PAWEN -
  Celadet Bedirxan, Çavkaniyên Hawarê û Kurdayetiya Nû
 
Celadet Bedirxan, Çavkaniyên Hawarê û Kurdayetiya Nû[1]
 
Ibrahîm Seydo Aydogan
 
1. Destpêk
Herkes dizane ku di dîroka ziman û wêjeya kurdî de cîhekî kovara Hawarê û Celadet Bedirxan yê girîng heye. Ji bo gellek rewşenbîr û nivîskarên kurd, Celadet Bedirxan ne bi tenê kesayetiyeke dîroka kurdayetiyê û nivîskar û zimannasekî pêşengê heyameke wêjeyî bi tenê ye, lê ew herweha hevalek e jî. Pirraniya me navê wî datînin destpêka hemû xebatên zimannasiya kurdî û êdî ewqasî tê naskirin ku pirraniya nivîskaran nabêjin Celadet Bedirxan, lê bi tenê dibêjin Celadet û mîna ku behsa hevalekî xwe bikin, behsa wî dikin.
Civata me civateke bindestiyê bû û peydabûna tevgereke çandî û siyasî ya weke Hawarê, dereng be jî, bivê nevê dê guherînên bingehîn pêk bianiyana. Celadet Bedirxan kêmaniyên civata me rasterast eşkere dikirin û dixwast « bingehên netewebûyinê » bi herkesî bidana fahmkirin. Ji bilî « nezanîn »a ku wî bi xwe gazind jê dikirin, nexweşiyeke me ya din jî heye ku rêya zanînê li ber me digire. Idealîzekirina kesan li cem me Kurdan adet e û îdealîzekirina Celadet Bedirxan jî nahêle ku mirov wî baştir nas bike. Ji ber wê, mixabin me Hawar û fikrên Celadet Bedirxan çiqas nas kiribin jî, di ser re nas kirine. Ji xwe, hejmara nirxandinên xurt ku li ser vê mijarê hatine kirin jî bi tiliyan tên hejmartin û pirr kêm in. Lewre me tim xwastiye ku em hertiştî li ser hev bidin û van têgihîştinan rê li ber girtiye ku em dakevin kûrahiya wê heyamê.
Di vê gotarê de, em ê di qonaxa yekem de hewil bidin ku em helwêsta Hawarê ya li ser « Kurdayetiya Bîrewer » teva çavkaniyên wê fahm bikin. Di qonaxa duyem de jî, em ê li ser hêleke Celadet Bedirxan ya « pirr tê naskirin » rawestin ku ew jî mijara kodnavên wî ye.
 
2. Hawar û Kurdayetiya Bîrewer û çavkaniyên wan
Ji bo ku mirov taybetmendiyên demekê yên wêjeyî û çandî baş binirxîne, mirov mecbûr e ku rewşa wê demê ya sosyopolîtîk û bûyerên ku bandor li van taybetmendiyan kiriye jî bi bîr bîne. Lê belê dîroka Hawarê, ji ber dîroka malbata Bedirxaniyan, dema berî xwe jî di nava xwe de vedihewîne û divê mirov di dawiya sedsala 19 û serê sedsala 20’an de li koka wê bigerre.
Ber bi nêviyê sedsala 19’an ve, gelên rojhilatî, bêguman bi rêya Dewleta Osmaniyan ve, berê xwe da Rojavayê. Sedema vê guherînê jî ew bû ku welatên rojavayî him di warê teknolojiyê de û him jî di warê aborî û leşkeriyê de ji welatên rojhilatî gellekî bipêşdetir ketibûn û, bivê nevê, vê yekê di qada navneteweyî de li hember welatên din hêzeke xurt dida wan.
Di dîroka ziman û wêjeya gelên rojhilatî de sedsala 19’an dewreke girîng e, ji ber ku ev sedsal, ji bo çand û wêjeya gellek neteweyan, bû qirna şoreşa ceşnên edebî û gellek zimanên rojhilatî ku kurdî jî di nav de ye bi formên vegotinê yên nuh hisiyan û ew bi kar anîn. Lê ev sedsal di heman katê de, bû dewra teqîna neteweperweriyê jî. Herçend, di wê demê di nava Kurdan de jî tevgerên neteweperwer xwe nîşan da, li cem Kurdan ev çanda neteweperweriyê, weke ku berê jî hatiye gotin, ji berê ve hebû.
 
2.1. Nîşaneke kurt di derbarê peydabûna fikra neteweperweriya kurdî de
Dused sal berî şoreşa fransî, Ahmedê Xanî di destpêka Mem û Zînê de gotibû ku wî Mem û Zîn bi kurdî nivîsandiye û sedemên wê jî weha eş kere kiribûn :
 
Safî şemirand vexwarî durdî
Manend-i durê lîsanî kurdî
(…)
Da xelq-i nebêjitin ku: “Ekrad
Bê ma’rîfet in, bê esl û binyad
Enwaê milet xwedan kitêb in
Kurmanc-i tenê di bê hesêb in.[2]
 
Dema ku Ahmedê Xanî ev berhem nivîsand, di nava rewşenbîr û nivîskarên kurd de bikaranîna kurdî ne adet bû û kesî xwe nedida ber vî karê zehmet. Xanî jî di malika serî de behsa vî karê zehmet dike, lê belê herweha ji bo nîşandayina hêza Kurdan û zimanê wan jî berê xwe dide zimanê kurdî. Ev helwêsta lêbixwedîderketina Kurdan û ev danberheva bi milletên din re li cem Xanî dikare weke bilindkirina ala Kurdayetiyê û herweha weke serhildaneke qelemî jî were nirxandin. Ahmedê Xanî bi helwêsteke neteweperweriyê balê dikişîne ser ku di warê hişmendiya hunerî de Kurd ne kêmî milletên din in, lê belê Kurdan derfet bi dest nexistiye ku di vî warî de berheman bidin. Lewre Xanî di dewama vê lojîkê de weha nivîsandibû:
 
Kurmanc-i ne pir di bê kemal in
Emma di yetîm û bê mecal in
Fîlcimle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bê Xwedan in[3].
 
Divê mirov vê jî bibêje ku Xanî bêguman ne yekem kes e ku behsa vê xatirnedayina kurdî ya li hember erebî, osmanî û farisî kiriye. Tê bîra herkesî ku Melayê Cizirî jî ji dêleva helbestên Hafizê Şîrazî, helbestên xwe pêşniyar dikirin ku mirov dikare bêguman bibêje ku hê ji wê gavê ve tevgereke zimanê kurdî dest pê kiribû[4]. Piştî Ehmedê Xanî jî, perwerdehiya ku di medreseyan de bi rê ve diçû dê roleke gellekî xurt di parastina zimanê kurdî de hilgirtaya ser milên xwe û Mela Mehmûdê Bayezidî dê hê di nêviyê sedala 19’an de bidaya xuyanî û bigotaya ku « zarokên Kurdan bi kurdî baştir fêr dibin » û bi zimanê kurdî ders bidana şagirtên xwe.
Ahmedê Xanî ew kes e ku belkî dê cara yekem nav lê bikiraya û ev mesele ji meseleya zimên biwêdetir bibiraya û bigotaya :
 
Ez mame di hikmeta Xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bilcimle ji bo çi bûne mehkûm[5]
 
Weke ku Kendal Nezan di nivîseke xwe de behs dike[6], di serhildanên Kurdan yên sedsala 19’an de, mirov dikare nemaze bandora vê helwêstê bibîne. Ahmedê Xanî di vî warî de weke hîmdarê kurdayetiya nû neteweperweriyê tê qebûlkirin. Ji ber wê ye ku Celadet Bedirxan, di berhema xwe ya bi navê De la question Kurde (li ser pirsgirêka kurdî) de, di 1934’an de, weha dinivîsîne :
 
« Pirsgirêka kurdî îroj ketiye qalibê neteweperweriyê û ji xwe ev e awayê ku şikl daye vê sedsala me. Lê ev awa li cem Kurdan ne nû ye. Di nava wêjeya kurdî de ji zû ve diyar bûye û digihîje sedsala 17’an. Ahmedê Xanîyê helbestvanê kurd yê mezin ku di sala 1061’ê hicrî de çêbûye dikare weke pêşêngê neteweperweriya kurdî were hesibandin ».[7]
 
Weke ku Celadet Bedirxan di heman çavkaniyê de destnîşan dike, Ahmedê Xanî fikrên Kurdayetiyê li nava çîroka Mem û Zînê reşandine. Ji ber wê ye ku gotiye « Serha xemê dil bikim fesane / Zînê û Memê bikim behane »[8][9] û bi dû re gotiye « Kurmancim û kohî-yû kenarî / Van çend xeberêd-i girdewarî (…) / Sehw-û xeletan nekin teeccib / Te’wîl-i bikin j ibo teessib »
Erê, fikra neteweperweriyê hebû, lê belê Kurdan nikarîbû yekîtiya xwe pêk bianiyaya û pişta xwe li hember milletên ku Xanî behsa wan dikir bidana hevdu. Di hemû serhildanên Kurdan de jî vê qedera Kurdan xwe dê dubare bikiraya û Kurd dê bi ser neketana. Lewre nirxên ku gellek kes li dora xwe bicivandana ji aliyê Kurdan ve baş nedihatin zanîn ku, ziman û çand û dîrok bingehên van nirxan bûn û neteweyek li ser van nirxan tê avakirin. Vê yekê jî di serê sedsala bîstan de helwêsteke nû bi rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdan re peyda kir û êdî nîqaşa li ser perwerdehiya Kurdan û xebatên li ser zimanê kurdî hatin kirin.
 
2.2. Kurdayetiya nû şîn dibe
Di serê sedsala 20’an de, Kurdên ku ji serhildanan derketibûn û digel têkçûyinan jî hestên neteweperweriyê nas kiribûn, li Stenbolê, li sirgunê, di nava komeleyên Kurdan yên weke « Hêvî »yê û kovar û rojnameyên wan de xwe li hevdu digirt û bi helwêsteke weke ya Ehmedê Xanî ve tev digeriyan û ev helwêst di weşanên xwe de eşkere dikirin.
Lewre dewr êdî ne dewra Ahmedê Xanî bû di nava Kurdan û desthilatdariyê de cudahiyeke mezin hatibû avakirin. Hêjayî gotinê ye ku bi awayekî fermî pirraniya nivîsên van kovar û rojnameyan gazind ji rewşa Kurdan dikir û doz li desthilatdariya osmanî dikir ku Kurd di nava dewleta osmanî de bigihîjin cîhine bilindtir. Weke ku Seîdê Kurdî di Kürt Teawün ve Terakki Gazetesi de dinivîsîne « Kurd ji her alî ve ji mewqiyên girîng ên Dewleta Osmanî bêpar mane [digel ku] 450 sal e ku Kurd li rojhilata Dewleta Osmanî wezîfe bi cî tînin û ji dil û can emniyet û heqê dewletê diparêzin ».[10] Herçend di vê nivîsê de daxwazeke serxwebûna milletî nehatibe eşkerekirin jî, di nava sîstema osmaniyan û xurtiya sultên de mirov dikare daxwaza wekheviya bi milletên din re jî weke pêşketinekê binirxîne, lewra ev daxwaz bi tenê daxwazên eşkerekirî ne.
Ev jî diyar dike ku serhildaneke entellektuelî hatiye lidarxistin û rewşenbîrên Kurdan rasterast gazindên xwe ji desthilatdariyê dikin û mafên xwe dixwazin. Hema hemû kovar û rojnameyên wê demê behsa heman mijarê dikir û carinan jî bal dikişand ser ku diviya civata Kurdan xwende bûya û li çareyên vê rewşê digeriyan.
Ev tevger dê ji du hêlan ve bihataya lidarxistin : siyaset û ziman. Di warê zimên de, Rojnameya Kurdistanê ya ku li Qahireyê ji aliyê Miqdad Mîthed Bedirxan ve hatibû çapkirin, dê bandora xwe li dîroka Kurdayetiyê bikiraya û rojnameyên Kurdên Stenbolê yên mîna Rojî Kurd û Yekbûn jî dê di vî warî de bibûya lingê vê tevgerê yê Stenbolê. Bê şik, divê mirov vê jî bibêje ku ev kovar nîvkurdî û nîvtirkî bûn û di ber siyasetê re cîh didan nivîs û lêkolînên wêjeyî jî ku vê taybetmendiyê dê tovên wêjeya kurmanciyê ya nuh jî biavêtana.
Di nava van kovaran de, ji ber sedemên ku em ê li jêrê behs bikin, pêwîst e ku em hinekî behsa kovara Yekbûnê bikin. Navê kovara Yekbûnê di nava Kurdan de zêde nayê naskirin, lê belê ji bo mijara vê lêkolîna me ev kovar gellekî giring e.
 
2.3. Kurdan meseleya zimên anî qada nîqaşê
Kovara Yekbûnê di sala 1913’an de ji aliyê M. Salih Bedirxan ve hatiye çapkirin û hefteyê du caran derdiket. Bi qasî ku tê zanîn, sê hejmarên wê derketine.[11] M. Salih Bedirxan bavê Rewşen Bedirxanê û apanê Celadet Bedirxan e û, weke ku em ê bibînin, bandora wî ya li ser Celadet Bedirxan ji ya herkesê din zêdetir e. Kovara Yekbûnê dê bibûya gaveke amadekirina şikilwergirtina vê neteweperweriya Kurdan ya nû. Erê, kovar û rojnameyên din berê hîmên wê avêtibûn, lê belê vê kovarê dê bi awayekî din nêzîkî li mijara Kurdayetiyê bikiraya ku ew jî « perwerdekirina gelê Kurd ya bi zimanê kurdî » bû. Ji lewra di pêşgotina hejmara Yekbûnê ya duyem de weha hatiye nivîsandin :
 
« Her çiqas tu tiştekî me ji gelên din ne kêmtir e jî hîna me nikaribûye desthelat û karîna xwe di jiyanê de nîşan bidin çunki bi carê de em nexwende û nezan in. »
 
Di vê daxuyaniyê de lixwemikurhatineke tûnd balê dikişîne ku ev lixwemikurhatin li cem Ehmedê Xanî tunebû. Ehmedê Xanî weke ku dilê xwe bi Kurdên « yetîm û bê mecal in » û  « di sefîl û bê Xwedan » dişewitand û digot ew « fîlcimle ne cahil û nezan in[12]» û vê bindestbûna wan bi « bêxwedîtiya » wan ve girê dida. Em dibînin ku du sedsal bi şûn de, rewşenbîrên Kurdan vê bindestiyê bi nexwendebûn û nezanîna civakî ve jî girê didin. Ji ber wê ye ku di hejmara Yekbûnê ya sêyem de jî tê gotin ku divê bi kêmanî nêviyê Kurdan fêrî xwendin û nivîsandinê bibin û herweha, ya girîngtir jî ev e ku sernivîsa vê hejmarê pêşniyareke weha dike ku divê bala me bikişîne :
 
« ji ber ku di nav kurdan de hejmara xwendeyan gelek kêm e, divê alfabeyek hêsan bê çêkirin »[13].
 
Diyar dibe ku armancên vê kovarê û yên berî wê ji hev cuda bûn. Ji lewre, M. Salih Bedirxan li ser danasîna kovarê destnîşan kiriye ku « ev kovar têkîlî siyasetê nabe ».[14]
Ev daxuyanî bi awayekî balkêş Hawarê tînê bîra mirov û dê di nirxandin û têgihîştina Hawarê de bi kêrî me were. Ji ber ku herkes dizane ku Celadet Bedirxan di hejmara Hawarê ya yekem de helwêsteke bi heman rengî nîşan dabû ku em ê bi dû re behsa wê bikin.
Celadet Bedirxan bi xwe jî dinivîsîne ku ew ji 1919’an ve ye ku li ser alfabeya kurdî dixebitî[15]. Em dizanin ku Celadet di dema weşandina Yekbûnê de bîst salî bû û endamê komeleya Hêviyê bû. Ji ber ku wî xortaniya xwe li Stenbolê derbas kiriye û bi xwendin û nivîsandinê ve têkildar bûye jî, em tê derdixin ku wî ew kovar û rojnameyên Kurdan yên serê sedsala bîstan hemû dîtine. Ji ber wê jî, têra xwe asayî ye ku ew di bin bandora ramanên nivîsên van kovar û rojnameyan de mabe.
Ji ber wê, di kemilîna têgihîştin û amadekirina Hawarê de divê mirov bibêje ku bandora van hemû kovar û rojnameyan heye.
Herweha kovara Rojî Kurd ku di heman salê de (1913) li Stenbolê ji aliyê Abdullah Cewdet ve dihat amadekirin, di hejmara xwe ya yekem de pêşniyarên weke yên Hawarê dike û çavdêriyeke balkêş dikeve nava vê pêşniyarê :
 
« Pêwîst e ku kurd alfabeya xwe biguherînin, çumki alfabeya ‘Erebî têra zimanê kurdî nake »[16].
 
Hêjayî gotinê ye ku, weke hin kesên din, Mihemed Salih Bedirxan jî nivîsek bi mahlasa M. S. Azîzî[17] di vê kovarê de li ser mijara zimên nivîsandiye û ji dêleva 32 herfên elfaba osmanî, 8 herfên din lê zêde dike û alfabeyeke 40 herfî pêşniyar dike. Ji ber ku M. Salih Bedirxan di daxuyaniyên xwe de zêde tûnd xuya dibe, ew carekê bi tawana « heqareta li Kurdayetiyê »[18] tê girtin jî. Lê belê Malmisanij û M. Lewendî (1994) û herweha Malmisanij (1992)[19] ji Celîlê Celîl (1981)[20] neqil dikin û dinivîsînin ku digel ku di hin rojnameyan de weha hatiye gotin jî M. S. Bedirxan ji ber nivîsên xwe yên muxalefeta desthilatdariyê hatibû girtin.
Ji hejmara nivîsên wê demê yên li ser zimên diyar dibe ku wê demê di nava hemû rewşenbîrên Kurdan de heman tevger hebûn û rewşenbîr û siyasetmedarên kurd li ser pirsgirêka zimên nîqaş dikir. Ji ber ku em bi tenê aliyê wan yê nivîskî dibînin, em dikarin pê derxin ku rewşenbîrên wê demê di civat û şevbihêrkên xwe de gellekî li ser vê mijarê peyivîne ku destpêka wê sê çar sal berî Yekbûnê û Rojî Kurdê bû. Wek mînak, di hejmara sêyem ya Kürt Teawün ve Terakki Gazetesi de, Îsmaîl Heqqî Babanzade di sala 1909’an de xwendewarî û zanînê weke hîmê xurtkirina yekîtiya neteweyî nîşan dide û dibêje
 
« Pêwîst e zarokên Kurdan bi zimanê bab û bapîrên xwe bixwînin »[21].
 
Weha diyar dibe ku Babanzade berî M. Salih Bedirxan behsa hin mijaran kiriye. Îsmaîl Heqqî Babanzade bal kişandiye ser peywendiya ziman û netewebûyinê jî û weha gotiye :
 
« Divê berhemên wêjeya kurdî ya devkî û çîrokên Kurdan bêne berhevkirin û bi kurdî dîroka Kurdan were nivîsandin »[22].
 
Babanzade herweha van pêşniyar û şîretan dike ku mirov dikare tê de dengê Celadêt û Hawarê jî bibîne. Babanzade weha dewam dike :
 
« Parastin û durustkirina zimanê edebî, riya pêşketinê ji bo me vedike. Tenê xwendin û zanistî karê netewî diparêze. Kilîta zanînê ziman e. Her ew kilît dikare deriyê şaristaniyê veke. »[23]
 
Weke ku bi awayekî zelal diyar dibe, ev hêmaya ku bi « kilît »ê hatiye avakirin, dê bandora xwe li ser helwêsta Celadet Bedirxan jî bikiraya û di Hawarê de gellek caran bihataya dubarekirin û Celadet Bedirxan bi xwe jî dê di Hawarê de weha binivîsandaya :
 
« Milletê dîl ko zimanê xwe winda nekiriye, wek girtiyek e ko mifta zindana xwe bi xwe re hilaniye ».[24]
 
Herçend di nava van tevgerên dema qelsbûyina Osmaniyan de mirov neteweperweriyeke bi zanînê dagirtî peyda bike jî, ev dema hemû tevgerên kulturî û siyasî bi têkçûyina Osmaniyan ya di şerrê cîhanî yê yekem de bi dawî bû. Komara turk ku dê di şûna wê de ava bibûya, dê hemû tevgerên li derveyî turkîzmê û ji derveyî doktrîna wê ya nuh ku jê re « kemalîzm » dihat gotin qedexe bikirana û pişta tevgerên kurdan yên Stenbolê dê bihataya şikandin. Ziman û çanda kurdan dê bi vî awayî bihataya tunekirin û redkirin û kurd jî dê li rastî polîtîkayeke bişaftinê ya tûnd bihatana. Rewşenbîrên kurd jî dê ji ber vê polîtîkayê, ji neçarî, berê xwe bidaya sirgûnê. Elbet Kurdan dê li hember vê rewşa nuh serî hildaya, lê piştî biserneketina Serhildana Şêx Seîd, polîtîkaya komarê ya li hember kurdan dê tûndtir bibûya.
 
2.4. Serdema nû û tevgera neteweperweriya Kurdan
Komara Turkiyeyê hê ciwan bû û hîmên wê ne ewqasî saxlem bûn û berpirsiyarên komarê, tevgerên pirrçandî û pirrgelî ji bo pêşeroja komarê weke xeteriyên mezin dinirxandin. Desthilatdarên tirk dizanî ku yek ji sedemên hilweşîna Dewleta Osmaniyan ew bû ku vê dewletê gellek azadî dabûn gelên bin banê xwe. Ji lewra, komara turk dê polîtîkaya « yek ala, yek dewlet, yek ol û yek ziman » bidaya ber xwe. Ji xwe Kemalîzma ku hebûna gelên din li ser axa Turkiyeyê red dikir, ji ber vê sedemê ji aliyê dîroknasan ve weke « doktrîna manûnemanê »  tê binavkirin.[25]
Herçiqas tevgera kurdayetiyê bi qasî deh salan rawestiya jî, ev tevger bi dawî nebû, ji ber ku xortên deh sal berê êdî gîhabûn û wan dê bidaya ser heman rêyê. Di dawiya salên bîstî de, Kurdên ku xwe bi vir de û wê de gîhand bin xetê, li wira rêxistineke niştimanperwer ya bi navê Xoybûn ava kir ku mirov dikare weke dewama komeleya « Hêvî »yê jî binirxîne. Endamên Xoybûnê yên avakir dîsa ji tevgera kurdan ya Stenbolî dihat û Celadet Bedirxan bi xwe yek ji pêşengên vê tevgerê bû.
Rêxistina Xoybûnê dê piştgiriya xwe bidaya Serhildana Agirî, lê belê, weke ku Ehmedê Xanî mîna nebûna « îttifaq » û « înqidayê »[26] bi hev ve girêdabû û weke qedera Kurdan destnîşan kiribû, Îran û Turkiye dê ji bo têkbirina vê serhildanê bi hev re tev bigeriyana û bi têkçûyina wê jî pişta tevgera kurdî vê carê dê bi temamî bişikestaya û tevgera ku li Stenbolê bîst sal berê dest pê kiribû dê rawestiyaya.
Van rewşenbîrên kurd, yên ku Celadet Alî Bedirxanê neviyê Mîr Bedirxan pêşengiya wan dikir, piştî herdu serhildanan, bi awayekî xwezayî, ji binî ve pirsên ciddî ji xwe û tevgera kurdayetiyê kirin û vegeriyan pirsên Kürt Teawün ve Terakki Gazetesi, Rojî Kurd û Yekbûnê. Derdê wan yek bû : ew bi ser neketibûn û sedem ne bi tenê xurtbûna dijminan bû.
Ev çavdêrî dê di hemû dîroka Kurdan de bihataya dîtin. Qazî Mihemedê serokê Komara Kurdistanê jî dê di wesiyetnameya xwe de gazind ji heman taybetmendiya civata xwe û ji nebûna yekîtiya Kurdan bikiraya û wî ê jî wekî pêşiyên xwe heman şîret bikiraya[27] :
 
« (…) gelê min yê zorlêkirî, vame ez di gavên herî dawî yên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê xwedê êdî dijminatiya hev mekin û pişta hev bigirin, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefroşin dijminan (…) şîret û wesyeta min ew e, bila zarokên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo ku hûn ji karwanê gelan paş ve nemînin û her xwendin çeka kujeka dijminan e. »[28]
 
Lê belê di dawiya wesîyetnameya xwe de jî, Qazî Mihemedî dê armanca vê şîretê eşkeretir bikiraya :
 
« Xwendin û zanist û pîleya zaniyariya xwe pêş ve bibin, ji bo dijmin kêmtir we bixapîne »[29]
 
Weke ku tê zanîn Ahmedê Xanî jî di Mem û Zînê de, di beşê bi navê « derdê me » de weha nivîsandibû :
 
Lew pêk ve hemîşe bê tifaq in
Daîm bi temerrid û şiqaq in
Ger dê hebûya me îttifaqek
Vêkr bikira me înqiyadek
(…)
Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir me ilm û hikmet[30]
 
Heçî Kurdên ku li ser rewşa Kurdan fikiriye, nebûna yekîtîyê bi nezanînê ve girê daye. Di dema Xoybûnê de jî, vê jixwepirsînê rewşenbîrên kurd ber bi wê encamê ve birin ku berî hertiştî diviya hişmendiyeke neteweyî bihataya avakirin û yekîtî û serfiraziya vî gelî jî ancax dikarîbû bi peydakirina hestên neteweperweriyê ve pêk bihataya. Ji bo gîhandina van hestên neteweyî jî diviya ku rewşenbîrên kurd berê bi tevgerine cuda ve rabûna û giranî bidaya perwerdekirina gelê xwe. Ev çavdêrî jî yekser helwêsta rewşenbîrên Kurd ya serê sedsala bîstan tîne bîra mirov.
M. S. Bedirxan di hejmara Yekbûnê ya sêyem de weha nivîsandiye :
 
« Destê xwe ji xweşiya jiyanê hilgirin û berê xwe bidin ber bi çiyayên bilind û hênik ên Kurdistanê, bibin mamoste û rêberê zarokên milletê. »[31]
 
Ji bilî têkçûyina di warê polîtîk de, hin sedemên vê biryarê yên din jî hebûn ku divê mirov behsa wan jî bike. Dewletên ku axa Kurdan di nava xwe de par ve kiribûn xurt bûn û polîtîkayên wan yên li ser kurdan jî dişibiyan hevdu û hemûyan jî pişta xwe dabû hev û berê xwe dabû bişaftina kurdan û jihevdûrxistina wan. Nemaze jî li Turkiyeyê bi bandora polîtîkaya tûnd kurd di rewşeke xerab de bûn. Di salên bîstî de bi hêzên leşkerî tevgerên kurd çewisandin û di salên sîhî de jî bi qanûnan dest bi surguna Kurdan kirin û rewşenbîrên kurd ji civata wan bi dûr xistin.
Ji ber van sedeman, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd yên salên sîhî ketin nava tevgereke neteweyî ya nuh û, weke Ehmedê Xanî, wan jî behsa « şerrê zimên » û « şerrê zanînê » kir. Vê tevgera ku dê bi dû re bandora xwe li hemû dîroka kurdî bikiraya bi kovara Hawarê û dîsa bi pêşengiya Celadet Bedirxan ve êdî rengê xwe yê dawîn wergirt : Neteweperwerî û ziman û zanîn.
Awantajeke Celadet Bedrxanî ya din jî hebû : Ew li derveyî sînorên Turkiyeyê bû û vê yekê kir ku ew cudahiyeke din bixe nava xwe û tevgerên Kurdan yên serê sedsala bîstan. Edî ew bi siltên re nedipeyivî û ji ber wê bi awayekî eşkeretir dipeyivî. Vê yekê kir ku « kurdayetiya bîrewer » ji cem wî belav bibûya.
 
3. Celadet Bedirxan û Hawara
Nuha diyar dibe ku tevgera kurdayetiyê ya ku di Hawarê de xwe nîşan daye, bîst sal berî wê, di kovar û rojnameyên ku me li jorê behsa wan kir de dest pê kiribû. Celadet Bedirxan ew kes e ku armancên rewşenbîrên wan kovaran bi pêş ve birine, ew pêk anîne, li ser kurmanciyê xebatên zimannasiyê yên xurt kirine û wî xebatên li ser zimanê kurdî birine serî û alfabeya latînî jî li kurmanciyê bar kiriye.
Celadet Bedirxan formasyoneke zimannasiyê wernegirtibû, lê belê, fêrbûyina wî ya gellek zimanan ew di vî warî de şareza kiribû ku ew bi xwe jî di Hawarê de dibêje ku ew bi « heft heşt » zimanan dizane û wî zimanê kurdî daye ber wan.
 
« Ez ko Kurd û kurmancziman im û zimanê xwe rind dizanim û min ew bi heft heşt zimanên din daniye ber hev, kitkitên wî hûrhûnandine, qeydeyên wî ji hev derêxistine, dikarim ji biyaniyan bêtir û qenctir debkera wî bidim xuyakirin û zanîn. »[32]
 
Ev biyaniyên ku Celadet behsa wan dike ew kes bûn ku li ser zimanê kurdî xebitîbûn. Pirraniya wan misyoner bûn û mirov dikare bibêje ku bi giştî lêkolînên wan ne ji bo Kurdan bûn, lê bêtir ji bo baştir fêrbûyin û naskirina Kurdan û zimanê wan bû ku dê di peywendiyên van misyoneran yên bi Kurdan re de bi kêrî wan ve bihatana. Yekem gramera zimanê kurdî jî herweha ji aliyê Garzoniyê îtalî ku bi xwe keşeyek bû hatiye nivîsandin û di sala 1787’an de hatiye çapkirin. Lê belê, weke ku îroj jî weha ye, gellek biyaniyên ku li ser zimanê kurdî xebitîne pirr hindik bi kurdî zanîbûn û ji ber wê mirov nikare pişta xwe bi temamî bispêre wan xebatan.
Bi vî awayî mirov dikare bibêje ku Celadet ew kes e ku berê xebatên zimannasiyê guhert û rengekî din da wan. Ji ber wê, divê em xebatên zimannasiyê bikin du beş : yên berî Celadêt û yên piştî Celadêt.[33]
Dibe ku mirov bibêje qey girîngiya Celadêt ji gramera wî û alfabeya latînî tê. Lêkolîn eşkere dikin ku bi rastî jî gramerên ku îroj têne nivîsandin hê jî ne ew qasî têr in ku gramera Celadêt bidin jibîrkirin û hemû jî di bin siya wê de dimînin.[34] Lê belê, gramera wî çiqasî saxlem be jî, ji gramera wî û anîna alfabeya latînî bêtir, di dîroka naskirina Celadêt de cîhê herî girîng yê Hawarê ye. Ji ber ku Hawarê da ser rêya hersê kovarên ku me li jorê behsa wan kir û di dîroka kurdayetiyê de deriyekî nû vekir û bû qada ragihandina vê kurdayetiya nuh ku em behs dikin.
Kovara Hawarê, weke ku tê zanîn, ziman û perwerdehiya kurdayetiyê di ser hertiştî re girt û weke Yekbûnê polîtîka û karên çandî û zimanî bi awayekî zelal ji hevdu cuda kirin.
Ev helwêsta nuh bi pênûsa Celadet Alî Bedirxan ve di hejmara Hawarê ya yekem de bi awayekî têra xwe eşkere careke din diyar dibe :
 
« Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, hiner û sinhetê de dê bixebitin ».[35]
 
Herçend ev daxuyanî dûrî polîtîkayê xuya bibe jî, ev tercîha nivîsandina bi kurdî bi serê xwe li ser bingehine polîtîk divê were nirxandin. Di hemû xebatên Celadet Bedirxan de siyaseta vê kurdayetiyê jî heye. Lê belê, weke ku berê jî hatibû destnîşankirin, nexwendebûn û nezanîn û nebûna yekîtiyê li hember serfiraziya Kurdan astengên mezin bûn û wî ji karên rêxistinên siyasî bêtir bala xwe dabû perwerdekirina Kurdan. Herçend di peyvê de xwe ji siyasetê bi dûr dixist jî, Celadêt dê siyaset bikiraya, lê rengê vê siyasetê dê cuda bûya. Nameya wî ya ji M. Kemêl re tê naskirin ku wî tê de polîtîkayên kemalîst ji hev ve çirandibûn û dersek li ser Kurdan û zimanê wan dida Atatürkî. Lê herweha hayê wî jê çêdikir ku Turkiye dê nikare bi van polîtîkayan ve pirsgirêka kurdî ji holê rake.[36]
Celadêt dê piştî zagona turk ya ku dixwast Kurd ji welatê wan bi dûr bixistana jî ku navê wê « mecbûrî îskan »  (1934) bû, nirxandineke pêşbîn bikiraya ku careke din dê diyar bibûya bê karê nivîsandina kurdî û siyaseta kurdayetiyê çiqasî nêzikî hevdu ne :
 
« Armanca vê zagonê ew e ku Kurdistanê ji kurdan vala bikin û turkan li şûna wan bi cîh bikin. Kurdên ji cîh û warên xwe bidûrketî û li nava turkan belavkirî dê bi demê re zimanê xwe ji bîr bikin, çand xwe û adetên xwe wenda bikin, bi turkîzmê re bêne bişaftin û bibin turk. » [37]
 
Celadet Bedirxan di vê nirxandina xwe de ne xelet bû û belasebeb nedikir « Hawar ». Daxuyaniyeke Şukru Kaya yê ku wê demê wezîrê Turkiyeyê yê karên hundur bû di vî warî de nirxandina wî mafdar dike. Em dizanin ku armanca vê zagonê dê di salên şestî de bandora xwe li Sûriyeyê jî bikiraya û kurdên binxetê jî dê bi navê « kemera erebî » (1962) heman polîtîka nas bikiraya. Şukru Kaya weha digot :
 
« Armanca me ew e ku ew zû bi zû tev li turkan bibin, di nava wan de belav bibin û zimanê xwe ji bîr bikin. Ji ber wê ye ku kesên ku ne ji nijada turk in, divê, beyî ku bikarin getoyan ava bikin, li bajar, herêm an jî gundên turkan bêne belavkirin. »[38]
 
3.1. Hawar û Kurdayetiya Nû
Turkan rêya tunnekirina Kurdan peyda kiribû û belkî di guherîna tevgera kurdî de sedema herî girîng jî ev bû. Celadet Bedirxan jî bi mebesta têkoşîna li dijî vê polîtîkaya ku tunnekirina zimanê kurdî dabû ber xwe, navê kovarê jî kir « Hawar ». Ji ber wê, mirov dikare heta radeyekê bibêje ku Hawar helwêsta li dijî polîtîkaya turk ya bişaftinê jî bû.
Celadet Bedirxan dê piştî dîtina vê rewşa milletê xwe şiklekî nû bidaya neteweperweriya xwe jî û ev şiklê nû yê kurdayetiyê di Hawarê de eşkere bikiraya. Bi vî awayî mirov dikare Hawarê herweha weke « manîfestoya kurdayetî û neteweperweriya nû » jî binirxîne.
Di vê kurdayetiya nû de sê xal herî zêde balê dikişînin ku di gellek nivîsên Hawarê de weke mijarên sereke diyar dibin. Di nava wan de xala serî ziman e û Celadêt bi xwe di yeksaliya Hawarê de êdî formuleke xurt jê re peyda kiriye û zimên weke şertê parastina hebûna milletekî dişayesîne :
 
« Milletên bindest heyina xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin: ol yek, ziman dudo. Lê heke ola milletên serdest û bindest yek dibe, hingî çek yek bi tenê ye û bend bi tenê ziman e. »[39]
 
Di Hawarê de parastina ziman û çanda kurdî bi vî awayî weke gaveke ber bi netewebûna kurdan ve hate nirxandin û Celadet Bedirxan jî mîna Elyezer Bin Yehûdayê ku wî bi xwe behsa wî dikir dema vejînê an jî ronesansê di dîroka kurdî de vekir. Gava ku em dibêjin ronesans, divê mirov dîsa bibêje ku herçend ev ronesans di dema Hawarê de gihîştiye qada xwe ya herî bilind, bingeha wê ya teorîk jî, weke ku di nivîsa Babanzade de diyar bûbû, li Stenbolê hatibû danîn. Celadêt, weke ku Babanzadeyî destnîşan dikir, dê ji berêv de dest bi karên ziman û wêjeya kurdî bikiraya û berî hertîştî çanda devkî ji wendabûnê xelas bikiraya. Ji ber wê ye ku di Hawarê de gellek tekstên wêjeya devkî hene.
Bi Hawarê, Celadet Bedirxan dev ji karên polîtîk yên aktîv berda û hemû hêza xwe da warê zimên. Berhevkariya wî ya destan û çîrokên kurdî ya di dema serdanên welêt yên bi qaçaxî de jî ew bêtir ber bi naskirin û hezkirina zimanê kurdî ve ajot. Lê belê dest û lingên wî girêdayî bûn û di wê dema ku hê ragihandin bi qasî dema me bi pêş ve neketibû de û di wê rewşa civata kurd ya sosyopolîtîk de, Celadet Bedirxan Hawar û nivîsandina kurdî weke haceta ragihandinê bi kar anî.
Ji ber wê jî, wî dê di Hawarê de tim bal bikişandaya ser peywendiya netewebûyinê û bikaranîna zimanê xwe :
 
« Îroj hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her milletî ne bi tenê wezîfeke şexsî lê wezîfeke millî ye jî. » [40]
 
Lê Celadêt hay ji karên xwe heye û dizane bê daye ser şopa kê. Ji lewra, ew bi xwe navê tevgera xwe dike « kurdaniya bîrewer » û weha dibêje :
 
« Heke Hawarê hîmê zimanê me daniye, Xanî giyanê wî afirandibû. Ji xwe kurdaniya birewer bi Xanî re dest pê dike »[41].
 
Lê belê, xwendin, weke ku îroj jî heta radeyekê weha ye, di nava Kurdan de nebûbû çandeke civakî. Celadêt lê niherî ku Kurd fêrî zimanên serdest dibin, zimanê wan weke zimanê gundiyan û dûrî şaristaniyê bi wan tê naskirin. Hingê carinan, weke M. Salih Bedirxan, dida dilê wî jî. Ji ber wê ye ku wî di hejmara 27’an de, li ser Kurdên ku bi zimanê xwe nizanin, ew peyva dîrokî ya ku herkes pê dizane kiriye:
 
« Belê ew bi zimanê xwe ê mader nizanin. (…) Malxirabino! (…) Kuro eyb e, şerm e, fehît e, an hînî zimanê xwe bibin an mebêjin em kurd in. Bê ziman kurdîtî ji me re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîke giran e »
Pesn û şabaş ji wan re ko hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bûne û bi vî awayî mifta heyîna xwe xistine bêrîka xwe û ji bin bandêra miletên biyanî bi der ketine. »[42]
 
Derdê Kurdan ne bi tenê jibîrkirina zimanê xwe bû. Weke ku berê jî gellekî hatiye gotin û M. Salih Bedirxan jî destnîşan kiribû, civata Kurdan dûrî xwendin û nivîsandinê û ji ber wê jî dûrî zanînê mabû. Ji ber wê jî di hejmara Hawarê ya 7’an de Cemîlê Hacoyê ku qet neçûye dibistanê û dîsa jî bi kurdî dinivîsîne û ji ber wê Celadet pesinê wî dide, nivîseke bi navê ”Kurd qenc in, lê nezan in” dinivîsîne. Lê nezanîna ku weke nexweşiyeke civakî diyar dibe zû bi zû rehet nabe. Ji lewre, di hejmara 14’an de, di nivîseke bi îmzeya Lawê Findî de, dê bihataya nivîsandin ku “vê nezaniyê em kuştin” û Celadet Bedirxan jî dê di hejmara 27’an de weha binivîsandaya:
 
« Tiştê ko min divêt ez ji we re bibêjim bi kurtî ev e: Hîn bin, hîn bin, hîn bin.Hîn kin, hîn kin, hîn kin ».[43]
 
Hingê piştî parastina zimanê kurdî, êdî fêrbûyin û fêrkirin jî ku li dijî nezanîna civakî weke dermanekî tê binavkirin, di Kurdayetiya Hawarê de dibe xala duyem.
Weke ku me li jorê got, gellek kes dikarin bibêjin ku Celadêt ev kurdayetî di zimên û zanînê de bisînor kiriye, ji ber ku wî bi xwe sînorê bi siyasetê re eşkere kiribû. Heke mirov baweriyê bi vê eşkerekirina Celadêt bîne, mirov dê xwe bixapîne. Lewra, têra xwe zelal e ku Celadêt dev ji siyaseta kurdayetiyê bernedabû, lê belê wî bi tenê dev ji rêxistinan berdabû. Ji ber wê, hê di hejmara 9’an de nivîsek bi navê « Welat, Welatînî û Al » dinivîsîne û şayesa ala kurdî jî dike û şîretê li xortan dike ku tê de bixebitin da ku wê alê li herderê rakin jorê. Herçend daxuyaniyên wî li dijî vê çavdêriyê bin jî, ev hêla wî ya siyasî jî dê bibe taybetmendiya Hawarê ya sêyem.
Nebûna siyaseteke eşkere ya di dema Hawarê de nirxandinekê jî pêwîst dike. Hawar li Sûrîyê dihat çapkirin û Sûrî jî wê demê di destê Fransiyan de bû. Fransiyan nedixwast ku pêywendiyên wan bi Turkiyeyê re xerab bibûna û ji ber wê jî yek ji şertên çapkirina Hawarê ew bû ku siyaset tê de nehataya kirin. Bi qasî ku Nûreddîn Zaza di bîranînên xwe di dinivîsîne sedema girtina Hawarê ew bû ku Kurdan li Sûrî dest bi siyasetê kiribû. Zaza herweha dinivîsîne ku Fransiyan guh nedida Kurdan lê belê gava ku Kurdan xwe zêde nîşan dida, çi komele û saziyên wan hebûna, didan girtin.[44] Hêjayî gotinê ye ku li Celadet Bedirxan jî hatibû qedexekirin ku biçûya herêmên ku Kurd lê dijiyan. Ew herçend dûrî wan mabû jî, di nava Kurdan de bû û tim ji bo doza kurdî dixebitî. Xebata wî ya bi armanca nasandina pirsgirêka kurdî (De la question kurde, 1934) ku me li jorê behs kir jî delîla vê yekê ye.
 
3.2. Celadet Bedirxan û alfabeya Latinî
Piştî zelalkirina taybetmendiyên Hawarê û çavkaniyên wê, êdî mirov dikare behsa alfabeya latînî bike ku cara yekem di Hawarê de hîmê wê hatiye danîn û berhemên wê hatine nivîsandin. Bêguman, karê ku bêtir di navdariya Celadet Bedirxan de bandora xwe kiriye jî amadekirina wî ya alfabeyeke nû ji bo zimanê kurdî bû. Wî ev alfabe ji bo zaravayê kurmanciyê saz kiribû, lê weke ku di Hawarê de diyar dibe, ev alfabe dê ji bo zaravayên din jî, ku di serî de soranî tê[45], bihataya bikaranîn.
Ji ber ku mijara me li ser çavkaniyên Hawarê ye, pirseke ku berê jî hatiye kirin, divê li vira jî bê kirin. Gelo ji ku hat bîra Celadet Bedirxan ku rabe û alfabeyeke nû û bi tîpên latînî ava bike? Di vî warî de mirov dikare sê hîpotezan pêşkêş bike:
1.     Celadêt, gava ku di sala 1919’an de bi Macer Noel re çû serdana Kurdistanê, dît ku Noel gava ku bixwaze peyvên kurdî binivîsîne alfabeya xwe ya latînî bi kar dianî. Noelî ew peyv bi wî awayî li cem xwe bi hêsanî dinivîsandin û vê yekê bandor li Celadet Bedirxan kiriye.
2.          Celadêt da ser rêya Rojî Kurd û Yekbûn û Kürt Teawün ve Terakki Gazetesi û wê demê dihat gotin ku elfabeya erebî têra kurdî nake û gava ku fêrî zimanên din bû jî ew fikir pê re çêbû ku alfabeyeke latînî ji bo kurdan jî saz bike.[46]
3.          Li Turkiyeyê reforma alfabeyê hate çêkirin û alfabeya latînî hate qebûlkirin. Celadet jî di bin bandora vê yekê de ma û alfabeyek ji bo zimanê kurdî jî saz kir.
 
Li gora me hersê jî rast in. Kesên ku Hawar baş xwendibin dizanin. Celadet Bedirxan bi xwe di hejmara 13’an de dibêje ku wî di sala 1919’an de dest bi amadekirina alfabeya nû kiriye. Di heman nivîsê de behsa vê serdana Kurdistanê ya bi Macer Noel re jî dike û behsa nivîsandina wî ya peyvên kurdî ya bi alfabeya latînî dike û dibêje ku vê yekê ev fikir daye wî.
Celadet Bedirxan wê demê li Stenbolê alfabeya xwe amade dike û dixwaze weke pirtûk bide çapkirin, lê di ber re nagihîjê û ew xebat wenda dibin. Li Almanyayê ew dîsa li ser vî karî difikire û ji nû ve li ser dixebite. Hingê, heta radeyekê hîpoteza duyem jî dê ne çewt be û herweha ji ber peywendiya wî ya bi kovar û rojnameyên Kurdan yên Stenbolê re jî, dê ne xelet be ku mirov bibêje ku bandora Abdullah Cewdet û Babanzade û alfabeya 40 tîpî ya M. Salih Bedirxan bandor li ser wî hiştibe.[47]
Gava ku li Turkiyeyê reforma alfabeyê tê çêkirin jî, ji bo ku Kurdên bakur bi hêsanî hîn bibin, alfabeya xwe li gora reforma li Turkiyeyê hinekî diguherîne û ew bi xwe di hejmara 7’an de behsa vê yekê dike.
Lê belê ne ewqasî hêsan e ku mirov di civateke ne xwedî dewlet û ne xwedî dibistan de reformeke zimanî pêk bîne û vê yekê bi xelkê bide pejirandin. Ji xwe alfabeya wî jî zû bi zû qebûl nebû û xelkê dijminatiya wî jî kir. Zimanê erebî zimanê Qur’anê ye û alfabeya wê li cem misilmanan pîroz e. Ji ber vê sedemê, Celadet Bedirxan ji xwe re dijminên tûnd jî peyde kirin. Lê belê Celadet peywendiyên xwe baş bi kar anîn û şêx Evdirehmanê Garîsî, ji bo piştgiriya wî, wê demê fetwayek jî di derheqê alfabeya wî û Hawarê de derxist û got ku ev alfabe “ne heram e”. Ji xwe şêx Evdirehman yek ji piştgirên tevgera kurdayetiya nû bû û li ser mirina wî Celadet Bedirxan helbestek jî nivîsiye ku mirov dikare bibêje ku peywendiya wan gellekî xurt bû.
 
3. 3. Hawar û nivîskarên wê yên pêşîn
Hawar amade bû, alfabeya wê sazkirî bû û destûra olî jî û ya fermî jî hatibû derxistin. Lê belê nivîskar tunebûn. Celadet Bedirxan, ji bo belavkirina helwêsta xwe, berê ji dora xwe ve dest pê kir. Wî hin hevalên xwe yên mîna Cegerxwîn û Osman Sebrî li dora xwe civandin û nivîs bi wan dan nivîsandin û kurkê nivîskariyê li wan kir. Divê mirov vê jî bibêje ku nivîskariya gellek kesên din jî wê demê bi vê teşwîqa wî ve dest pê kiriye ku di serî de Nûreddîn Zaza û Qedrîcan û Osman Sebrî tên. Weke mînak, tê zanîn ku Celadet Bedirxan ji bo ku nivîskarî bi wî bidaya hezkirin, dê Nûreddîn Zaza bişibandaya Chexovê rûs ku di demeke weha de ku kêm kesên xwedî şiyana nivîsandine hebûn, mirov dikare vê hêviya Celadet Bedirxan û vê teşwîqkirina wî fahm bike. Ji xwe osman Sebrî bi xwe digot ku wî bi teşwîqkirina Celadet Bedirxan ve dest bi nivîskariyê kiriye. [48]
Celadet Bedirxan qet guh neda nebûna nivîskaran û rêyeke baş jê re peyda kir ku herkes bibêje qey gellek nivîskarên kurd hene û bi kodnavan rûpelên Hawarê tije nivîs û berhevok dikirin. Ji ber vê, herçend hevalên wî alî wî dikir jî, mirov dikare bibêje ku wî Hawar bi tena serê xwe derdixist, ji ber ku di 57 hejmaran de wî ji hemûyan bêtir nivîsandiye. Lê bêguman keda kesên mîna Osman Sebrî jî divê neyê jibîrkirin ku gellek caran wî bi xwe xweditî û hemmaliya kovarê jî kiriye.[49]
Gava ku mirov behsa Celadet Bedirxan û Hawarê dike, herkes dizane ku Celadet Bedirxan xwediyê vê kovarê bû û wî bi gellek navên cuda û gellek nivîs nivîsandine. Ev agahî, agahiyeke giştî ye. Gava ku mirov nexwaze serê xwe pê re biêşîne, mirov dikare weha bibêje û derbas bibe, lê belê, yek ji pirsgirêka dîroka edebiyata kurmanciyê jî ev kodnavên Celadêt in ku di edebiyata kevin de ji wan re digotin « mahlas ».
Mahlas ew nav bû ku nivîskarekî di nivîsên xwe de bikar dianî û bi pirranî her nivîskarekî mahlasek hebû. Gellek sedemên bikaranîna mahlasan hene û her nivîskar ne mecbûr e ku bide ser heman rêyê. Lê belê fenomena Celadet Bedirxan di dîroka mahlasan de nehatiye dîtin. Ji ber ku xelk bi armancine din mahlasan bi kar tînin û Celadet bi armanceke din ew bi kar anîne.
Agahiyeke duyem heye ku dîsa herkes pê dizane. Gellek caran hatiye gotin ku armanca Celadêt ew bû ku xelk bibêjin qey hejmara nivîskarên kurd pirr bilind e. Mirov dikare bibêje ku belkî, dîsa bi vê armancê re girêdayî, herweha dixwast ku bi vê hejmara bilind xatirê kovara xwe jî bilindtir bikiraya. Ji ber ku kovara ku gellek kes tê de binivîsîne, di nava xelkê de jî û nemaze li cem biyaniyan jî bixatirtir e. Ev meseleya biyaniyan ji bo Hawarê girîng e, ji ber ku destûra derketina wê ji Fransiyên Sûriyeyê ve dihat.
 
3. 4. Sala jidayikbûna Celadet Bedirxan
Di gellek nivîsên li ser Celadet Bedirxan û Hawarê de behsa jînenigariya wî û hin şîretên wî yên li ser zimên dibe, xelk hin peyvên wî tim dubare dikin û Celadet Bedirxan weke kesayetiyeke nimûne an jî weke pêşengekî dîroka kurdayetiyê didin naskirin. Celadet Bedirxan kesayetiyeke weha bû helwêst û fedakariya wî ya di doza kurdî de nimûneyeke gellekî xurt e. Ew li surgunê ji dayik bû û gava ku navê wî kete lîsteya Komara Turkiyeyê jî, berê xwe da Ewropayê û di nava xizaniyê de jiya.[50] Digel ku Turkiyeyê bi dû re efûya navê wî derxist jî ew venegeriya.
Lê, dûriya welêt zehmet e. Serhildana Şêx Seîd dê bibûya sedem ku Celadet bi qaçaxî bihataya Kurdistanê. Lê ew ê dilşikestî vegeriyaya, ji ber ku Kurd ji ber nezaniyê hay ji rewşa xwe nebûn û milletên serdest hemûyan pişta xwe li dijî Kurdan dida hevdu. Di dema Serhildana Agirî de, ew ê dîsa biçûya Kurdistanê û tev li Serhildanê bibûya, lê belê şikestina serhildanê dê rastiyeke qerektera Celadet Bedirxan ya din nîşanî dîrokê bidaya ku nemaze ev hêla wî diviya bi pêş de bihataya derxistin. Gava ku Celadet Bedirxan teva Îhsan Nûrî Paşa dê bireviyaya û xwe bigihandaya Îranê û xwe biavêtaya bextê Şahê Îranê, hingê Şah Mihemed Pehlewî dê bixwestaya ew di xizmeta Îranê de bi kar bianiyaya. Ji ber ku Şahî lê niherî ku Celadet kesayetiyekî xurt e, bi gellek zimanan dizane, bandora wî li ser xelkê heye û têra xwe zana ye, wî balyoziya welatên ewropî pêşniyarî Celadêt kir ku mirov dikare weke diyariyeke gellekî bilind binirxîne. Lê wî bi yekcarî ve ev pêşniyar red kir û ji ber vê sedemê ji Îranê hate avêtin, dest di kelepçeyê de, Îraniyan ew teslîmî Brîtaniyan kir, Brîtaniyan jî ew teslîmî Fransiyan kir[51].
Brîtaniyên Iraqê jî dê rehetî nedaya wî, Fransiyên Sûriyeyê jî. Em dizanin ku kovara wî li Iraqê qedexe bû[52] û Fransiyan jî ew li Şamê dabû bicîhkirin da ku nêzîkî Kurdan û nêzîkî sînorê Turkiyeyê nebe.
Gava ku destûr ji wî re derket ku xwe rake hilbijartinan jî, lê niherîn ku Celadet Bedirxan dê hemû rayên Kurdan werbigirtana, hingê serokê Sûriyeyê dê ew bidaya girtin û dîsa vegerandaya Şamê.[53]
Di nav tunebûnê de, Celadet Bedirxan dîsa jî hêviya xwe nebirrî. Bi wê mirina trajîk re, dawî dê li Mîrekiya Azîzan bihataya û hemû xebatên wî dê li rastê bimana. Rewşen Xanimê û pişt re jî Sînemxanê dê heta ku ji wan bihataya ew berhevî biparastana, lê belê heta ku bi xwe bihisiyana, xelk dê gellek caran bihatana talana Celadêt. Destnivîsên wî, wêneyên wî, nameyên wî, xebatên nivcomayî, romaneke nivcohiştî, çîrokên belawela, ferhengeke weha ku her peyveke wê li ser kaxezekê nivîsandî û di nava qutiyan de veşartî…
Di dîroka edebiyatê de, mijareke weke jînenîgariya Celadet Bedirxan çi qasî girîng be jî, ew jînenîgarî bi tenê dikare alîkariya têgihîştina berhemên wî bike û belkî ji bo xebatine din bibe gava destpêkê.
Kesên ku jînenîgariya wî nivîsandine jî heta nuha li ser hin mijaran li hev nakin ku sê mijar ji wan gellekî berbiçav dibe.
1-     Celadet Bedirxan kengî ji dayik bûye?
2-     Celadet Bedirxan bi çend zimanan dizanî ?
3-     Di dema xwe ya Almanyayê de Celadet Bedirxan bi rastî jî hevaltî bi Hitler re kiriye an na ?
Di hemû nivîsên ku me heta nuha li ser jînenîgariya Celadet Bedirxan xwendine de diyar dibe ku wî bi kurdî, tirkî, erebî, farisî, rûsî, fransî, ingilîzî, almanî, yûnanî zanîbû. Di hin nivîsan de navê zimanê yûnanî, di hinan de jî yê rûsî û di hinan de jî yê herduyan jî tuneye. Celadet Bedirxan, weke ku me li jorê gotibû, digot ku wî zimanê kurdî daye ber « heft heşt » zimanên din û herweha dibêje ku ew alfabeya rûsî û yûnanî jî nas dike. Ji bo ku mirov zimanan bide ber hevdu ne mecbûr e ku mirov herdu zimanan baş bizane û herweha naskirina alfabeyê jî nayê wê wateyê ku mirov bi zimanê yûnanî an jî rûsî dizane. Ji ber ku Celadet li Selanîkê jî maye, dibe ku ew fêrî yûnanî jî bûbe, lê di nivîsan de ev mijar ne zelal e.
Li ser sala jidayikbûna wî jî sê salên ji hev cuda têne nivîsandin ku em mecbûr in nimûneyên wê li jêrê bidin :
M. Uzun di Bîra Qederê de dibêje ku sala jidayikbûna wî 1893 ye.
Firat Ceweri di pêşgotina çapa Hawarê de dibêje ku ew di sala 1897’an de ji dayik bûye. Lê belê, dîsa F. Cewerî di pêşgotina Antolojiya çîroka kurdî de vê tarîxê weke 1893 dinivîsîne. Herweha Cemal Xeznedar û Hemreş Reşoyê ku hin hejmarên Hawarê li ser hev çap kiribûn jî sala 1897’an didin.
Herweha, di çapa Ronahiyê ya nû de (çapxaneya Jîna Nû, 1985), tê gotin ku ew di sala 1897’an de ji dayik bûye.
Malmisanij di lêkolîna li ser malbata Bedirxaniyan de (Cizira Botanli Bedirxaniler, Apec, 1994), vê salê weke 1893 dide.
Amed Tigris di nivîsa xwe ya li ser internetê de (Amîdakurd), dibêje ku Celadet Bedirxan di 1897’an de ji dayik bûye.
Ansîklopediya Wikipedyayê sala jidayikbûna wî weke 1897 dide, lê belê di heman rûpelê de jînenîgariyeke wî heye ku vê salê dike 1893.
Lê belê ji bilî 1893 û 1897’an saleke din jî heye ku Zerdeşt Haco weke sala jidayikbûna Celadet Bedirxan nivîsandiye û vê carê roj û meha wê jî daye (Celadet.com) : 26-04-1894.
Lêkolîna ku di vî warî de herî berfireh diyar dibe, ya Husên Hebeş e ku di 1982’an de li Moskovayê hatiye kirin û bi dû re di 1996’an de bi kurdî çap bûye. Husên Hebeş jî di lêkolîna xwe de behsa vê mijara jidayikbûna Celadet Bedirxan dike û li gora helbesta wî ya bi navê « Were Dotmam »ê, ku tê de dibêje « di derxika canê min de çil bihar bişkivîne », sala jidayikbûna wî weke 26’ê nîsana 1894’an dide. Diyar e ku Zerdeşt Haco jî ev agahî ji lêkolîna wî girtiye. Lê belê mirov çil û yek sal kiribe jî, ji bo hêmayeke helbestê, mirov dikare bibêje « çil sal », û ji ber wê, li gora me, ew helbest ne referanseke ji sedî sed rast e. Ji xwe, ji ber wê ye ku gava ku Celadet di hejmara 48’an de, di Reşbeleka ku ji zarokên re nivîsandiye de dibêje « salên min gîhaştine pêncîhî », Husên Hebeş lê hay dibe ku hingê jidayikbûna wî dibe 1892 û hingê ew dibêje ku armanca wê nivîsê xweşkirina îmaja Kurdistanê ya li ber çavên zarokan e û vê agahiya Celadet Bedirxan giring nahesibîne. Lê belê, digel ku weke hevdu ne, giringiyê dide agahiya di helbesta « Were Dotmam »ê de.[54]
Hingê pirsa me dê ev be : Heke em bi rastî jî wî ew qasî nas dikin, hingê Celadet Bedirxan kîjan salê ji dayik bûye?[55] Sînemxan Bedirxana keça wî û belgeyên ku Malmisanij nîşan didin, diyar dikin ku sala jidayikbûna wî 1893 ye.
Di jînenîgariya wî de, xaleke din ku di Wîkîpedyayê de hatiye destnîşankirin û me li devereke din nedît ew e ku Celadet Bedirxan di dema xwendina xwe ya li Almanyayê de hevaltî bi Hitler re kiriye. Di wê nivîsê de tê gotin ku wê demê Hitler bi fikrên xwe yên nijadperest ve nedihat naskirin. Heke em nizanibin ka gelo hevaltiyeke weha bi rastî jî ketiye nava jiyana Celadet Bedirxan an ne jî, bi kêmanî em dizanin ku nijadperestiya Hitlêr di dawiya Şerrê Cîhanê yê Yekem ve diyar bûye, lewre Hîtlêr bawer dikir ku Almanya dê di wî şerrî de bi ser biketaya û ji sûcê Cihûyan ve Almanya têk çûye. Piştî wê demê Hîtlêr êdî li qahwexaneyan dest bi axavtinên nîjadperest kiriye û di nava Almanyayê de nav daye. Hingê mirov nikare bibêje ku ji sala 1922’an heta 1927’an ku Celadet du caran çûye Almanyayê û vegeriyaye de Hitlêr ne nijadperest bû. Lewra deh sal bi şûn de Hîtler dê bibûya serokê Almanyayê û amadekariya « şerrê xwe » bikiraya.
Bi qasî ku tê fahmkirin ev hîpoteza hevaltiya Celadêt û Hîtlêrî pişta xwe dispêre bûyera ku pirtûka Hîtler li mala Celadet Bedirxan hatiye peydakirin. Hîtler ew pirtûk li ser navê Celadet Bedirxan îmze kiriye û daye wî. Kesên ku behsa hevaltiya wan dikin jî vê yekê weke delîl nîşan didin. Lê belê, yên ku bi dîroka Hîtler dizanin, herweha dizanin ku wî nivîs û pirtûkên xwe li qahweyan dixwend û îmze dikir û propagandaya xwe dikir. Yanî nivîskarek pirtûka xwe beyî ku wan nas bike ji gellek kesan re îmze dike. Ev li hêlekê, ma qey qebehet e ku Celadet Bedirxan miraq kiribe û pirtûkeke wî kirrîbe û pê dabe îmzekirin. Ma kî dizane gelo bê ka kirrîna wê pirtûkê di kîjan atmosferê de pêk hatiye. Ya rast, dibe ku bi rastî jî Celadet Bedirxan û Hitler bûbin heval, lê belê pirtûkek nikare ji vê hevaltiyê re bibe delîl.
 
3.5. Pirsgirêka Kodnavên Celadet Bedirxan
Mijara kodnavên Celadêt jî yek ji van mijaran e ku dê tim bibe cihê nirxandin û nîqaşên nû. Lê belê ev pirsa kodnavan ji bo dîroka ziman û wêjeya kurdî gellekî girîng e. Lewre, heta ku mirov nizanibe bê wî kîjan nav bi kar anîne û bi wan navan çi nivîsandine, mirov ne dikare behsa Celadet Bedirxan û ne jî behsa Hawarê bike. Ji ber wê ye ku, tê bîra herkesî, li ser CD’ya Ciwan Hacoyê ku helbesta wî ya bi navê « Bilûra Min » kiribû stran ji dêleva navê Celadet Bedirxan, navê Seydayê Gerok hatibû nivîsandin ku ev nav jî yek ji kodnavên Celadet Bedirxan bû. U dîsa ji ber wê ye ku di pêşgotina Antolojiya çîroka Kurdî de tê nivîsandin ku Bişarê Segman jî di Hawarê de çîrok nivîsandine, digel ku ev nav jî weke yek ji yên Celadet Bedirxan xuya dibe. Herweha, Lokman Polat jî di sala 2000’î de nivîsek li ser Hawar û Ronahiyê nivîsandiye û bi kêmanî li du deverên cuda daye çapkirin ku tê de Celadet Bedirxan û Bişarê Segman û Herekol Azîzan û Nêrevan weke kesên cuda nîşan dide, digel ku ev hemû jî weke navên Celadet Bedirxan diyar dibin.
Di pêşgotina Antolojiya Çîroka Kurdî de, Firat Cewerî dinivîsîne ku (li ser nivîseke Ferhad Pîrbal a hejmara Nûdemê ya 11’an) Celadet Bedirxan di Hawarê de 12 çîrok çap kirine. Heke mirov çîrokên ku wî bi wan kodnavan nivîsandine jî lê zêde bike, ev hejmar dikare gellekî bilindtir bibe. Firat Cewerî herweha balê dikişîne ser ku gellek navên ku di Hawarê de weke nivîskar xuya dibin navine anonîm in û di derheqê wan de tu agahî di dest de nîne. Cewerî diyar dike ku di gellekên wan de Celadet Bedirxan tê bîra mirov, lê belê, weke ku tê zanîn heta nuha tim yazdeh an duwazdeh nav weke navên Celadet Bedirxan tên binavkirin. Digel van agahiyan jî, Cewerî behsa çîrokên ku bi wan navan hatine nivîsandin nake.
Bi tenê Husên Hebeş di vî warî de balê dikişîne ser ku « ew pirr bernavan ji xwe re datîne » û ji bilî navê wî bi xwe behsa 13 kodnavên Celadet Bedirxan dike, lê belê wekî din li ser nasekine[56].
Gava ku mirov bala xwe hinekî baş bidiyê, mirov dê bibîne ku di nava nivîskaran de hejmara kesên naskirî bi zorê nêvî derbas dike. Gellek navên mayî jî, bi awayê xwe yê avabûyinê ve, dişibin kodnavan û hemûyan jî bi yek şêwazê berhem dane ku mirov yekser divê li ser peywendiya wan ya bi Celadet Bedirxan bifikire. Heke mirov bi vî awayî tev bigere û li wan nivîsan binihere, mirov dikare ji 30’î zêdetir navan peyda bike ku xwediyên wan nediyar in.
Heke rewş ev be û em ji 13’an derketin ser 30’î, hingê pirsgirêkek peyda dibe. Kî ne ew kesên ku kesek wan nas nake? Digel ku herkes dizane ku Celadet Bedirxan di Hawarê de gellek nav bi kar anîne û wî bi xwe jî di hejmara 10’an de behsa « navên veşartî » kiriye, heta nuha kesekî bi awayekî zelal destnîşan nekiriye bê wî kîjan nav bi kar anîne. Xebateke bi vî rengî ku li ser vê mijarê bisekine, herçend di çapa xwe de piçûk be jî, dikare di pêşerojê de gellekî bi kêrî lêkolînerên kurd were.
Berî ku em behs bikin bê Celadet Bedirxan kîjan kodnav bi kar anîne, hêjayî gotinê ye ku di kovara Yekbûnê de jî hin navên « mahlas » hene ku kêm kesan dizanî bê ew kî bûn û em di wê baweriyê de ne ku di vî warî de jî Yekbûnê bandora xwe li Hawarê kiriye[57]. Di wê kovarê de, weke ku me li jorê got, M. Salih Bedirxan jî hin kodnav bi kar anîne ku nemaze yek ji wan dişibe navên Celadet Bedirxan ku ew jî M. S. Azîzî ye. Em dizanin ku yek ji navên ku Celadêt di Hawarê de bi kar anîne jî Herekol Azîzan e, ku mirov dikare bibêje ku Celadet Bedirxan di vî warî de jî di bin bandora Yekbûnê de maye.
 
3. 6. Kodnavên Celadet Bedirxan
Di encama lêgerîneke pîçûk de derdikeve holê ku di Hawarê de ji bilî yên C. Bedirxan 54 navên nivîskaran hene. Wekî din, 33 nav jî weke navên Celadet Bedirxan diyar dibin. Lê belê balkêş e ku hin nav carekê bi tenê hatine bikaranîn û hin nav jî gellek caran ji bo heman celeb mijaran hatine bikaranîn ku mirov divê wan li gora bikaranînê ji hev derxe.
Wek mînak navên mîna Hawar, Xwediyê Hawarê û Nivîsanoka Hawarê, bêtir ji bo daxuyaniyên ji bo xwendevanan hatine bikaranîn ku dibe ku carinan Osman Sebrî bi xwe jî barê van navan girtibe ser milên xwe;
Ferhengvan hercar ji bo beşê ferhengê û peyvên nû hatiye bikaranîn ;
Bişarê Segman bi tenê ji bo çîrokên dîrokî hatiye bikaranîn ku ev taybetmendiya vî navî di Ronahiyê de jî didome. Ji ber wê, em dikarin bibêjin ku dibe ku qelema Kamûran Bedirxan û Celadet Bedirxan di vî navî de hebe, lê belê ev mijar cihê lêkolîneke kûrtir pêwîst dike ; lewre ji ber ku di bin navê wî de « Duhok » tê nivîsandin, Husên Hebeş wî weke nivîskarekî ji Kurdên başûr dide naskirin û dibêje ku « ev yekemîn nivîsar e [ku] ji Kurdistana başûr tê ».[58] Lê belê, di hejmara 56’an de dîsa çîrokeke dîrokî (Kitêba Totê Reb) vê carê bi navê Cemşîd belav dibe û çîrokên dîrokî weke çalakiyeke Hawarê diyar dibin û ji ber wê, em navê Bişarê Segman jî dixin nava navên Celadêt.
Hin nav jî carinan di hin guhertinan re derbas bûne :
wek Seydayê Gerok û Mamostayê Gerok ;
wek Cemşîd û Bavê Cemşîd û Bavê Cemşîd û Sînemxanê ;
wek Stranvan, Stranvanê Jêliyan, Stranbêjê Jêliyan û Stranvanê Hawarê.
Hin navên din jî ji ber avabûna xwe ya bi rengdêran ve dişibin hevdu, wek Nêrevan, Rasteder, Xeberguhêz, Tawusparêz, Şevger, Farisîxwîn, Şîretbêj, çîrokbêj, Şebistan, Dilistan, Yekî Vexwendî, Lawikî Pijderî û çiyayê Agirî.
Lê balkêş e ku weke nivîsa Lawiki Pijderî (h. 24) û Hawar (h. 24)  carinan bi soranî jî nivîsandiye. Ji ber ku ev herdu nivîs di heman hejmarê de ne, mirov dikare bifikire ku kesekî din jî tev lê bûbe.
Hin navên mîna Koçerê Botan û Diya Ferzo jî hene ku bi tenê bi fransî berhem dane Hawarê û kêm hatine bikaranîn. Herweha navê Newîn jî carekê bi tenê bi fransî hatiye bikaranîn.
Navê Tawusparêz jî di nivîsên li ser Êzdayetiyê û lîstikên Kurdan de hatiye bikaranîn û weke îmzeya Roger Lescot tê naskirin.[59] Lê belê di nasîna kultur û kurmanciya wê de hin taybetmendî eşkere dikin ku yê ku ew nav bi kar aniye pirr baş bi kurmancî dizane. Ji ber wê, em di wê baweriyê de ne ku, herçend nivîs yên Roger Lescot jî bin, qelema Celadet Bedirxan jî ketiye wan nivîsan.
Di meseleya Diya Ferzo û Şebistan û Dilistan û Newîn de em hinekî bi guman in, ji ber ku ev nav heryek carekê an du caran hatine bikaranîn û heke ne ji şiklê avakirina wan û carinan jî ne ji fransiya wan be, mirov dê nikaribe wan weke navên Celadêt bihesibîne. Weke ku Husên Hebeş dinivîsîne, dibe ku di van navan de keda Rewşen Bedirxan jî hebe.[60]
Herweha Newîn xwe ji navên din cuda dike, ji ber ku vî navî bi tenê carekê, bi fransî û li ser xwarinên kurdî nivîsandiye ku dîsa Rewşen Bedirxan tê bîra mirov. Lê heke ne ew bi xwe be, em dikarin texmîn bikin ku ne bi temamî be jî alîkariya Celadet Bedirxan di vê nivîsê de heye.
Di van navan de xaleke din jî heye ku bi me balkêş e. Şebistanê nameyek ji Rastedêr re nivîsandiye ku dibe ku di vî navî de jî keda Rewşen Bedirxanê hebe, an jî, Celadet Bedirxan êdî bi kodnavekî ji kodnavekî din re dinivîsîne. Dibe ku sedema wê ev jî be ku Celadet Bedirxan dixwast bi rastî jî ew nav weke navên rast bidana nîşandayin. Dibe ku em di vê nirxandina xwe de xelet bin jî.[61]
Herweha navê Derketîkî Dersîmî jî carekê bi tenê diyar dibe ku em jê bi guman in, lê bi kurmanciyeke xurt çîrokeke wî di hejmara 30’î de belav bûye. Navê çiyayê Agirî jî ku çîrokek di hejmara 28’an de nivîsandiye bi guman e, lewre weke kurmanciyeke ji derveyî herêma Botan be hatiye nivîsandin û dibe ku ne Celadet bi xwe be. Heman nirxandin ji bo Sibhiyê Diyarbekirî (h. 32 û 34) jî dikare bê kirin. Lê avakirina van navan ne weke navên din e û me ew negirtin lîsteya xwe.
Di Hawarê de, ji bilî navê wî yê esil, navên Nêrevan û Herekol Azîzan ji navên din bêtir hatine bikaranîn. Mijarên ku Celadêt di nivîsandina wan de ev nav bi kar anîne, dê vê xebatê dirêjtir bikin, ji ber wê em ê nirxandinên wan navan li vira rawestînin.
Dibe ku hin ji van navan ne yên Celadêt bin jî û bi dû re diyar bibe ku xwediyên wan hene. Ev têbîniyên piştî vê xebatê, bêguman dê bibin kêmaniyên vê xebatê. Lê belê, em dizanin ku kêmaniyên vê xebatê bi xwe jî dê bi kêrî dîroka ziman û wêjeya kurdî werin. Ji ber ku heger ew kêmanî bên dîtin, ev xebat jî dê giringtir bibe.
 
3. 7. Navên ku Celadet di Hawarê de bi kar anîne an jî keda wî tê de heye
Navên ku Celadet Bedirxan di Hawarê de bi kar anîne û hejmarên kovarê yên ku bi van navan nivîs tê de hatine çapkirin, ev in :
 
1-  Celadet A. Bedirxan
2-  Nêrevan 30, 31, 33-51, 57
3-  Herekol Azîzan 5-8, 10, 11, 13, 14, 19, 22-25, 29, 32-35, 40, 42, 49, 50, 51, 55, 56
4-  Hawar 1, 7, 10,11, 14, 15, 17, 18, 19, 21, 24, 49
5-  Nivîsanoka Hawarê 20
6-  Xeberguhêz 18, 32, 39, 41
7-  Stranbêjê Jêlîyan 24
8-  Stranvanê Jêlîyan, 24
9-  Stranvanê Hawarê 36
10- Xwedîyê Hawarê 11, 27, 43
11- Stranvan 19
12- Ferhengvan 27, 30
13- Rasteder 30, 36
14- Şîretbêj , 52
15- Çîrokbêj 6, 20
16- Mamosteyê Gerok 28
17- Seydayê Gerok 31, 32, 38
18- Feqîrê telqînbêj, 49
19- Pirsiyarkarê Kurdan 24
20- Şevger, 42
21- Farisîxwîn , 50, 52
22- Farisîxanîn, 57
23- Bişarê Segman 50, 51 (2 nivîs)
24-  Cemşîd, 56
25-  Bavê Cemşîd 44, 48
26-  Bavê Cemşîd û Sînemxanê, 31
27-  Koçerê Botan 9, 10, 12
28-  Yekî Vexendî 15
29- Diya Ferzo, 40
30-  Lawikî Pijderî 24
31-  Newîn 13
32-  Dilistan 35
33-  Şebistan 4, 49
 
4. Wekî din ?
Hawar ne bi tenê manîfestoya zimanê kurdî û kurdayetiya nû ye û ew herweha pireya çanda kurdî ya ewropî ye jî. Peywendiya bi rojavayê re di warê hunerî de jî hin guherîn anîbûn rojhilatê. Ji xwe îslamê li rojhilatê rê li ber gellek guherînan digirt. Wênesazî û peykertraşî mînakên hin qedexeyên îslamê bûn, lê li Ewropayê hunermandan ev herdu celebên hunerî gîhandibûn qada herî bilind. Ronesansê dewlemendtirîn dema hunerê li Ewropayê peyda kiribû. Ewropiyan ji sedsala 14’an ve pexşan û gellek celebên vî awayê nivîsandinê yê nû kişf kiribûn. Şanoyên pirrlehengî dinivîsandin û dilîstin ku ev huner li rojhilatê hê jî bi awayê xwe yê prîmîtîv dihat kirin.
Li Rojhilata Navîn, ji bo wêjeyê formek bi tenê hebû: helbest. Hemû celebên bûyeran û hemû helwestên hunerî bi vê formê dihatin veguhestin. Digel yekbûna formê jî helbesta rojhilatî di nava xwe de dewlemendiyeke mezin jî ava kiribû ku rê li ber hemû vegotinan vedikir. Xazel, mesnewî û qesîde hin ji vê dewlemendiya helbestê bûn ku li Rojavayê jî beranberên wan dihatin peydakirin. Nemaze jî mesnewiyê bi forma xwe ya weznî ve rê li ber vegotina bûyerên dirêj vedikir ku mirov dikare wê weke destpêka çîrok û romana nivîskî binirxîne. Heger mirov bi vî awayî mesnewiyan weke arketîpa romana rojhilatî bihesibîne, hingê di derheqê dîroka romana kurdî de jî hin têbinîyên giring divê bên kirin û dîroka romana kurdî bi kêmanî bigihîje Mem û Zîna Ahmedê Xanî. Lê belê ev mijar dikare bibe mijara lêkolîneke din.
Peywendiya rojavayî û rojhilatiyan, bû sedema ku pexşan û hemû celebên wê derbasî rojhilatê jî bibin. Li cem kurdan, di sala 1856’an de cara yekem bi pênûsa Mela Mehmûdê Beyazidî ve pexşan di zimanê kurdî hate bikaranîn. Mela Mahmûdê Beyazidî ji bo şagirtên xwe fabl dinivîsandin û ji çanda devkî jî gellekî destkewtî dibû. Ji xwe li welatên ewropî jî pexşan, berê, bi awayekî xwezayî, veguhestina çanda devkî bû. Lê belê, mixabin rewşa Kurdan û bindestiya wan nedihişt ku ev dewlemendiya zimanê nivîskî di nava Kurdan de belav bibe û ji ber wê jî, heta destpêka qirna 20’an Kurdan ev awayê nû bi kar neanî. Ji xwe mirov nikare bibêje ku çîrokên Mela Mahmûdê Beyazidî tu guherîn di wêjeya kurdî de pêk anîne.
Hingê, di kovar û rojnameyên serê sedsala 20’an de, zimanê kurdî dê di warê nivîskî de bi awayekî çalaktir bihataya bikaranîn û cara yekem dê çîrokên nûjen bihatana nivîsandin. Çîroka Fûad Temo ya ku di sala 1913’an de di Rojî Kurd de hatiye çapkirin û mixabin nîvco hatiye hiştin dê di vî warî de bibûya destpêka heyameke nû di wêjeya kurdî de.
Hawara ku nozdeh sal bi şûn de dest bi weşanê kir, ev heyama nû xurt kir. Di dema Hawarê de pexşan bi awayekî çalak hate bikaranîn û formên vî celebê nivîsînê yê nuh jî, weke çîrok, ceribandin û rexne û serborî û gerrname û helbesta serbest û şano jî di kurdî de hatin bikaranîn. Gava ku mirov çîrokên ku Celadêt Bedirxan bi navê Bişarê Segman nivîsandine dixwîne, an jî gava ku mirov Li Goristana Amedê ya Osman Sebrî dixwîne, an jî gava mirov Derketî’yê Nureddîn Zaza dixwîne, mirov fahm dike ku wêjeya me di 70 salan de bi qasî ku divê bi pêş ve neketiye. Herweha yek ji çirokên gellekî sade lê bi fanteziyeke têra xwe delal û bi zimanekî xweş hatiye nivîsîn jî di hejmara 30’î de belav bûye ku navê wê Kulîlkên ko ji Kurdistanê tên e ku şaheserek e û bi îmzeya Telet Qedûr Hec Elî Begzade ye.
Hejmara berheman zêde bûne, rast e, lê bi asta xwe ya edebî ve, pirraniya berhemên ku em dinivîsînin, mixabin ji aliyê zimên ve jî û ji aliyê xeyal û fantaziyan ve jî û herweha ji aliyê avakirina vegotinê ve jî gellekî dûrî Hawarê ne.
 
5. Encam û… dewam.
Di vê nivîsê de me hewil da ku em çavkaniyên Hawarê nas bikin û peywendiya van çavkaniyan ya bi Hawarê re binirxînin. Herweha me çavkaniyên hin helwestên Celadet Bedirxan jî zelal kirin ku di serî de parastina zimanê kurdî, peywendiya ziman û netewebûyinê û cudakirina xebatên wêjeyî, çandî û siyasî tên.
Me wekî din destnîşan kir ku di jînenîgariya Celadet Bedirxan de hin hêl baş nehatine naskirin û gellek mijarên Hawarê jî di ser re hatine nirxandin û Hawar hê lêkolînine din pêwist dike. Me bi vî awayî da zanîn ku ji bilî navê wî bi xwe, 32 navên ku di Hawarê de hatine bikaranîn weke kodnavên Celadet Bedirxan diyar dibin, lê digel vê jî me destnîşan kir ku em ji hin navan bi guman in. Dibe ku hin navên din jî yên wî bin, lewre digel ku em ji şêwaza çend navên din ketin gumanê jî, ji ber awayê avakirina navan, me ew nexistin lîsteya xwe.
Me Hawar teva çavkaniyên wê û helwêsta kurdayetiyê ve nîşan da. Bi vî awayî me giringiya Hawarê û heyama wê di nava heyama Kurdayetiya ya « bîrewer » de nirxand û me di vê çarçoweyê de bal kişand ser giringiya wê ya di dîroka ziman û wêjeya kurdî de jî.
Em baş dizanin ku Hawar dê hê bibe mijara gellek nivîs û lêkolînên din. Bi hêviya ku xalên di vê lêkolînê de destnîşankirî ne, bibin sedema ku em li ser Hawarê û Celadet Bedirxan ji nû ve bifikirin û êdî ji « îdealîzekirinê » bi dûr bikevin û ji derveyî hîssên xwe yên kurdayetiyê li wan biniherin. Bi tenê bi vî awayî em dikarin vê dema dîrok, çand, ziman û wêjeya kurdî baştir nas bikin.


[1] Ev lêkolîn di Konferansa Bedirxaniyan ya çaran de (21.22-04-2007, Berlîn) bi devkî û bi kurtî hatiye pêşkêşkirin.
[2] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Stenbol, çapa sêyem, 1990, amadekar : M. Emîn Bozarslan, r. 60.
[3] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, r. 62.
[4] Melayê Cizîrî, Dîwan, r. 58, Stockholm, weşanên Roja Nû, 1987, amadekar: Zeynelabidîn Kaya û M. E.Narozî.
[5] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, r. 56.
[6] Kendal Nezan (2000), « La genèse du nationalisme kurde » in Confluences Méditerranée, n° 34.
[7] Celadet Bedirxan, De la question kurde, weşanên Avestayê, 1997, r. 10. (Weşanxaneya Avestayê ev pirtûk bi fransî û turkî çap kiriye. Li vira em bi xwe wî beşî werdigerînin kurdî).
[8] Ahmedê Xanî, Mem û Zîn, r. 72.
[9] Ahmedê Xanî, Mem û Zîn, r. 78.
[10] Çavkanî : Malmisanij & M. Lewendî, Li Kurdistana Bakur û li Turkiyeyê Dîroka rojnamegeriya kurdî (1908-1992), 1994, Stockholm, Weşanên Roja Nû, r. 38.
[11] Heman çavkanî, r. 58-59.
[12] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn. r. 62.
[13] Malmisanij & M. Lewendî (1994), r. 59.
[14] Heman çavkanî, r. 59.
[15] Celadet Bedirxan, “Sê tarîxên Hawarê”, Hawar, h. 27, 1941.
[16] Malmisanij & M. Lewendî (1994), r. 56.
[17] Navê malbata Bedirxan, berî serîhildana Mîr Bedirxan, Azîzan bû. Lê belê, weke Celadet Bedirxan jî di Hawarê de dibêje, hin kes hene ku bi kesayetiya xwe û mezinbûna xwe ve bandorê ew qasî li civata xwe dikin ku nave wan li malbata wan tê kirin ku Mîr Bedirxan jî yek ji wan kesayetiyan e.
[18] Malmisanij & M. Lewendî (1994), r. 59.
[19] Malmisanij (1992).- Abdurrahman Bedirxan ve ilk Kürt gazetesi Kurdistan: sayi 17-18, Stockholm, 139 r.
[20] Celîlê Celîl (1981).- Jiyana rewşenbîrî û siyasî ya Kurdan.- wergera Elîşêr.- Stockholm: Jîna Nû, r. 96.
[21] Malmisanij & M. Lewendî (1994), r. 38.
[22] Heman çavkanî, r. 38.
[23] Heman çavkanî, r. 38-39.
[24] Celadet Bedirxan, « Di dora hevxistina zimanan de », Hawar, h. 3, 1932.
[25] Hamîd Bozarslan (1991), Histoire de la Turquie contemporaine, Parîs : La découverte, r. 25.
[26] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, r. 58.
[27] Bedredîn Salih (2007).- Serkomarê Kurdistanê li ber dadgeha Îranê.- wergera ji soranî bo kurmancî : Samî Ergoşî.- Hewlêr : çapxaneya roşenbîrî. 96 r. [Di vê pirtûkê de beşekî din jî heye ku şîrove jê re ne lazim e û em li vira dinivîsînin. Ev diyalog di navbera Qazî Mihemed û Meleyê Mehabadî de ye ku ji ber ku Qazî westiyaye, ji wî dixwaze ku alîkariya wî bike û hingê mele wasiyeta wi dinivîsîne :
« (Qazî) got : Were binivîsîne, ez çi ji te re dibêjim, tu her wê binivîsîne.
Melê got : Qurban ez çi binivîsînim ? bila ez bizanim ka tiştê tu dixwazî binivîsînim, dê dadger riyê bide te ?!
Qazî Mihemed xeyidî û got : Dadger kî ye ku rê bide yan nede min ka ez dixwazim çi bêjim ?!
(…) Qazî Mihemed ew tişt bi farsî digotin û ji mele re digot, tu bi kurdî binivîsîne.
Melê got : Qurban ez nizanim bi kurdî binivîsînim.
Qazî Mihemed xeyidî got : ev jî yeke din ji bextreşîyên gelê kurd e.
(…) Ca Qazî Mihemed dubare bi xwe dest bi nivîsandina wesyetnameya xwe kir (…) » r. 28-29]   
[28] Heman çavkanî, r. 31.
[29] Heman çavkanî, r. 32.
[30] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, r. 58.
[31] Kemal Mezher Ehmed (1978).- Têgeyiştinî rastî û şwênî le rojnamenûsî kurdî da, le çapkirawekanî korî zanyarî kurd, Bexda.- r. 217. (çavkanî : Malmisanij û Lewendî 1994).
[32] Celadet Bedirxan, « Armanc, awayê xebat û Nivîsandina Hawarê », Hawar, h. 1, 1932.
[33] Ji bo agahiyên bêtir yên di vî warî de em referansa teza xwe ya doktorayê didin ku me tê de behsa vê dabeşkirinê kiriye û herweha bi awayekî zelaltir behsa girîngiya Gramera Celadet Bedirxan û Roger Lescot kiriye. Aydogan (2006), Temps, subordination et concordance des temps dans le roman kurde : étude sur le système verbal et la subordination temporelle en dialecte kurmandji, Université de Rouen, 27-11-2006, 602 r..
[34] Ji bo agahiyên berfirehtir em dîsa referansa teza xwe didin ku me tê de hin gramerên kurdî jî dane ber hev.
[35] Celadet Bedirxan, Hawar, hejmar 1.
[36] Celadet Bedirxan.- Bir Kürt Aydinindan Mustafa Kemal e Mektûb.- çapa nû 1992, Stenbol: Doz.
[37] Celadet Bedirxan, De la Question Kurde, r. 5. (Me bi xwe ev beş wergerandiye kurdî)
[38] çavkanî : Cigerli (1999), Histoire des Kurdes, r. 111. (Me bi xwe ev beş wegerandiye kurdî)
[39] Celadet Bedirxan, “Heyîneke yeksalî”, Hawar, h. 20.
[40] Celadet Bedirxan, « Zilamek û Zimanek », Hawar, h. 40.
[41] Celadet Bedirxan, “Heyîneke yeksalî”, Hawar, h. 20, 1933.
[42] Celadet Bedirxan, “Sê tarîxên Hawarê”, Hawar, h. 27, 1941.
[43] Heman çavkanî.
[44] Nûreddîn Zaza (1982).- Ma vie de Kurde.- Lozan : Pierre-Marcel Favre publi Sa.
[45] Nivîsên Havindê Sorî û Tewfîq Wehbî û yên ku Celadet Bedirxên bi navê Lawikî Pijderî û Hawar nivîsandine dikarin di vê mijarê de bibine mînakine baş.
[46] Husên Hebeş di lêkolîna xwe ya bi navê Raperîna çanda kurdî di kovara Hawarê de radigihîne ku Evdilrezzaq Bedirxan di sala 1913’an de ji bo amadekirina alfabeyeke kurdî çûye ba kurdologê navdar Orbelî ku Celîlê Celîl jî di 13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd de behsa wî dike û dibêje ku ew li ser alfabeya kurdî ya latînî xebitîye, lê bi dû re ev kar teslîmî Isahak Marogulov kiriye (r. 139-149). Herweha Celadet Bedirxan di hejmara 10’an de dide zanîn ku Tewfîq Wehbî jî ji bo kurdî li ser alfabeyekê xebitîye, lê ji ber ku hê alfabeya wî temam nebûbû, wan nikarîbûye alfabeyan bikin yek.
[47] Hêjayî gotinê ye ku Celîlê Celîl bale dikişîne ser ku di sala 1928’an de ev alfabe ji aliyê Îsahak Marogulov ve tên temamkirin. Di alfabeya Marogulovî de 37 tîp hene. Herweha di heman pirtûkê de Celîlê Celîl cih dide nameyeke Cerdoyê Genco ku ji Casimê Celîl re hatiye şandin û di wê nameyê de tê gotin ku Marogulov di sala 1925’an de ew alfabe nîşanî rewşenbîrên kurd daye. (çavkanî: Celîlê Celîl, 13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd, Enstîtuya Kurdzaniyê, Viyana, 2002, r. 139-149)
[48] Çavkanî : Husên Hebeş, heman çavkanî, r.45
[49] Çavkanî : hevdîtina bi Sînemxan Bedirxanê re.
[50] Celadet Bedirxan.- Günlük Notlar (1922-1925).- Amadekar: Malmisanij. Stenbol: Avesta.
[51] Çavkanî: Husên Hebeş, Raperîna çanda kurdî di kovara Hawarê de, çapxana Hogir, Bonn, 1996, r. 42.
[52] Celadet Bedirxan bi xwe gazindên xwe ji vê yekê dike û di hejmara 21’ê de dinivîsîne ku “ev şeş meh in ku hukûmeta Îraqê nahêle ko kovara me bikevit erdê Îraqê”.
[53] Sînemxan Berdirxan di hevdîtineke taybetî de bi me da zanîn ku di hilbijartinên 1949’an de pêşniyar li Celadet Bedirxên hatiye kirin ku bibûya parlamenter. Lê belê gava ku Celadet Bedirxan ji bo karên hilbijartinan çûye herêma Kurdan, ji ber ku xelk giş hatiye pêşiya wî, desthilatdarî jê tirsiyaye û ew bi awayekî girtî vegerandiye Şamê. Husên Hebeş jî vê agahiyê piştrast dike (r.43).
[54] Husên Hebeş, Raperîna çanda kurdî di kovara Hawarê de, çapxana Hogir, Bonn, 1996, r. 38-39.
[55] Li gora Sînemxan Bedirxanê jî Celadet Bedirxan du salan ji Kamûran Bedirxan mezintir bû û di sala 1893’an de ji dayik bûye.
[56] Husên Hebeş (1996), r. 164.
[57] Mixabin me hê kovara Yekbûnê peyda nekiriye. Bi tenê Musa Anter di nivîseke xwe de hin agahiyan di derheqê vê kovarê de dide û wekî din tu agahî di destê kesî de nînin. Malmisanij û M. Lewendî (1994) jî behsa heman agahiyên Musa Anter dikin.
[58] Husên Hebeş (1996), r. 71.
[59] Husên Hebeş (1996), heman berhem, r.51
[60] Heman çavkanî, r. 64.
[61] Me ev mijara kodnavên Hawarê ji Sînemxan Bedirxan û Seleh Sadellah jî pirsî û me lîsteya navan bi wan da kontrolkirin. Wan jî ji me re got ku ji bilî Celadet Bedirxên kesek nikare tam bizane bê ew nav yên kê ne.
 
  31916 ziyaretçi  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol