PAWEN -
  Xewn û xeyal – tirs û tomet
 
Prînt bike
Xewn û xeyal – tirs û tomet
HEWLÊR, 24/6 2010 — Ez di hemû beyanîyên jîyana xwe de, bi zelalîya beyanîyên sewgurgê re ji wê xewa giran radibûm ko di bin xewn û xeyalên vejîyandina azadîya êwirgeha min de bû. Min di bin tirs û tometê de pêdewiskî li ser xewa kewna bihara dilê xwe dikir û ez ji xewê radibûm.

Ez bi girêçîgên çavgemirandinan re li ber kevirên êwirgeha xwe hişyar dibûm. Min bi çarçavî li dora xwe çav digerandin. Ew çavgerandinên min, an ji ber vedana bosên çeperên dijminî yên ji bo mirinê li dora min hatibûn rapêçkirin, an jî ji bona lehistokên hevalbend û planên sîxurî yên dijminan bûn.

Min bi çavekî ve berê xwe dida çeperên dagirkeran yên wargirtinê û bi çavêkî din ve jî berê xwe dida dêrbûnên zêrevanîyên sîxurên dagirkeran. Min dixwast ez bizanim ka ew ê çawa û bi çi şêweyî lehîztokên ji bona talankirina warê min li ser min bi kar bînin.

Tirsa min ne ji ber wan çeperên dorwerandîyan bûn ko li dora min hatin rapêçan. Tirsa min ji dijminên min bû, ji talankirina mejîyê min bû. Ew bû tirsa min, biveya li ser talankirina êwirgeha min ya di nava kursên rorûsîyên li dora min xwe vezelînin û çavan li dora berkevirên êwirgeha min bigerînin. Ev e tirsa min ko dijminên min destan li nav cergên min bigerînin.

Min bi çavêkî din ve jî li dora xwe nêrî, ka wan şixredarên bêkêr çawa ji nava axa min ya pîroz de radayîn û li ser mexseda dagirkeran dor li min weranîn.

Min baş dizanî ko ew şixredarên ji axa min û bêkizên civata min çavtirsonekên ji warê min in û ew ê nikarin bibin kuspên mezin li ser rêya min. Ew tim dudil in, carinan berê wan li min e û carinan jî li dijminên min. Wan jî ji dûr ve li dor min çav digerandin, wekî kurmikên quriderê bêhngenî û dilxelîn in. Ew li ser azadîya êwergeha min nabin xeterên bêçare, lewra ew hertim li gel qawetê ne û çilekên parîyên rojê ne.

Min bi çarçavî jî çavrêyî li diqigên kewna bihara xeyalên azadîya êwirgeha xwe dikir, li rêyên qasid û qelewîzên hêvîyên vejîyandina xeyalan dikir. Min bala xwe dida kêrvoşûgên gulîya menda li ber bayên lewendîyan, ka çawa bayên lewendîyên gencên dêrîne dayîkê, yên min li berbayên vehêjandina xwe bilerizînin. Lawên dayîka min, ev in xewn û xeyalên me, ev in tirs û tometa me.

Bayên vehêjandina lewendîyên ferxeşêran bayê tirs û tometên ji dijminî li min dikirin pêkenin û xeyalên vejjîyanê li dor û piştên min dibûn fûrekên bêhna gul û gîyayên bêhnjêfûryayî yên bihuşta êwirgeha min. Tirs û tometa ji ber zordarên li ser warê min, qet ne dihat bîra min.

Ti caran ez ji xewê hişyar nebûm, bêyî xewn û xeyalên vejîyandina warê xwe, tevî tirs û tometa ji lehistinên dagirkerên êwirgeh, mîratê kalên xwe. Di hemû biharîyên kewna dilê xwe de, hertim guhên min li ser êşa laşê min bû ko min ji xwe re digot, kengê û darê lehiztokên zordaran dê çawa veweşe kiloxê min!

Tirsa min ne ji dijminên min yên dêrîn bû. Dijminên dêrîn dîyar in, li ber çavan in, şerê li gel wan hêsan e. Hertim tirsa min ew bû ko çawa xencera min dê li ser navê min û bi destê min veweşe kevçika dilê min. Ev in, lehiztokên dijminî yên bêderman. Ev in, yên ko dest û pêyan li min girê didin, xwişk û birayên min!

Dema min di bin jîyana tirs û tometê de, çav li jîyanê digeranad, ji dewle serê xewn û xeyalên vejîyandina asîmanekî zelal û azadbûyî bû û herweha jî ji bona pêcihkirineke li ser axa azad û bêtirs û tomet bû. Van xewn û xeyayalan, ez li ber bedena wan tirs û tometan radiwestandim. Dema asimanekî te tune be ko tu aravîyê hişînê bê ewrê reş û tarî bêhnê jê bikişînî û dema erdekî te tune be ko tu pêyên xwe li ser daînî, da lê biêwirî, hingê tu dê çawa bikarî ji cîranên xwe re bibêjî ko tu jî heyî û tu ne kêmî wan î?

Tu tam nagihijî çêja xewn û xeyalên azadîyê, heger di bin tahma tirs û tometê de jî be. Belê, berxên dêrîne dayîka min, heta ko hûn ji hev vavêr nekîn ferxeşêran û gurên ko kevilên mihan lixwekirî, hûn dê bi tama xewn û xeyalên bêhnvedana bihara dilê xwe çawa şad bibin? Heta ko hûn reşewrî neferikînin ji dora tîrêjên rojê û ranekin sedê ji ber zelalîya ava serkanîyê, hûn dê çawa şad bikîn. dilên dêsêwîyan?

Tarîşev

Ez di tarîşevê de, li kelebara êwirgeha kewna bihara dilê xwe rûniştim û min tilî li ser kungên bilûrê lerizandin. Bi lerizandina tilîyan re û bi zûrnahîya pêta agirê kelebara min re beranên çargurçik li dora min vesêwîyan û li hêvîyên zeraqên tîrêjên tavhildanê rawestîyan. Xewn û xeyalan ziqil dan, dara birîndar gul veda, çavên nebişkurî bi dengê lorîna bilûra min bişkurîn.Tirsê çavên seg û gurên hevalbend girtin û bi rêlîwindayî pengên bendê li hevdu gerandin û ji bedeldayinê re ketin ser rêyê.

Heta ko min çav li dora xwe gerandin, dor û pişt li min bûn kelebara tifaqa tembû, kirnî û qijnikan. Mijiga mirinê xwe li kimtên çîyayên min girt û bergelî û mexelên êwirgeha min tijî mij û moran bûn. Di nava mij û moranê de bû cihê şahîya seyê hevalê gurgî û se zorîya û guran xwe di nava tarîmijê de berda û gihiştin guhorê. Bi tifaqa seyê malê û gurgê çolê bi yeko yeko beranên çargurçik di nava çoteka giran de hatin daqurtandin. Di guhora min de bêserûşon bûn qerteberan, çeper li min xir û xalî, bi lehiztogên gurgên şevtarîyan.

Virnîberxan da ser dewsa gurê ko kevilê mihê li xwe kiriye, li ser hêvîyên qesta rojberomakan... Gurgên çolê û segên guhorê bi tifaqî qerteberan tev de bêserûşon kirin û virnîberx tev talan kirin. Dema seyê malê bû hevalê gurî, hingî berxvirnî dê nemînin di berbedena dayîkan de. Dema malxwê bibe hevalê dizî, gayê malê dê di rojinê re derbikeve.

Vê mij û morana girtî warê min rê nade dîtina çavên min, venake mejîyê min ji taristana planên dagirkerên jîyana min. Qêrîn û hewarên min ya ko di nava vê taristana de, xwe bi ser bihara dilê min de bi yekcarî berdaye, nagihijin ferxeşêrên dayika min.

Dema teknîkê

Dem li min bû dema teknîkê û înternetê, bi hêvîyên ko çav dê ji xewê vebin û mejî dê ji bindestîyê azad bibin, careke din jî ez di beyanîyên sipêdan de ji xewê radibim. Ez bi lez xwe digihînim ber qumçên laptopê û bi çarçavan li malperên kurdan digerim, li ser hêvîyên sudjêwergirtina ji teknîkê, lawên dayîka min.

Ez bi du çavan berê xwe didim rêzên malperên kurdan ji bona gotinin xêrê di nava rêzên wan de bibînim. Ez li hêvîya wê çendê me ko rojek dê bêt û çavên min yên li rêzên nivîsên pênivîsên nivîskarên pêşbînîyên me kurdan bikevin û ev rêzên nivîsên pênivîsên niviskarên ji serkanîyên zelal dê wekî stêrikên asîmanê êwirgeha me kurdan, kurkusîçavan li min geş bikin.

Ev pênivîsên ji serkanîyên zelal dê nivîsên tarînivîsên wan niviskaran reş bikin ko di nava tarîmij û moranê de dikin qêrîn û ji bona qemerîyan pênivîsan dixebitînin. Bi vehejandina bayên pênivîsên ji serkanîyên zelal dê geş bikin hêvîyan û rohnî bikin bînahîya çavan. Vavêrkirina reşeşev û tîrêjên rohnayîyên zeraqeyên azadîya êwirgeha me kurdan erkê we ye. Ez li wê hêvîyê me ko dengekî xêrê dê ji nava rêzên niviskarên welatê min li min bike qêrîn û mizgînîya hevalbendî û yekdilîya azadîya êwirgeha kurdan bigihîne min.

Belê, ez çi bikim ne bablîsokeke xêrê ji nava pênivîsên miletê min xwe li dor min dipêçe û ne ji pêleke ava zelalîya serkanîyên min bi ser min de tê ko ez têna xwe pê bişkênim. Qet pêleke ba jî li bêndara min nayê ko ez ferxeşêran li dora xwe vesêwînim û destan bi mêranî veweşînim.

Çendî ez li berxwe didim, ez qet nikarim bi vî bayê vemirî şîlme û zîwanê ji koma genimê sor veqetînim.

Heçî cara ko ez ji xewa tirsê radibim û çavan li rêzên nivîskaran digerînim, şer û xirenixên bêencamdayînên di nav xwe-xwetîyê de çavan li min dikurkusîne. Ev çi rewşekambax e ko gizgizoga berfê xwe li ser dilê min vedihejîne, xewn û xeyalên azadkirina êwirgehê li min dike kabûsên şevtarîyên tirs û tometê û dil li min diarîne.

Hewar ji we re dayîkên min, ma xortên we berxên dermalekirîyên ji bona firotinê ne? Çima ji şehîdên we re tête gotin ko jîyana xwe ji dest da û çima zaroyên dijminî şehîdên qehreman in? Çima lêborîn ji dayîkên dagirkeran tête xwastin? Ma lawên me yên dêmarîyan ın? Pêwîstî pê navê ko ez zêde bikim van gotinanç Lewra şeva reş ji êvarî de kifş e!

Ma hûn nabînîn ko celad veşartiye, di nava gulîya darê re û ribat di rika zêrîn de pêbendkirî dor û pişt dafik lêvegirtî? Xwire xwira celedî ye li meksewê, ferxan ditine ber kozika ribatî û yeko yeko serî ji ferxan difirîne. Ev çi hêvî ne ji gotinên di nava lêvên ribatê di nava rikeya zêrîn de. Ma ne dîyar e ko ribat di rikeya zêrîn de bi fermana dagirkerî dixwire bêasteng û bêrawestan?

Qey deng nayêt we ko ev celadê di rika zêrîn de mêjûya dijminî li me dike efsaneya edaletê û ferxeşêrên mêjûya me li me dike bêkêr û ne li ser hesabê me. Heger darek hêşîn nebe li ser rehên xwe, dê çawa mêwe bide xwedanê xwe?

Lawên dayîka min, hizir ji bo çi ye? Heger tu hizrê bi kar neînî û mejîyê xwe pêşkêşî ribatê di rikê de bikî, çi pêwistî bi heyîna te heye? Ribatê dest li ser fermanan dide, li ser fermana dagirker, talan û mirinbara te, ma ev in berhemên bedelên te?

Ez gelekî hêvîdar im ko ev reşewrên ko asîmanê min rapêçane dê biferikin û dê biroxe seda li ber zelalîya deravê ava êwirgeha dilê min, dê derav rast bibe li ser zevîya kalên min. [Hewlêr, 28/5 2010]

-----------------------------------
Nivîskar: EVDIREHMANÊ GUNDIKÎ
Weşandin: 2010-6-24
Xwendin: 172
 
  19901 ziyaretçi  
 
=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=