PAWEN -
  Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de
 
Prînt bike
Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de
» Arif Zêrevan
STOCKHOLM, 30/3 2005 — Hinek xwendevanên me carinan ji me re nameyan verêdikin û dipirsin ka çima em di portala Nefelê de gihaneka »ko«-yê bi »o«-yê dinivîsînin û ne bi »u«-ya kurt. Çend sebebên wê hene û ez dê li vê derê bi kurtî behsa hinekan bikim.

Berî hertiştî divêt ez bibêjim ko dengê »u«-ya kurt dengekê ji du dengan pêkhatî ye û eslê wî dengî »wi« ye. Di hinek bêjeyên kurdî de herdu dengên »wi« pir nêzîkî hev bûne û dengekê nû yê kurt jê çêbûye û Celadet Alî Bedir-Xanî ji wî dengî re »u«-ya kurt peyda kiriye. Yanî eslê bêjeya »kurd, kurt, kurm, kum« û bêjeyên wekî wan »kwird, kwirt, kwirm, kwim« e lê belê ew paşê hatine guhortin. Heta niho jî li devera Botan bêjeya »kurm û kum« wekî »kirm û kim« têne gotin yanî »w« dikeve û »i« dimîne. Vêca heçî gihaneka »ko«-yê ye nikare wekî »ku« bêt nivîsandin ji ber ev »o« ne ew »wi«-ya nêzîkîhevbûyî ye.

Di zimanê kurdî de sê bêje hene ko bi alfabeya erebî ji hev nayên vavêr kirin û hemî jî bi »kaf« û »wawê« yanî wekî »kw« têne nivîsandin. Ev hersê bêje hem dengên wan ji hev cida ne û hem jî maneyên wan ji hev cida ne ji ber hindê jî damezirênerê alfabeya kurdî ya latînî Celadet Alî Bedir-Xanî sê herfên cida ji wan sê dengên cida re payda kirine û ew ji hev vavêr kirine. Piştî mirina Celadet Alî Bedir-Xanî hinek kurdên ko bi alfabeya latînî dinivîsînin ferqa di nêvbera gihaneka »ko« û hokera »ku« de nedîtin û herduyan jî wekî »ku« dinivîsînin.

Ez dê berê behsa maneyên van bêjeyan yên cida bikim û ji »Memozînê« nimûneyan bidim:

ko: heger, ku: çi, çawa, kû: kîjan dever

Yê ko alfabeya kurdî ya latînî amade kiriye û dengên kurdî li wan herfan siwar kiriye Celadet Alî Bedir-Xan e. Wî ji bo gihaneka »ko«-yê herfa »o« bi kar aniye û bi zanebûn »u« bi kar neaniye û »Hawar« hemî bi wî awayî derxistiye. Herçî »ku« ye ew bêjeyeka serbixwe ye û maneya wê yekcar cida ye. Ev bêje li devera Hekariyan û Goyan pir belav e û di cihê »çi« û »çawa« de têt bi kar anîn û Ehmedê Xanî jî ew bêje gelek caran di »Memozînê« de bi kar aniye:

We zû şemirand ji bo çi sersal
Hon rast bibên ku [çi, çawa] bûye ehwal?

Hon bêjine min ku [çi] bû qediyye?
Kengê li me xef dibit xebiyye

Mecnûn ko [heger] nebit ‘edîlê Leylê
Leylê ku [çawa] dikit bi Leyl meylê?

Go ez ku [çi] bibêm bike tu bawer
Dawer bi mi ra ko [heger] bûye yawer

Em dê ku [çawa] heqîqetê ‘eyan kin?
Serrişteyê tuhmetê beyan kin

Ger fewt bikim cemî‘ê ferzan
Tacdîn ku [çawa] didim ji dest xwe erzan?

Jixwe minaqeşe li ser »kû« nîne ji ber ko hemî kes dizane wê kusan (çawa) bi kar bîne lê belê cardî jî ez dê nimûneyekê ji »Memozînê« binivîsînim.

Wan go tu ji ve tê, çi pîr î
Xalib tu ji ‘ilmekê xebîr î

Piştî gelek lêpirsînan jî min nezaniye ka çima kurdên bakur piştî mirina Celadet Alî Bedir-Xanî gihaneka »ko« guhortin û kirin »ku«. Texmîna min ew e ko kurdên bakur ji tesîra »o«-ya qelew ya tirkî rabûn û »ko« wekî »ku« nivîsîn da wê wekî »o«-ya tirkî qelew bi lêv nekin. Heger wisa be ew sebebekê bêbingeh e ji ber herfa kurdî »i« jî wekî herfa tirkî »i« tête nivîsandin lê belê dengên wan ji hev cida ne.

Vêca ji ber maneyên cida û ji ber denganiya cida ya hersê bêjeyên kurdî divêt ew wekî »ko«, »ku« û »kû« bêne nivîsandin. Ez jî hem di nivîsar û berhemên xwe de û hem di berhemên ko ez amade dikim de xwe dispêrim metoda Celadet Alî Bedir-Xanî û wekî wî dikim.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN zerevan@nefel.com
Weşandin: 2005-5-19
Xwendin: 11801
 
  31914 ziyaretçi  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol