PAWEN -
  leyistokên zarokatiyê
 


Mirad Gundikî
newa@nefel.com
 
Layistokên kurdan
NETKURD
Aktuelbûn: 2009-06-07 06:25:19


"... Şer, ajotin, tirs, birs...hemî bûbûn parçeyeka jiyana me. Lê belê dema ko dengê çekan disekinî. Me dîsa jî dilehîst û di leyistokan de haya me ji bayê felekê nedima... "


 

Heta niho jî, zarokên kurdan birçiyê çanda xwe hatine hiştin. Dinya li wan hatiye tengkirin. Nehiştine zarokîtiyê bijîn. Bûne? wekî masiyên di nêv behrê de û têhn/tî. Taybetî em yên ko di salên 1990-2000-ê de zarok bûn. Em zarokîtiya xwe baş nejiyane. Şer, ajotin, tirs, birs...hemî bûbûn parçeyeka jiyana me. Lê belê dema ko dengê çekan disekinî. Me dîsa jî dilehîst û di leyistokan de haya me ji bayê felekê nedima.


Nifşa me, yên ko zarok in. Çiqesê şer jî nebe, zarokitiya xwe najîn. An jî zarokitiyeka sin'î û bêtam dijîn. Ma leyîstokên kompîteran an jî du-sê leyistokên ko dibistanê nîşa wan kirine yên bi tirkî dikare wan têr bike? No qet nikare! Bo wê jî zarok enerjiya xwe ya zêde li harbîniyan xerc dikin.


Ji ber vê arîşeya zarokên me, min xebatek daniye pêşiya xwe. Ez dê ji kêmahî ve şêst leyistokên zarokan li Gundikê Melî bi zarokan bidim leyîstin û wêneyên wan leyîstokan bikişînim. Paşê di bin wan wêneyan de ez ê binivîsim ka leyistok çawa tête leyistin. Bi vî awayî ez dê dosyeyekê amade bikim. Çêdibe rojekê ew bibe pirtûk jî...


Ka em dê hinekê berê xwe bidin leyistokên me.


Leyistokên kurdan taybetî bi şiklê leyistinê an jî bi wê tişta ko bi wê dileyîzin tête bi nav kirin. Ko navê wê tişta ko bi wê dileyîzin an jî awayê leyîstinê bi tîpa dengdar xelas bibe, hingê tîpa ''î'' yê an jî paşkîta ''anê'' yê têt ber wî navî û dibe navê leyistokê. Ko nav bi tîpa dengdêr biqede, tîpa ''y'' yê têt navbera paşkîtê û navî de.


Bo nimune çend mînak in:


-gilç+î => gilçî, gilç+anê => gilçanê


-guhik+î => guhikî, guhik+anê => guhikanê


-çavikêbelobelo+y+î => çavikêbelobeloyî, çavikêbelobelo+y+anê => çavikêbelobeloyanê


Di leyistoka gilçî an jî guhikî de tişta ko pê tête leyîstin ''gilç'' e an jî ''guhik'' e. Lê belê di leyistoka çavikêbelobeloyî/veşartokanê de bi şiklê leyistinê ve? girêda ye, leyistin bi çavbelkirinê re destpê dike û di leyistokê de, leyistokvan xwe diveşêre.


Navê navenda wê dera ko lê tête leyîstin an jî ew dera leyîstin li ber têt kirin jê re dibêjin ''kondel''.


Di leyîstokê de ew kesên ko dimînin li ber kondelê jê re dibêjin ''tu li ber de mayî'' û? wî/wê weke ''bikondel/berkondel'' nav dikin.


Vêca çar awayên bijartina berkondelî/berkondelê? ev in:
?
A)Bizdim-badim
B)Gul hejmartin
C)Şil û ziwa
D)Hêjmartina heta bîstê


A)Bizdim-badim: Du leyistokvan diçin pêşberî hev û wekî di ser xîzikekê bisekinin disekinin. Yek ji wan piyekê xwe didanê pêşiya piyê dî û dibêje ''bizdim''. Yê dî jî bi wî awayî çêdike û dibêje ''badim''. Heta ko piyê herduyan bigihe ser hev, piyê kîjanî bimîne di bin de ew dimîne li ber de.

B)Gul hejmartin: Zûgotinek jiberkirî têt gotin. Ji her leyistokvanî re bêjeyek têt gotin. Bi vî awayî zû gotin dewr dike. Bêjeya zûgotinê ye paşiyê bigihe kîjanî ew dimîne li ber de.

Bo nimune zû gotinek:Yekê mêkê/Kirika çûkê/Şah bilbilê/Textê çilê/Çil çîzanê/Ava rengê hezareyê/Gurgureyê/Bîst li te yê.


C)Şil û ziwa: Aliyekê kevirekê tefşik tête şil kirin û tête hilavêtin. Ji leyîstokvanan yek aliyê şil, yê dî yê ziwa dibijêre. Wekî daxwaziya kîjanî çêbibe yê dî dimîne li ber de.


D)Hejmartina heta bîstê: Ji her leyistokvanî re reqemek têt gotin û bi wî awayî heta bîstê tête hejmartin. Bîst li kîjanî bikevit ew dimîne li ber de.


Ew leyîstokên ko ez dê wêneyên wan bikişînim û awayê leyîstina wan binivîsim ev in:


1)Tirbulkî/Tirbîlkî/tirbîlkanê
2)Kêlî/kêlanê
3)Gilçî/gilçanê
4)Xirtefşî/xirtefşanê
5)Berikê germgermoyî/B.G.yanê
6)Kerikê kerajoyî/K.K.yanê
7)Kerikê melayokî/K.M.anê
8)Kerikê fêkîfêkî
9)Çêleka zayê-zayê
10)Çavikê belobelo
11)'Ararkî
12)Mîrzitkî
13)Teyareya çîqînî
14)Zikoziko
15)Tilîbotkî
16)Xanîtokî
17)Pênçberokî
18)Hêlandokî
19)Nîskûnokî
20)Pezikê çêrîmêrî
21)Bêrbêrokî
22)Hoyroviyanê
23)Mîrûwezîranê
24)Mis'arî, ni'orî
25)Maziyanê,deqî, kawî
26)Kitûcotî
27)Kîjan tiliyanê
28)Qulîpancî
29)Berkaniyî
30)Tîrûkevanê
31)Teqozokî
32)Guhikî
33)Tayî
34)Gîskê giroyanê
35)Hiçkêpiçkêyî
36)Xijxijokî
37)Leyîstokên heriyê
38)Kunê pîrêpîrê?
39)Aşikê avê
40)Gîjomajî
41)Gêrgêrokî
42)Berdeqî
43)Circirkî
44)Kilmeşkê
45)Sîqosirî
46)Hespî
47)Tîvtîvokî
48)Şildimbildimanê
49)Gulatî
50)Pereçonkî
51)Têrikanê
52)Gurzî
53)Berikê sarbînokî
54)Siwarî(siwar her siwar e an jî peyar siwar e ?)
55)Birkî
56)Guhşekî
57)Şolikê şolavî
58)Qafqafokî
59)Rîzî
60)Leşkerî


Têbînî:Ko hon leyîstokên ko min nezaniye an jî pêşniyaran ji min re rêkin ez dê kêfxweş bibim.

 
  31911 ziyaretçi  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol