PAWEN -
  Gelo Nabucco bû projeyeka kurdan?
 
Prînt bike
Gelo Nabucco bû projeyeka kurdan?
STENBOL, 30/9 2010 — Nabucco navê wê projeyê ye ko hinek welatên li derdora me dê bi borîyên 3 000 kîlometreyî gazê serdeyî bikarhênerê gazê yên Yêkîtiya Ewropayê bike. (www.nabucco-pipeline.com)

Tişta di heqê vê xetê de ya herî neyê zanîn ew e ko ev 31 milyar metrekûp gaza xwezayî ya ko dê bê bi rê kirin ka dê ji kîjan welatan bê bi dest xistin. Di nexşeyên ko rêgeha xeta borîyan eşkere dike de hon dewletên dewlemendên gazê yên li rojhilata Tirkîyeyê dibînin. Tişta nayê dîtin ew e ko gaz dê ji Azerbaycanê, Tirkmenistanê, heta dê ji dewletên wek Îranê bên standin.

Lê endama ko dê gazê bi rê bike dereka qet neyê bîra me ye: Kurdistana Iraqê.

Çîroka me bi şirketa Crescent Petroleum ya Yekîtîya Emîrîyên Ereban dest pê dike.

Crescent Petroleum va ye pazdeh sal in ko pirtirîn li rojhilatê dewletê ji bo bipêşxistina saheyên petrolê û gazê kar dike.

Ew di 2007-ê de ji bo bipêşxistina saheyên Xor Mor û Çemçemalê bi Birêvebiriya Bakurê Iraqê re peymanekê imza dike.

Di 2008-ê de şirketên Tirkan di halê de ne

Beşa Crescent Petroleûmê ya li Bakurê Iraqê Dana Gas e (www.danagas.ae) Dana di erebîyê de bi wateya durê/dirê ye.

Dana Gas şirketek e ko bi sermayeya, Qeter, Erebistana Siûdiyê, Yekîtîya Emîrîyên Ereban û Bahreynê hatiye çêkirin.

Crescent û Dana Gas; şirketeka bi navê Pearl Petroleum ava dike. Pearl di Ingilîzîyê de bi wateya durê/dirê ye.

Di 2008-ê de OMV (Avusturya) û MOL (Macaristan) ji vê şirîkatîya imtiyaza bikaranîna gazê bidestxistî ji sedê deh ya hisseyê bi 350 milyon dolaran dikire.

OMVya şirketeka dewletekê, di projeya OMV Nabucco-yê de şirîk e û birêvebira sereke ye. MOL jî şirîkê Nabucco-yê ye û Dana Gas jî şirîkê ji sedê sêya MOLê ye.

Di her wê salê de yanî di 2008-ê de şirketên tirkan jî dikevin halê.

Di navbera şirketa beşa Crescent Petroleûmê, Kurdistan Gas Cîtîes Co.-yê û şirketên tirkan de du şirket tên avakirin: Încî Dogalgaz Îthalat Îhracat û Încî Dogalgaz Îletîm û şirîkatîyek di navbera wan de tê çêkirin.

Xwediyên herdu şirketan jî Tûrkerler in (www.turkerler.com) û hinek şirîkên wan yên tirk hene ko navê wan nehatine eşkere kirin.

Îtxalkirina 10 metre-kûp gazê

Li ser destê şirketa, ji van şirîkeşirketan ya pêşiyê destûrnameya/lîsansa di 30 salan de îtxalkirina salê 10 milyar metre-kûp gazê ji EPDKyê dixwazin.

Şirket plan dike ko dê ji kanûna 2011-ê pê ve bi 3,5 milyar metre[kûp]an dest pê bike û dê ji Bakurê Iraqê gaza xwezayî îthal bike.

Pearl Petroleûm dibêje ko dê heta 2015-ê bikare di xeta Tirkiyeyê û Nabuccoyê de gazê ji Ewropayê re îxrac bike. Plana wan ya konsorsîyumê biîddia ye: di 2015-ê de 10 milyar metre-kûp.

Ev dem jî dema destpêka birêkirina gazê ya Nabuccoyê ye. Heke herdu şirketên wê şirketê Xor Mor û Çemçemal bi hev re bê bipêşxistin û dest bi derêxistina petrolê bikin, bi teorîkî dikare di navbera salên 2015-2020-ê de 20 milyar metrekûp gazê bi dest biêxin. Em bihizirin ko 3 milyar metre-kûpan ew bi xwe dê bi kar biînin, tê wê wateyê ko 17 milyar metrekûp yên ihracê ne.

Ji bo saheyên nêva Iraqê û bakurê wê rêya piratîk ya yekane li ser Tirkiyeyê re diçe. Ji ber vê jî Birêvebiriya Bakûrê Iraqê mecbûr e ko têkiliyên xwe û Tirkiyeyê xweş bike. Nabucco dê bikare salê 31 milyar metrekûp [gazê] derbas bike. Lê bi sê merheleyan dê bigihe vê astê. Merheleye pêşiyê dê bibe 8, ya didoyê dê bibe 15,5 milyar metrekûp.

Li herdu saheyên Bakurê Iraqê ev qas gaz hene. Bi bipêşxistina wan saheyên dî jî Nabucco dikare gaza jê re pêwîst hemîyê ji Bakurê Iraqê peyda bike.

Heta bîrên Bakurê Iraqê hene nehewceyî yên Azerbaycan û Îranê ne. Yên rojavayî ji xwe perola Îranê naxwazin. Rûsya dijî vê projeyê ye û ji ber vê yekê jî Azerbaycan bi xwe re nabîne dijî Rûsyayê derbikeve.

***

Milliyet, 29-ê îlona 2010-ê
Nivîskar: Metin Münir
Wergêr: Mirad Gundikî
 
  31797 ziyaretçi  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol