkî »ya« û »yê«-yê, pirê caran, serbixwe dihêlin. Yanî ew dibêjin »mehînek ya boz« û »Hespek yê Ristemî«. Lê belê xelkên torî – digel ko ew jî botî ne – »mehîneka boz« dibêjin.

ŞANEK 2
Di nivîsandina veqetandeka navdêrên nebinavkirî ya ji bo yekejimara zayenda nêr de, heta niho tevilheviyek heye. Ji ber ko bisporên gramera kurdiyê heta niho vê veqetandekê wekî ko hertim tewang be bi parkîta tewangê »î«-yê dinivîsînin.

Lê belê veqetandekên navdêrên nebinavkirî jî wekî veqetandekên navdêrên binavkirî ne: ji bo yekejimara zayenda nêr »-ê«, ji bo yekejimara zayenda mê »-a« û ji bo gelejimara herdu zayendan »-ên«. Xweseriya navdêrên nebinavkirî ew e ko »yek« û »hin« jî wekî veqetandek bi wan ve dibin: »-ek-ê«, »-ek-a« û »-in-ên«.

Di klasîkên kirmanciyê de û di kirmanciya botî, hacî beyrî, hekarî û behdînî de ev awa têt bi kar anîn û ji aliyê gramerê ve jî bingeh jê re heye.

Ji lewra Ehmedê Xanî di »Memozînê« de veqetandeka navdêrên nebinavkirî, ya ji bo yekejimara zayenda nêr, holê dinivîsîne:

Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi remzê Ristem

Heger em van du rêzan jêk vekin dê holê bixwehîn:

Her yek mîr yê di wan bi bezlê Hatem
Her yek mêr yê di wan bi remzê Ristem

Gava ko »di«-ya klasîk bikeve û pronava nebinavkirî »yek« bêt paşiya bêjeya piştî xwe dê holê lê bêt:

Her mîrek yê wan bi bezlê Hatem
Her mêrek yê wan bi remzê Ristem

Heger ko pronava işarkî »yê« jî bi bêjeya beriya xwe ve bikele û bibe veqetandek dê holê lê bêt:

Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi remzê Ristem

Çi kesê ko ne botî, hacî beyrî, behdînî û hekarî be û klasîkên kirmancî jî nexwendibin dikare tefsîrekê ji xwe re li beyta li jorê bide û bibêje ko »ê«-ya di bêjeyên »mîrekê« û »mêrekê« de şaş hatine nivîsandin û rastiya wan divêt »mîrekî« û »mêrekî« be.

Mirovekê botî gava behsa zelamekê qenc bike holê dibêje:

Ez bi zelamekê qenc re diaxivim.

Ew ticaran nabêje:

Ez bi zelamekî qenc re diaxivim.
Min hespekî qemer ji xwe re kirî.

Nimûneyeka dî ji Ehmedê Xanî:

Tacdîn sekinî û pirsiyar kir
Pirsa xwe ji yêkê extiyar kir

Ew »ê-«ya ko dikeve paşiya veqetandeka navdêra nebinavkirî wekî »ê-«ya ko dikeve paşiya veqetandeka navdêra binavkirî ye. Herdu »ê« jî ji pronava işarkî »yê«-yê çêbûyî ne.

Hespê Keremî kayê dixwe. (binavkirî)
Hespekê Keremî kayê dixwe. (nebinavkirî)

ŞANEK 3
Guhortina ko li hinek deverên Kurdistanê ketiye veqetandeka navdêrên nebinavkirî, ya ji bo yekejimara zayenda nêr, ji sivikkirinê pê ve ne titişt e. Çawa ko li hinek deveran »jineka spehî« dikin »jineke spehî«, welê »zelamekê têr« jî sivik dikin û dibêjin »zelamekî têr«. Yan ne, bi ti awayî mirov nikare »zelamekî têr« biparêze. Ev guhortin bi xwe re du problemên mezin tîne: 1) nediyarbûna tewang û veqetandekê, 2) guhortina rengdêran bi hokeran.

1) Nediyarbûna tewang û veqetandekê. Gava ko mirov veqetandeka navdêrên nebinavkirî ya ji bo yekejimara zayenda nêr jî bi »ekî« binivîsîne hingê mirov nikare bizane ka di komeka »zelamekî Hesenî li min da« de yê ko li min dayî »zelamek« e an »Hesen« e an jî herdu ne. Ji bo ko em bizanin yê ko li min dayî zelamek yê Hesenî ye, ne Hesen bi xwe ye, divêt em »zelamekê Hesenî li min da« binivîsînin. Di navdêrên binavkirî de ev problem nîne ji ber di halê tewangê de mirov dibêje »zelamî li min da« û di halê veqetandekê de dibêje »zelamê Hesenî li min da«. Ji lewra divêt mirov holê binivîsîne:

Zelamekî li min da. (tewang, Yek zelamî li min da.)

lê belê

Zelamekê Hesenî li min da. (veqetandek, Zelamek yê Hesenî li min da.)

2) Guhortina rengdêran bi hokeran. Gava ko mirov veqetandeka navdêrên nebinavkirî ya ji bo yekejimara zayenda nêr jî bi »ekî« binivîsîne hingê hemî rengdêrên di pey navdêrên nebinavkirî re tên dibin hoker û ev jî maneya komekan serûbin dike. Heger em »zelamekî xirab li min da« binivîsînin divêt mebesta me ew be ko zelamekî bi awayekê xirab li min daye, li hir bêjeya »xirab« hoker e. Heger mebesta me zelamek yê xirab be divêt em »zelamekê xirab li min da« binivîsînin, li hir bêjeya »xirab« rengdêr e.

Mirovekî têr nan xwar. (têr = hoker, Yek mirovî têr nan xwar.)

lê belê

Mirovekê têr nan xwar. (têr = rengdêr, Yek mirov yê têr nan xwar.)


Tewanga veqetandekên navdêrên nebinavkirî

Tewanga veqetandekên navdêrên nebinavkirî ji kombînazona pronavên nebinavkirî û parkîtên tewangê »yek î«, »yek ê« û »hin an«-ê çêbûyî ne:

[yek î] -ek-î ji bo yekejimara zayenda nêr

Yek hespî giya xwar.
Hespekî giya xwar.

[yek ê] -ek-ê ji bo yekejimara zayenda mê

Yek mehînê giya xwar.
Mehînekê giya xwar.

[hin an] -in-an ji bo gelejimara herdu zayendan

Hin hespan giya xwar.
Hespinan giya xwar.

ŞANEK
Xelkên çar herêmên Kurdistanê, botî, hacî beyrî, behdînî, hekarî û klasîkên kirmancan veqetandeka navdêrên nebinavkirî ya ji bo yekejimara zayenda nêr jî bi »ê«-yê ditewînin û dibêjin »zelamekê nan xwar«, »ez hespekê dibînim«. Ji ber ko »yek« di eslê xwe de jimarnav e gava ko ew dikeve paşiya navdêrekê zayenda jimarnavê (ango »yek«-ê) dibe zayenda raser (domînant) û navdêr hemî li gor zayenda »yek«-ê tête tewandin, ko ew jî »ê« ye.

Ji ber vê hindê ye ko Ehmedê Xanî di »Memozînê« de veqetandeka navdêrên nebinavkirî, ya ji bo yekejimara zayenda nêr, holê ditewîne:

Di heqê Memo û Tacdînî de:

Willah yekê nemaye rahet
Billah yekê nemaye taqet

Di heqê daweta Tacdîn û Sitiyê de:

Her berderekê şemateyek lê
Her mecme‘ekê temaşayek lê

Di heqê Bekoyî de:

Çil car dikin yekê micerreb
Paşê ewî dê bikin miqerreb

Mirovekê botî veqetandekên navdêrên nebinavkirî holê ditewîne:

Ez zelamekê dibînim.
Ez jinekê dibînim.

Ez hin hespan dibînim.
(Ez hespinan dibînim.)

Ez hin mehînan dibînim.
(Ez mehîninan dibînim.)

Herçend ez bi xwe hacî beyrî me, li gor baweriya min, çêtir e ko mirov tewanga veqetandeka navdêrên nebinavkirî, ya ji bo yekejimara zayenda nêr, bi »î«-yê binivîsîne bike »-ekî« û heger veqetandek be bi »ê«-yê binivîsîne û bike »ekê«.

Ez zelamekî dibînim. (tewang)

lê belê

Ez zelamekê bejinbilind dibînim. (veqetandek)

RAVEK
Tekstên Ehmedê Xanî, Melayê Cizerî, Melayê Bateyî, Mele Xelîlê Sêrtî û nivîskarên klasîk yên ko bi kirmanciya botan, hacî beyran, behdînan û hekariyan nivîsandine li gora isula zaravayê wan tên nivîsandin. Ev ji bo sedaqeta bi tekstên wan re pêwîst e.

***

Têbînî: Ev nivîsar ji kitêba »Bingehên rastnivîsandina kurdiyê (kirmancî)« (1997) hatiye girtin.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN zerevan@nefel.com
Weşandin: 2009-2-27
Xwendin: 1564
 
  19901 ziyaretçi  
 
=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=