PAWEN -
  Nameya ji bo xemxwarê xemistanê
 
Prînt bike
Nameya ji bo xemxwarê xemistanê
HEWLÊR, 1/5 2010 — Ez di panzdehê nîsanê de bi nameyekê şîyar bûm. Min di panzdehê nîsanê de nameyek xwend. Di panzdehê nîsanê de, his û bîrên nameyekê li min bûn bablîsok û ez dam ber xwe. Wê rojê nameya bi pênivîsa birêz Mistefa Aydoganî ve hatibû nivîsîn, xwe li malperên me kurdan girtibû. Wê rojê tezînekên vê nameya navbihurî hê di rêzên xwe yên destpêkê de xwe bi ser canê min de berdabû. Her ko ez pê de çûm jî qêrîna ko ji rêzan dihat, di mejîyê min de pêtir deng vedabû.

Ev nameya ha birînên Xemistana miletê kurd vedikole. Ev nameya ha rewşa Xemistanê ji hev ve dike. Ev name ji dilê Xemistana me dinale û diqêre. Xemistana me ya deryaya xem û kulan... Xemistana me ya bendewara xemxwarên me kurdan... Cih û warê ko dê bi destên wan xemxwaran ve bibe xemrevîna dayik û bavên me yên dilbirîn û dilbikovan.

Hemî birîndarîyên dayik û bavên dilbirîn ji rewşa Xemistana birîndar tên. Ji ber vê yekê ye, heta ko birînên Xemistanê neyên kewandin û birînên wê rawrû nebin, ti nûjdar dê nikaribin birînên dayik û bavên dilbikul bikewînin. Xema Xemistanê bingehê xemgînîya ciwanekeç û lawên me ye jî. Birîndarîya dayik û bavên dilbikul û sêwîyên çavlirê û herwiha reşgirêdanên ciwanebûkan jî ji ber vê birîndarîyê ne. Û niha jî darên vê Xemistanê bi deravên rondikên çavên xemilreşgirêdayîyên ciwanebûkên me yên dilbikovan ve tên avdan.

Belê kek Mistefa, ez destê xwe bavêjim kîjan derdên xwe, dîsan jî birînên Xemistanê li min diarin. Hemî carên ko mirov çavên xwe li rewşa xwe digerîne û guhdarîya halê xwe dike, mirov dibîne ko ti cihên me yên bêbirîn di laşên me de dîyar nabin û mirov destê xwe daîne ser kijan birîna xwe, hingê pê dihise ko êşa wê ji ya dî zêdetir e. Ev birîndarîya me û kul û derdên rewşa Xemistanê serî li mirovî hildide. Hemî rêyan ji ber mirovî winda dike, bira.

Ev birîndarîya Xemistanê ye. Ev birîndarî bihara dilê hemî xemxwarên me diçilmisîne. Dilê mirovî diarîne. Wekî dîyar dibe ko heta birînên Xemistanê neyên nûjdarkirin, birînên xemxwarên Xemistanê jî nûjdar nabin. Ez nizanim bê ez ê derdên tirbên dayik û bavên dilovan bînim bîra xwe ko serdana wan jî li nifşê min qedexe bû, an jî ez ê reşexemla ciwanebûkan di ber çavan re biborînim ko kula wan dê bi min re her bimîne... No bira, ez ê çawa komên sêwîyên belawelabûyî li ser hev bicivînim? Ez ê çi bikim birayê hêja, Xemistana min bi giranî birîndar e, birîndar dizane, bê ji kîjan birîna xwe digazine.

Ez pênivîsa navbihurî, pênivîseke ji gurzetopiz û sertîra wê rimê bi hêztir dizanim ko di destê Ristemê Zalê Zerî de bû. Ev pênivîsên hinde bi hunermendî têne bikaranîn, dibin xemrevînên xemxwarên Xemistanê û kelemên di çavên xêrnexwazên wê de. Ev terefeyên kêvnaredarçinarên Xemistanê nin. Ev dê dilên kêvnaredarçinarên Xemistanê, ango dilê Melayê Cizîrî, Mele Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, bîrawerê mezin Celaded Elî Bedirxanî û hemî xemxwarên Xemistanê di gorên wan ên pîroz de şad bikin û ew ê jî bi dilaramî temaşeyî pênivîsên nevî û nevîçirkên xwe yên xemxwar bikin û di kûrayîyên gorên xwe yên piroz de ji bo wan berxweda bibin.

Bê şik, kêvnaredarên Xemistana me rehên xwe hinde di nava axa pîroz de berdane, rehên wan xwe li bin rehên çîyayan êxistîne û ti hêz dê tinebe ko bikare van rehên esilzade ji binê wan çîyayên Xemistanê derîne. Terefeyên van kêvnaredaran dê hertim di nava mejîyên wan kesan de bilivin ko hê jî di xewa giran de ne. Loma ev terefeyên ha, dê şevnivistîyan di şevên tarîstanê de ji xewên giran rakin û rê li ber rojên me yên rohnî vekin. Bi livîna pênivîsên van dûrbînên Xemistanê, şevereşên me dê rohnî bibin û tarîrojên me dê xwe bispêrin hêza hunêrmendîyên bi vî rengî û singên konên tarîyê ji nav xwe rakin. Bawerîya min ew e ko xemla pênivîsên van xemxwaran dê rondikên çavên ciwanebûkan rawestîne û gazindên xemgînên di bin konên şînên bêser û şonan de dê di nava kolanên Xemistanê de êdî nemînin.

Birêyê min ê hêja, ez derdê dilê pênivîsa te û qêrînîyên wê baş nas dikim. Gotineke kurdan heye ko dibêjin; “Ferxemelên baz ji hêlînan xilas nabin û ferxeşêr jî ji hewîngan kêm nabin.” Ez di wê bawerîyê de me ko xemxwarên Xemistanê jî dê ji hewînga me kurdan kêm nebin û ew jî dê bigihêjin hedefên xewnên xwe yên rohnîkirina wan taristanan ko li ser Xemistana me reşekonê xwe vegirtine.

Dibêjin; ”Hemî ervazîyan nişûvîyên xwe jî hene, hemî xemsar û xêrnexwazan, xemxwar û xêrxwazên xwe jî hene û hemi zivistanan jî biharên xwe hene.” Rast e, Xemistana me îroj ketiye destên xemnexwar û xêrnexwazan û her dinale. Bavenîyên me li me bûne gorangehên qoçlêvedayî û berevezên me jî li me bûne wargehên kozik û çeperên mirinê. Îroj mixabin, roja bûmebûma bûmê şevtarîyan e ko ji kûrayîya gelîyên warkozên me de tête guhan û tirsê li ser me direşîne. Ne berx man di kozberxên me de, ne ferxeşêr man di hewingên me de û ne jî balindên baz man di hêlînên daristanên me de. Bira, nalenala xemxwaran ji ber rêlêneçûna vê rewşa giran e, loma diperpitin, dinalin û dibêjin. Dengên wan wek dengê pepûka ko di şevbiharên me de dixwine, dilê me disoje.

Belê bira, ez dizanim ko îroj kevîberfên zozanê me taqet lê nemaye ko honkayîya baweşînê ji berçelên me bi ser deşt û germîyanan de bi tirxanî vehejînin û bi deravên xwe terezinan bi gulçîçekan bixemilînin. Geşt û seyran û newrozên me bêtam mane. Serşivanan xanbeyîndir nemane ko berfûşîrê li hindada xemxwaran bigihîne. Taqet li ciwanekeçan nemaye ko bi dilxweşî bi ciwanîya xwe şad bibin. Lewra honkayîya baweşînên bilindayîyên me li me bûne kelekela pêta dojehê. Ronahîya gulrengîna me di destên taristanê de hêsîr bûye. Dengê ferxeşêran nema ji kozikan tê, koçik û dîwanxane bê şêwir mane, rêz û risim li me hatine herimandin, tevnûpîrên zaliman tevnên xwe li ser qenterên derîyên me vehonandine. Em bûne noka li berî dayîn û ji berdêla rêz û rismên me vêca rêz û rismên zordaran singên konên xwe li zozanên me çikilandine û warkozên me tev talan kirine.

Lewra ez hê jî bi hesreta wan rojan im ko gava barev û bahozên me pizrûka berfê ji sergaz û bermilên Xemistanê radikirin û li serûçavên me didan û ew li pişterojên wê kom dikirin. Niha jî li ber çavên min e, bê pizrûkên berfê li bergaz û sermilên pişterojên me bakut çawa çêdikirin û kevîyên berfa havînî çawa li ser hev dişidandin. Hingê deravên ava kevîberfên Xemistanê cihên berfûşîra palûnvanan bûn, terezinên wê jî çêregehên palûna berxan û gulistana xemla gulberbiskên ciwanekeçan bûn.

Belê birayê hêja, ez nalîna pênîvîsa te dibihîsim û ez dizanim ko ew nalîn ji kûranîya kîjan birînan tê! Ez dibînim ko barevên me li şona bakutên kevîyên berfê, bakutên kevîyên xem û kulan li ser hev dinijilînin. Di şona dêngaleyên bin kevîyên berfê de, dilopên ava jehrebaranan ji bin kevîyên zozanên me tên û terezin li me hişik kirine. Wan rengîngulên me li me çilmisandine, ne ciwanekeçên me dikarin berbiskan ji gulberkevîyan bixemilînin û ne jî palûnvanên me dikarin li ser kevîyên berfa havînî di tasên şivanîyê de berfûşîrê raberî xemxwarên Xemistanê bikin. Nemane qoçên dîwanxaneyên me ko şîretan li xortan bigihînin û civatê li hev bicivînin, ne jî taqet li qurmedarçinarên me mane ko guran ji kozê derînin.

Kanî hingivîyê mêşhingivîyên gulgûnîyên zozanên me? Kanî şihînîyên canîmehinên li ber makan, li ber çeman çerxên cidîdan digerînin? Kanî zimînîya dengên mak û berxên şevberomakên kerîyên li ber tavtavkên keresihên çîyayên me? Kanî hirînîyên gurxenêqên nobedarên şevguhorên me? Kanî koçik û dîwanxaneyên me yên cihê şêwir û mişêwirên me? Kanî dîlan û şahîyên me, kanî birazava û giranîyên di dîwanxaneyên me de? Kanî bêrîteyên ciwanik û ciwanmêrên me? Kanî vedana dengên bûlikên keç û xortên me? Û kanî dengê xemxwarên Xemistana me?

Loma ez niha berê xwe didim Gulrengîna xwe; ji bo çi tu pêlan nadî li ser warkozên bavan? Çima tu ji xewê ranakî ferxeşêran û baweşîn nakî deşt û kûstan? Tu ew gul î ya ji binxaka kevnare ve veristî, tu ew gul î, te ji jehregulebaranan re jî serî nifs nekiriye.

Tevî vê rewşa giran jî ez dîsan dibêjim ko tu yî, deryaya gulxwinan, tu yî, xemrevîna xemxwarên Xemistanê û tu yî star û delîla rêlêwindayîyan. Xemistana min, tu nexwî ti xeman, lewra va ye xemxwarên te rabûne ser pêyan. Ji ber wê yekê ye ko êdî feyde nake lehiztokên fêhilbazên li ber derîyên kunmaran.

Birayê hêja, tu baş dizanî ko bi qêrînîya pênivîsên xemxwaran dê bête avdan mêrg û çîmenên Xemistana dilan. Ez di wê bawerîyê de me ko serê pênivîsa te gelekî tujtir e ji mûdeva şûrê nêrgizî yê di destê Ristemî de. De vehêjine pênivîsa xwe, bila veke çavên di xewên giran de. Lewra Xemistan li hêvîya vehêjandina pênivîsa xemxwarên xwe ye, ne bi hêvîya tilîlîyên li kolanên rêlêwindayîyan e.

-----------------------------------
Nivîskar: EVDIREHMANÊ GUNDIKÎ abeyri@gmail.com
Weşandin: 2010-5-1
Xwendin: 784
 
 
  31897 ziyaretçi  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol