PAWEN -
  Ji bo rastgerîna xewna neteweyekî
 
Ji bo rastgerîna xewna neteweyekî
 
Fersendên dîrokî hertim bi dest nakevin. Gava peyda bûn, divê di dema xwe de û bi awayekî rasyonel û bi berpirsîyarî bên bikaranîn. Temenê van fersendan ne pir dirêj in, lê tesîra wan a di jîyana gelan de û di avakirina pêşeroja wan de cawîdan e. Ji ber vê yekê, heger hat û qewimî, hingê divê mirov ji bo bikaranîna wan amade be. An na, birînên ku divê di dema xwe de bên dermankirin, dê li benda sedsaleke din an jî li benda fersendeke dîrokî ya din bimînin. Hingê birînên me dê kûrtir bibin û em ê qirnekî din jî ji ber wan binalin. Û heta ku fersendeke dîrokî ya din neyê jî axîn û waxînên me û nalînên me bi serê xwe dê bi kêrî dermankirina tu birînan neyên.
 
Loma bikaranîna fersendên dîrokî ya bi awayê rast û rasyonel ji bo biserketinê bivênevê ye. Bikaranîna wan herweha berpirsîyarîyeke dîrokî jî li ser mirovî ferz dike. Lewra ev fersendên ha di dîroka gelan/neteweyan de, xwedîyên taybetmendîyeke qederguhêr in. Ev demên ha yên ku yekîtîyê ferz dikin, herweha serkêşên vê qederguhêrîyê jî derdixin holê. Ev yekîtî ji bo bidestxistina biserketinê bingeh e û ev serkêş jî ji bo bikaranîna van fersendan mîna kevirên qozîyê ne. Gava neteweyek bigihêje rewşeke weha û herweha ev rewşa wî li gel hoyên navneteweyî guncandî be, hingê imkana rastgerîna xewn û xeyalên wî bêtir peyda dibin. Hingê em ê karibin bi baqên gulên çîyayên xwe mizgînîyê bidin wan mêrxasên ku bi vê kulê çûne gorê. Û hingê kula ku li gel bi hezaran bavên lawan çûye gorê dê bi tenê di pirtûkên dîrokê de bimîne.
 
Îroj li başûrê welatê me, ji bo neteweyê kurd û herweha ji bo gelên din yên li gel kurdan dijîn û qedera wan bi ya kurdan ve girêdayî ye, fersendeke dîrokî peyda bûye. Ev çend sal in ku hewildana guharîna qedera neteweyekî û welatekî û herweha nehêlana neheqîyeke dîrokî tê kirin. Di vî warî de gavên nedîtî hatine avêtin û neteweyek gav bi gav ber bi cîyê xwe yê rewa ve dimeşe. Ev meşeke dîrokî ye, loma di vê meşê de, bêyî ku em di warê rexneyên xwe de texsîrîyê bikin , divê em mezin bifikirin û bi bepirsîyarîyeke neteweyî û demokratîk tev bigerin. Divê em lê miqate bin, da bikaranîna vê fersenda dîrokî û ewlekirina pêşeroja neteweyekî ji bo armancên piçûktir nebin gori.  
 
Ji 1992yan vir de ye ku li başûrê welatê me prosesekê dest pê kiriye; proseseke weha ku rê ji rastgerîna xewn û xeyalên kurdan re vekirîye. Loma divê em piştgirîya vê prosesê wek erkeke xwe ya neteweyî bibînin û bi hemû awayan li destkeftîyên wê bi xwedî derkevin. Herweha di vê prosesê de, şîyaneke neteweyê me hat dîtin ku di çend sedsalên dîroka me ya vê dawîyê de peyda nebûbû. Her çi qasî mixabin, ev bûyer ma piştî rûxandina Sedamî jî kurd dîsan bi çareserkirina vê pirsê pir kêfxweş bûn. Ew jî ew bû ku me cara yekem li ser yekî li hevdu kir ku karibe pêşkêşîya vê prosesê bike û di cîhanê de wek serokdewletê kurdan tev bigere; di Qesra Sipî de welatekî û neteweyekî bi cil bergên kurdî û herweha bi zimanê kurdî temsîl bike. Ev ji bo me kurdan xewn bû û Xwedê serkêşîya rastgerîna vê xewnê kir para Mesûd Barzanîyî.
 
Ev cara duyem e ku hevwelatîyên başûrê welatê me dê serokê dewleta xwe hilbijêrin. Kurdistanîyan di peryoda berê de, bi awayekî neyekser, bi îradeya Parlamentoya xwe li ser Mesûd Barzanîyî li hevdu kiribû û ew ji bo meqamê serokdewletîyê hilbijartibû û di ewlekirina statuya vî beşê welatê xwe de gihiştibûn qonaxeke giring. Di vê pêvajoya serokdewletbûnê de, tevî gelek pirsên welatî yên li hêvîya çareserkirinê ne – bo nimûne; kurmancî di welatê xwe de hê jî ji xwe re li statuyekê digere û gelek pirsên din ên heyatî ku lîsteyeke dirêj pêk tînin - jî Mesûd Barzanîyî bi helwêsta xwe û herweha bi şîyana we ya birêvebirinê nîşan da ku xewna wî ji gavên heta niha hatine avêtin, gelek mezintir e û heta ku welatê wî negihêje statuya xwe ya rewa, heta ku maf û azadîyên neteweyî û destkeftên welatê wî neyên ewlekirin û herweha heta ku birîna Rojhilata navîn ya herî mezin neyê dermankirin, ew ê dest ji vê xewna xwe bernede û hertim li rêyên rastgerîna vê xewnê bigere.
 
Prosesa ji 1992yan ve dest pê kiriye, fersendeke dîrokî ye û di vê hilbijartina yekser de jî lihevkirina li ser Mesûd Barzanîyî şanseke dîrokî ye. Ji ber vê yekê, ji bo bikaranîna vê fersenda dîrokî û vê şansê, pir giring e ku hevwelatîyên başûrê welatê me, di vê hilbijartina yekser de jî dengê xwe bidin Mesûd Barzanîyî. Ev hem ji bo yekîtîya kurdan giring e û hem jî ji bo ewlekirin û pêşvebirina destkeftên heyî giring e. Loma di vê qonaxa dîrokî de ku gelek pirsên me yên neteweyî li hêvîya çareserkirinê ne, divê hevwelatîyên Kurdistana azad şanseke din bidin Mesûd Barzanîyî, da ew karibe di vê pêvajoya qederguhêr de serkêşîya xwe bidomîne û xewna neteweyekî rast bigerîne.
21.07.2009
 
  31902 ziyaretçi  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol